Yekşem, 12 Nîsan 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Li DEM Partiyê pêvajoya civînê ya 5 rojî bi dawî bû.

    Ji aliyê Stêrk TV

    Komîteya Dîplomasiyê ya Hevbeş bi rojeva yekîtiya neteweyî li hev civiya

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rûsya û Ûkranya hevdu sûcdar dikin: Agirbest bi hezaran car hatine binpêkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji ber êrîşa li ber Balyozxaneya Îsraîlê: 9 kes hatin girtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    KNK’ê hilbijartina Muhammed Seîd Amêdî ya ji bo serokkomariya Iraqê pîroz kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Ji bo Meşa Gemlîkê em li Stenbolê karekî berfireh dikin’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Bi girseyî serdana Ramazan Kiran ê ku piştî 33 salan hat berdan, kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ciwanên Şengalê pirtûkxaneyeke nû li Şengalê vekirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kolektîfa Saza Êzî xwe ji Çarşema Serê Nîsanê re amade dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ûweyş Ocalan li ser gora xwe ya li Amarayê hat bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Meclîsa Îştar Dayika Uveyş bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Girtiyê piştî 31 salan hate berdan: Heta ku Serok Apo azad nebe, azadî heram e

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Li Îranê aqûbeta 3 jinên hatine binçavkirin, ne diyar e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rojnamevan Evrîm Alataş hate bîranîn: Em ê mîrateya wê ji bîr nekin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Bernê ji bo Yenar Mihemed bîranîn hate lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Enqere û Stenbolê 3 jin bi çekê hatin kuştin

    Ji aliyê Stêrk TV

    KJAR’ê li dijî darvekirinên li Îranê banga lezgîn kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di meha Adarê de 29 jin û 2 zarok hatin qetilkirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Hunermend Elî Mensûr jiyana xwe ji dest da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di Cannesê de 21 fîlm dê ji bo ‘Palmiya Zêrîn’ pêşbaziyê bikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bi wesîleya rojbûna Rêber Apo konserek hate dayin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Rewşa herî qelebalix a bêedaletiyê’: Bêdeng be li Londonê hate nîşandan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Galaya fîlmê “Azadî wê bi ser bikeve” li Londonê hate kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Koma Berxwedan ji nû ve avakirina xwe îlan kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • AMED
  • STENBOL
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Hewlêrê droneyek hate xistin
Îranê pêla binçavkirinê da destpêkirin
Li Çemçemalê zaroka ku êşkence lê hatibû kirin, jiyana xwe ji dest da
Çeteyan 4 welatî ji Serêkaniyê revandine Tirkiyeyê
Li Idlib û Şamê 2 ciwan hatin kuştin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojava > Di nava 2 hefteyan de bi dehan sivîl hatin qetilkirin
Rojava

Di nava 2 hefteyan de bi dehan sivîl hatin qetilkirin

Rêvebera Rêxistina Mafên Mirovan a Sûriyeyê Evîn Cûma anî ziman ku di êrîşên du hefteyên dawî de li Rojava bi dehan kes hatin kuştin ku zarok jî di nav de bûn û got, "Êrîşên li dijî sivîlan hîn giran dibin."

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 12. Kanûn 2024 Dema xwendinê: 8 dq.
Parvekirin

Di êrîşên dawî yên artêşa Tirk û çeteyên wê yên Artêşa Mîlî ya Sûriyeyê (SMO) de 52 sivîl hatin qetilkirin, herî kêm 28 sivîl birîndar bûn. Her wiha bi sed hezaran kes jî li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji cih û warê xwe bûn. Rêvebera Rêxistina Mafên Mirovan a Sûriyeyê Evîn Cûma bal kişand ser vê mijarê û anî ziman ku li herêmên dagirkirî komkujî û talan dewam dike.

Li gorî bîlançoya êrîşên 15 rojan ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê 52 mirov hatin qetilkirin, herî kêm 28 kes birîndar bûn. Detay bi vî rengî ye:

27’ê Mijdarê di bombardûmana li ser Minbicê de Mistefa Berekat ê 17 salî birîndar bû.

28’ê Mijdarê bi bombekirina gundê Xirnata yê kantona Efrîn-Şehbayê re ku bi çekên giran hate kirin koçberê ji Efrînê Delîl Fewazî Îbro yê 28 salî birîndar bû.

30’ê Mijdarê li Efrînê Ciwan Mihemed Elî yê 26 salî birîndar bû.

30’ê Mijdarê Gundê Mezin ê bajarokê Şêrawa yê Kantona Efrîn-Şehbayê hate bombekirin. Di encamê de zarokek birîndar bû.

1’ê Kanûnê bejahiya Helebê hate bombekirin. Di encama bombardûmanê de 2 jê zarok 4 kes birîndar bûn. Navê birîndaran bi vî rengî ye: Xidir Mihelî (2), Zeyneb Murad (3), Mihelî Mihelî (44), Kênco Remo (41).

Heman rojê li ser rêya Qamişlo-Hesekê bi SÎHA bombe li wesayitekê hate barandin. Ezîz Şêxo yê 20 salî şehîd bû.

2’ê Kanûnê malbateke Kurd a ji Şehbayê diçû Helebê wesayita wan hate bombekirin. Di encama êrîşê de Cemal Mursil û kurê wî yê 25 salî Hesen şehîd bûn, hevjîn û keça Cemal jî bi giranî birîndar bûn.

2’ê Kanûnê Ehmed Hiso û hevjîna wî dema ji Til Rifetê diçûn Efrînê bûn hedefa êrîşê. Ehmed Hiso şehîd bû, hevjîna wî bi giranî birîndar bû. Aqûbeta jin a birîndar nayê zanîn.

4’ê Kanûnê li bajarê Dêrikê cihê şuştina wesayitan a bi navê ‘Ararat’ bi SÎHA hate bombekirin. Di encamê de Enes Mihemed û Ebdullah Ehmed şehîd bûn, 2 kes jî birîndar bûn.

5’ê Kanûnê li rojavayê Minbicê êrîşên bi hawanan li ser gundên Til Torîn û Faratê hate kirin. Di encamê de Nedîma El Hisên El Hemûd a 45 salî şehîd bû, Seîda El Ferec a 45 salî jî bi giranî birîndar bû.

5’ê Kanûnê di êrîşa li ser gundê Ereb Hesen ê li bakurê Minbicê de Sara Hac Hisên a 30 salî birîndar bû. Di êrîşa li ser gundê El Bû Zaxê de Zehra Elî El Ceban a 23 salî û birayê wê Ehmed şehîd bûn.

7’ê Kanûnê gundê Cib Mexzom ê kantona Minbicê hate bombekirin. Di êrîşê de Fatma El Mihemed a 23 salî û Ceblet El Hemra yê 48 salî birîndar bûn.

9’ê Kanûnê li rojavayê bajarê Eyn Îsayê di êrîşa bi SÎHA de ya li ser gundê El Mustarehayê piraniya wan jin û zarok 12 sivîl hatin qetilkirin. Navê kesên hatin qetilkirin bi vî rengî ye: Îbrahîm El Îdo, Ruqeya Mihemed, Kewser El Îdo, Loma El Îdo, Ebdulqadir El Îdo, Mihemed Mistefa El Îdo, Tirkiye El Îdo, Fewziya El Îdo, Neda Mistefa El Îdo, Fitêm Hebeş El Îdo, Îsmaîl Mehmûd El Îdo, Zemenzem Mistefa El Îdo.

9’ê Kanûnê di êrîşa SÎHA ya li ser gundê Xerafan ê Minbicê de 10 sivîl hatin qetilkirin.

9’ê Kanûnê gundên Mihermela û Hermel ên Zirganê bi SÎHA hatin bombekirin. Kesek şehîd bû, 2 kes jî birîndar bûn.

9’ê Kanûnê li qadeke navbera Şora Rojava û Şora Rojhilat ên li ser rêya Zirgan-Dirbêsiyê bombe li wesayiteke sivîl hate barandin. Di encamê de 3 sivîl birîndar bûn. Gundê Kon Eftar ê li başûrrojavayê Kobanê bi çekên giran hate bombekirin, di encamê de 2 zarok hatin qetilkirin.

10’ê Kanûnê li nêzî Xaçerêya Aşxane ya Minbicê çeteyên SMO’yê ketin nava nexweşxaneyê ku sivîlên birîndar lê dihatin dermankirin û 2 birîndar bi hovane qetil kirin.

10’ê Kanûnê di encama êrîşa li ser gundê Ceida Mezin a li başûrrojavayê Kobanê de yek jê zarok 2 kes şehîd bûn. Navê şehîdan bi vî rengî ye: Mehmûd Şêx Elî (12) û Ebdullah Mehmûd Şêx Elî (25). Navê birîndaran jî bi vî rengî ye: Omer Mehmûd Şêx Elî (10) û Mehmûd Mehmûd Şêx Elî (8). 

10’ê Kanûnê li rojavayê Eyn Îsayê di bombardûmana li ser gundê Sefiya de Xelîl Silêman, Wedah Silêman, Mihemed El Abo, Ebdulkerîm El Abo, Delal Silêman, Nadiya Silêman, Casim Silêman û zarokê bi navê Husam Silêman bi giştî 8 kes hatin qetilkirin.

10’ê Kanûnê di êrîşa li ser Kantona Minbicê de endama Civaka Jinan a Zenûbiyayê Kamar El Soud, Ayşe Abdulkadir û Îman şehîd bûn.

11’ê Kanûnê li ser rêya Bendava Sirîn-Tişrînê bombe li ambûlansê hate barandin ku birîndar dibir Kobanê. Ajokarê ambûlansê û birîndarek şehîd bûn, birîndarek û hemşîr jî bi giranî birîndar bûn.

Di êrîşa li ser gundê Til Cuma yê Til Temirê de kesek birîndar bû.

Li ser rêya Qereqozaqê bombe li wesayitekê hate barandin ku 11 kes tê de bûn. Zahide Kusi ya 60 salî hate qetilkirin, Ciwan Berkel ê 8 salî birîndar bû.

11 MIROV JI SERMAYÊ MIRIN

Rêvebera Rêxistina Mafên Mirovan a Sûriyeyê Evîn Cûma bi bîr xist ku ji Şehba û Til Tiretê bi sed hezaran mirov neçar hatin hiştin ku koç bikin û got, “Li dijî gelê me êrîşeke bi rêk û pêk tê kirin. Ji Şehbayê gelê me neçar ma ji bo ewlehiyê koç bike û bi şert û mercên zehmet derbasî herêmên ewle hatin kirin. Di rê de heqaret li wan hate kirin. Zarok û extiyar jî di nav de 11 mirovên me di rê de ji sermayê jiyana xwe ji dest dan. Bi sed hezaran mirovên me bê mal man.”

KOMKUJÎ, TALAN Û DIZÎ

Evîn Cûma ragihand ku êrîşên li ser Minbicê destpê kirin niha li bajarên din jî belav bûne û got, “Niha Minbic ji aliyê dewleta Tirk ve hatiye dagirkirin. Li vê derê bi taybetî mafên mirovan têne binpêkirin. her wiha talan, dizî û komkujî jî gelekî zêde ye.”

ÊRÎŞ DEWAM DIKIN

Evîn Cûma diyar kir ku êrîşên li ser herêmê her roj zêde dibin û got, “Dewleta Tirk û çeteyên wê zilmeke gelekî giran kirin. Êrîşên li ser mirovên sivîl hîn metirsîdar û giran dibin.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN QAMIŞLO

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Êrîşên dagirkeriyê li Stenbolê hatin protestokirin
Nûçeya Pişt re ROJEVA 12’Ê KANÛNA 2024’AN
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Banga ji bo 1’ê Gulanê: Em xwedî li ked û demokrasiyê derbikevin

Di çalakiyên li gelek bajaran hatin kirin de, bi wesîleya 1’ê Gulanê bang li her…

Ji aliyê Stêrk TV

Polîs êşkence li ciwanên Erdogan rexnekirin kir

Du ciwanên ku li Edeneyê di sohbeta di navbera xwe de rexne li Serokkomarê Tirk…

Ji aliyê Stêrk TV

Li Stenbolê 64 kes ji ber çalakiyên protestoyî hatin girtin

Ji 206 kesên ku bi hinceta beşdarî çalakiyên protestokirina girtina Şaredarê Bajarê Mezin ê Stenbolê…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojava

Welatparêz Meşo Hesen koça dawî kir

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Çekdarên hikumeta demkî li Şêxmeqsûdê avêtin ser malan

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Sûriye ji bazirganan re bûye qada talanê

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Di panela MSD’ê de îşaret bi yekîtiya Kurdan hat kirin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?