Daîreya Ragihandinê ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi daxuyaniyekê bang li gelê herêmê kir ku nekevin bin bandora hewldanên hin aliyên ku dixwazin nakokiyên mezhebî derbixin û nûçeyên dûrtî rastiyê belav dikin.
Di daxuyaniya ku li ser malpera fermî ya daîreyê hate weşandin de hate gotin, “Sûriye, piştî ku ji rejîma otorîter rizgar bû, serdemeke dîrokî û girîng derbas dike. Îro li welat pêşketinên mezin çêdibin. Ev hemû geşedanên ku li welatê me Sûriyeyê pêk tên bûne navenda siyaseta navneteweyî. “
Di berdewamiya daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Di vê pêvajoya guherîn û geşedanan de, hin alî bi gurkirina nakokiyên mezhebî û belavkirina nûçeyên dûrî rastiyê, dixwazin kêfxweşiya gelê me têk bibin. Ev alî tenê xizmeta ajandayên derve yên li dijî gelê Sûriyeyê dikin, nûçe û agahiyên derew li ser malperan û hin platformên ragihandinê belav dikin, hewl didin ku rewşa ewlekarî û aramiyê li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê têk bibin û aştiya navxweyî û jiyana hevbeş di navbera gelên herêmê de xerab bikin. “
Di daxuyaniyê de li hemberî hewldanên derxistina fitneyê de ev bang hat kirin “Em bang li gelê xwe dikin ku li hember van kiryarên ku tenê xizmeta dijminên gelê me dikin, hişyar bin, hemû nûçeyan bawer nekin. Tenê guh bidin agahî û nûçeyên ku bi rêya platform û dezgehên ragihandinê yê fermî û pêbawer têne weşanadin. “
Her wiha bang li rojnamevanan û xebatkarên çapemeniyê kir ku agahiyên ji hêla alî û dezgehên fermî ve nehatibin piştrastkirin, neweşînin.
Daîreya Ragihandinê bi boneya rizgariya ji rejîma zalim li Sûriyeyê pîrozbahî li gel kir û wiha daxuyaniya xwe bidawî kir “Em di wê baweriyê de ne ku gelê me yê ku li dijî terora cîhanî ya DAIŞ`ê li ber xwe da, têkoşîn û şer kir, ew ê karibe armancên xwe pêk bîne, bi zanebûna û hişyariyê şoreşa xwe û destketiyên ku bi saya fedekariya şehîdan û berxwedana gel hatine bidestxistin, biparêze.”