Piştî ku rejîma Baas hilweşiya, Heyet Tehrîr El Şam û welatên Rojavayî li rê û rêbazên têkilîdanînê digerin. Wezîrê Karên Derve yê Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) Antony Blinken ragihand ku bi HTŞ’ê re têkilî danîne ku hîn jî di lîsteya rêxistinên terorê de ye.
Blinken li bajarê Akabe yê Urdunê di civîneke çapemeniyê de axivî û diyar kir ku Washingtonê bi koma HTŞ’ê re ‘têkiliya yekser’ daniye.
Blinken anî ziman ku hebûna DAÎŞ’ê li Sûriyeyê dewam dike û hişyarî da ku ji ber rewşa nediyar DAÎŞ hewl dide ji nû ve bikeve nava liv û tevgerê.