Serokê Giştî yê Komela Îslamî ya Kurdistanê (PÎK) Hîkmet Serbilind der barê rûxandina rejîma Sûriyeyê û geşedanên derketine holê daxuyanî da. Hîkmet Serbilind diyar kir ku Heyet Tehrîr El-Şam (HTŞ) ji Helebê heta Şamê dawî li rejîma Esed anî û destnîşan kir ku rêveberiyeke nû li Şamê hate avakirin û pêkhatina siyasî ya nû li Sûriyeyê dikare encamên cidî li ser Kurdan çêbike.
Serbilind bal kişand bi ser êrîşên çeteyên dewleta Tirk a dagirker yên li ser Rojava û wiha got: “Di heman demê de ev komên ku di bin navê SMO de hatine organîzekirin û bi piştgiriya dewleta Tirk li Rojavayê Kurdistanê li dijî gelê Kurd şer dikin. Ger gelê Kurd yekîtiyeke neteweyî û stratejîk pêk neyne, mîna Şerê Cîhanê yê 1 û 2’emîn wê dîsa mexdûr bibe. Gelê Kurd her çiqas di sedsala 21’emîn de xwedî hêzeke girîng e jî hê jî yekîtiya neteweyî pêk neaniye. Kurd bi yekitiya netewî û helwesteke stratejîk dikarin van gefan ji holê rakin. Eger yekîtiyeke stratejîk çêbibe, Kurd dikarin li her herêmên Kurdistanê bibin xwedî statu.”
Serbilind anî ziman ku parastina destkeftiyên li Rojava û misogerkirina azadiya gelên li vê herêmê dijîn ji bo me erkekî neteweyî ye û wiha got: “Divê em amade bin ku bi her dewleteke ku piştevaniya maf û azadiya gelê Kurd dike re hevkariyeke stratejîk bikin. Kurd li ber firsendeke dîrokî ne. Ji bo Kurdistana serbixwe û azad yekîtiya neteweyî pêwîst e. Têkoşîna gelê Kurd pirsgirêkeke neteweyî ye û divê li gorî wê tevbigerin.”