Navenda Lêkolînên Jeolojîk a DYE’yê, ragihand ku li Pasîfîka Başûr bi pileya 7.3 erdhêj pêk hatiye. Erdheja ku li peravên welatê girava Vanûatû rû da, 30 km li rojavayê bajarê herî mezin ê welêt Port Vîla pêk hat.
Hişyariya tsûnamiyê ya piştî erdhejê hatibû dayîn, hat rakirin. Ji ber erdhejê xisareke mezin li ser xetên ragihandinê çêbûye û ji ber vê derbarê encamên erdhejê de agahiyên zelal nehatin bidest xistin.
Li gorî agahî û dîmenên destpêkê yên ji herêmê hatine, avahî hilweşiyane û hezîna erdê rû daye.