Bi deh hezaran kes ji şêniyên bajarê Qamşlo li çarxeriya Sonî ya Qamişloyê li hev kom bûn û bi meşekê êrîşên dewleta Tirk a dagirker li ser Herêmê şermezar kirin. Her wiha nîşan dan ku ew bi hêzên xwe yên QSD’ê re ne.
Di meşê de dirûşmên “Bijî berxwedan QSD`ê”, “Bimire faşîzm”, “QSD’ê hêza me ye”, “Yeke yeke yeke gelê Sûriyeyê yeke” û “Em li pişt hêzên xwe ne” hatin berzkirin. Her wiha alên QSD’ê, Serxwebûna Sûriyeyê û yên Rêveberiya Xweser hatin hildan.
Meş heta çerxeriya Şehîd Qehreman a bajarê Qamişloyê sekinîn û veguherî mitîngê. Piştî deqeyeke rêzgirtinê ya ji bo bîranîna şehîdan, bi navê Înîsiyatîfa Gel Tilet Yûns axivî.
‘BI HEV RE EM Ê SIYASETÊN DEWLETA TIRK TÊK BIBIN’
Tilet Yûns bal kişand li ser hevgirtina giştî neteweyên li Sûriyeyê û diyar kir ku divê hemû bi hev re li dijî dagirkeriyê serî hildin.
Tilet Yûns got, “Ji bo tevahî gelê li Sûriyeyê û hemû partiyan dibêjin; pêwîste em bi hemû neteweyên xwe yekîtiya xwe xurt bikin. Em ê bi hev re hemû siyasetên dewleta Tirk a dagirker têk bibin. Ji bo tevahî hêzên siyasî bila dest ji nakokî û berjewendiyên xwe yên kesayetî berdin û li banga gelê mafxwar guhdar bikin. Îro ji bo me rojeke dîrokî ye, piştî dehên salan em ê bikaribin daxwazên gelê xwe bi cih bînin. Em ê bi yek nerînê mafê gelê xwe yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de misoger bikin.”