Şandeya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) û Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) li Hewlêrê bi Serokê Giştî yê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Bafil Celal Talebanî re civiyan.
Serokê YNK’ê Bafil Celal Talebanî li Mekteba Siyasî ya YNK’ê ya Hewlêrê pêşwazî li şandeya DEM Partiyê ku ji Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatimoglularî, Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir, Hevberdevkên Têkiliyên Derve yên DEM Partiyê Ebru Gunay û Berdan Ozturk pêk dihat, kir.
Di civînê de ji YNK’ê ji bilî Bafil Talebanî, Berpirsê Ofîsa Peywendiyan a YNK’ê Derbaz Kosret Resûl û Berpirsê Peywendiyên Kurdistanî Salar Serhed amade bûn. Hat gotin ku di civînê de rewşa siyasî ya Rojhilata Navîn, bi taybetî jî Suriye hat axaftin. Îşaret bi çareseriya aştiyane ya pirsgirêkan û dûrketina ji bijardeya şer hat kirin.
Hat diyarkirin ku di civînê de her du aliyan îşaret bi parastina mafan û rêzgirtina li îradeya tevayî netew û pêkhateyên Suriye bi taybetî jî gelê Kurd hat kirin. Daxwaz hat kirin ku hemû alî bi hevre bi yeksanî biryar li ser çarenûsa welat bidin û qonaxek nû ya hikûmraniyê avabikin.
Hat gotin ku di civînê de Serokê YNK’ê Bafil Celal Talebanî amadebûna YNK’ê ji bo gihiştina çareseriyeke erênî li ser bingehê hevbeşî û rastîn ji bo siberoja Sûriyeyê kir û got: “Em piştgiriya hemû hewldanên ku ji bo parastina mafên gelê Kurd li Sûriyeyê hene dikîn. Em ji bo serxistina armancên gelê xwe yê Rojava piştgiriya wan dikîn.”
Di dewamê de Talebanî got: “Em hewldanên birêz Mazlûm Ebdî ên di vê qonaxa hestiyar de ku ji bo parastina aramiya herêmê ne, baş dinirxînin û hêvîdarîn hemû aliyek bi heman ruhî hewl ji bo çareseriya pirsgirêkan bidin.”
Şandeya DEM Partiyê jî diyar kir ku ew ji ber helwesta Kurdistanî ya Bafil Talebanî û YNK’ê keyfxweşin û gotin: “YNK hertim ji bo parastina mafên Kuran û hevkar û piştevan bûye. DEM Partî bi siyasetek nîştimanî kar ji bo pêkanîna aştî û aramiyê dike. Bê guman wê hewldanên me ji bo parastina mafên gelê Kurd yê li Sûriyeyê berdewam be.”