Pêncşem, 1 Cotmeh 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Leşkeran êrîşî Goristana Şehîd Binevş a li Çiyayê Gabarê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    DEM Partî bang kir ku rêz li îradeya Mêrsînê bê girtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şaredarê Bajarê Mezin ê Mêrsînê û 58 kesên din hatin binçavkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Meral Daniş Beştaş: Pêvajo dimeşe, lê belê kêmasî nehatine çareserkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Psîkolog Kaya: Aştî tenê bi ragihandinê pêk nayê

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Aştiya xwemalî û nasnameyan aştiya feraseta dewleteke demokratîk e’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Cenazeyê gerîlayê HPG’ê Elver li ber dirûşman hate veşartin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Îranê bombe li kampa Partiya Demokrat a Kurdistanê Îranê barand

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Hevkarê ku hate cezakirin, berpirsê qetilkirina 4 gerîllayan bû’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Îranê li Urmiyeyê bijîşkek bi êşkenceyê binçav kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rêber Apo: Divê YBŞ di nava artêşa Iraqê de cih bigire; li Şengalê bimîne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Cebar Yaver: Nelihevkirina PDK-YNK’ê rê li ber gefan vedike

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Meclîsa Jinan a DEM Partiyê: Bila mirina Rojîn Kabaîş bê ronîkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Amedê li dijî qirkirina jinan banga têkoşîna hevpar

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Rojhilat û Başûrê Kurdistanê 3 jin bi awayekî guman jiyana xwe ji dest dan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo Rojîn Kabaîş çalakî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Cezayê darvekirinê li Mahbûbe Şebanî hate birîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Di têkoşîna li dijî tundiya li jinê de piştgiriya bi zimanê dayikê gelekî girîng e’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Derhêner Semîr Aslanyurek: Sînema û huner divê bi aştiyê re be

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Di pêvajoya aştiyê de rola hunerê bi qasî ya polîtîkayê girîng û pêwîst e’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Misirê goreke hespê şer ê beriya 3 hezar salan hat dîtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kurdan li Îçerîşehrê cilên xwe yên neteweyî nîşan dan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Darmstadtê Festîvala Hevdîtina Navneteweyî hate lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    6’emîn Festîvala Çanda Kurd a Sînan Dersim bi coş pêk hat

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Minbicê teqîn: Kesek jiyana xwe ji dest da
Baregeha KDP-Î ya li Hewlêrê hate bombekirin
Li Zaxoyê jinek hate kuştin
Li zindana Kobanê şewat derket
Heyeta DEM Partiyê wê di 14’ê Îlonê de biçin Îmraliyê
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > Meşa Çareseriya Demokratîk û Azadiyê: Divê Abdullah Ocalan azad bibe
Kurdistan

Meşa Çareseriya Demokratîk û Azadiyê: Divê Abdullah Ocalan azad bibe

'Meşa Çareseriya Demokratîk û Azadiyê' li Dîlokê dewam kir. Di meşê de daxwaza azadiya Rêber Apo hate kirin.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 24. Kanûn 2024 Dema xwendinê: 3 dq.
Parvekirin

‘Meşa Azadiyê û Çareseriya Demokratîk’ ku bi pêşengiya Platforma Saziyên Demokratîk di çarçoveya kampanya ‘Azadî ji Abdullah Ocalan re, çareseriya demokratîk ji pirsgirêka Kurd re’ li Amedê destpê kir û berê xwe li Enqereyê ye, di roja 3’yemîn de li Dîlokê dewam dike.

Hevseroka Partiya Herêman a Demokratîk (DBP) Çîgdem Kiliçgun Ûçar, nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên civakî yên sivîl jî di nav de meşvan li Parka Yeşîl Sû li hev kom bûn.

 

Di meşê de pankarta bi nivîsa “Meşa çareseriya demokratîk” hate hildan û dirûşmên “Bijî Berxwedana Rojava”, “Her der Rojava, her der berxwedan”, “Bijî berxwedana gelê me” û “Jin, Jiyan, Azadî” hatin qîrîn. Destpêkê parlamentera Dersimê ya Partiya Demokrasî û Wekheviyê ya Gelan (DEM Partî) Ayten Kordû axivî.

 

Ayten Kordû got, “Cîhan di bin siya şer de ye. Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hêzên hegemon li pey bidestxistina cihekî ne. Li Sûriyeyê bi pêşengiya jinan sîstemeke ji jiyana hevpar a gelan hatiye avakirin. Ji bo çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd hin esas hene. Esasê destpêkê polîtîkaya tecrîdê ya li ser Birêz Ocalan e. Ji bo azadiya fîzîkî ya Birêz Ocalan û aştiyê divê şert û mercên karkirinê bêne afirandin. Ev meş ji bo aştî û azadiyê ye. Em ê li Enqereyê hemû daxwazên xwe careke din bînin ziman. Gelê me bi hesreta aştiyê ye. Azadiya Birêz Ocalan wê aştî û jiyaneke bi vî rengî ya demokratîk ava bike.”

 

‘GEL DESTANÊ DINIVÎSÎNE’

Hevserokê Giştî yê Komeleyên Elewiyan ên Demokratîk (DAD) Zeynel Kete jî got, “Vê erdnîgariyê gelek zor û zehmetî dît, lê belê gelên vê herêmê li gel van hemûyan destan nivîsandin. Dewletê kujeriya xwe ava kir û mêtingehên xwe afirand. Bi qanûnan Elewî û gelên din înkar kir. Li cografya em lê ne her roj dayik digirîn, zarok dimirin û nirxên mirovahiyê têne binpêkirin. Ji bo ev nebe em bi rê ketine. Em ji bo aştî û jiyaneke hevpar têdikoşin. Ji bo avakirina aştiyê pêwîste yekîtiya civakê bê parastin. Eger civak birize û ji nirxên xwe yên cewherî dûr bikeve hingî aştî nikare bê avakriin. Di serî de li Rojava ji bo jiyana azad a gelên cîhanê têkoşîneke mezin tê meşandin. Ev têkoşîn têkoşîna me hemûyan e.”

Herî dawî endamê Komeleya Hiqûqnasan a ji bo Azadiyê (OHD) Serdar Tûm axivî, bal kişand ser tecrîda li Îmraliyê û got, “26 sal in Birêz Ocalan tecrîdkirî ye. Berê digotin, keştî xerabe ye. Dem guherî, niha cezayên dîsîplînê didin. Eger ji dil bin bila bihêlin ku Birêz Ocalan parêzerên xwe bibîne. Em dixwazin mafê hêviyê yê ku hiqûqa navneteweyî dide Birêz Ocalan bê naskirin.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN DÎLOK

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Li Dirbêsiyê meşa li dijî dagirkerî û êrîşên qirkirinê
Nûçeya Pişt re Li Hesekê cenazeyên 2 şehîdan hatin veşartin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

DYE’yê pêkanîn li 6 rayedarên Hamasê ferz kir ku 3 ji wan li Tirkiyeyê ne

Heman piştî îdîayên ku digotin, wê buroya siyasî ya Hamasê derbasî Tirkiyeyê bê kirin, Dewletên…

Ji aliyê Stêrk TV

RTC: Koçber û penaber bi rîska giran a tenduristiyê re rû bi rû ne

Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (RTC) ragihand ku li seranserê cîhanê koçber û penaber bi rîskên…

Ji aliyê Stêrk TV

Dadgeha Îranê derbarê Emced Emînî biryara binçavkirinê da

Bavê Jîna Emînî, Emced Emînî diyar kir ku bi hinceta li dijî cezayê îdamê peyam…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Cenazeyê gerîlayê HPG’ê Elver li ber dirûşman hate veşartin

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Îranê bombe li kampa Partiya Demokrat a Kurdistanê Îranê barand

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

‘Hevkarê ku hate cezakirin, berpirsê qetilkirina 4 gerîllayan bû’

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Îranê li Urmiyeyê bijîşkek bi êşkenceyê binçav kir

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?