Li Zanîngeha Harranê, xwendekarê ku li Gol Kafeyê ya ku aîdî rektoriyê, li gîtarê xist û stranên Kurdî gotin, rastî astengiya rektoriyê hat. Dema ku xwendekar li gîtara xwe xist û dest bi gotina stranên Kurdî kirin, peywirdarên ewlehiyê telîmat dane rêveberiya kafeyê û bi dengekî bilind stranên bi Tirkî vekirin.
Dema ku xwendekar bertek nîşanî astengkirina gotina stranên bi Kurdî da, peywirdarên ewlehiyê gef li wî xwarin. Xwendekaran sedema qedexeya li ser stranên Kurdî pirsî û ji wan re bersiva “Dema ku stranên bi Kurdî tên gotin şer derdikeve” hat dayîn.
Xwendekaran bertek nîşanî vê yekê da û gotin: “Em li welatê xwe bi zimanê dayika xwe stranan dibêjin, lê belê Tirkên faşîst ên bi sedan kîlometreyan dûrî welatê me ne tên û bertek nîşan didin, şer dikin û bi ser de rêveberiya zanîngehê jî ji me re dibe asteng. Ev der welatê me ye, em ê bi tu awayî vê yekê qebûl nekin.”