Meclîsa Leşkerî ya Minbicê bi navê ‘Şehîd Ezîz Ereb Minbic’ li dijî artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê yên Artêşa Mîlî ya Sûriyeyê (SMO) dest bi pêngavekê kir.
Hate ragihandin ku di çarçoveya pêngavê de heta niha derbên giran li çeteyan hatiye xistin û hin gund ji çeteyan hatine paqijkirin.
Di çarçoveya hemleyê de gelek çalakî hatin lidarsitin û gelek dagirker hatin kuştin. Li Ebû Qelqel a başûrê Minbicê jî tangeke çeteyan hate rûxandin. Hin gund jî ji dagirkeran hatin paqijkirin.