Yekşem, 18 Gulan 2025
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Têketin
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Birayê Denîz Poyraz Suleyman Poyraz piştî 14 salan hate berdan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Lijneya Giştî ya Şaxa ÎHD’ê ya Amedê daxwaza ‘mafên Kurdan bên naskirin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Heyeta DEM Partiyê ber bi Îmraliyê ve bi rê ket

    Ji aliyê Stêrk TV

    DEM Partî: Berpirsyariya me ya ji bo şehîdan mezin e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Çanakkaleyê erd hejiya

    Ji aliyê Stêrk TV

    HBDH: Altûn û Kaytan şehîdên tevgera me ya şoreşê ya yekbûyî ne

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Li Amedê bîranîna Kaytan û Altûn destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Liv û tevgera artêşa Iraqê ya li dora Mexmûrê zêde bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Xezeyê komkujî: Tevahiya şevê herî kêm 100 kes hatin kuştin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bayik: Ez ê timî hevalê Riza ji xwe re bikim esas

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kaytan, Altûn û Şehîdên meha Gulanê li Şengalê hatin bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Karayilan: Her tim rêber û pêşengek bû

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Encamnameya Kongreya 1’emîn ya Hevgirtina NADA hate eşkerekirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hevseroka Giştî ya DBP’ê serdana Şanaz Îbrahîm Ehmed kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    1’emîn Kongreya NADA’yê di roja 3’an de ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kongreya NADA’yê: Jin ji bo aştî û demokrasiyê li qadan ne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kongreya Jinê ya NADA li Silêmaniyeyê dewam dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kongreya NADA bi panelan dewam kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Li Parîsê 4’emîn Festîvala Çandî ya Kurd destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Enstîtuya Kurdî ya Swîsreyê: Yekîtiya gelê Kurd bi ziman dest pê dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Parîs ji 4’emîn Festîvala Çanda Kurdî re amade ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Enstîtuya Kurdî ya ji bo Lêkolîn û Zanistî Cejna Zimanê Kurdî pîroz kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Barcelonayê 7’emîn Festîvala Fîlmên Kurdî hate lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hejmarên nû yên kovarên Ciwanên Welatparêz û Jinên Ciwan ên Welatparêz derketin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • QAMIŞLO
  • ENQERE
  • KOBANÊ
  • ROJEV
  • WAN
  • ŞENGAL
  • MÊRDÎN
  • ŞIRNEX
  • HESEKÊ
  • RIHA
  • COLEMÊRG
  • ÊLIH
  • ŞEHBA
Nûçeyên Lezgîn
Mazlûm Ebdî û Îlham Ehmed bi Wezîrê Karên Derve yê Fransayê re hevdîtin kirin
Li Buyukçekmeceyê erdheja bi 3.8 pileyî
Baregeha Zilîkan weke volkana li ber teqînê ye
Di navbera DYE û Îranê de hevdîtinên nerasterast destpê kirin
Li Şamê dengê teqînan hate bihîstin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > NPG’ê bîlançoya şer a sala 2024’an eşkere kir
Kurdistan

NPG’ê bîlançoya şer a sala 2024’an eşkere kir

NPG'ê bîlançoya şer a sala 2024'an eşkere kir. Di 1124 çalakiyên gerîla de 478 dagirker hatin cezakirin, 18 SÎHA hatin xistin. Di êrîşên dagirkeran de ku teqemeniyên qedexekirî û madeyên kîmyewî jî hatin bikaranîn, 134 gerîla şehîd bûn.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 30. Kanûn 2024 Dema xwendinê: 16 dq.
Parvekirin

Fermandariya Biryargeha Navenda Parastina Gel (NPG) bîlançoya şer a sala 2024’an eşkere kir.

Di daxuyaniyê de hate gotin, “Gelê Kurd û Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê bi têkoşînê dest bi sala 2024’an kir û li hemberî êrişên dijmin ên ku di nava salê de bênavber hatin kirin, berxwedan mezin kirin. Dewleta Komara Tirkiyeyê ku hebûna xwe li ser qirkirin û tasfiyekirina gelê Kurd ava kiriye, di sala sedemîn a damezrandina xwe de xwest, vê armanca xwe bibe serî. Desthilatdariya AKP-MHP’ê di dema nû de ji xwe re kir armanc ku gelê Kurd qir bike, xwe bigihîne sînorên Mîsakî-Mîllî û bi armancên xwe yên Osmaniya Nû bibe hêzeke hegemonîk a li herêmê. Dewleta Tirk û rejîma faşîst a AKP-MHP’ê di nava 10 salên dawî de bi temamî berê xwe da vê armancê, sermayeya gelê Tirkiyeyê bi temamî li şerê qirkirina Kurdan xerc kir, nirxên Tirkiyeyê hemû pêşkêşî hêzên navneteweyî kir, ji derve û ji xiyanetkarên Kurd bi her awayî piştgirî wergirt, teknîka şer a herî pêşketî ya li ber destê xwe, bombeyên taktîk nukleer ên ku li gorî qanûnên navneteweyî qedexe ne û bikaranîna wan sûc e, teqemeniyên qedexekirî û çekên kîmyewî bê ser û ber bi kar anî, gelê me yê sivîl gelek caran qetil kir, sîstema zext û êşkenceyê ya li zindanan gihand asta herî bilind û heta dawiyê di vê yekê de israr kir.”

Daxuyaniya NPG’ê bi vî rengî dewam kir:

“Gelê Kurd jî di serî de Rêbertî, Tevgera Azadiyê û Gerîla, li Kurdistanê û li derveyî welat li hemberî van êrişên qirkirinê têkoşîneke berxwedanê ya bêhempa kir. Li hemberî van êrişên li ser hebûn û azadiya gelê me, gelê Kurd ji bo parastina hebûna xwe û pêkanîna azadiya xwe, ji bo bicihanîna armanca ‘Rêbertiya Azad, Kurdistana Azad’ ji heft heta heftê salî li kolanan, gundan, bajaran û çiyê berxwedan mezin kir, têkoşîna xwe gihand asteke navneteweyî û li tevahiya cîhanê belav kir.

Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê ku pêşengiyê ji vê doza pîroz re dikin, di serî de Bakurê Kurdistanê û Herêmên Parastinê yên Medyayê; li dijî êrişên dijmin bi ruhê fedaî yê Apoyî sekinîn. Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê ku baş zanin ew hêza parastina rewa, pêşeng, hêvî û çavkaniya hêzê ya gelê Kurd e, li ser vê bingehê di sala 2024’an de jî barê têkoşînê hilda ser milê xwe. Pêşengên Tabûra Nemiran hevrêyên me Rojhat Zîlan û Erdal Şahîn ku 1’ê Cotmeha 2023’an li Enqereyê li hemberî cihekî Wezareta Karên Hundir a dewleta Tirk çalakiya fedaî kirin, taktîk û rêbaza demê û ruhê fedaî yê Apoyî yê ku divê esas bêne girtin, diyar kirin. Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê jî pîvanên fedaiyên Apoyî ji xwe re kirin esas û di sala 2024’an de têkoşîna xwe hîn bi pêş ve birin.

DAGIRKER LI BAKUR NEKARÎN BIGIHÊJIN ARMANCA XWE

Di sala 2024’an de artêşa Tirk a dagirker bi teknîk û îstîxbaratê li Bakurê Kurdistanê êrişên xwe dewam kir û bi vî rengî hewl da encamê bi dest bixe. Dewleta Tirk a qirker mêtinger ku beriya niha digot, wê hebûna gerîla ya li Bakurê Kurdistanê tasfiye bike, bi vî rengî da pey xewn û xeyalên pûç û ji bo vê jî hin dem diyar dikir, li pêşberî têkoşîna bi biryar a gerîla fêhm kir ku êdî nikare bigihêje vê armanca xwe, lewma neçar ma ku dest ji van gotinan berde. Gavên stratejîk û taktîkî yên gerîla yên li gorî ruhê demê planên dijmin têk birin, ku ev yek di têkoşîna sala 2024’an de bi şênberî hate dîtin. Ya ku ev encama dîrokî û girîng afirand, sekna leheng a gerîla bû ku li Dersimê bi pêşengiya Edessa Cejna, li Botanê Bêrîtan Nûrhak Çiya, Herekol Şiyar, Brûsk Kato, Benda Amed û Serhat Jêhat, li Mêrdînê Mehmet Cûdî û Zerdeşt Sûrûç, li Serhedê Şêxmûs Malazgîrt û Berwar Dersim, li Amedê Hebûn Pîro û Botan Osyan, li Wanê Zagros Cûdî nîşan dan. Di têkoşîna sala 2024’an de li Bakurê Kurdistanê 36 hevrêyên me bi lehengî şer kirin û şehîd bûn.

GERÎLA LI HERÊMÊN PARASTINÊ YÊN MEDYAYÊ DAGIRKER ECIQANDIN

Artêşa Tirk a dagirker êrişên xwe yên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê bênavber dewam kir, ji 16’ê Nîsanê û pê ve gav bi gav berê xwe da eyaletên Metîna û Metînayê, piştre jî bi piştgiriya eşkere ya hevkarê wan PDK û hikumeta Iraqê di 3’ê Tîrmehê de jî berê xwe da Qada Berxwedanê ya Girê Bahar a li herêma Zapê. Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê ji payîza 2023’an heta bihara 2024’an bi Operasyonên Şoreşgerî li Herêmên Parastinê yên Medyayê artêşa dagirker eciqand, derbên kuştinê lê dan û gelek baregehên wan tasfiye kirin, ku ji ber vê yekê artêşa Tirk a dagirker kete nava dudiliyeke mezin. Ji ber vê tirsê mîna ku berê dikir vê carê yekser êrişî qad, çeper û tunelên gerîla nekir, hewl da li deverên valahî lê hebûn bi cih bibe û dagir bike. Di têkoşîna sala 2024’an de li Herêmên Parastinê yên Medyayê bi pêşengiya fermandarên me yên fedaî yên Apoyî Alan Milazgîr, Orhan Cihat Bingöl, Şiyar Efrîn, Dr. Sara Tolhildan, Zîlan Amed, Hevrê Çiya, Şervan Varto, Canşêr Şêrawa, Ekîn Rodî, Tufan Koçer, Devrim Botan, Xebat Türkmen, Piling Germiyan, Ebu Leyla Şehîd, Sema Cuya Çewlîk, Ezîz Mûsil, Asmîn Seyît, Cemal Dêrezor, Kurtay Şahin, Hogir Merwan 98 hevrêyên me bi lehengî şer kirin û şehîd bûn. Van hevrêyên me li Herêmên Parastinê yên Medyayê rastiya wê derfetê nîşan dan ku bi rêbaza şerê tunelan dijmin dikare bê rawestandin, qad dikare bê parastin û di her kêliyê de derb li dijmin dikare bê xistin.

134 GERÎLA ŞEHÎD BÛN

Di sala 2024’an de li Bakurê Kurdistanê 36, li Herêmên Parastinê yên Medyayê 98; bi giştî 134 hevrêyên me bi fedaîtî şer kirin û şehîd bûn. Agahiyên li ser nasnameya hevrêyên me yên şehîd bi gelê me yê welatparêz û raya giştî re hatin parvekirin.

478 LEŞKERÊN DAGIRKER HATIN CEZAKIRIN, 9 JÊ FERMANDAR BÛN

Artêşa Tirk a dagirker di destpêka salê de îdîa kir ku wê rêbaz û taktîkên nû pêk bîne û gelekî propagandaya vê kir. Lê belê pratîka heyî ya li qadê nîşan dide ku rewş berevajî vê ye, artêşa Tirk rîsk da ber çavên xwe û hin yekîneyên xwe yên bi tevger berda nava qadê û ya berê tenê dubare kir. Di êrîşên dagirkeriyê yên sala 2024’an de artêşa Tirk nekarî bigihêje armanca xwe, bêencam hate hiştin, ji xitimandina taktîkî nekarî xwe rizgar bike û binketî bû. Di têkoşîna sala 2024’an de li navenda fermandariyê ya operasyonên dagirkeriyê yên li Herêmên Parastinê yên Medyayê yarbayek, 2 serdar, serpelek jî di nav de 9 fermandarên bi paye bi giştî 478 dagirker hatin cezakirin û derba giran li artêşa dagirker hate xistin. Artêşa Tirk a dagirker weke ku salên derbasbûyî dikir, îsal jî fermandarên ku operasyonên dagirkeriyê bi rê ve dibirin guhert, fermandarên ku gelekî bi wan piştrast bû û pesnê wan dida ji ber rewşa serneketî neçar ma ji wezîfeyê dûr bixîne.

MAKÎNEYÊN KUŞTINÊ SÎHA HATIN XISTIN

Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê bi çalakiya fedaî ya xurt a li metropolan a li dijî hedefên stratejîk, bi berxwedana fedaî ya li Bakur, bi taktîka parastina qadên azad ên li Herêmên Parastinê yên Medyayê û bi asta teknîkî ya Hêzên Parastina Hewayî yên Kurdistanê gaveke gelekî girîng avêt. Di Newrozê de ku cejna azadiya neteweyî û berxwedanê ya gelê Kurd de mizgînî da gelê me, ragihand ku li hemberî makîneyên mirinê yên SÎHA ku rejîma AKP-MHP a faşîst li dijî gelê Kurd bi xwînxwarî bi kar tîne êdî bûye xwedî derfeta tasfiyekirina wan, ji 13’ê Sibata 2023’an û pê ve bi giştî 15 SÎHA yên cuda anîn xwarê, dîmenên wan weşand. Ev çalakiyên Hêzên Parastina Hewayî di sala 2024’an de jî dewam kirin, di 27’ê Gulanê de li ezmanên Qendîlê SÎHA’yeke AKSÛNGÛR, 6’ê Hezîranê li ezmanên Asosê SÎHA’yeke ANKA û di 12’ê Tîrmehê de jî li ezmanên Asosê SÎHA’yeke AKSÛNGÛR hatin xistin. Dewlet û artêşa Tirk, rejîma AKP-MHP’ê ya faşîst ku gelekî propagandaya SÎHA’yan dikir, li pêşberî xistina wan ji aliyê Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê hejiya, ji bo vê yekê nîşanî derve nede ti carî qebûl nekir. Ev nêzîkatiya rejîma faşîst a li pêşberî heqîqeteke li pêş çavan a nikare bê înkarkirin jî têrê kir ku bê fêhmkirin bê çiqasî şikestî, lawaz û tengav e.

HÊZÊN PARASTINA HEWAYÎ DERBA GIRAN LI DAGIRKERAN XISTIN

Hêzên me yên Parastina Hewayî yên Kurdistanê ne tenê SÎHA’yên dijmin beralî kirin, di heman demê de bi pêşketina teknîkî ya di astên cuda de û bi hostatiya xwe ya pêkanîna vê yekê re weke Yekîneya Şehîd Dogan Zinar û Şehîd Axîn Mûş gavên girîng avêtin. Vê gava Hêzên me yên Parastina Hewayî derfet afirand ku ji hewayê derb li artêşa dagirker bê xistin, dagirkeran li gir û baregehên lê bi cih bûn derb li ser hev xwarin, windahiyên gelekî cidî dan, neçar ma xwe bigire nava xwe û psîkolojiya ku di her kêliyê de dikare derba mirinê li her deverê bixe kete nava dagirkeran.

LI HEMBERÎ RONIYA ÇAVÊ DIJMIN TUSAŞ’Ê ÇALAKIYA FEDAÎ HATE KIRIN

Tîma otonom a Tabûra Nemiran hevrê Asya Alî û Rojger Hêlîn ku têkoşîna sala 2024’an ji aliyê çalakiyan, pêşketin û pêngavan ve gihand asta herî bilind, di 23’ê Cotmehê de li Enqereyê li hemberî navenda TUSAŞ’ê çalakiya fedaî kirin. Ev çalakiya fedaî ya dîrokî û serketî ku li hemberî navenda TUSAŞ’ê hate kirin ku li vê deverê makîneyên komkujiyê yên dewleta Tirk a qirker mêtinger ên li dijî gelê Kurd lê têne afirandin, derba giran û kuştinê li dijmin xist. Fedaiyên Nemiran ku xwe bi ruhê fedaî yê Apoyî xurt kirin û di taktîk û rêbaza gerîla de profesyonel kirin, her cûre astengî ji pêşiya xwe rakirin, xwe gihandin paytexta dijmin û li hemberî vê baregeha ku weke çavreşika dijmin dihate pênasekirin û di asta herî bilind de dihate parastin, ev çalakî kirin. Ev fedaîtiya hevrê Asya û Rojger asta çalakiya kêliyekê derbas kir, 74 deqeyan li hemberî bi sedan hêzên dijmin şer kirin, xeleka ewlekariyê ya dijmin bi lehengî tasfiye kirin, ketin nava baregehê û fetih ikrin, piştî ku cebilxaneya xwe hemû li dijî dijmin bi kar anîn, weke ku plan kiribûn bi rengekî fedaî ber bi şehadetê ve meşiyan. Neferên pêşeng ên Tabûra Nemiran ruh, taktîk, rêbaz, profesyonelî û afirînerî bi rengekî bê qisûr pêk anîn ku bi vê yekê re têkoşîna me ya fedaî derbasî qonaxeke nû ya bilind bû.

Têkoşîna sala 2024’an nîşan da ku Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê ji Bakur heta Herêmên Parastinê yên Medyayê, ji çiyê heta metropolan, ji eraziyê heta bi tunelên şer, ji bejahî heta bi hewayî li her qadê rêbaza tîmê pispor a şer û hêza pêkanîna gerîlatiya profesyonel raxist pêş çavan. Hate dîtin ku Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê di gerîlatiya modernîteya demokratîk de ku ji xwe re kiriye armanc gihîştiye asteke gelekî girîng, di afirandina fermandariya serketinê de bi pêş ketiye, bûye hêzeke ku têk naçe û dema ku perspektîfa taktîkê bi serketî bi cih anî wê çiqasî serketî be. Ev asta ku têkoşîna me ya gerîla ku li ser şopa şehîdan meşiya û dîrokeke destanî ya 40 salan li pey xwe hişt, nîşanî dost û dijminan da ku temînata azadiyê ya gelê me û Rêberê me ye, di heman demê de raxist pêş çavan ku êrîşên dewleta Tirk a qirker mêtinger û rejîma AKP-MHP’ê ya faşîst mehkûmî têkçûnê ne.

Em dixwazin careke din destnîşan bikin ku Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê çawa ku heta niha bi ruhê fedaî yê Apoyî pêşengî ji vê doza pîroz a azadiyê re kirin ku bi keda mezin a gelê me û xwîna şehîdên me hate afirandin, ji niha û pê ve jî bi biryar e ku pêşengiyê bikin û planên dijmin têk bibin.

Bîlançoya şer a sala 2024’an bi vî rengî ye:

ÊRIŞÊN ARTÊŞA DEWLETA TIRK

Balafirên Şer    3255
Helîkopterên Êrişê    973
Dronên Bombebarkirî    136
Bombeyên Taktîk Nukleer    2
Çekên Kîmyewî    345
Teqemeniyên Qedexekirî    645

HEVRÊYÊN ME YÊN ŞEHÎD

Hevrêyên Me Yên Şehîd Bûn    134

ÇALAKIYÊN HÊZÊN PARASTINA HEWAYÎ

SÎHA’yên Hatin Xistin    18
Yekîneya Şehîd Axîn Mûş    23
Yekîneya Şehîd Dogan Zinar    58
Tevahî Çalakiyên Hewayî    99

ÇALAKIYÊN BEJAHÎ

Xweberdana Nav Dijmin    1
Êriş    2
Operasyonên Şoreşgerî    3
Kemîn    4
Çalakiyên Koordîneyî Yên Gerîla    13
Sabotaj    62
Sekvanî    229
Pevçûn-Derblêdan-Destwerdan    302
Çekên Giran    409
Tevahî Çalakiyên Bejahî    1025

TEVAHÎ ÇALAKIYÊN HEWAYÎ Û BEJAHÎ

Tevahî Çalakıyên Hewayî Û Bejahî    1124

KUŞTIYÊN DIJMIN

Dagirkerên Bi Paye Yên Hatin Cezakirin    9
Dagirkerên Hatin Cezakirin    469
Temamiya Dagirkerên Hatin Cezakirin    478
Dagirkerên Birîndar Bûn    161″

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN BEHDÎNAN

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Şêniyên Reqayê bi dirûşma ‘Em hemû QSD ne’ meşiyan
Nûçeya Pişt re Li Silêmaniyeyê di civîna PYD’ê de peyamên ji bo berxwedanê
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Bersivê betalke

Epeyama we nayê weşandin. Qadên pêwist bi * hatine nîşandan.

Ji kerema xwe astek jilbijêre

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

PAJK: Berxwedan wê di xeta Bêrîtan de bigihîje serketinê

Koordînasyona PAJK’ê got: ‘’Ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo, çareseriya pirsgirêka Kurd, bidestxistina statûya…

Ji aliyê Stêrk TV

SOHR: Ji destpêka salê û vir ve li Sûriyeyê 227 jin hatin qetilkirin

SOHR'ê ragihand ku ji destpêka sala 2024'an û vir ve li Sûriyeyê 227 jin hatin…

Ji aliyê Stêrk TV

HRE: 3 çeteyên dewleta Tirk hatin kuştin

HRE'yê ragihand ku di encama çalakiyên hêzên wan ên bersivdayinê de 3 çeteyên dewleta Tirk…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Li Amedê bîranîna Kaytan û Altûn destpê kir

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Liv û tevgera artêşa Iraqê ya li dora Mexmûrê zêde bû

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Li Xezeyê komkujî: Tevahiya şevê herî kêm 100 kes hatin kuştin

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Bayik: Ez ê timî hevalê Riza ji xwe re bikim esas

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

Bibe abone!

Em ê te ji nûçe, gotar, bername û hemû bûyerên giring agahdar bikin!

Tu kengî bixwazin dikarin betal bikî.
adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?