Navenda Ragihandin û Çapemeniya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) der barê êrîşên çeteyên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî gundewarê Minbicê û Bendava Tişrînê de daxuyaniyek da.
Daxuyanî wiha ye:
“Bi beşdariya bi sedan endamên rêxistina ˋHuras El Dînˋ ên ji hemwelatiyên Ozbekî, Tirkistanî û Çeçenî ne û dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê êrîşeke dijwar li dijî gundewarên başûr û rojhilatê bajarê Minbicê û gundewarê Bendava Tişrînê pêk anî. Hêzên me bersiva êrîşan da û bi dehan çete hatin kuştin û birîndar bûn.
Vê sibehê, bi piştgiriya 5 balafirên bêmirov ên dewleta Tirk a dagirker, tank û panzerên nûjen komên çete êrîşî gundên Etşanê, Seîdîn, Xirbet Tiwênê, Mihşiyet El Şêx Ubêd El Mistefa, Xirbet Zemale, Mestaha, Girê Siryatel û gundê Eloş ên başûrê rojhilatê bajarê Minbicê kirin. Şervanên me tevahî êrîş têk birin, bi dehan çete kuştin, di nav de tankek û 2 wesayîtên doçka li ser bi giştî 6 wesayîtên leşkerî rûxandin.
Şervanên me yên ku li dijî dagirkeriya Tirk û çeteyên wê berxwedaneke mezin raber dikin, singesing li hember çeteyan şer kirin. Dê Navenda Ragihandinê ya QSDˋê dîmenên pevçûn û rûxandina wesayîtan piştre parve bike.
Dewleta Tirk a dagirker ji bo binketina çeteyan veşêre, bi balafirên bêmirov û çekên giran Bendava Tişrîn û derdora wê gelek caran bombebaran kirin. Hin parçeyên bendavê zirar dîtin. Li hember xeteriyên li ser bendavê û derdora wê dagirkeriya Tirk berpirsiyar e.”