Li ser navê Komaleya Mexdûran a Kurdistanê mexdûrên bi navê Shahwan Abdulrahman, Makî Rewend û welatiyê DYA’yê John Does, li dijî Barzaniyan careke din serî li Dadgeha Herêma Columbiayê dan. Di daxwaznameya dozê ya 396 rûpelî de malbata Barzaniyan wek Rêxistina Sûcî ya Barzaniyan derbas bû.
KRSÊN HATINE GILÎKIRIN
Di daxwaznameyê de kesên hatine gilîkirin ewha ne: Masrour Barzanî, Waysî Barzanî, Mulla Babo Mustafa Barzanî, Muksî Barzanî, Jeyra Mohamed Khaled, Katja Vrecar Barzanî, Areen Masrour Barzanî, Jonathan R. Moor, Valerîe Cupp, Julîe Maî Sanford, Laura Geho Harrîs, Treefa Azîz, Entîfadh Kamal Qanbar, Omar S. Barzanî, Rubar S. Sandî, Arfan Salih Omer Sherwanî, Hamza Salim, Hikmet Bamernî, Hayman Quass û Dasko Shîrwanî cih girt.
ÇIMA WEK RÊXISTINA SÛCÎ TÊ PÊNASEKIRIN?
Di daxwaznameyê de hat diyarkirin ku malbata Barzaniyan û kesên têkildarî wan mafên mirovan bi awayekî sîtematîk binpê dikin, xapatin, pereyê reş, gendelî û kiryarên derhiqûqî dikin û egerên pênasekirina malbata Barzaniyan wek “rêxistina sûcan” hatin diyarkirin. Hat destnîşankirin ku gumanbar bi awayekî tevlihev zagonên DYA’yê binpê dikin.
SÛCÊN HATINE KIRIN
Di daxwaznameyê de malbata Barzaniyan bi sûcên wekî êşkence, binpêkirina zagona têkoşîna li dijî terorê, sûcên li dijî mirovahiyê, kuştinên derhiqûqî û kêfî, sûcên li dijî pêşîlêgirtina komkujiyan, sûcên nefretê, xapandin û karê pereyê reş hat sûcdarkirin û daxwaza cezadarkirina wan hat kirin.
BARZANÎ GELÊ KURD TEMSÎL NAKIN
Di daxwaznameyê de hûrgiliyeke giring hebû ku bersûc gelê Kurd temsîl nakin û wiha hate gotin: “Di navbera gelê Kurd û desthilatdariya pûç a Barzaniyan de cudahiyeke eşkere tê kirin.” Her wiha hat diyarkirin ku doz li dijî şexsan hatiye vekirin û derbarê pozîsyona wan a îdarî de bi awayekî hiqûqî pirsgirêk tune ye. Armanca gilîkeran ew e ku ew ji ber sûcên ku kirine werin darizandin.
‘DIKARIN XIRABIYÊN NEDÎTÎ BIKIN’
Di beşa dawî ya serlêdanê de hat diyarkirin ku bersûc bi qestî û sîstematîk zirarê didin gilîkeran û hat diyarkirin ku “Dikarin xirabiyên nedîtî bikin.” Gilîkeran diyar kirin ku wan ji bo darizandina bersûcan delîlên hewce pêşkêşî juriyan kirine.