Serokatiya Fermandariya Giştî ya Koreya Başûr ragihand ku fuze bi dema herêmî saet di 09:30’î de hatin avêtin û beriya ku bikevin deryayê bi qasî 250 kîlometreyî çûn. Fuzeyên ku li Derya Japon (Derya Rojhilat) ketin, li herêmê bûn sedema bilindbûna tansiyonê.
Serokwekîlê Koreya Başûr Choi Sang-mok avêtina fuzeyan şermezar kir û diyar kir ku ev ‘provokasyonên’ Koreya bakur binpêkirina biryarên Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî ye.
Choi got, “Seul wê bi sekneke xurt a ewlekariyê û li ser bingeha tifaqên bi DYE’yê re bi biryardarî bersivê bide van provokasyonan.”
Li gorî AFP’ê, Serokê Zanîngeha Lêkolînan a Koreya Bakur a li Seulê Yang Moo-jin diyar kir ku ev ceribandina fuzeyan ji bo wê yekê ye ku beriya dema nû ya Donald Trump zextê li DYE’yê bike.