Navenda Ragihandinê ya Hêzên Ewlehiya Hundirîn li ser şehadeta Mihemed Hiso daxuyaniyeke nivîskî da.
Daxuyanî wiha ye:
“Endamê hêza me Mihemed Hiso, di berxwedana li dijî êrîşên dagirkeriyê yên dijwar ên dewleta Tirk û çeteyên wê de gihişt merhaleya şehadetê.
Êrîşên hovane yên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li dijî gelê me û binesaziyên herêma me didomin. Erîşa dawî dijminahiya dewleta Tirk a li dijî gelê me careke din nîşan dide. Em soz didin Şehîd Mihemed Hiso û çi şervan çi sivîl soz didin hemû şehîdên me xwe yên qehreman ku dê keda wan berhewa naçe û heta me jiyana azad û birûmet ava kir, em ê li ser rêça wan berdewam bikin. Heta rizgarkirina axa me ya dagirkirî em ê ala têkoşînê her bilind bikin.”
AGAHIYÊN ŞEHÎD
Agahiyên nasnameyê yê şehîd wiha ye:
“Nav û Paşnav: Mihemed Hiso
Navê Dayikê: Heluza
Navê Bav: Qasim
Cih û Dîroka Jidayikbûnê: Kobanê, 5 Gulan 1970
Cih û Dîroka Tevlêbûnê: Kobanê, 2 Hezîran 2013
Cih û Dîroka Şehadetê: Bendava Tişrin-Kobanê, 16 Çile 2025.”