În, 23 Çile 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Têketin
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Girtekên hevdîtina bi Rêber Apo re hate weşandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Heyeta Rojavayê Kurdistanê vegeriya

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Norşînê êrîşa polîsan û binçavkirin nekarîn meşê birawestînin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Ji cerdevanan hate xwestin ku ji bo pereyan li Rojava li dijî YPG’ê şer bikin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Ewropayê zêdetirî 70 rêxistin ji bo ‘Rojava’ bang kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nivîskarê xelatgir Kelman: Cîhan divê rastiyê bibîne, piştgiriyê bide Rojava

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Ciwanên Şengalê ji bo Rojava di çalakiyê de ne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Başûrê Kurdistanê ji bo Rojava kampanyayên alîkariyê hatin destpêkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çalakiya girseyî ya li Silêmaniyê bi dawî bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Gelê Kurd li çar aliyan li ser piyan e: Gever, Bazîd, Amed, Êlih, Erzîrom

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Başûrê Kurdistanê bi hezaran kes ji bo Rojava daketin qadan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Qoserê bi hezaran kes ji bo Rojava meşiyan

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Ji rêxistinên Femînîstên Antîkapîtalîst ji bo Rojava peyam

    Ji aliyê Stêrk TV

    YPJ: Wê kiryarên dermirovî ku li dijî şervanên me tên kirin, bê hesab nemînin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jinên Abya Yalayê ji bo parastina Rojava bang kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Greva Jinan a Swîsre: Jin bi tenê nînin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şervanên YPJ’ê piştgirî dan dîmenên jinan ên hûnandina keziyan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jinan bi keziyên xwe piştgirî dan berxwedanê

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Hilala Zêrîn bi stranê piştgiriya berxwedana Şêxmeqsûd û Eşrefiyê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Mexmûrê filmê ‘Dema Dirîreşkan’ hate pêşandan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Awazê Çiya Klîba “Agir”

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Liverpoolê Akademiya Çand û Hunerê ya Kurd vebû

    Ji aliyê Stêrk TV

    TEV-ÇANDˊê ji bo bîranîna Şîlan Kobanê klîpek çêkir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rotînda û Berfîn Memedova ji bo Rêber Apo stranek nû çêkirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • ŞIRNEX
  • HESEKÊ
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • ÊLIH
  • LEZGÎN
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li gundên Kobanê şer dijwar e
Li Sirrînê şervan bersiveke tund didin êrişan: Gelek çete hatin kuştin, gelek jî hatin girtin
Çeteyan careke din êriş birin ser Girtîgeha Eqtanê
Hêzên QSD’ê li Sirinê bersiv dan çeteyên ku agibestê binpê kirin
Bombe li 3 gundên Kobanê tên barandin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Rapora ÎHD’ê: Li Îmraliyê zêdeyî 100 binpêkirin hatin tespîtkirin
Rojane

Rapora ÎHD’ê: Li Îmraliyê zêdeyî 100 binpêkirin hatin tespîtkirin

Şaxa ÎHD’ê ya Stenbolê eşkere kir ku li girtîgeha Marmarayê 1572, li Girtîgeha Îmraliyê jî 144 binpêkirin hatine tespîtkirin.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 22. Çile 2025 Dema xwendinê: 4 dq.
Parvekirin

Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Stenbolê, rapora xwe ya têkildarî binpêkirinên mafên mirovan ên di mehên Cotmeh, Mijdar û Kanûnê de li girtîgehên Herêma Marmarayê hatine kirin, bi daxuyaniyeke li komeleyê eşkere kir. Rapor, ji hêla Seroka Şaxa ÎHD’a Stenbolê Gulseren Yolerî û endama Komîsyona Girtîgehan a Şaxa ÎHD’ê Meral Nergîs Şahîn ve hate xwendin. 

Li gorî raporê, 5 jê girtiyên jin, 43 jê yên zilam, 9 jê girtiyên edlî û 39 jê girtiyên siyasî ji 16 girtîgehan bi giştî 48 serlêdanên binpêkirinan hatine kirin. Di raporê de hate gotin ku di encama serlêdanan û lêkolînên li ser dezgehên çapemeniyê hatine berhevkirin de bi giştî hezar û 572 binpêkirin hatine tespîtkirin. Hat diyarkirin ku binpêkirinên weke êşkence, derbkirin, muameleya xerab, nêzikatiyên biçûkxistinê, mafên tenduristiyê, mafên xwarin û vexwarina bitendurist û xwegihandina ava paqij, cîbicîkirina pêdiviyên sereke û hwd. hatine kirin. Di raporê de hat gotin 3 caran mafê jiyanê hatiye binpêkirin; 457 binpêkirinên weke êşkence, derbkirin, miameleya xerab û biçûkxistinê hatine kirin; 142 caran mafê tenduristiyê hatiye binpêkirin û 245 caran jî binpêkirina mafê ragihandinê hatiye kirin. Bi domdarî hate gotin ku girtiyê nexweş Abdulkadîr Kuday di 2’yê Cotmeha 2024’an de li Girtîgeha Tîpa R a Metrîsê ya Stenbolê û girtî Îbrahîm Hakki Savaşerî jî di 5’ê Cotmeha 2024’an de li Girtîgeha Bandirmayê ya Balikesîrê jiyana xwe ji dest daye. 

Di berdewamiya raporê de hate gotin ku 2 jê li Herêma Marmarayê bi giştî 8 girtiyan jiyana xwe ji dest dane û ev agahî hatin parvekirin: “Qedexeyên keyfî, êşkence û pirsgirêkên di mijara tenduristî û tedawiyê de tên jiyîn, li ser mafê jiyanê gefekê mezin e. Wezîrê Dadê di 5’ê Kanûna 2024’an de li Meclisê bersiveke nivîskî da pêşnûmepirsekê. Di bersiva xwe de diyar kir ku di 11 mehên ewil ên sala 2024’an de li girtîgehan 709 girtiyan jiyana xwe ji dest dane. Vê daxuyaniyê bandoreke mezin kir. Lê raya giştî ji 10 paran hay ji parekê van mirinan hebû. Ev jî nîşan dide ku pirsgirêkên di nava çar dîwaran de veşarî dimînin û pir kêm ji wan tên parvekirin. Vê jî kir ku hemû kesên di vê qadê de xebatan dimeşînin, gumanan ji rêbazên xwe yên lêkolînê bikin.” 

Di raporê de hate diyarkirin ku têkildarî qedexeya hevdîtinê ya li Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Îmraliyê ku Rêber Apo li wir tê ragirtin, 144 binpêkirin hatine tespîtkirin. Her wiha hate gotin ku li girtîgehên bi tîpa S û Y’yê û yên bi Ewlekariya Bilind jî tecrîd roj bi roj bêhtir tê girankirin. Di raporê de hat gotin ku Lijneyên Îdare û Çavdêriyê nirxadina xwe ya “başhaliyê” li gorî tevlînebûna qursa olê, neçûna qawîşên kesên serbixwe, redkirina hevdîtina bi melayî re, gerandina govendê, berzkirina dirûşman, pîrozkirina Newrozê û hwd. dinirxîne. 

Her wiha di raporê de bal kişandin ser “Mafê hêviyê” û “tehliyekirina girtiyên nexweş” ku Serokê Giştî yê MHP’ê Devlet Bahçelî û Cîgirê Serokê Giştî yê MHP’ê Fethî Yildiz behsa wan dikir û hat xwestin ku di vê mijarê de tavilê gavên şênber bên avêtin. 

Di beşa encamê ya raporê de jî hate gotin ku divê binpêkirinên li jor hatine rêzkirin tavilê bên çareserkirin, tecrîda girankirî were rakirin, sepanên keyfî bên bidawîkirin û tevdîr bên girtin.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN STENBOL

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Navê du sivîlên li Tişrînê şehîd bûn, eşkere bû
Nûçeya Pişt re Li Akdenîzê berxwedan dewam dike: Qeyûm êrîşa li dijî destektiyên jinan e
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Bi midûrê nû yê hatî Girtîgeha Kurkçulerê re binpêkirinên mafan zêde bûn!

Bavê girtiyê nexweş Fîkret Kara, Îsmaîl Kara diyar kir ku bi midûrê nû yê hatî…

Ji aliyê Stêrk TV

Çîftyurek: Gelê me tevî astengiyan jî peyama xwe da

Parlamenterê Wanê yê DEM Partiyê Sînan Çîftyurek anî ziman ku meşa azadiyê ya ku îro…

Ji aliyê Stêrk TV

Li Xezeyê di êrîşa li dijî dibistanekê de bêhtirî 30 kes mirin

Parastina Sivîl a Xezeyê, ragihand ku di encama bombebarana Îsraîlê ya li dijî dibistaneke li…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

Girtekên hevdîtina bi Rêber Apo re hate weşandin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Heyeta Rojavayê Kurdistanê vegeriya

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Li Norşînê êrîşa polîsan û binçavkirin nekarîn meşê birawestînin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

‘Ji cerdevanan hate xwestin ku ji bo pereyan li Rojava li dijî YPG’ê şer bikin’

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?