Fermandariya Giştî ya YPGˈê bi wesîleya salvegera 10ˈemîn a rizgarkirina Kobanê daxuyaniyek nivisîkî weşand.
Daxuyanî wiha ye:
“Em îro dehemîn salvegera rizgarkirina Kobanê bi bîr tînin û pîroz dikin ku ew di şerê cîhanî yê li hember DAIŞˈê kêliyeke bêhempa bû. Di sala 2015ˈan de, di encama şerekî giran a ku bi mehan berdewam kir, hêzên YPG û YPJê tevî hevalbendên xwe û gelê Rojava, çeteyên DAIŞˈê ji Kobanê derxistin. DAIŞˈê hemû dinya terorîze kir, êriş bir ser gelek welatên dinyayê; ji ber vê sedemê berxwedana Kobanê ne tenê Rojava; bi tevahî Kurdistan, Rojhilata Navîn û cîhanê ji vê xeteriyê azad kir.
Kobanê bi qasî serkeftinek leşkerî, sembola berxwedêrî û azweriya gelê Kurd û hemû gelên herêmê ye. Ew navenda şer bû di navbera rûmeta mirovahî û azadiyê, û hêzên talanker ên paşverû de. Di dirêjahiya dorpêçkirina Kobanê de, DAIŞˈê bi rengekî eşkere ji sînorên Tirkiyê çek û alav derbas kir, her wiha çekdarên xwe bi piştevaniya dewleta Tirka dagirker anî herêmê. Lê tevî vê jî li Kobanê koma çete têk çû û hemû cîhan dît ku ew dikarin werin têkbirin. Ew berxwedan raber kir ku yekitî û hevgirtina gelên herêmê dikare li dijî terorîzmê bi ser bikeve.
Li gel ku em vê roja girîng pîroz dikin, li aliyê din êrişên dewleta dagirker ên li ser herêmên me û bi taybetî li ser Tişrîn û Qereqozaqê didomin. Em vê êrişkariyê weke berdewamiya êrişa li ser Kobanê dibînin û bi heman ruhê berxwedana bersivê didin van êrişan. Ev êriş ne tenê aramiya herêmê têk dibe, di heman demê de şert û mercên guncaw ji bo veger û xwe ji nû ve rêxistinkirina DAIŞˈê ava dike. Êrişên li ser navendên ewlehî û binesaziya jiyana gel, pergala ku me bi xwîna bi deh hezaran şehîdan ava kiriye tehdît dike. Em bang li hemû kes, sazî û netewên ku di şerê li dijî DAIŞˈê de li kêleka me sekinîn dikin ku li hember êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk jî xwedî helwest bin.
Em bi vê boneyê şehîdên berxwedana Kobanê bi bîr tînin ku fedakariya wan hişt ku em di şerê xwe yê azadiyê de bi ser bikevin. Em vê rojê li gelê xwe li hevrêyên xwe yên ku li bendava Tişrînê li ber xwe didin pîroz dikin û soza xwe dubare dikin ku em ê heya dawiyê parastina gelê xwe û xaka xwe bikin.”