Çarşem, 13 Gulan 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Ji derhênerê belgefîlma Bakur Koray Kesîk re ceza birîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Forûma Aştî û Azadiya Civakî: Divê statuya Rêber Apo bê mîsogerkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tulay Hatîmogullari: Mekanîzma divê bi lez were avakirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    KNK’ê nerazîbûn nîşanî daxuyaniya Trump da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Guven: Heta statuya Abdullah Ocalan neyê nasîn, çareseriyek mayînde pêkan nayê

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 12’Ê GULANA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

     2’yemîn Konferansa Komînan a Mexmûrê bi dawî bû 

    Ji aliyê Stêrk TV

    Polîtîkaya rizandinê ya li Êlih û Mêrdînê hatiye birêxistinkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Mexmûrê 2’yemîn Konferansa Komînan destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Karasû: Dema ku gav nayê avêtin, entegrasyona demokratîk bê wate dibe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hozan Mizgîn li Maxmûrê hate bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şahida Komkujiya Dêrsimê Anê Xatun sipartin axê

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    HPJ: Em ê bi hemû hêza xwe li kêleka YPJ’ê ne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Misrê panela li ser ezmûna YPJ’ê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Gaziyên jin: Hebûna YPJ’ê garantiya jiyana bi hev re ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jin hêz û xweşikbûna jiyanê ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nêrgiz Mihemedî ji bo tedawiyê bi kefalet hate berdan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Zirganê bi sedan jin ji bo piştgiriya YPJ’ê meşiya

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Li Belçîkayê Mala Çandê ya Med hate vekirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dîlan Sipêrtî: Ozan Mizgîn hunera xwe afirand

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tîrêj Roj: Hozan Mizgîn bû pêşenga tarzeke ku xîtabî tevahî Kurdistanê bike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Cenevreyê çanda Kurdî derket ser dikê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Binarê Qendîl kelecana festîvalê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çanda Kurdî li Festîvala Navneteweyî ya “Ruhê Rûsyayê” li Moskowê hate nîşandan

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Polîsan sîxurtî li dayik û bav ferz kirine
10 xwendekarên ODTU hatin binçavkirin
Li Îranê 5 ciwan hatin darvekirin
Dîsa êrîşî Kampa Sûrdaş hate kirin
Li Efrînê di mehekê de 8 kes hatin revandin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > Li Amedê ji bo naskirina statuya Rojava kampanya îmzeyan destpê kir
Kurdistan

Li Amedê ji bo naskirina statuya Rojava kampanya îmzeyan destpê kir

Bi sedan partiyên siyasî û rêxistinên civakî yên sivîl ji bo naskirina Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi sernavê "Statu ji Rojava re, azadî ji gelan re" dest bi kampanya îmzeyan kirin.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 28. Çile 2025 Dema xwendinê: 5 dq.
Parvekirin

Bi daxwaza ku statûya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê were naskirin, li Amedê kampanyaya îmzeyan a “Ji Rojava re statû ji bo gelan azadî” hat destpêkirin. Deklarasyon, li Cemiyeta Rojnamegeran a Başûrrojhilat (GGC) tê ragihandin. Hevserokê Giştî yê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Keskîn Bayindir û gelek nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl jî tev li bûn. Deklarasyona bi Kurdî ji hêla lîstikvanê şanoyê Ozcan Ateş ve û ya bi tirkî jî ji hêla aktîvîsta TJA’yê Zeryam Işik Denîz ve hate xwendin.

Daxuyanî ji hêla Şanogerê Kurd Ozcan Ateş ve hate xwendin.

Deklarasyon wiha ye:

“Li Rojhilata Navîn a ku ji çand, ziman û baweriya gelan re malovaniyê dike, alozî her ku diçe kûr dibin. Sînorên ku bi Şerê Yekemîn ê Cîhanê ve li ser înkara rastiya çandî, civakî û siyasî ya herêmê hatin xêzkirin, li şûna çareseriyê, pirsgirêkên li herêmê mezintir kirin. Statukoya ku di salên dawî de ket meriyete, li Rohilata Navîn rê li ber qeyran û şerên nû vekir. Sedsala borî nîşan da ku, tu hevkêşe û hesabên ku heqîqeta erdnîgariya me înkar dikin, nabin çareserî. Her hevkêşeyên ku li ser vê esasê tên kirin, ji xeynî şer û mirinê tu tiştekî pêşkeşî gelan nakin.

Di her kêliyên dîrokê de; bi şerên olî, mezhebî û nijadî re lêgerîna azadiyê ya gelan hatiye berovajîkirin. Lêgerîna rêveberiyên yekperest, otorîter, dijdemokratîk û înkara gelan esas digire, pirsgirêkên heyî kûrtir dikin. Îro li Rojhilata Navîn desthilatdarên destpotîk yek bi yek hildiweşin û em bi hev re şahidiya vê yekê dikin. Ji bo çareseriya qeyranên Rohilata Navîn rêyek tenê heye. Ev rê jî; pergaleke li ser naskirina çand, bawerî û azadiya gelan hatiye avakirin e.

Di rastiya Sûriyeyê de geşedanên ku li Rojhilata Navîn diqewimin nîşan didin ku, projeyên netew-dewletî yên ku li ser înkara cudahiyan tên avakirin, êdî nikarin li ser piyan bisekinin. Li Sûriyeyê tekane rêya çareseriyê îradeya xwerêveberinê ya gelên hêrêmê ye. Di 10 salên dawî de, modela rêvebirinê ya ku bi pêşengtiya jinan hatiye avakirin, ji gelan re derfetên aştî û aramiyê afirand. Dewleta Tirk a ku ev sed sal in pirsgirêka Kurd çareser nake, îro hewl dide modela rêveberiya demoratîk a Rojava ji holê rake. Gelek caran derket holê ku polîtîkayên bi vî rengî ne li Tirkiyeyê, ne li Sûriyeyê û ne jî li devereke din di çareserkirina pirsgirêka Kurd de encam nadin, bi kêr nayên. Berovajî vê yeke, ji ber polîtîkayên ku dimeşin pirsgirêka Kurd bû pirsgirêkeke navnetewî.

Em weke partiyên siyasî, rêxistinên sivîl, sazî û rêxistinên demokratîk ên ku îmzeyên wan li jêr hene; geşedanên li Sûriye û Rojava diqewimin ji nêz ve dişopînin.

Ji raya giştî re pêşgotina ‘Peymana Civakî ya Rojava’ bi bîr dixin; ‘Ji bo avakirina edalet, azadî û demokrasiyê di civakeke wekhev û ekolojîk de cihêkariya ol, ziman, nijad, bawerî, mezheb û zayendî lê nebe. Ji bo pêkhateyên civaka demokratîk li gel avahiya xwe ya siyasî-exlaqî bigihêjin nirxên jiyanê yên piralî, resen û hevpar. Ji bo rêzgirtina li mafên jinan û ji bo mafên jin û zarokan bi bingeh bibin. Ji bo parastin, xweparastin, azadî û rêzgirtina baweriyan. Em weke gelên herêmên xweseriya demokratîk; Kurd, Ereb, Suryan (Asûr û Aramî), Tirkmen û Çeçen vê peymanê dipejirînin.’

Bangawaziya me ev e; gelên ku li herêmê dijîn êdî nikarin jiyana bê statû tehemûl bikin. Bi taybetî jî çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd wê li Rojhilata Navîn jî aştiyê bi xwe re bîne. Bi vê ve girêdayî em bang li hemû aliyên peywendîdar dikin ku rêveberiya Bakur û Rojhilatê Sûriyê nas bikin û piştgirî bidin avakirina rêveberiyeke demokratîk ku tê de mafên hemû pêkhateyên Sûriyeyê bên parastin.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN AMED

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Ji Epozdemîr ê girtî, peyam
Nûçeya Pişt re Pitikê di êrîşa dewleta Tirk de birîndar bûbû, nehat rizgarkirin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Hevseroka Giştî ya DBP’ê: Em tên ku tişta ya me ye wergirin

Hevseroka Giştî ya DBP’ê Çîgdem Kiliçgun Ûçar di vekirina buroya hilbijartinê ya DEM Partiyê de…

Ji aliyê Stêrk TV

Ji awazê bavê xwe yê mela fêrî nivîsandina helbestan dibe

Nûşîn Bêcirmanî gelekî ji awazê bavê xwe yê mela bandor dibe ku niha ew bi…

Ji aliyê Stêrk TV

KCK: Ji ber sedemên ewlehiyê wê rojnamevan beşdarî merasîmê nebin

Buroya Enformasyonê ya KCK'ê ragihand ku ji ber sedemên ewlehiyê wê rojnamevan beşdarî merasîma ku…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

Forûma Aştî û Azadiya Civakî: Divê statuya Rêber Apo bê mîsogerkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

 2’yemîn Konferansa Komînan a Mexmûrê bi dawî bû 

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Polîtîkaya rizandinê ya li Êlih û Mêrdînê hatiye birêxistinkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Li Mexmûrê 2’yemîn Konferansa Komînan destpê kir

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?