Şaredarê 8’an ê Romayê Amadeo Ciaccheri beşdarî salvegera rizgarkirina Kobanê bû û dema vedigeriya Romayê li Stenbolê hate binçavkirin.
Dewleta Tirk şaredar Ciaccheri weke ‘mirovê nayê xwestin’ ragihand û dema ku li Balafirgeha Stenbolê hewl da biçe balafira ku pê biçe, ji hêla polîsan ve hate binçavkirin.
Ciaccher nêzîkî saetekê di binçavan de hat girtin û bi destwerdana rayedarên Îtalî serbest hate berdan.
Ciaccheri ji 40 kesên ku ji Ewropayê beşdarî pîrozkirina salvegera rizgarkirina Kobanê yek jê bû.