Li gorî agahiyan, bi dema herêmî saet di 15:00 de li ser Bendava Tişrînê êrîşên giran hatin destpêkirin. Hate ragihandin ku di êrîşan de çekên giran hatin bikaranîn.
Dewleta Tirk a dagirker ji 8’ê Kanûna 2024’an û vir ve êrîşî Bendava Tişrînê û Pira Qereqozaxê dike. Ji hingî ve bênavber êrîş dewam dikin. Hêzên Sûriyeya Demokratîk û Yekîneyên Parastina Jinê jî bi tundî bersivê didin êrîşan.
Dewleta Tirk tim û tim êrîşî gel dike ku li ser bendavê di nobedê de ye. Ji 8’ê Çileyê û vir ve di êrîşan de zêdeyî 20 sivîl hatin qetilkirin, bi sedan sivîl jî birîndar bûn.