Çarşem, 25 Mijdar 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Dadgeha Şêwirmendiyê biryara têkildarî Ekrem Imamoglu pejirand

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji ‘1001 îmzeyên ji bo aştî û komara demokratîk’ deklarasyona ji 4 xalan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Heyeta Îmraliyê ya DEM Partiyê bi Wezîrê Edaletê re hevdîtin kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Desteya Şopandinê ya Meclîsê wê ji 19 endaman pêk were

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bayik: PKK’ê bi têkoşîna xwe hebûna Kurdan bi her kesî da qebûlkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 25’Ê MIJDARA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Hikumeta Herêma Kurdistanê: Em zimanê leşkerî û gefan red dikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    YRK: Rejîma Îranê êriş bir ser Pênciwênê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tevgera Goran: Divê rayeyên destûrî yên Herêma Kurdistanê neyên qelskirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hewlêr û Koye hate bombebarankirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    PDK û YNK: Destkeftiyên Herêmê xeta me ya sor e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Şengalê meşa 25’ê Mijdarê

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Li Krasnodar û Stavropolê çalakiyên jinên Kurd

    Ji aliyê Stêrk TV

    Fermandariya Giştî ya YPJ’ê: Parastina jinan wezîfeya me ya bingehîn e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji jinên Kurd ên li Rûsyayê daxuyaniya têkildarî 25’ê Mijdarê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Meclîsa Malbatên Şehîdan a Kobanê tundiya li jinê şermezar kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bûşra Muhammed Zekî: Birînên veşartî yên jinan ji yên xuya dikin gelekî bêhtir e

    Ji aliyê Stêrk TV

    HPJ: Em bi yekîtiya jinê nasname û îradeya civakê biparêzin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Hunermendên jin: Jin azad nebe aştî û edalet jî nabe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Artêşa Sûdanê êriş kir: 4 jê zarok 15 kes mirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Mihrîcana Filman a Rojava ya Navneteweyî di roja 3’yemîn de didome

    Ji aliyê Stêrk TV

    10’emîn Festîvala Navneteweyî ya Şanoya Kolanê li Kerkûkê dest pê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Omer Bîçer: Divê sînemaya Kurd di pêvajoya aştiyê de hişê dîrokê biafirîne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Uysal: Hêza çêker û hevgirtinê ya hunerê dikare tevkariyê li pêvajoya aştiyê bike

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Girtiyê 30 salan Tekin hate berdan: Em ê têkoşînê mezin bikin
Li Hewlêrê mirina bi guman a jinekê
Petrola di ser Îranê re ji bo Efganistanê hate birin wê bê lêkolîn
Agahî ji 2 jinên Kurd ên li Îranê hatin binçavkirin nayê wergirtin
Dadgeriya Îranê cezayê darvekirinê yê li 4 çalakgeran hatibû birîn erê kir
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Jin > YPJ: Sûriyeya nû ne kujerên jinan, jinên evîndarê azadiyê ava bikin
Jin

YPJ: Sûriyeya nû ne kujerên jinan, jinên evîndarê azadiyê ava bikin

Fermandariya Giştî ya YPJˋê destnîşan kir ku hewl tê dayîn li ser çeteyên ku qilf guhertine dewlet ava bikin û bertek nîşanî erkdayîna kujerê Hevrîn Xelef da. YPJ’ê got: “Sûriyeya nû ne bi kujerên jinan, wê bi destê jinên azadîxwaz ve ji nû ve were avaki

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 2. Sibat 2025 Dema xwendinê: 4 dq.
Parvekirin

Fermandariya Giştî ya Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) têkildarî jinûve avakirina Sûriyeya nû ya bi destê jinên azadîxwaz daxuyaniyeke nivîskî li ser malpera xwe parve kir.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:

“Li Sûriyê, rejîma Baas a ku bersiv neda tu daxwazên civakî hilweşiya û pêvajoya aloz a ku zoriyên wê gelekin didome.

Di vê pêvajoya dîrokî ya ku cîhan bi taybetî jî Rojhilata Navîn tê re derbas dibe, ger ji bo avakirina welat hesasiyeta muzakereyên demdirêj neyê nîşandan, dê ev mûzakere hem bawerî û hem jî rewabûna xwe wenda bike. Di vê çarçoveyê de, li Şamê di 29’ê Çileyê de li pişt deriyên veşartî çarenûsa herêmekê tevahî bi tenê ji hêla komên çekdar ve hate diyarkirin. Hatim Ebû Şeqra, berpirsê koma çeteyên Ehrar El-Şerqiye û kujerê Seroka Partiya Sûriyeya Pêşerojê Hevrîn Xelef, ne tenê beşdarî vê konferansa bi guman bû, di heman demê de hate erkdar kirin. Ev nîşan dide ku desthilata Şamê têkoşîna jinên Kurd ku hemû cîhan dipejrîne, înkar dike. Tişta ji vê jî xerabtir, îşaret bi wê yekê kir ku di şexsê jinên Kurd de di Sûriya nû ya ku hewl tê dayîn bê avakirin, cih ji jinan re nîne. Ji bo wê her awayê biryarên kongre û konferansên ku jin û gel beşdarê nebin, ne rewa ne û weke YPJ em konferans û biryarên wiha rewa nabînin, napejrînin.

Weke şervanên azadiyê yên QSD-YPG’ê di pêşengiya YPJ’ê de ev 14 salin li dijî DAÎŞ’ê ku AKP’ê jê re dibêje zarokên baş û malavaniya wan dike, ji bo parastina gelê xwe û mirovahiyê me têkoşînek xurt da meşandin. Li gelek welatên Ewropa û herî dawî li Dewletên Yekbûyî yên Emerîka DYE êrîşên çeteyên cîhadîst ku mirovahî pêre rû bi rû ma, bi ev berxwedana ku em raber dikin hatin rawestandin û sînordarkirin.

Zihniyeta cîhadîst û nûnerên wê hewl didin bi riya çeteyên kevin ku cil û bergên wan guhertine, dewletekê ava bikin. Ev rewş ne pêkane ku ji aliyê me ve were pejirandin. Ev hêzên cîhadîst bi cil û berg û bi navên nû êrîşê gelên bakur-rojhilatê Sûrî dikin û îro bi riya wan hewl tê dayîn ku dewlet bê avakirin. Dibe ku bi van cil û berg û kravatan xwe cuda nîşan bidin. Lê belê em nikarin rastiya van qatilên ku destê wan di xwîna bi hezaran mirovan de heye, komkujî pêk anîne, serî jê kirine, bi taybetî jî bedenê jinan perçe perçe kirine û gihane sînorê bê exlaqiyê, ji nedîtî ve bibînin.

Divê demildest ev qatil bên darizandin û cezayê ku heq kirine li wan were birrîn. Divê Serokê AKP’ê yê faşîst Erdogan jî ku wan mezin kir, bi kar anî û daxist qadan, li Dadgeha Cezayê Giran bê darizandin. Ev erka exlaqî ya her kesî û her sazî û dezgehên ku xwedî li mirovahiyê û demokrasiyê derdikevin û herî zêde jî erka hemû jinên cîhanê ye.

Li ser vê erdnîgariyê dema ku jin hate qetilkirin, hilweşandina civakî jî dest pê kir. Ji bo wê Sûriyeya nû ne bi kujerên jinan, wê bi destê jinên azadîxwaz ve ji nû ve were avakirin.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Fransa li hemberî bacên Trump ji bo ‘avakirina hevsengiya hêzê’ bang kir
Nûçeya Pişt re Serxwebûn: Têkoşîna îdeolojîk û rêxistinî azad dike
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Xelkê Şedadê cenazeyên 2 şehîdên xwe veşartin

Xelkê Şedadê yê kantona Cizîrê cenazeyên 2 şervanên QSDˋê şehîd Mihemed Nûr El Ehmed û…

Ji aliyê Stêrk TV

Li Amedê sempozyûma ‘dîrokê’ ya navneteweyî

Li Amedê sempozyûma 'Xurtkirina û parastina avahiyên dîrokî ya navneteweyî' hate lidarxistin.

Ji aliyê Stêrk TV

Sumeyye Boz: Li dijî tecrîdê pêwîstî bi têkoşîna gelan heye

Parlamentera Mûşê ya DEM Partiyê Sumeyye Boz anî ziman ku tecrîda li ser Rêberê Gelê…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Jin

Li Amedê serlêdanên ji ber tundiyê ji sedî 36 zêde bû

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

Li Krasnodar û Stavropolê çalakiyên jinên Kurd

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Hikumeta Herêma Kurdistanê: Em zimanê leşkerî û gefan red dikin

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

Fermandariya Giştî ya YPJ’ê: Parastina jinan wezîfeya me ya bingehîn e

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?