Li gorî Buroya Çapemeniyê ya DEM Partiyê Pervîn Bûldan bi taybetî serdana Hevseroka Giştî ya HDP’ê ya dema beriya niha Fîgen Yuksekdag kir û silav û peyamên Rêber Apo jê re ragihand.
Hate ragihandin ku Yuksekdag jî gotiye, “Em pêvajoya ku Birêz Ocalan daye destpêkirin gelekî hêja dibînin. Ev pêvajo wê ji bo têkoşîna me ya ked û azadiyê bibe qonaxeke nû. Em ji dil li pişt vê pêvajoyê ne.”