Şemî, 19 Îlon 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Xizmên windayan: Em ê ti carî dev ji têkoşîna xwe bernedin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dayikên Şemiyê aqûbeta Cemîl Kirbayir pirsîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kurkçu: Tevgera Kurd wê berê serdema nû diyar bike

    Ji aliyê Stêrk TV

    ATK’ê ji bo girtiyê ku 65 kîlo winda kirine got: ‘Dikare di girtîgehê de bimîne’!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Îpek: Di mirina zarokên karker de tenê li encama dawî nêrîn şaş e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şebnem Korûr Fîncanci: Pêşketina pêvajoyê girêdayî şert û mercên li Îmraliyê ye

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Şervanê armanca mezin: Armanc Xaçek

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Şengalê cejnên Êzî û Şêşims bi girseyî hatin pîrozkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Amed, Êlih û Dîlokê meşa ziman: Ne waneya bijarte, statuya destûrî!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Êlihê dayik û du zarokên wê hatin qetilkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Cizîrê daxwaza perwerdeya bi Kurdî: ‘Bi milyonan zarok ji zimanê dayikê bêpar têne hiştin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Îranê 14 kes hatin binçavkirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Encamnameya Konferansa Jinan a KESK’ê: ‘Pêwîst e jin bibin kirdeyên avaker’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Muxafizên Şoreşê yên Îranê jineke Kurd revandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jinên Mexmûrê banga xurtkirina yekîtiya jinan kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Platforma JÎNA’yê banga domandin û xurtkirina têkoşînê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Malbatên Dadxwaz û Rêxistinên Jinên Rojhilat serdana gorên şehîdan kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çalakiyên Jin, Jiyan, Azadî: ‘Rêxistinbûna me, azadiya me ye’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Lîstikvan Merve Asya Ozgur: Hunermendên Kurd azad bibe, hunermendên Tirk jî wê qezenç bikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Marsîlya xwe ji bo Festîvala Çanda Kurd a Sînan Dersim a 6’emîn amade dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji KJAR’ê pirtûka ‘Pêtên Kolanan’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Bordeauxê 1’emîn Festîvala Çanda Kurd a Aquitaine hat lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    TEV-ÇAND: Zimanê me hebûna me ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Albuma ‘Hevala Min’ a Komara Amara derket

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Baregeha KDP-Î ya li Hewlêrê hate bombekirin
Li Zaxoyê jinek hate kuştin
Li zindana Kobanê şewat derket
Heyeta DEM Partiyê wê di 14’ê Îlonê de biçin Îmraliyê
Li Germiyanê mirina bi guman a jinekê
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Jin > KBDH: Em 8’ê Adarê berxwedana jinê mezin bikin
Jin

KBDH: Em 8’ê Adarê berxwedana jinê mezin bikin

Konseya Giştî ya KBDH’ê, bi wesîleyê 8’ê Adarê li dijî dagirkerî û serdestiya mêr banga mezinkirina berxwedanê kir û got, “Em ê ji bo azadiya xwe bi xurtî têbikoşin û tarîtiyê têk bibin. Di dawiyê de em ê cîhaneke ku jinên azad lê dijîn ava bikin.”

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 21. Sibat 2025 Dema xwendinê: 7 dq.
Parvekirin

Konseya Giştî ya Tevgera Şoreşger a Yekbûyî ya Jinan (KBDH) bi wesîleya 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê daxuyaniyeke nivîskî weşand.

KBDH’ê, diyar kir ku bi nêzîkbûna 8’ê Adarê re hêrsa jinan a li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê roj bi roj zêde dibe û got, “Ji Tirkiyeyê heta Bakurê Kurdistanê, ji Sûriyeyê heta Efganîstan, Îran/Rojhilat û Fîlîstînê, ji ber ku sîstemên kapîtalîst û paşverû yên bi serdestiya mêr, şîdeta dewletê, polîtîkayên şer û zextê ji bo kuştina jinan bi kar tînin, di nava şert û mercên xizaniyê de siberoja wan tarî dikin.

Polîtîkayên aborî yên desthilatdariya faşîst a AKP/MHP’ê xizaniyê zêde dike. Ji ber polîtîkayên OVP’ê bi mîlyonan kedkar û karker neçar dimînin di sînorên birçîbûnê de bijîn.Li gorî daneyên DÎSK-AR’ê ji 66 mîlyon mirovên di temenê kar de tenê 22,4 mîlyon bi tam rojî dixebitin û qeydkirî ne. Ji aliyê din ve jin ji vî karî para kêmtir distînin; 33,3 mîlyon jin kar dikin, lê tenê 6,5 mîlyon ji wan qeydkirî ne û bi tam rojî dixebitin. Keda jinan her ku diçe zêdetir tê îstîsmarkirin.

Desthilatdarî bi plana “sala malbatê” bi dîlgirtina jinan di nava malbatê de dijminatiya xwe ya li hemberî jinan zêde dike û koletiya malê ferz dike. Bi modela xebata nerm jin teşwîqî xebatê malê dike û bi polîtîkaya “dayika cîran” keda jinan hîn zêdetir tê îstismarkirin. Ev rewş zarokan jî di hewrên ne ewle de dixe nava îstîsmarê.”

Di daxuyaniya Konseya Giştî ya KBDH’ê de ev tişt hatin gotin:

Pêvajoya ku di bin navê tifaqê de destpê kir, bi polîtîkayên dagirkerî û şerê taybet re kûr dibe. Jinên welatparêz bi sûîqestan tên qetilkirin. Li aliyek mafên siyasî tên tinekirin, li aliyê din dewlet êrîşê têkoşîna jinan, karker û kedkaran dike. Berxwedana karkeran û çalakiyên mafên siyasî tên qedexekirin, jinên sosyalîst û şoreşger her tim tên girtin û bi cezayên dirêj ên girtîgehê tên bêdengkirin. Ev êrîş di nava hewirdorên pêşverû, demokrat û rewşenbîr de jî belav dibin. Hewl tê dayîn şaredariyên hatine bidestxistin û sîstema hevserokatiyê bê tasfiyekirin. Bi krîmînalîzekirina partî û rêxistinên siyasî re tê xwestin ku desteserkirina mafên siyasî û azadiyan werin rewakirin.

Tevî terora dewletê û şîdeta zêde jî hêrsa jinan, karker û kedkaran mezin dibe. Gelê Kurd li dijî darbeya qeyûm têkoşîna xwe ya aştiyê ya bi rûmet û berxwedana xwe li kolanan didomîne. Li her kolanê, li her eniyê silav ji jinên li ber xwe didin re heye. Rejîma faşîst a AKP/MHP’ê ji berxwedana gelê Kurd, karker, jin, ekolojîst û ciwanan ditirse. Ji ber tirsa siberoja xwe bêhtir êrîş dike.

Dewleta Tirk û çeteyên SMO’yê gefên xwe yên dagirkeriyê yên li dijî şoreşa jinan a li Rojava didomînin. Li herêmên di bin kontrola çeteyên HTŞ’ê û SMO’yê de êşkenceya zayendî û êrîşên li dijî gel bi taybet jinan zêde bûne. Akademîsyenên Elewî û jinên ciwan dibin hedef û tên qetilkirin. Zîhniyeta DAÎŞ’ê û polîtîkaya dijî jinê ya bi serdestiya mêr, îro bi HTŞ’ê re dewam dike. Wek mînak, nebûna jineke bi tenê di “Konferansa Serkeftinê” de, ku serokê HTS’ê Colanî xwe tê de weke Serokkomar îlan kir, nîşaneya vê îdeolojiyê ye. Her wiha di konferansê de hebûna kujerê ku di qetilkirina Hevrîn Xelef de rol lîstiye, helwesta HTŞ’ê ya dij jinê bi awayekî vekirî radixe berçavan. Daxuyaniyên berdevka ofîsa jinan a ji Tirkiyeyê anîne û di bin bandora AKP’ê de hatiye mezinkirin jî parçeyek ji vê bîrdoziyê ye. Li herêmên Şehba, Til Rifat, Hama û Humsê êşkence û qetlîamên li ser jinên welatparêz û gelê Elewî, rûyê rastî yê van koman radixe ber çavan.

Dewleta Tirk û dewletên emperyalîst ên destekê didin HTŞ’ê hewl didin ku şoreşa Rojava û Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê bixin nava HTŞ’ê ku dijminê jinê ye. HTŞ’ê û pergala serdest a mêr di civakê de jinê weke ferdên wekhev û azad qebûl nake. Jin jî bi berxwedana xwe nîşan didin ku naxwazin di van pergalên dojehê de bijîn.

Di navenda êrîşên li ser şoreşa me de destketiyên jin hene. Kesî ev şoreş nedaye jinan; Jin ji bo serketin û avakirina şoreşê li her qadê şer kiriye û têdikoşe. Îro jî ji bo parastina şoreşê li eniyên pêş in. Berxwedana jin û şervanan li eniyên wekî Bendava Tişrîn, Pira Qereqozax, Deyr Hafir, Kobanê û Til Temir û biryardariya wan a rê li ber dijmin digire, mînak e. Berxwedana li BendavaTişrînê ya bi pêşengiya YPJ-QSD’ê, bi berxwedana gel û dirûşmeya “Em ji mirinê mezintirin” xurtir dibe. Em jinên li çeperên berxwedanê silav dikin.

Li Rojhilata Navîn û Kurdistanê şerên dagirkerî û paşverû yê sîstema mêr, mafê jiyanê yê jinan binpê dike. Li Fîlîstîn û Lubnanê ji ber êrîşên Îsraîlê bi deh hezaran mirov hatin kuştin û jin û zarok di bin tehdîteke cidî de ne. Hilweşîna li Xezeyê ne tenê fîzîkî ye, di heman demê de berxwedana gelan dike hedef. Îsraîla siyonîst bi hevkariya dewleta Tirk a faşîst û dewletên Ereb ên paşverû projeyên xwe yên tunekirinê li dijî gelê Filistînê didomîne. Em berxwedana jinên Fîlîstînê ya li dijî wê silav dikin.

8’ê Adarê jin li Bakur, Tirkiye, Rojava, Sûriye, Îran, Rojhilat, Efganîstan û Filistînê li dijî pergalên serdest ên mêr, faşîst, mêtinger û dagirker li ber xwe didin. Jin ne tenê ji bo xwe, ji bo nifşên siberojê û hemû xwişkên xwe têdikoşin. Ji ber vê yekê, rêxistinkirina serhildan û berxwedanê ya yekbûyî ya jinan ji bo serketina siberojê girîng e. Divê 8’ê Adarê bibe hêza berxwedana jinê. Em bi dengekî bilind diqîrin: Em ê tu carî serî li ber tarîtiya HTŞ, SMO, Talîban, AKP’ê û rejîma Molla ya Îranê netewînin. Em ê ji bo azadiya xwe bi xurtî têbikoşin û tarîtiyê têk bibin. Û di dawiyê de em ê cîhaneke ku jinên azad lê dijîn ava bikin.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Di 8’ê Adarê de em ê li qadan bin!
Nûçeya Pişt re QSD: Dagirkeran êrîş bir ser Tişrîn, Qereqozax û Dêr Hafirê
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Êrişên li Bakurê Kurdistanê zêde bûne li Mexmûrê hatin şermezarkirin

Bi pêşengiya Meclîsa Îştar li Mexmûrê daxuyaniyek ji çapemeniyê re hate dayin û êrişên dawî…

Ji aliyê Stêrk TV

Pêngava dîrokî di rojeva çapemeniya cîhanê de ye

Tevgera Azadiya Kurd bi daxuyaniyek dîrokî vekişandina hemû hêzên xwe yên gerîla ragihand. Ev daxuyaniya…

Ji aliyê Stêrk TV

Xelkê Şengalê: Parêzvanên axa Iraqê îro bûne hedefa dewleta Iraqê

Dexîl Seyîdo û ji TAJÊ Neam Bedel êrişa dijî şervanên YBŞ’ê weke êrişa dijî tevahiya…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

Xizmên windayan: Em ê ti carî dev ji têkoşîna xwe bernedin

Ji aliyê Stêrk TV
Cîhan

Lêçûna şerê li dijî Îranê ya DYE gihîşt 43,6 milyar dolarî

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Di teqîna li Dêrazorê de 11 kes jiyana xwe ji dest da

Ji aliyê Stêrk TV
Cîhan

Li Pakistanê di êrîşê de herî kêm 31 kes hatin kuştin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?