Endama Koordînasyona KJK’ê Hêvî Nûdem, pirsên ANF’ê yên li ser 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê bersivand.
Hêvî Nûdem, da zanîn ku sîstema dewletê li gorî polîtîkayên qirkirinê hatiye avakirin û li gorî vê yekê rêziknameya hiqûqî hatiye diyarkirin û destnîşan kir ku ev avahî dibe sedema komkujiyên jinan. Hêvî Nûdem, destnîşan kir ku Rojhilata Navîn herêma ku şerên herî dijwar lê diqewimin e û diyar kir ku berdêla herî mezin a van şeran jin didin.
Hêvî Nûdem, diyar kir ku zihniyeta baviksalarî û çanda faşîzmê bûye sedem ku tundiya li ser jinê zêde bibe û destnîşan kir ku li aliyê din têkoşîna jinan a bi pêşengiya jinên Kurd li her qadê her ku diçe xurtir dibe. Hêvî Nûdem, anî ziman ku di şert û mercên Şerê Cîhanê yê 3’yemîn de ti gel nikare bêparastin bimîne û got ku bi taybetî ji bo jinan xweparastin xwedî girîngiyeke jiyanî ye.
Em dibînin ku li seranserê cîhanê partiyên faşîst û birêxistinbûna wan gelekî zêde bûne û girêdayî berjewendiyên hêzên desthilat li ser civakan ferzkirinên tund hene. Her wiha em dizanin ku faşîzm ji aliyê jinan ve tê wateya zêdebûna tundî, zayendperestî û nijadperestiyê. Li gel rewşa heyî divê em gefên li ser jinan çawa binirxînin? Divê tevgerên jinan li hemberî van yekan têkoşîneke çawa bidin meşandin? Her wiha girêdayî van yekan girîngiya wateya konfederalîzma jinan a cîhanî çi ye?
Raste, di serdema modernîteya sermayedarî de gelek partiyên nîjadperest faşîzim û tundiyê kûr kirin. Modernîteya sermayedarî û şerê cîhanê yê sêyemîn bi hemû argumanên xwe yên nîjadperestî, olperestî, zanistpersetî, zayendperstî û şerê taybet re di hemû qadan de li ser jiyan û hebûna jinan xeteriyek mezin ava kiriye. Ew şer li ser wan her çar îdeolojiyan, bi kiryarên xwe yên faşizmane û tundiyê di şexsê jinan de li ser hemû civaka mirovahiyê û xwezayê êrîşên xwe yên tunekirinê kûr û berfireh dike. Bê guman ew pergala serdest bi hemû rêbazan û tundiya li ser jinan bi rêve diçe. Rojane di her kêliyê de jin di hêla ruhî û fîzîkî de ew rewşa ku di encama tundiya nava malê û derveyî malê de derdikeve, jiyan dike. Pergala modernîteya sermayedarî, hêzên desthilatdar, hemû navendên şaristaniyê bi xisleta xwe ya şerê qirkirinê di hewldana ku bi berdewamî alozî û qeyranan ava bikin û desthilatdariya xwe bidomînin de ne. Pergala ku li ser hîmê hişmendiya mêrsalar ya dewletger ava bûye, bi berfirehkirina şer û tundiyê siyasetê dike û dixwaze xwe mayînde bike. Bi wan rêbazan tirs û bêdengiyek jî li hemberî pergala xwe ava dike. Ji ber hemû pergala dewletê li gor polîtîkayên xwe yên qirkirinê damezrandine û li gorî wê hiqûqê jî diyar kirine. Mayîndekirina wê pergalê jî bi qirkirin û bê îrade kirina jinan re diyar dike.
Li herêmên ku em lê dijîn, Rojhilata Navîn herêma ku herî zêde şerê germ lê tê jiyîn e. Herêm hem ji ber hegemoniya navendî hem jî ya herêmî di rewşek pir bi qeyran û di nav alozî û pirsgirêkên civakî, siyasî û aborî de derbas dibe. Di encama wan hemû şer û pevçûnan de berdêla herî mezin jî jin didin. Ew di encama mudaxileyên hêzên hegemonya navendî ya li ser Rojhilata Navîn wek Iraq, Efxanîsatan û hwd diyar bû. Di encama wan şeran de hêzên selefî xwe rêxistin kirin û hatin ser desthilatê û bi makezangonên qanûnên şerîetî qedexeyên li ser jiyan û azadiya fikrî ya jinan zêde kirin. Ji bo vê jî di encama her êrîş û şeran de mexduriyeta herî mezin jin dijîn. Rewşa ku li Xezeyê hate jiyîn vê rastiyê nîşanî her kesî da. Herî zêde jin û zarok têne kuştin û koçber dibin. Rewşa ku di encama Şerê Cîhanê yê Sêyemîn de jin û civak jiyan dikin, di dîrokê de nimûneya vê yekê pir kêm heye. Hem ji ber hişmendiya mêrsalar û çanda tundî, faşîzmê û dewletger hem jî ji ber wî şerî, li ber çavê her kesê kuştin û qetliama jinan pir zêde û ji rêzê bûye. Di hemû qadên jiyanê û kar de, tundiya li ser jinan di pergala netew dewletan de ji ber hişmendî û îdolojiya wî ya zayendîperest, rewa tê dîtin. Di hemû welatên Rojhilata Navîn de bi taybet Efxanîstanê bi hatina Talîban ya li ser hikûmetê, darvekirinên jinan li Îranê, biryara hikûmeta Iraqê ya zewaca di temenê biçûk de, hatina HTŞ’ê ya li ser hikûmeta li Sûriye, xwe rêxistin kirina selefî û her wiha li Bakurê Efrîqayê bi îdolojiya mezhebî ya tund, qanûn û yasayên qirkirina jinan li ser civakê didin sepandin. Îdeolojiya zayendperstiyê ku li ser hemû çavkaniyên polîtîk, aborî, leşkeri, civakî, çandî û hunerî, hiquqî, medya û hwd de xwe rêxistin kiriye, zemîn û derfetek mezin ji bo xwe derxistiye pêş. Ev wek hişmendiyek ku bi pergal bûye û hemû şerê ku dimeşîne, kuştin, qirkirin û koçbertiya li ser gelan pêk tîne, ji bo pêşî li têkoşîn û berxwedana jinan bigre ye. Pergala sermayedarî ji bo ku jinan bêçare û neçarê xwe bike, van hemû rêbazan bi kar tîne. Jin di rêjeya herî jor de bê kar in û nikarin hewcedariya xwe ya rojane bi tena sere xwe pêk bînin. Ji ber şerê navendîbûna hegemonyayê her ku dem derbas dibe tundî zêde dibe û lê hember vê yekê jî têkoşîn û rêxistina jinan di hemû hêlan de berfireh û mayinde dibe.
Jinan li hemberî van polîtîkayên ku li ser wan bîrdoziyan xwe rêxistin dike, di hemû qadan de şer û têkoşîna qezenckirina hebûn û nasnama xwe ya dîrokî, civakî û çandî dike. Esas bi vi awayî dikare pêşî li faşîzim, zayendperestî û olperestiya mezhebî ya tund bigre. Jin xwe perwerdekirin û pêşxistina di hêla felsefîk û zanistî de dikare rêxistina xwe li hemberî hişmendiya mêrsalar ya di nav malê de tekûz bike û li hemberî êrîşên hegemoniya navendî û herêmî xwe biparêze û bi îrade bike. Ya ku jin biparêze xwe rêxistinkirin û asta zanistiya jinan bi xwe ye. Ev rêxistina ku li ser hîma azadî û wekheviya di navbera jin û mêr de, di navbera hemû cudahiyên çandî û baweriyên civakê de pêş bikeve, dikare hebûn û nasnama xwe qezenc bike û di hemû qadan bigihije azadiya xwe. Ji bo vê bi rêxistinbûna jinan dikarin bibin xwedî pergala konfederalîzma demokratîk ya cîhanî. Rêxistina jinan pêwîste wek hûnandina tewnek hem bi hevdu ve girêdayî, hem pir tekûz û hem jî hevgirtî be. Jin di ji nûve avabûna konfederalîzma demokartîk de li dijî netewperstiyê bi esasgirtina avakirina netewa demokratîk, hişmendiya jina azad û nirxên civaka exlaqî û polîtîk divê hebûn û azadiyê bi dest bixe. Hişmendiya mêrsalar di serdema neolotîkê de bi desteserkirina nirxên madî û manewî ya civaka xwezayî, di roja îro de zanist û têknolojiyê li gorî berjewendiya xwe pêş dixe û bi kar tîne.
Nirxên ku li ser keda jinan avabûne û anîna wan ya heta roja îro jî dîsa bi têkoşîn û keda jinan çêbû. Têkoşîna jinên Kurd li ser bingeha felsefa Rêber Apo ev nîv sedsal li pey xwe hiştiye, xwe gihandie asta cîhanî. Paradigmaya netewa demokratîk ku civakê bi hemû cudahiyên di hêla nasnameyî û çandî de di nav xwe de dihevîne dibe bingeha herî esasî ya konfederalîzma jinan ya cîhanî. Ev rewş bingeha têkoşîna jinê ya cîhanî xurt dike. Ev ked û berxwedanî ya di pêşengtiya jinên Kurd de bi berdelên giran hatin bi dest xistin. Têkoşîna ku li ser paradîgmaya Rêber Apo ya “Jin, Jiyan, Azadî” ji pêncî salî zêdetir tê berdewam kirin, di şexsê jinên Kurd de gerdûnîbûn qezenc kir. Ruh û fikrek yekgirtî pêş xist. Heger îro ev çend pergala netew dewlet bi hişmendiya xwe ya mêrsalar û rêxistinên selefî û îslama tund pêş dikevin, xeteriya herî mezin a li hemberî wan têkoşîn, rêxistin û hevgirtina jinan ya li ser fikra azadiyê yan jinan e.
Têkoşîna zayendî ya li ser hîma pîvanên jina azad dikare jin û mêrê azad jî derxe pêş ku pêşengtiyek rast ji civaka demokratîk û vekhev re bikin. Duyemîn şoreşa jinê ku li ser hîma felsefeya “Jin, Jiyan, Azadî” û zanista jineolîjî pêş ket, bi pergala konfederalîzma jinan dikare bibe modelek ji bo derbas kirina wê pergalê. Heta ku jin di her qadê de xwe rêxistin nekin û pêş nekevin û di hêla aborî de serbixwe nebin wê êrîşên faşîzane, zayendperest, kuştinên jinan di hêla pergalê de rewa bêne dîtin. Rêbaza esas ya têkoşînê çiqas hevgirtî û rêxistin kirî be ew çend wê encam bigire. Wekî Rêber Apo got, jina bêrêxistin jina bêparastin e. Tevgera Jinên Kurd di serî de li hemû Kurdistanê, li herêmê û cîhanê gihiştiye asta pêşengtiyek gerdûnî. Em çiqasî bi rêxistîn kirî bin jî em ewqas bi hêz in, em çiqas bi hêz bin em ew qas dikarin xwe biparêzin û azad bibin. Li ser wê hîmê bi avakirina paradigmaya civaka ekolojik, demokratîk û azadiya jinê divê pergala konfederalîzma jinê ya cîhanî mayinde û domdar bikin. Bi vê şêwazê pêşî li hemû wan êrîşên faşîzimê jî dikare bê girtin.
Hûn Şoreşa Jinan a Rojava a bi bedêlên mezin hatî bidestxistin û li seranserê cîhanê deng vedaye, ji aliyê rewşa serdema Sûriyeyê ve çawa dinirxînin? Divê jin xwe di Sûriyeya nû de çawa bi cih bikin? Siyaseta rêveberiya HTŞ’ê ya li ser jinan ku heya roja îroyîn jî têkoşîna azadiyê ya gelan paşguh dike û li ser xeta netewedewleta yekperest dimeşe, çawa dinirxînin? Divê jin li dijî her cure gef û muhtemelan pozîsyoneke çawa bistînin? Ji bo jinan hewcehiya Konfederalîzma Jinan a Rojhilata Navîn û têkoşîna hevpar çi qasî girîng in?
Hedefkirina destkeftiyên şoreşa jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Rojava ji aliyê HTŞ û pêşengê wê Ahmed Şara ve, êrîşeke li dijî têkoşîna me ya nîvsedsalê û şoreşa xwerêveberiyê ye ku di deh salên dawî de bi pêşengiya jinan bi ked û bedelên mezin hatiye avakirin. Jin û gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di encama êrîşên dagirkeriyê de êşên mezin kişandin û neçar man koç bikin, lê dest ji jiyana azad û şoreşê bernedan. Li hemberî pergala modernîteya sermayedarî û dewlet netewan bi israrek mezin ji bo jiyanek nû û demokratîk rêxistin bikin, bi hemû jin û gelên herêmê re bi ruhek hevgirtî li ser bingeha xwişk û biratiya gelan bûne modelek nû ya alternatîf. Gelan tevî hemû êrîşan jî berxwedan û têkoşîna jiyana azad didomînin. Rêber Apo dibêje, “Azadî bê berdêl nabe.” Gel û jin li ser vê zanistî û têgihiştinê pêşengtiyek dîrokî kirin û modelek bi pêşxistina şoreşa jin û neteweya demokratîk pêşkêşî herêm û cîhanê kirin. Ji bo vê jî ev şoreş ne tenê şoreşa Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye, di heman demê de şoreşa demokratîk ya Rojhilata Navîn, konfederalîzma demokratîk ya jinan û gelên herêmê ye. Şoreşa Rojavayê Kurdistanê xwedî rol û mîsyonek wiha ye û tevlîbûn û xwedî derketin jî di wê astê derket pêş.
Bê guman pêşxistina şoreşa jinê û pergala demokratîk erk û berpirsyariya herî girîng a roja me ye. Ji ber ku garantîkirina vê şoreşê hîna di gelek milan de pêwîst e û xeterî jî hîna pir in. Xeteriya herî mezin jî êrîşa li dijî pergala demokratîk a bi pêşengtiya jinan e. Ji bo vê jî bi rêxistinbûna li ser rêgezên netewa demokratîk, bi taybet jî di qadên hiqûqê de edelata civakî pêş xistin, xurtkirina aboriya komînal, avakirina pergalên tenduristî û perwerdehiya demokratîk, parastina ekolojî û di hemû qadên civakî de misogerkirina nirxên jinê, erkên bingehîn in ku divê di konfederalîzma jinê ya cîhanî de were meşandin.
Rewşa ku niha Sûriye jî di nav de ye, gelek aloz e. Ji ber lihevnekirinên siyasî yên di navbera gelên Sûriye, cudahiyên bawerî û çandî bêîstikrarî dewam dike. Gel û jin ji ber rejîma Baasê gelek zerer dîtin û êş jiyan kirin. Bi hatina HTŞ’ê re jî ev rewş hîn xirabtir bûye û li hemberî vê rewşê nerazîbûn jî pir zêde bûne. Ji her milî ve ji nû ve avabûnek ji rewşa Sûriyeyê re pêwîst e. Lê eger ev ji nû ve avabûn di çarçoveya hişmendiya mêrsalar de bê avakirin, tîştek nayê guhertin. Lê eger di makezagona bingehîn de guhertinên demokratîk çêke û modela Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê esas bigire, bêguman wê ji wan hemû qeyranên siyasî, aborî û civakî jî xwe xilas bike. Lê dema mirov rêxistin û rêverbiya ku hatiye ser kar dişopîne, hêvî û baweriyek wisa nade gel û jinan.
Ji ber qedexe, tundî û hişmendiya nîjadperest û zayendperst ên îro tên ferzkirin, rewşek ji berê xirabtir dide jiyan kirin. Ji ber ne naskirina cudahiya nasnameyî, bawerî û çandên cuda hilweşînek din nîşan dide. Rêxistina HTŞ’ê ya selefîst ku bi qanunên şerîetê û îslama tund di tu qadekî de hebûna jinê qebûl nake, eger ji guhertinên demokratîk re vekirî nebe wê demê rewşa wî ji yê rejîma Baasê cudatir nebe. Helbet wê ev siyaset û kiryarên rêveberiya nû ya rejîmê neyê qebûl kirin. Ev ji deh sal zêdetir e jinan têkoşînek mezin û pir bi bandor dane û ev jî ne gengaz e ku tenê bi Rojavayê Kurdistanê re sînordar bimîne. Divê tevgerên jinên Kurd û Ereb li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi xurtkirina piştevaniyê, li dijî her êrîş, polîtîka û qanûnên zextê bi awayekî rêxistinkirî li ber xwe bidin.
Jin divê li hemû herêmên Sûriyeyê zemîna têkoşîna hevpar ava bikin û birêxistin bibin. Tevgerên jinan divê li dijî polîtîkayên zordest ên dewletê piştevaniya civakî xurt bike, şoreşa jinê pêş bixe û yek bibe. Li ser vê esasê jin bi nêrandina xwe ya jiyan û cîhanê re pergala konfederalîzma demokratîk ya jinan di Rojhilata Navîn de jî pêş bêxe. Pêşîgirtina tundî û êrîşên li ser jinan bi têkoşîna bîrdozî û hevgirtinê pêkan e. Divê çareseriyên alternatîf û nêzîkatiyên nû werin pêşxistin. Rêber Apo dema pergala modernîteya sermayedarî û dewlet netew red kir, li beramberî wê modernîteya demokartîk û neteweya demokratîk diyar kir. Ji bo jina kole azade bike, jin bi îdolojî, pergal û parastin kir. Ji bo zîhniyeta mêr biguhere kuştina mêrêtiyê xist rojevê. Li ser wan hîman gelek perwerde bi rêve birin û berhemên nivîskî û dîdbarî amade kirin. Bingeha pirgirêkên civakî jî di çareser kirina pirsgirêka di navbera jin û mêr de diyar kir. Jin divê xwedî li destkeftiyên şoreşa Rojava derkevin û pergala konfederal ya jin li Rojhilata Navîn bi hemû jinên herêmê re jiyanî bikin.
Têkildarî pirsê; nîqaşên artêşa Sûriyeyê ya yekbûyî tên kirin. Divê cihê YPJ’ê yê di nava vê avaniyê de çi be? Ger em rastiya HTŞ’ê jî li ber çavan bigirin, têkildarî vê mijarê dibe ku xetereyên çawa rû bidin?
Ew ji deh salan zêdetir e ku pergalek demokratîk li Rojava Bakur û Rojhilatê Sûriye hatiye damezrandin û her roj bi perwerdeyan û guhertinên hişmendiyê re avakirina vê pergalê bingehîn didome. Ev destkeftî û avakirina pergalê tecrubeyek girîng di civakê de avakiriye. Wek nimune û modelek alternatîf ji bo gelê Kurd û gelên herêmê gelek girîng û jiyanî ye. Ji bo ev bêne parastin jî pêwîstî bi pergalek xwe parastinê heye. Ev jî mafek xwezayî û rewa ye û berpirsiyartî jî dikeve ser milê her ferdekî civakê. Li Rojava ji destpêka şoreşê heya niha ve civak û taybet jinan di her şert û mercek zehmet ya şer û pevçûnan de, hem pergala xwe ya demokratîk ji nûve ava kirin hem jî li hemberî her êrîşek li ber xwe dan, şer kirin û parastin. Di serî de li hemberî çeteyên DAÎŞ’ê nirxên şoreşa xwe ya civakî parastin û bingehîn kirin. Di heman demê de bi binxistina çeteyan jiyana mirovahiyê kirin ewlehiyê. Ti hêzek nekarî çeteyên DAÎŞ’ê bin bêxe, lê hêza parastina Rojava bi taybet YPJ bi îrade û baweriya ku wê hem pergala xwe ya demokratîk ava bikin hem jî parastina wê bikin tevgeriyan. Ji bo xwerêverbirinê jî israr û azweriyek mezin nîşan dan.
Xweparastin ji bo civakê pîvanek stratîjk e. Rehenda herî xurt a pergala konfederalîzma jinê ya li Rojava jî li ser vê bingehê ava bûye. Tu pergal û civak nikarin bêyî rêxistina hêza parastinê jiyan bike, yan jî parastina hebûna xwe li benda kesek û hêzek bihêle. Bi taybet pergala xweseriya demokratîk ya Rojava ji ber metirsiyek mezin ji bo pergala sermayedarî ava dike, di her milî de rastî êrîşên çekdarî, şerê taybet, êrîşên hişmendiya zayendperest tên. Her roj jinên tekoşer û pêşnegên civakê têne armanc girtin, tên girtin, tên êşkence kirin. Di milek din de jî bi şerê taybet pêşengê civakê yên jin tên bê bandor kirin. Her wiha pergala modernîteya sermayedarî bi hişmendiya zayendperestiyê êrîşên destdirêjiyê li ser çand û exlaqa civakê dike. Ji bo vê jî li hemberî van hemû destdirêjî û êrîşan hebûna xwe parastin pêwîstiyek ji her demê zêdetir e û ya vê serdemê ye. Heya niha ti hêzek parastinê, ti hiqûq û yasayek, darazek jinan neparastiye û her dem jin hatine tewanbar kirin û ceza kirin. Di cîhanê de ti civakek û ferdek nikare di rewşa niha ya şerê cîhanê yê sêyem de bê parastin bimîne, yan jî ewlehiya xwe teslîmê hinek din bike. Dema jin bê parastin dimîne, civak, xweza û hemû mirovahî ji bê parastin dimîne. Hevsengiya civakê jî bi hebûna jinê ava dibe. Herî zêde jî di hêla ewlehiyê û parstinê de civak û jin lewaz hatine hiştin. Lê li cihekî weke Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûriye ev hevsengî hatiye avakirin û garantî kirin.
Li Sûriyeyê jin li gorî hevpeymana xwe ya civakî hêza xwe ya parastinê jî wê rêxistin bikin û ewlehiya xwe nadin destê ti hêzek parastinê ku li ser hîma hişmendiya mêrsalar avabûye. Ji bo vê jin divê bi zanista xwe ya parastinê û rêxistintin kirinê di her qadê de bibin garantiya parastina û ewlehiya hebûn, azadiya xwe û civaka xwe. Ev erkekî jiyanî û esasî ya têkoşîn û konfederalîzma jinê ye. Ya ku pêşengtiya vê ji bo jinên herêmê û pergala konfederalîzma jin ya Rojhilata Navîn jî bike tevgera jin ya Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye.
Rêber Apo înîsiyatîf girt û dixwaze pêvajoya ku pirsgirêka Kurd bi rêyên aşitiyane û demokratîk çareser bike, bide destpêkirin. Têkildarî vê yekê tê dayîn ku bangeke bîdîmen bike. Divê jin çawa li nêzî vê pêvajoyê bibin û bersiveke çawa bidin peyama Rêber Apo?
Rêber APO bi banga xwe ya “ji bo civakek demokratîk û aştiyane” nexşe rêya xwe ya serdemê diyar kir. Rêbertî tevî ku li Îmraliyê di şert û mercên giran ên tecrîdê de ye, bi berpirsyariyekî dîrokî perspektîfa çareseriyê danî holê. Fêmkirin û pêkanîna vê bangê erka me hemûyan e. Banga Aştî û Civaka Demokratîk ya Rêber Apo ne tenê ji bo gelê Kurd, ji bo hemû gelên herêmê wê bibe çareserî û pêşî li girtina şeran. Her wiha rêya çereseriyên bingehîn bi banga xwe ya dîrokî diyar dike.
Wek tevgera jin jî divê em li hemberî banga dîrokî ya Rêbertiyê ji her demê zêdetir bi berpirsyartiyên xwe we rabin û pêşengtiya vê dema dîrokî ya Rêber Apo daye destpêkirin bikin. Wek jinên Kurd me di tekoşîna azadiya Kurdistanê û ya jin de gelek berdêl dane û gelek nirxên hevbeş bi jinên herêm û cîhanê re ava kirine. Ji bo em xwedî van nirxên xwe yên netewî û yên jinan derkevin û têkoşîn û xebata xwe berfireh bikin. Ev pêvajo yek ji demên herî zehmet yên têkoşînê ye. Lê ev pêvajo bes kirin û ji rêzê tevlîbûnê qebûl nake. Di ronahiya fikr û felsefeya Rêbertî ya bi formîla Jin Jiyan Azadî derketiye pêş de, jinên Kurd bi salan e xwe rêxistin kirine û pergala xwe ya xweser di her qada xebat û jiyanê de rêxistin kirine. Ji bo ku em pergala konfederalîzma jin li her derê cîhanê rêxistin bikin, em ê hemû hêza xwe ji bo rêxistin kirin û avakirinê seferber bikin. Bi vê şêwazê em dikarin ji banga dîrokî ya Rêber Apo re jî bibin bersiv. Em ê ji bo keda bi salan ya Rêber Apo ku di her şert û mercê de daye ku ji bo çareseriyek mayinde û birûmet pêş bêxe, ji bo hemû berdelên ku wek tevger me di oxira azadî û demokrasiyê de dane, ji bo hemû dayîk û malbatên me ku ji roja destpêkê heya îro di nav tekoşîn û xebatan de bûne û berdêl dane û ji bo hêviya hemû jinan ya azadiyê kar bikin û têbikoşin. Lê beriya van hemûyan jî azadiya fîzîkî ya Rêbertî pîvana me ya têkoşînê ye. Ji bo em bi Rêbertiya xwe re di şert û mercên azad de jiyan bikin, em ê hemû hêza xwe seferber bikin.
Hemû jin jî bi wê bîr û baweriyê bi wê israr û azweriya serkeftinê banga dîrokî ya Rêbertî bi coşek mezin di 8’ê Adarê de pêşwazî bikin. Pîrozbahiya herî mezin Rêbertî 8’ê Adara 1998’an li Sûriyeyê bi îlana îdeolojiya rizgariya jin diyarî me hemû jinan kir. Xelata herî mezin a Rêbertî ji bo jinan ev e. Ji bo ku em ji têkoşîna Rêber Apo ya ji bo azadî, rêxistinkirin û pêşxistina jinê daye re bibin bersivek xurt, divê banga wî ya dîrokî esas bigrin. Li ser van esasan em carek din 8’ê Adarê li hemû jinên têkoşer, berxwedêr û azadîxwez pîroz dikin.