Çarşem, 10 Berfanbar 2025
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Têketin
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Veysî Aktaş: Kî xwe birêxistin bike ew ê bi ser bikeve

    Ji aliyê Stêrk TV

    DEM Partî, CHP û EMEP’ê raporên xwe yên ‘çareseriyê’ radest kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Wan û Agiriyê şehîd hatin bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Akademîsyenên Misrî: Projeya neteweya demokratîk a Abdullah Ocalan gerdûnî ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Lêkolîna SAMER’ê: Piraniya hilbijêrên DEM Partiyê piştgiriyê didin hevdîtinan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Polîsan avêtin ser Buroya Hiqûqê ya Gel: Parêzer Naîm Emînoglû hate binçavkirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Li Başûrê Kurdistanê barîna zêde bandorê li jiyanê dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Amedê meş: Aştî bi mafên mirovan dibe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Rojhilatê Kurdistanê 8 mamosteyên pispor ji kar hatin derxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rêber Apo: Tundiya li nava civakê li derveyî exlaqê ye, divê tedbîr bêne wergirtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    HPG’ê 5 gerîlayên sala 2019’an şehîd bûne, bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Ûrmiyeyê 2 kolber ji ber berfê asê man

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Di Hefteya Mafên Mirovan de ji bo azadiya Rêber Apo û aştiyê bang hate kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Meclîsên Jinan ên NRW YJK-E’yê li Kolnê perwerde da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Helebceyê jinan li dijî tundiyê çalakî lidar xistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    JINNEWS: Di meha Mijdarê de herî kêm 23 jin û 3 zarok hatine qetilkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Encamnameya Konferansa Meclîsa Îştar: Civaka demokratîk wê bi pêşengiya jina azad bê avakirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    14’emîn Konferana Meclîsa Îştar bi dawî bû

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Klîba Şehîd Dilşêrîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Mîhrîcana Orkêş a Muzîkê ya 3ˊyemîn dest pê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Kopenhagê konserek hate lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Serpîl Aslan li Frankfurtê bi xwendevanan re civiya

    Ji aliyê Stêrk TV

    Emanetgirê antîka yê Hesekê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kovara Komunar 20 sal li pey xwe hişt

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • ŞIRNEX
  • HESEKÊ
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
  • REQA
Nûçeyên Lezgîn
DAÎŞ’ê li Dêrazorê êriş bir ser benda QSD’ê
Li Efrînê ciwanek ji aliyê çeteyan ve hate kuştin
Jineke din li Silêmaniyeyê bi gumanbarî jiyana xwe ji dest da
Li Meksîkayê şewat: 23 kesan jiyana xwe ji dest dan
Li dijî ofîsa parlamenter êrîşa çekdarî: Kesekî jiyana xwe ji dest da
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Jin > Jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê: Guherîna li Sûriyeyê tenê navê Esed û Colanî ye
Jin

Jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê: Guherîna li Sûriyeyê tenê navê Esed û Colanî ye

Jinên hermêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê diyar kirin destûra ku mafê jinan nehewîne ew ne destûr e û gotin, guhertina li Sûriyeyê tenê navê Esed û Colanî ye.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 18. Adar 2025 Dema xwendinê: 6 dq.
Parvekirin

Pêşnûmeya destûra bingehîn a demkî ya rêveberiya Şamê ya demkî ku di 13’ê Adara 2025’an de ji aliyê HTŞ’ê ve hate ragihandin, ji ber nehewandina mafên pêkhateyan û jinan bûye sedema nerazîbûnan. Jinên ji herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li ser mijarê ji ANF’ê re axivîn û diyar kir ku ev yek wê desthilatdariya zilamê serdest careke din vegerîne.

‘DIVÊ EV DESTÛR WERE GUHERTIN’

Hevseroka Şaredariya Gel a bajarokê Girbawî Nedwa Îbrahîm da zanîn ku di destûra nû ya Sûriyeyê de ya ku ji aliyê rêveberiya HTŞ’ê ve hatiye nivîsandin ti mafê jinê tê de nîne, jin ji her qadên civakê dûr tê hiştin û got, “Weke jinên herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi dehan salan me li ber xwe dan, li dijî bi hezaran çeteyan serî hildan û herêm ji metirsiyeke mezin rizgar kir. Em ew jin in ku xwedî fikrekî azad in û bi fikrê Rêber Apo gihîştine vê astê. Mafê me li Sûriyeyê pir mezin e, ji ber ya herî xwedî destketî jin e û pêwîste ev destûr were guhertin.”

Nedewa Îbrahîm diyar kir ku hikûmeta HTŞ ji bo xwe zindî bihêle û desthiladariya xwe li ser hemû pêkhateyên Sûriyeyê bimeşîne jin bê maf hişt, her wiha mafê wê yê hilbijartinê jî xwariyê. Nedewa Îbrahîm got, “Mafê jinê heye ku di meclîsên gel de xwedî cihekî mezin be. Ji ber civaka bê rêvebirina jinê ew civak ne xwedî wateyeke pêşketinê ye. Colanî bêyî ku nêrîna gelê Sûriyeyê bixwaze xwe kir serokê Sûriyeyê û ji cem xwe ve destûrek ku mafê tu pêkhateyên Sûriyeyê temsîl bike nîne. Em vê yekê bi tundî şermezar dikin û qebûl jî nakin. Ez dikarim bibêjim ku ev destûr tenê Colanî temsîl dike.”

‘COLANÎ TI GUHERTIN LI SÛRIYEYÊ NEKIR’

Nûnera Partiya Nûjen a Demokratîk li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Heyfa Mehmûd jî ragihand ku di pêşnûmeya destûra bingehîn a demkî de mafê jinê nehatiye parastin û got, “Gelê Sûriyeyê ev nêzî 14 sal in di nava şoreşekê de ye û hemû cûreyên êşkenceyê ji aliyê rejîma Baas ve lê hatiye ferzkirin. Bi hatina hikumetek nû ya Sûriyeyê re gelê Sûriyeyê pir kêfxweş bû. Ji ber ku gelê Sûriyeyê her tim daxwaza azadî û jiyana hevbeş dikir a ku hemû pêkhateyên Sûriyeyê biparêze. Lê belê bi hatina vê hikumetê re tiştek nehat guhertin, lê belê guhertin tenê navê Esed û Colanî bû. Ev hikûmet tiştên herî xirab bi serê gelê Sûriyeyê anî û bi nivîsandina destûrek tenê mafê wî û çeteyên wî diparêze.”

‘JINÊN BI FIKRÊ RÊBER APO WÊ TI CAR PAŞ VENEGERIN’

Heyfa Mehmûd di nava axaftina xwe de anî ziman ku ev destûr ji aliyê gel ve nayê qebûlkirin û gel wê carek din şoreşê nû bike da ku ev destûr were guhertin û mafê hemû pêkhateyên Sûriyeyê were parastin. Heyfa Mehmûd got, “Hikumet baş dizane ku jinên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê vî tiştî qebûl nakin, ji ber ew xwediyê felsefeya Rêber Apo ne. Jin xwe di her qada civakê de parast û xwe gihand asta ku hemû dewletên cîhanê jina herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo xwe bikin mînek. Em bang li jinên Sûriyeyê dikin ku tevlî van xwepêşandanan bibin û vê destûrê şermezar bikin da ku em bibin xwedî hêz. Em di dawiyê de jî dibêjin ku pêwîste êdî ev şer li Sûriyeyê were rawestandin û destûrek ku mafê hemû pêkhateyan tê de were parastin û mafê jinê ji sedî 50 di destûrê de were bibîrxistin. Ji ber berxwedana ku jinan meşandiye tu kesî nikarî bigihêje vê berxwedanê.”

‘DESTÛRA KU MAFÊ JIN NEPARÊZE EW NEDESTÛR E’

Sîhan Salih a ji bajarê Qamişloyê jî got, ew destûra nû ya Sûriyeyê ya ji aliyê Colanî ve hatiye nivîsandin qebûl nakin, ji ber ku tê de yek reng û yek al dîsa hatiye bikar anîn. Sîhan Salih got, “Em wek gelê Sûriyeyê ji vê pergala yek reng pir êşiyane, ji ber wê pêwîste ev destûr were guhertin û destûrek hevbeş were nivîsandin. Sîhan Salih got, “Her pêkhatiyek li Sûriyeyê mafê wê heye ku bi reng û çanda xwe bijî. Yanî di wê destûrê de tenê navê Komara Ereban û Sûriyeyê (Cimhuriye El Arbiye El Sûriye) hatiye bikar anîn, ev yek nayê qebûl kirin. Ji ber bi dehan pêkhate û bawerî li Sûriyeyê hene. Her wiha destûra ku rengê jinê nehewîne ew nedestûr e, lê belê wek pelek tenê ji bo berjewendiyên xwe bi kar tînin. Pêwîste sîstema Rêveberiya Xweser a herî sereke be di destûrê de, ji ber ku Rêveberiya Xweser ji bo berjewendiyên hemû pêkhateyên li Sûriyeyê têdikoşe.”

Sîham Salih diyar kir ku ev hikûmeta nû ya Sûriyeyê têkiliyên wan bi dewleta Tirk re hene û bi hev re ev destûr nivîsnadin, ji bo ku Rêveberiya Xweser têk bibin lê ev yek nayê qebûl kirin.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN QAMIŞLO

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Eulalia Reguant: Civaka navneteweyî divê ji bo Rojava bikeve nava liv û tevgerê
Nûçeya Pişt re Têkoşîna azadiya Efrînê bi berxwedana gel dewam dike
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Bersivê betalke

Ji bo ku hun şirove bikin divê hun têkevin pergalê.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Têkoşîna Che Guevara yê Kurdistanî

Şoreşgerê Kurd Che Guevara sala 2015'an ji bo li dijî êrişên DAÎŞ'ê têbikoşe berê xwe…

Ji aliyê Stêrk TV

Mafê kurtajê wê cara yekem di Destûra Bingehîn a Fransayê de cih bigire

Li Fransayê rêziknameya der barê mafê kurtajê ku dê di Destûra Bingehîn de cih bigire…

Ji aliyê Stêrk TV

Taş: Divê em li hemû qadên jiyanê bi Kurdî biaxivin

Rêveberê MED-DER’ê Îbrahîm Xelîl Taş da zanîn ku polîtîkayên bişaftinê her ku diçe zêdetir dibin…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Jin

Darvekirina Werîşe Mûradî hat betalkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

Di Hefteya Mafên Mirovan de ji bo azadiya Rêber Apo û aştiyê bang hate kirin

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

Meclîsên Jinan ên NRW YJK-E’yê li Kolnê perwerde da

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

Li Helebceyê jinan li dijî tundiyê çalakî lidar xistin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?