Şemî, 13 Berfanbar 2025
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Têketin
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Li Şirnexê ‘Civîna Aştî û Civaka Demokratîk’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Baskê Çûkûrovayê ber bi Tarsûsê ve bi rê ket

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bi Nêrgiz Mihemedî re 7 aktîvîst jî hatin binçavkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Xebat Dîcle: Xweparastin birêxistinbûn e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Meşvanên Nan û Aştiyê: Em ne ji bo şer, ji bo gelan budçeyê dixwazin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 13’Ê KANÛNA 2025’AN

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    3’yemîn Kongreya Ciwanên Mexmûrê bi dawî bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Êlihê meşa ‘budçeyê’: Em ê ji şer û rantê re bibêjin ‘Na’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kongreya 3’yemîn a Meclîsa Ciwanan a Mexmûrê destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Hezexê civîna ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ hate lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    HPG NRÇ’ê fermandara pêşeng Berfîn Nûrhaq û Sema Roza bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çiya Mahabad: Hevala Feraşîn lêgerînera azadiyê bû

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Jinên Kurd ên li Ewropayê Konferansa Yekîtiya Neteweyî lidar dixin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Berlînê jin di panela li dijî şer û tundiyê de hatin cem hev

    Ji aliyê Stêrk TV

    Darvekirina Werîşe Mûradî hat betalkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di Hefteya Mafên Mirovan de ji bo azadiya Rêber Apo û aştiyê bang hate kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Meclîsên Jinan ên NRW YJK-E’yê li Kolnê perwerde da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Helebceyê jinan li dijî tundiyê çalakî lidar xistin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Di roja 3’emin a Festîvala Fîlman a Amedê de 14 fîlm hatin nîşandan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Klîba Şehîd Dilşêrîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Mîhrîcana Orkêş a Muzîkê ya 3ˊyemîn dest pê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Kopenhagê konserek hate lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Serpîl Aslan li Frankfurtê bi xwendevanan re civiya

    Ji aliyê Stêrk TV

    Emanetgirê antîka yê Hesekê

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • ŞIRNEX
  • HESEKÊ
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
  • REQA
Nûçeyên Lezgîn
DAÎŞ’ê li Dêrazorê êriş bir ser benda QSD’ê
Li Efrînê ciwanek ji aliyê çeteyan ve hate kuştin
Jineke din li Silêmaniyeyê bi gumanbarî jiyana xwe ji dest da
Li Meksîkayê şewat: 23 kesan jiyana xwe ji dest dan
Li dijî ofîsa parlamenter êrîşa çekdarî: Kesekî jiyana xwe ji dest da
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Civak & Ekolojî > Cejna Ekîto: Mîrateya 7 hezar salî ya Mezopotamyayê
Civak & Ekolojî

Cejna Ekîto: Mîrateya 7 hezar salî ya Mezopotamyayê

Cejna Ekîto bi mîrateya xwe ya 7 hezar salî, her sal di 1'ê Nîsanê de tê pîrozkirin. Ev cejna ku ji Mezopotamyayê destpê kiriye û heta roja îro dewam dike, hatina biharê û hêviyê silav dike.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 3. Nîsan 2025 Dema xwendinê: 7 dq.
Parvekirin

Cejna Ekîto ku weke yek ji cejnên herî kevn ên cîhanê tê qebûlkirin, li xaka berhemdar a Mezopotamyayê destpê kir, hezaran salî ji aliyê şaristaniyên cuda ve hate pîrozkirin û bi vî rengî gihîşt vê serdemê. Ev cejna ku tê wateya hatina biharê, geşbûna xwezayê û destpêkirina sala nû, bi taybetî ji bo civakên Asûrî, Suryanî û Keldanî nîşaneya nasnameyeke çandî ye. Baş e cejna Ekîto çawa destpê kir, rêwîtiya xwe ya dîrokî çawa ye û îro bi çi rengî tê pîrozkirin? Vaye çîroka vê cejna bêhempa.

LI MEZOPOTAMYAYÊ DESTPÊKIRINA EKÎTO

Cejna Ekîto digihêje heta Sumeran ku yek ji şaristaniyên herî kevn ên dîrokê ye. Ekîto ji festîvala Zagmûkê destpê kir ku bi Sumerî tê wateya destpêka salê. Piştre di nava şaristaniyên Akad, Babîl û Asûran de hate pêşvebirin û veguherî kevneşopiyeke welê ku weke ekînoya biharê (dawiya adar, destpêka nîsanê) tê pîrozkirin. Ev cejna ku girêdayî jiyana civakên çandinî yên Mezopotamyayê destpê kir, bi armanca pîrozkirina destpêka çandiniya zad û jinûve geşbûna xwezayê dihate lidarxistin.

Li Babîlê Ekîto festîvalek bû ku 12 rojan dewam dikir û di roja destpêkê ya meha Nîsanê de jî digihîşt asta herî bilind. Di vê demê de ‘Destana Enûma Elîş’ ya xwedayê sereke yê Babîlê Mardûk li perestgehan dihate xwendin, bi rîtuelan pergala gerdûnê ji nû ve dihate zindîkirin. Qral li pêşberî xwedayan lêborîn bi navê gel dixwestin, li perestgehan dua dihate kirin û peykerên xweda li perestgeha Ekîto (Bît Akîtî) ya li kêleka çem dihate bicihkirin. Ev merasîm nîşaneya wê yekê bûn ku xweda ji alema binê erdê derdiket û bi biharê re vedigeriya ser rûyê erdê.

Li nava Asûran jî festîval ji bo rûmeta xwedayê şer Aşûr dihate pîrozkirin. Li derveyî sûrên bajêr li ‘Malên Ekîto’ yên taybet merasîm dihatin lidarxistin.

VEGUHERÎNA DÎROKÎ

Cejna Ekîto piştî hilweşîna şaristaniyên Mezopotamyayê jî dewam kir. Di serdemên Împaratoriya Seleukos (BZ 312-63) û Împaratoriya Roma pîrozbahiyan dewam kirin. Mînak Împaratorê Romayê Elagabalus ê bi eslê xwe ji Sûriyeyê (PZ 218-222) ev cejn gihand Îtalyayê û bi navê Xweda Elagabal pîrozbahî lidar xist. Lê belê belavbûna Xiristiyaniyê û tevlîheviya siyasî ya li Mezopotamyayê belavbûna Ekîto hinekî rawestand. Li gel vê yekê jî civakên Asûrî, Suryanî û Keldanî ev kevneşopiya qedîm ji bîr nekirin. Ev civakên ku ji gelên xwecihî yên Mezopotamyayê ne, Ekîto weke cejna biharê û sala nû parastin.

Lê belê di sedsala 20’î de bi taybetî jî ji ber Qirkirina Seyfo ya 1915 û şerê li Rojhilata Navîn Asûrî, Keldanî û Suryanî neçar man ku bi giranî ji vê xakê koç bikin. Vê dîasporayê sînorên cografî yê Ekîto berfireh kir û ruhê cejnê gihand asteke gerdûnî. Li Tirkiyeyê Cejna Ekîto li nava civaka Suryanî weke kevneşopiyekê ma ku salên dûr û dirêj bi bêdengî bê pîrozkirin. Di sedsala 20’î de bi hinceta ‘ewlekariyê’ destûr nehate dayin ku bi rengekî fermî bê pîrozkirin û ev cejn bi giranî li nava malan, yan jî li nava civatên biçûk bi rengekî veşartî hate pîrozkirin.

DI SERDEMA ÎRO DE EKÎTO: SEMBOLA YEKÎTÎ Û HÊVIYÊ

Di serdema heyî de Cejna Ekîto ji aliyê gelên Asûrî, Keldanî û Suryanî ve li çar aliyên cîhanê bi coş tê pîrozkirin. Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî bi heman coşê tê pêşwazîkirin. Pîrozbahî berevajî festîvalên ji 12 rojan ên dema antîk, bi giranî rojekê tê kirin. Di vê cejnê de mirov 1’ê Nîsanê li hev kom dibin û geşbûna xwezayê silav dikin. Kincên neteweyî yên kevneşop li xwe dikin, bi zimanê xwe yê dayikê distirên, govendê digerînin û li qadên xwezayî şahiyan lidar dixin.

Li hin herêman jî jin ji kulîlkan çelengê çêdikin û bi deriyê mala xwe ve dikin. Ev kevneşopiya ku weke ‘Deqna Nîssan’ (Riyê Nîsanê) jî tê naskirin, nîşaneya berhemdariya biharê ye. Ekîto nîşaneya hêvî û piştevaniya civakî ye. Li gel şerê li Rojhilata Navîn jî hêzeke ku gelan dike yek.

PIŞTÎ ŞOREŞA ROJAVA BI RENGEKÎ AZAD TÊ PÎROZKIRIN

Cejna Ekîto li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi taybetî li Kantona Cizîrê ku şêniyê Suryanî û Asûrî lê gelek in, hem xwedî wateyeke çandî hem jî ya olî ye. Beriya Şoreşa Rojava di dema rejîma Baasê de cejn di bin kontrola giran de dihate pîrozkirin û gelek caran dihate qedexekirin. Lê belê piştî sala 2012’an Rêveberiya Xweser polîtîkayeke welê pejirand ku piştgiriyê dide azadiya çandî ya Suryanî, Kurd, Ereb û gelên din.

Civaka Suryanî û Asûrî ya li herêmê di herikîna dîrokê de timî li zext û koçberiyê rast hat, lê piştî Şoreşa Rojava (2012) bû xwedî wê derfetê ku cejna xwe bi rengekî azad pîroz bikin. Her wiya Kurd, Ereb û Tirkmen jî tevlî van pîrozbahiyan bûn û piştgirî dan.

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Cejna Ekîto weke betlaneya fermî nas dike. Beriya cejnê amadekarî ji aliyê Partiya Yekîtiya Suryanî ve tê birêxistinkirin. Di nava van amadekariyan de diyarkirina bernameyên çalakiyan, xemilandina qadan, birêxistinkirina qadên pîrozbahiyê yên giştî hene. Ekîto wê îsal di 1’ê Nîsanê de li gundê Girşêran ê Tirbespiyê, gundê Werdiyat ê Til Temirê û gundê Hekmiyê yê Dêrikê bê pîrozkirin.

îSAL WÊ CARA 6 HEZAR Û 775’AN BÊ PÎROZKIRIN

Cejna Ekîto wê îsal cara 6 hezar û 775’an bê pîrozkirin. Ne tenê pîrozkirina sala nû ye; di heman demê de vediguhere nîşaneya têkoşîna parastina nasnameya gelên Asûrî, Keldanî û Suryanî. Ev cjna ku bi hatina biharê re weke vejîna xwezayê tê pîrozkirin, nîşaneya daxwaza jinûve destpêkirinê, berhemdarî û aştiyê ye.

Ev mîrate weke yek ji kevneşopiyên herî kevn ên dîroka mirovahiyê ji xaka qedîm a Mezopotamyayê li tevahiya cîhanê belav bûye. Yên ku her sal di 1’ê Nîsanê de Ekîto pîroz dikin peyameke ji kûrahiya dîrokê dubare dikin: Hişyarbûna xwezayê, geşbûna hêviyê.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN QAMIŞLO

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Ketina Marine Le Pen a hilbijartina serokomariyê ya Fransayê hat qedexekirin
Nûçeya Pişt re Newaya Jin: Zayîna 3’yemîn ronesansa jinan e
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Bersivê betalke

Ji bo ku hun şirove bikin divê hun têkevin pergalê.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Gulistan Kiliç Koçyîgît: Aktorê herî girîng tecrîdkirî ye

Serokwekîla Koma DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyîgît got, "Aktorê herî girîng ê ku karibe gavên…

Ji aliyê Stêrk TV

Hisên Hecî: Madeya 140 weke amûreke propogandayê hilbijartinê tê bikaranîn

Endamê Tensîqiya Şengalê Hisên Hecî diyar kir ku divê gelê Êzidî li hember propogandayên hilbijartinê…

Ji aliyê Stêrk TV

Kanalên telegramê yên Gerîla TV û HPG’ê hatin asteng kirin

Rayedarên Gerîla TV ragihandin ku kanalên Telegramê yên Gerîla TV û HPG’ê yên bi zimanên…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Civak & Ekolojî

Heyva Sor a Kurdistanê ji bo mexdûrên lehiyê banga alîkariyê kir

Ji aliyê Stêrk TV
Civak & Ekolojî

KNK: Hikûmet divê zirara lehiyê ya li Başûrê Kurdistanê pêşwazî bike

Ji aliyê Stêrk TV
Civak & Ekolojî

Di lehiya Başûrê Kurdistanê de 5 kes jiyana xwe ji dest dan

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Desteya Rêveber û Berdevka YRJ’ê diyar bûn

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?