Çarşem, 4 Adar 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Rêber Apo: Statuya min di heman demê de statuya Kurdan e

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 4’Ê ADARA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Êrîşî gundiyên li dijî projeya GES’ê derdetin kirin: 16 kes hat binçav kirin, 4 kes birîndar bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Serdanên Heyeta Îmraliyê yên li girtîgehan: Dixwazin di nava mercên azad de beşdarî pêvajoyê bibin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ÎHD: Li Girtîgeha Zarokan a Hatayê binpêkirinên giran hene

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tulay Hatîmogullari: Çareserî di avakirina Komara Îranê ya Demokratîk de ye

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Gerîla Dorşîn: Kuştina jinan pirsgirêkeke siyasî û civakî ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Wargeha Mexmûrê hevşaredar hatin hilbijartin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Silêmaniyê êrîşî avahiya NY’ê ya berê hat kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bi dronan êrîşî baregeha PAK’ê ya li Hewlêrê kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bi 7 dronan êrîşî Konsolxaneya Amerîka ya li Hewlêrê hat kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nobeta Azadiyê ya li Mexmûrê di roja 957’an de ye

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Akça: Veguherîna bêyî jinê veguherîn nîne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ber bi 8’ê Adarê ve: Di têkoşîna li dijî xizanî û tundiyê de hevkarî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çîgdem Dogû: Bi pêngava “Niha dema jinê ye” wê pêvajoya avakirinê ya pozîtîf bê mezinkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Rojava çalakiyên 8’ê Adarê dewam dikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kongra Star qetilkirina Yenar Mihemed şermezar kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    TJK-E’yê qetilkirina Yenar Mihemed bi tundî şermezar kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Pirtûka ‘Li Rojhilata Navîn krîza şaristaniyê û çareseriya şaristaniya demokratîk’ êdî bi Spanî ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hejmara destpêkê ya rojnameya Komînal derket

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Heidelbergê konseran piştgiriyê ya ji bo Rojava

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji rojnameya Yenî Ozgur Polîtîkayê banga li kedkarên Kurdî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Berlînê Rojên Çanda Jinên Kurd di roja 2’yemîn de ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dema nû, destpêka nû: Komînal

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Bêçekkirina Şengalê xizmeta dijminên mirovahiyê ye
Mamosteyên Rojhilat: Perwerdehiya bi zimanê dayikê mafekî demokratîk e
Plana metirsîdar a saeta sifirê û bahoza ewlehiyê ya li dijî Iraqê
Li Helebê bermahiyeke şer teqiya: Zarokek jiyana xwe ji dest da
Di êrîşekî çekdarî ya li Humsê de 2 ciwan hatin qetilkirin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Rêber Apo: Bi biryar im ku pêvajoyê bi ser bixînim
Rojane

Rêber Apo: Bi biryar im ku pêvajoyê bi ser bixînim

Parlamenterê DEM Partiyê Omer Ocalan anî ziman ku di hevdîtina cejnê ya dawiya meha Adarê de Rêber Apo ji wan re gotiye, "Ez bi biryar im ku vê pêvajoyê bimeşînim û bi ser bixînim. Hêviya min jî heye û ji bo vê dixebitim."

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 9. Nîsan 2025 Dema xwendinê: 9 dq.
Parvekirin

Parlamenterê Rihayê yê DEM Partiyê Omer Ocalan têkildarî hevdîtina ku bi wesîleya cejnê bi apê xwe Abdullah Ocalan re kir, ji Ajansa Nûçeyan a Mezopotamyayê re axivî. Hevdîtin di 31’ê Adarê de bi wesîleya Cejna Remezanê pêk hatibû.

Omer Ocalan destnîşan kir ku Rêber Apo ji wêneyê xwe yê dawî bêhtir li ser xwe ye û got, “Wêne baş nehatiye kişandin. Yê di wêneyê de ew bi xwe ye, lê belê ew bi xwe ji wêne hîn zindî û li ser xwe ye. Dixwazim ji raya giştî re bibêjim ku rewşa wî hîn baştir e.”

EKRANEKE KU ÇAR SAL IN NÎVÎ XUYA DIKE

Omer Ocalan bal kişand ser şert û mercên girtîgehê û rewşa girtiyên din ên li Îmraliyê û got, “Derfetên guhertina televîzyonê li Îmraliyê kêm e. Ekranê televîzyona hevalekî bi Serok re tê hiştin 4 sal in xerabe ye. Vî hevalî di hevdîtina bi malbatê re vê yekê ji xizmê xwe re ragihand. Dibêje, çar sal in bi rêya televîzyoneke nîvco rojevê dişopînin. Televîzyoneke 10 salî û divê bê guhertin. Ev yek nîşanî me dide bê tecrîd çiqasî kûr e.”

Omer Ocalan got, “Serok lîderekî siyasî ye, bandorê li siyaseta Kurdistanê dike. Ji ailyê Kurdan ve jî ji aliyê hemû derdoran ve muxatabiya wî tê qebûlkirin” û anî ziman ku di hevdîtinê de Rêber Apo li gund, xizm, heval û gel pirsî, dema ku qala van hemûyan kir jî bal kişand ser rêxistiniyê.

SOSYALÎSTBÛYÎ CIVAKÎBÛYÎN E

Omer Ocalan diyar kir ku Rêber Apo gotiye, “Dema ku min nimêj dikir, komeke min a nimêjê jî hebû. Dema diçûm dibistanê komeke ji hevalên min hebû. Li her deverê min xwe bi rêxistin dikir, min derdor bi rêxistin dikir. Hîn jî bi vî rengî me.”

Omer Ocalan bi dewamî got, “Di vê mijarê de hin rexne li partî, siyasetê dikir. Sosyalîstbûyîn çi ye? Civakîbûyîn e. Di nava de karkirina bi gel re ye, meşa bi gel re ye. Divê hûn li her derê xwe bi rêxistin bikin. Li her derê bixebitin, di nava gel de bin.”

Têkildarî mijarên ku Rêber Apo di hevdîtinê de giranî da ser jî Omer Ocalan got, “Di 40 deqeyên destpêkê yên hevdîtinê de li ser Sûriye, Rojava, Herêma Kurdistanê ya Federe, Îran, Rojhilat nirxandinên xwe yên berfireh hebûn. Têkildarî DEM Partiyê nirxandin kir. Li ser Stenbolê nirxandin kir.”

PROVOKASYONA LI ROJHILAT: AZERÎ DOSTÊ ME NE

Omer Ocalan li ser banga 27’ê Sibatê jî got, “Têkildarî banga 27’ê Sibatê axivî. Min jî jê re got, ez li wê salonê bûm ku bang lê hate kirin. Min qada eleqeya çapemeniya neteweyî û navneteweyî kir. Pirsî ‘Çiqas eleqe hebû?’ Min jî got, derdora 300 endamên çapemeniya neteweyî û navneteweyî bang şopand, qala eleqeya zêde kir. Min jê re ragihand ku 27’ê Sibatê û piştî wê rewşeke hestewarî di nava gel de afirî, partiya me jî hema heman li hemû bajar û navçeyên Kurdistanê û metropolên Tirkiyeyê li 101 navendan civîn lidar xist. Me diyar kir ku bi Newrozê re xwedîderketineke xurt li vê bangê bû. Li Newrozên li Rojava û Rojhilat pirsî. Me jê re got, Newrozên li Rojava baş derbas bû. Li Rojhilat jî li Ûrmiyeyê rekor hate şikandin û li gel vê yekê hewl hate dayin ku li ser Azeriyan provokasyon bê kirin. Serok ket navberê û got, ‘Azerî dostên me ne. Têkiliyên me ji hingî ve hebû. Azerî ew mirov in ku nêzî fikirê me ne’. Ji xwe me got, ku zêde derfet ji rageşiyê re nehate hiştin. Me got, 29’ê Adarê Newroza Frankfurtê fînal bû û gelekî bi heybet derbas bû. Serok got, ‘Belê, gel xwedî li banga me derket. Di vê mijarê de silavên xwe ji  herkesî re dişînim ku tevlî Newrozê bûn û xwedî lê derketin. Cejnên Newrozê û Remezanê pîroz dikim’. Me jî ragihand ku Neteweyên Yekbûyî, Elmaya, Emerîka, Rûsya û Çînê bersiveke erênî dan Banga Aştî û Civaka Demokratîk û bi erênî pêşwazî kirin. Wî bi xwe jî di vê mijarê de nirxandin kir.”

DIVÊ MAFÊ ELEWIYÊN NÛSAYRÎ BÊNE PARASTIN

Omer Ocalan li ser nêrînên Rêber Apo yên têkildarî Sûriye û Rojava jî ev agahî da: “Me hin bûyer ragihand. Ew bi xwe li ser Rojava serwer e. Anî ziman ku li hemberî qetilkirina Elewiyên Nûsayrî gelekî bi hêrs bûye. Got, ‘Em vê qebûl nakin, tiştekî bi vî rengî nabe, em komkujiyên li hemberî Elewiyan rast nabînin. Çend kes hatin qetilkirin?’ Min jî got, zêdeyî 2 hezar kes hatin qetilkirin. Got, ‘Jin, zarok… kî dikeve ber wan qetil dikin. Ev rêbazeke DAÎŞ’ê ye. Em vê qebûl nakin. divê maf û hiqûqa Elewiyên Nûsayrî bêne parastin. Divê maf û hiqûqa Durziyan bêne parastin. Sîstemên dişibe sîstema Kurdan dikarin ava bikin. Dikarin bi hev re têkiliyê dînin û van rêbazên DAÎŞ’ê qebûl nekin’. Dikarim bibêjim ku rêveberiya navendî ya li Sûriyeyê ya niha rexne kir.”

‘EZ BI HÊVÎ ME, EZ Ê PÊVAJOYÊ HETA DAWIYÊ BIBIM’

Omer Ocalan têkildarî helwesta desthilatdariyê ya ku heta niha di mijara pêvajoyê de gav neavêtiye ev nirxandin parve kir:

“Dikarim bibêjim ku hin rewş hatin axaftin. Esasê hevdîtina me jî ev bû. Rewşa PKK’ê, kongreya ku PKK lidar bixe, rê û rêbaz hatin nirxandin. Têkildarî ewlekariyê dikarim vê bibêjim; di mijara ewlekariyê de anî ziman ku divê her kes ewlekariya xwe pêk bîne. Li gel gelek rexneyan û neguhertina şert û mercan jî Birêz Ocalan dawiya dawî got, ‘Ez bi hêvî me, ez ê vê pêvajoyê heta dawiyê bibim’ û biryardariya xwe nîşan da. Me dîti ku bersiv ji hin pêwîstî û daxwazan re nehatiye dayin. Birêz Ocalan anî ziman ku ew bi biryar e vê pêvajoyê bi rê ve bibe, bi hêvî ye û ji bo bi ser bixîne çi ji dest bê ew ê bike. Me ji Birêz Ocalan re got, ‘Baweriya gel a bi we tam e, li pişt banga we ye, ji fikirê we, ji we bawer dike. Lê belê ji ber bûyerên di dawiya pêvajoya çareseriyê ya 2015’an û bûyerên di salên 2019 û 1993’an de qewimîn, fikarên xwe hene’. Serok jî got, ‘Gel mafdar e, di xeteke rast de ye, rast difikire. Ez bi biryar im ku vê pêvajoyê bimeşînim û bibim serî. Hêviya min heye û ji bo vê dixebitim’.”

JI AXAFTINÊ BÊHTIR DIVÊ HÎN ZÊDE BIXEBITE

Omer Ocalan anî ziman ku hin rexne û pêşniyarên Rêber Apo ji bo DEM Partiyê hebû û got, “Di hevdîtina destpêkê de jî anîbû ziman ku sîstema siyasî ya Tirkiyeyê li ser sê blokan e. Anîbû ziman ku yek ji wan bi referansa Îslama siyasî xwe bi rêxistin dike, yek jê bi demokratbûyîna civakî û rojavayî xwe îfade dike û ya din jî siyaseta me ye ku DEM Partî temsîl dike. Li rêjeya dengên DEM Partiyê pirsî, min jî got, derdora ji sedî 13 ye. Got, ‘Çawa ji sedî 13 ye, ev rêje divê bibe jis edî 20. Potansiyel di ser rêjeya ji sedî 20 re ye. Divê bixebite. Hûn naxebitin. Ji axaftinê bêhtir divê bixebitin. Di nava gel de divê xwe bi rêxistin bike. Potansiyela vê partiyê heye. Ji axaftinê bêhtir divê xwe li mal bi mal, kolan bi kolan bi rêxistin bike. Ez ji zarokatiyê ve xwe bi rêxistin dikim.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Dema hilbijartinên parlamenta Iraqê diyar bû
Nûçeya Pişt re 7 rojnamevanên çalakiyên li Stenbolê dişopandin ketin ber dozê
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Yekîneyên YCWK’ê li Stenbolê çalakî li dar xist

YCWK’ê ragihand ku li taxa Koyîçî ya Stenbolê li dijî nuqteyeke rêxistinî û alîkariya çeteyên…

Ji aliyê Stêrk TV

Êzidiyên Şengalê: Ger Rojava nemîne, wê Şengal jî nemîne!

Êzidiyên Şengalê êrîşên li dijî Rojavayê Kurdistanê weke êrîşên li dijî xwe dibînin û dibêjin:…

Ji aliyê Stêrk TV

Li Îranê 4 jin hatin binçavkirin

Li bajarên cuda yên Îranê 4 jin hatin binçavkirin. Aqûbeta wan nayê zanîn.

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

Rêber Apo: Statuya min di heman demê de statuya Kurdan e

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

Akça: Veguherîna bêyî jinê veguherîn nîne

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

Ber bi 8’ê Adarê ve: Di têkoşîna li dijî xizanî û tundiyê de hevkarî

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

ROJEVA 4’Ê ADARA 2026’AN

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?