Sêşem, 10 Mijdar 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Daxwaza berdana girtiyan hat kirin: Divê aştî pêşî di deriyê girtîgehan re derbas bibe 

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di teqîna kargeha Îzmîrê de 16 karkeran jiyana xwe ji dest dan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Qersê ji bo girtiyan çalakî: Heta zindan vala nebin aştî pêk nayê!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Parlamentera DEM Partiyê Dîlan Kunt Ayan: ‘Abdullah Ocalan koordînatorê pêvajoyê ye’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di 21’emîn salvegera êrîşa li ser Pirtûkxaneya Umut de banga heqîqet û edaletê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çukurova TUHAY-DER: ‘Azadiya girtiyên jin nabe bê taloqkirin’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    HPG: Em şehîdên xwe yên Makû bi rêzdarî bi bîr tînin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Êrişa li ser Qada Gazê ya Kormorê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li ser şopa Şaristan…

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Baneyê aktîvîstê Kurd hate girtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dewleta Tirk ji baregeha dagirkeriyê vedikişe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hevpeymana Doza Êzidiyan: Îdareya Şengalê divê demildest were diyarkirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Hunermend Jîna Ehmed bi kefaletê hate berdan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Kolombiyayê di 9 mehan de herî kêm 118 cînayetên jinan qewimîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Bolîvyayê qetlîamên jinan bû 70

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di panela li Dortmundê de jinan banga xwedî derketina li pêvajoyê kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Dortmundê panela ‘Jin, Aştî û Elewîtî’

    Ji aliyê Stêrk TV

    TJA’yê li gelek bajaran banga 25’ê Mijdarê kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Nagîhan Akarsel li Romayê di Festîvala Çand û Huner de hat bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Helbesta Yildiz Çakar li DYE’yê hêjayî xelata navneteweyî hat dîtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Veysî Aktaş: Ji bo serketina aştiyê divê rewşenbîr beşdarî pêvajoyê bibin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Viyanayê 12’emîn Roja Fîlmên Kurdî yên Serçavan dest pê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şanogerên Amedê yên li Kobanê: Em ê bi çand û hunera xwe sînoran rakin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Gulten Kaya: Huner bi tevlîbûna li nava jiyanê dibe

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Agahî ji 2 jinên Kurd ên li Îranê hatin binçavkirin nayê wergirtin
Dadgeriya Îranê cezayê darvekirinê yê li 4 çalakgeran hatibû birîn erê kir
Êrîşkarê wêneyên şehîdan hate binçavkirin
Karayilan: Eger têkildarî Rêber Apo biryareke nû neyê dayin wê pêvajo nemeşe
DAÎŞ’ê car din li Hewîce êrîş kir
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Karwanê alîkariya mirovî ya ji bo civaka Elewî bi rê ket
Rojane

Karwanê alîkariya mirovî ya ji bo civaka Elewî bi rê ket

Konvoya duyemîn a alîkariyên mirovî ya girêdayî Hevya Sor a Kurd ji bo 14 hezar paketên xurekê û tenduristiyê bigihîne bajarên peravê bi rê ket.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 13. Nîsan 2025 Dema xwendinê: 5 dq.
Parvekirin

Xelkê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi beşdariya sazî û dezgehên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk û Heyva Sor a Kurd beşa ewil a konvoyên alîkariyên mirovî di 17’ê Adarê de şand herêma peravê. Alîkariya mirovî ku 6 hezar paketên xurekê, 2 hezar û 500 koliyên paqijiyê û 350 ton ar pêk dihat, belavî mexdûrên komkujiiyê yên li herêma peravê hate kirin.

 

Amadekariyên konvoya duyemîn a alîkariyê jî di 10’ê Nîsanê de destpê kir û di 11’ê Nîsanê de ji Qamişloyê bi rê ket. Konvoya alîkariyê di 12’ê Nîsanê de jî rêya xwe ji Tebqayê ber bi bajarên peravê ve domand. Di konvoya duyemîn a alîkariyê de jî 14 hezar paketên xurekê û tenduristiyê cih digrin. Berdevka Ofîsa Jinan a Heyva Sor a Kurd Şirîn Silêman Xelîl ku tevkarî gihandina konvoya alîkariya mirovî ya yekemîn û duyemîn ji bo herêma peravê kir, têkildarî seferberiya alîkariyê ya Heyva Sor a Kurd û rewşa gelê ku li bajarên peravê dijîn ji ajansa me re axivî.

BI KÊFXWEŞIYEKE MEZIN HATIN PÊŞWAZÎKIRIN

Şirîn Silêman Xelîl diyar kir ku ji ber komkujiya li dijî Elewiyên li peravê dijîn ziyaneke mezin gihîşt wan û got, “Ji ber komkujiyan tirseke mezin di nava civaka Elewî de heye. Ziyanên mezin ên madî û jiyanî dîtin. Ji ber komkujiyan nikarin ji malên xwe derkevin û nikarin pêdiviyên xwe yên jiyanê bi cih bînin. Zarokên wan naçin dibistanê û ji bo lîstikê jî dernakevin derve.”

Şirîn Silêman Xelîl anî ziman ku Heyva Sor a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji hêla Elewiyan ve bi kêfxweşiyeke mezin pêşwazî hat pêşwazîkirin û wiha berdewam kir: “Di serdana me ya yekem a li peravê de me bi erênî pêşwazî kirin. Daxwaz û bendewariya wan ji Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ew bû ku ev alîkarî û hevgirtin berdewam bike.”

‘EM HER TIM JI ALÎKARIYÊ RE AMADE NE’

Şirîn Silêman Xelîl destnîşan kir ku Heyva Sor a Kurd alîkariyên mirovî weke erk û berpirsyarî dibîne û wiha pêde çû: “Em bi gelek saziyên alîkariyê yên herêmê re di serî de Kongra Star û saziya alîkariyê ya Mezopotamya re di nava diyalogê de ne. Ji ber pêwîstiyên civaka Elewî me biryar da ku em alîkariyê bigihînin peravên deryayê. Niha pêwîstiya Elewiyan bi alîkariyê û hevgirtinê heye.”

‘ASTENGÎ VALA DERKET’

Şirîn Silêman Xelîl da zanîn ku karwanê alîkariyê yê ewil rastî astengiyan hat û wiha dewam kir: “Hikûmeta Şamê nehişt ku em bi logoya Heyva Sor a Kurd alîkariyê derbasî peravê bikin. Li ser vê yekê me logoyên xwe rakirin. Weke Heyva Sor a Kurd, armanca me ew bû ku ji logoyan wêtedir, em alîkariyê bigihînin Elewiyan û di vî alî de em gihîştin armanca xwe. Karwanê ewil gelek caran di lêgerînê de derbas bû. Em li dijî lêgerînan jî derneketin. Ji ber ku daxwaza me gihandina alîkariyê bû. Me nikarîbû Elewiyan bi tenê bihêlin. Prosedurên wan ji bo me ne pirsigrêk bûn, lê me astengiyên wan vala derxist.

‘DIVÊ RÊXISTINÊN ALÎKARIYÊ YÊN NAVNETEWEYÎ PIŞTGIRIYA HEYVA SOR A KURD BIKIN’

Şirîn Silêman Xelîl diyar kir ku wan bi karwanê alîkariyê yê ewil re alîkarî gihandine nêzî 60 gundan û wiha got: “Me girîngî da wan kesên ku rastî komkujiyê hatin û di tengasiyên aborî de bûn. Mebesta min ji alîkariya mirovî ne tenê piştgiriya aborî ye, mebesta min piştgiriya manewî ye.”

Şirîn Silêman Xelîl anî ziman ku divê sazî û rêxistinên alîkariyên mirovî yên navneteweyî çavên xwe ji komkujiyan re negirin û alîkariyên mirovî bikin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Pêwîste rêxistinên navneteweyî yên alîkariyên mirovî hem guh bidin şahidiya Heyva Sor a Kurd û hem jî rasterast bi Elewiyan re di nava diyalogê de bin. Em dikarin bi diyalogê alîkariyê bigihînan wan. Bi sed hezaran mirov li bajarên peravê li benda alîkariyê ne. Ne pêkan e ku Hevya Sor a Kurd pêwîstiyên wan tevî bi tenê bi cih bîne. Ji ber vê yekê divê rêxistinên navneteweyî yên alîkariya mirovî piştgiriyê bidin Hevya Sor a Kurd.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN TEBQA

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê ROJEVA 13’Ê NÎSANA 2025’AN
Nûçeya Pişt re Şehîd Yekbûn Şoreş bû nîşaneya jiyana rast
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Şêniyên Dirbêsiyê 14 saliya şoreşê pîroz kir

Salvegera 14‘emîn a Şoreşa Rojava ya 19‘ê Tîrmehê bi şahiyekê  li bajarê Dirbêsiyê hat pîrozkirin.…

Ji aliyê Stêrk TV

Li Serhedê Newroz hat pîrozkirin

Agirê Newrozê bi dirûşma “Newroza Azadî û Yekitiya Demokratîk” li Ebax û Bêgiriyê hat pêxistin.

Ji aliyê Stêrk TV

Li Mexmûrê coşa pîrozbahiya salvegera damezrandina PKK’ê

Li Wargeha Penaberan a Mexmûrê 47’emîn salvegera damezrandina PKK’ê bi coş û kelecanek mezin hat…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

Daxwaza berdana girtiyan hat kirin: Divê aştî pêşî di deriyê girtîgehan re derbas bibe 

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Di teqîna kargeha Îzmîrê de 16 karkeran jiyana xwe ji dest dan

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Li Qersê ji bo girtiyan çalakî: Heta zindan vala nebin aştî pêk nayê!

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Parlamentera DEM Partiyê Dîlan Kunt Ayan: ‘Abdullah Ocalan koordînatorê pêvajoyê ye’

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?