Pêncşem, 17 Îlon 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Selçûk Mizrakli: Divê civak paşeroja xwe ava bike, ne li bendê bisekine

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li zozanan Gulsima koçer, li çiyayan gerîlaya azadiyê Rojda

    Ji aliyê Stêrk TV

    Malbata Mazlûm Rizgar Diyar: Em ê xwedî li têkoşîn û bîranîna şehîdên xwe derkevin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Koker: Ji bo Komara Demokratîk hewceyî bi yekîtiyeke muxalîf a xurt heye

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 17’Ê ÎLONA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hevserokê PJAK’ê ji ber tevlîbûna greva giştî spasiya gel kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Li quntara çiyayê Qendîlê gundek li nava dîrok û xwezayê: Sînemok

    Ji aliyê Stêrk TV

    Berwarî: Kurd li şûna hesabên hêzên herêmî divê îrade û stratejiyeke hevpar biafirînin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bavê Jîna Emînî bi peyamekê spasiya gelê Kurd û gelên Îranê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hevpeymaniya Hêzên Siyasî ya Rojhilatê Kurdistanê serkeftina greva giştî ragihand

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Erdîşê daxwaza perwerdeya bi zimanê dayikê: Aştî bi wekheviyê destpê dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    PJAK, YRK û HPJ’ê serdana şehîdgehê kirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Platforma JÎNA’yê banga domandin û xurtkirina têkoşînê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Malbatên Dadxwaz û Rêxistinên Jinên Rojhilat serdana gorên şehîdan kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çalakiyên Jin, Jiyan, Azadî: ‘Rêxistinbûna me, azadiya me ye’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şehîdên şoreşa ‘Jin, Jiyan, Azadî’ hatin bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Bi hêza xweparastinê wê şoreşa Jin, Jiyan, Azadî bi ser bikeve’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Platforma Jinên Rojhilatê Kurdistanê banga tevlîbûna greva giştî kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Lîstikvan Merve Asya Ozgur: Hunermendên Kurd azad bibe, hunermendên Tirk jî wê qezenç bikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Marsîlya xwe ji bo Festîvala Çanda Kurd a Sînan Dersim a 6’emîn amade dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji KJAR’ê pirtûka ‘Pêtên Kolanan’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Bordeauxê 1’emîn Festîvala Çanda Kurd a Aquitaine hat lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    TEV-ÇAND: Zimanê me hebûna me ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Albuma ‘Hevala Min’ a Komara Amara derket

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Baregeha KDP-Î ya li Hewlêrê hate bombekirin
Li Zaxoyê jinek hate kuştin
Li zindana Kobanê şewat derket
Heyeta DEM Partiyê wê di 14’ê Îlonê de biçin Îmraliyê
Li Germiyanê mirina bi guman a jinekê
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojava > MSD’ê civîna xwe ya asayî lidar xist
Rojava

MSD’ê civîna xwe ya asayî lidar xist

Di civîna asayî ya Meclîsa Giştî ya MSD'ê de di avakirina Sûriyeya nû, afirandina pirên baweriyê û xurtkirina nasnameya neteweyî de rola MSD'ê hate destnîşankirin.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 14. Nîsan 2025 Dema xwendinê: 3 dq.
Parvekirin

Meclîsa Giştî ya Meclîsa Sûriyeya Demokratîk (MSD) civîna xwe ya asayî li bajarê Hesekê li dar xist. Di civînê de hevseroketiya MSD’ê, endamên Meclisa Giştî û serokên partî û hêzên siyasî yên di bin siya MSD’ê de amade bûn û geşedanên li ser asta Sûriyeyê, guhartinên herêmî û navneteweyî û rola MSD’ê di vê qonaxê û qonaxa bê de, nîqaş kirin.

Di serî de guhartinên heyî û têkçûna hevsengiya geosiyasî û bandorên wan li ser Sûriyeyê hatin gotûbêjkirin. Beşdaran diyar kir ku pêwîste bi nêrîneke niştîmanî ya giştî li gorî hêviyên gelê sûriyeyê dan û standin bi van guhertinan re were kirin.

Girêdayî mijarê hevserokê MSD’ê Mehmûd El Mislet diyar kir ku “Danezana destûrî” nûnertiya pêkhateyên Sûriyeyê û xwezaya pirreng a civaka Sûriyeyê, nake û got: “Gelê Sûriyeyê li hemberî paşguhkirin û cudakirinê rabû, nabe beşeke mezin ji gelê Sûriyeyê dîsa were paşguhkirin.”

El Mislet diyar kir ku MSD’ê weke pira siyasî ya di navbera pêkhateyan de û hêza ajo ya ber bi guhertina siyasî ya aştiyane û demokrasî ve xwedî rola sereke ye.

Hevseroka MSD’ê Leyla Qereman diyar kir ku di vê qonaxê de pêdivî bi yekkirina kedê û pêşîgirtina li fitneyên di navbera pêkhateyan heye û got: “Pêdiviya Sûriyeyê ji her demê zêdetir bi guhartina siyasî ya giştî, diyaloga nîştîmanî û lihevkirinan heye. Her lihevkirina di navbera Sûriyeyiyan de dikeve xizmeta yekitiya pêkhateyên Sûriyeyê. Ji bo avakirina Sûriyeya nû ku tevahî pêkhateyan di nav xwe de bihewîne, avakirina pirên baweriyê û xurtkirina nasnameya niştîmanî pêwist in.”

Leyle Qereman wiha domand: “MSD’ê çarçove û hevbendiya niştîmanî ye, dikare rola xwe di vê qonaxa yestiyar de bilîze û dikare bi tevahî hêzan re ji bo avakirina Sûriyeya nû pêywendiyan bike.”

Beşdarên civînê axivîn û girîngî da pêkanîna agirbestê li seranserî Sûriyeyê, pêşîgirtina hewldanên veguhastina Sûriyeyê ji bo qada şerên herêmî û navneteweyî û amadekirina zemîneke aram ji bo her pêvajoya siyasî ya pêşerojê.

Di nîqaşan de bal li ser teşeya dewleta pêşerojê ya Sûriyeyê, xwezaya sîstema siyasî ku tê de mafên tevahî Sûriyeyiyan misogerkirî bin hat kişandin. Beşdaran anî ziman ku hem pirrengiya neteweyî, hem olî û siyasî di “Danezana destûrî” û avakirina hikumeta Sûriyeya nû de hatin paşguhkirin. Her wiha hat destnîşankirin ku nebûna nûnertiya rasteqîn a tevahî pêkhateyan parçekirinê kûr dike û li dijî nêrîna avakirina dewleta demokratîk a nûjen a xwe dispêre hemwelatîbûna wekhev, adalet û pirrengiyê. Ji lewre divê pêvajoya siyasî ji nû ve li gorî bingehên nû û giştî werin sazkirin.

Hevseroketiya MSD’ê encamên serdanên li Şamê û hevdîtinên bi gelek hêzên siyasî yên li Sûriyeyê re kirine, her wiha civînên bi Wezîra karên Derve ya Almanya, şandeyên dîplomasî yên li Ewropa, Misir, Amerîka hatine kirin, pêşkêş kirin û ew bi erênî û berhemdar wesif kirin.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HESEKÊ

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Çareseriya gengeşeyê
Nûçeya Pişt re ROJEVA 14’Ê NÎSANA 2025’AN
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Girtiyan nerazîbûn nîşanî darvekirina Nejad Heydaranlû dan

Girtiyên siyasî ku 'Kampanya Na ji Darvekirinê re ya Rojên Sêşemê' lidar dixin, diyar kirin…

Ji aliyê Stêrk TV

ROJEVA 21’Ê NÎSANA 2025’AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

Ji aliyê Stêrk TV

Îrade û heqîqeta gelê Kurd ji hemû metirsiyan mezintir e

Endama Konseya Serokatiya Giştî ya KCK'ê Sozdar Avesta bang li tevahiya gelê Kurdistanê kir ku…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojava

Di bûyera girtîgehê ya Kobanê de hejmara şehîdan gihîşt 10’an

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Li Rimêlanê salvegera 23’yemîn a PYD’ê hat pîrozkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Mazlûm Ebdî li ser ewlehiya Kobanê bi fermandarê Helebê re civiya

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Girtiyên hatine berdan: Me êşkence li girtîgehên Hikûmeta Demkî dît

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?