Şemî, 27 Hezîran 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Hunermendekî ji vîna hevjiyana azad a gelan re bû kaniya jiyanê: Kadîr Înanir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Karwanê Dayikan Tanja: Divê em ne li şer, li ser aştiyê hûr bibin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hunermend Serhedo hat binçavkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kadîr Înanir jiyana xwe ji dest da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Gimgimê nobeta JES’ê di roja 55’an de ye: Gundiyên Tatanê nobetê dewr girtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji ber abonetiyê derbarê du rojnamevan de lêpirsîn hat destpêkirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Nobeta edaletê ya Şirnexê di hefteya 4’emîn de ye: Daxwaza aştiyê ne sûc e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo ‘Mîtînga Azadiyê’ ya li Amedê li gelek bajaran bang hate kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Alimên olî: Di pêvajoyê de samîmiyet û edalet divê!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şêrejina Nisêbînî ‘Hêvî’ya Kurdistaniyan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dayika Aştiyê Behiye Sevîm jiyana xwe ji dest da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Colemêrgê kolberan qala êşkence û destdirêjiyê kirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Rêxistinên mafên mirovan ji bo Nana Xanim Babazade banga parastina neteweyî kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Stûna jiyan û têkoşînê: Dilovan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Navenda Hevgirtina Jinê ya Binevş li Geverê hat vekirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çalakiya rûniştinê ya TJA’yê di roja sêyemîn de ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Rihayê jinek ji aliyê hevjînê xwe ve hate kuştin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Swîsreyê amadekariya Festîvala Jinan a Sakîne Cansiz bi dawî bû

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    MED-RA Dersim di Festîvala Muzîkê ya Cenevreyê de derket ser dikê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo piştgiriya YPJ’ê pêşangeheke fermî hate vekirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    FilmAmed destpê dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Pirtûka nû ya Zekî Bayhan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Bermal Çem strana ‘Evîna Ararat’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji nivîskar Ehmedê Sedef pirtûka ‘Mem – Alan Kurdî’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • AMED
  • STENBOL
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Cezayê girtîgehê yê heta bi hetayê li aktîvîstên Belûc hate birîn
Di bin siya şer de Îran û Rojhilatê Kurdistanê-III
Li Kendava Hurmuzê dronên Îranê hatin xistin
Hewldana provokasyonê ya li gundê Aşmê yê Kobanê hate astengkirin
Li Dihokê 2 drone hatin xistin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > ‘Netewe dewletê dostaniya gelan ji holê rakir’
Rojane

‘Netewe dewletê dostaniya gelan ji holê rakir’

Prof. Dr. Îzzettîn Onder anî ziman ku ji bo pêvajoya nû bi rengekî erênî bi dawî bibe divê hin şert û merc bêne afirandin û got, "Derbasbûna li nava sîstema rêveberiya netewe dewletê, dostaniya navbera gelan heland."

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 22. Nîsan 2025 Dema xwendinê: 6 dq.
Parvekirin

Piştî axaftina lîderê MHP’ê Devlet Bahçelî ya li Meclîsê ku di Cotmeha 2024’an de kir, li ser mijara çareseriya meseleya Kurd nîqaş li ser pêvajoyeke nû hate kirin. Bi taybetî bi ‘Banga Aştî û Civaka Demokratîk’ re ku Rêber Apo di 27’ê Sibatê de kir, ev nîqaş derbasî asteke nû bû.

Li Tirkiyeyê yek ji pisporên aboriya Marksîst Prof. Dr. Îzzettîn Onder ji ANF’ê re nirxand bê divê pêvajoya nû çawa be û mirov li çi baldar bin.

‘HEVGIRTINA LI MECLÎSA DESTPÊKÊ BI MECLÎSA DUYEMÎN RE XERA BÛ’

Îzzettîn Onder anî ziman ku meseleya esasî ya pirsgirêka Kurd salên dûr û dirêj helwesta redkirinê bû û got, “Destpêkeke hêja ye ku ev mesele bi nêta çareseriyê tê nirxandin. Di vê rêyê de divê hewl bê dayin. Em hêvî bikin ku hemû alî gavên pêwîst biavêjin û bi encameke guncaw û mayinde hem ji bo aştî û aramiya li Rojhilata Navîn hem jî ji bo aliyan mohr li binê destketiyên girîng bê danîn.”

Onder diyar kir ku piştî belavbûna Împaratoriya Osmanî hemû civakên ser bi Osmanî ve dewletên xwe ava kirin, lê belê gelê Kurd li derveyî vê pîvanê ma û destnîşan kir ku bi avabûna Tirkiyeyê re Kurd li pişt hate hiştin.

Onder got, “Eger em bala xwe bidin pêvajoya derbasbûyî wê were dîtin ku gelên Tirk û Kurd ên ku di dema împaratoriyê de bi xwişk û biratiyê dijiyan, bi avabûna komarê re li şûna sîstema rêveberiyê ya împaratoriyê sîstema rêveberiyê ya unîter û netewe dewletê hate bicihkirin. Yanî ji ber ku meşandina sîstema berê nepêkan bû, pirsgirêkên civakî rû dabûn. Bi belavbûna împaratoriyê re hemû civakên ser bi împaratoriyê ve dewletên xwe ava kirin, gelê Kurd li derveyî vê pîvanê ma, her wiha ji bo rizgarkirina welatê xwe ji dagirkeriyê û bidestxistina serxwebûnê, bi feraseta welatîbûnê bi dil û can hewl dan.”

Onder diyar kir ku hevgirtina li Meclîsa Destpêkê piştî serketina li Şerê Rizgariyê di Meclîsa duyemîn de ber bi ‘miletê Tirk’ hate veguherandin û sîstema eyaletê ya dema Osmanî bi Komarê re hate tinekirin, vê yekê jî pirsgirêk bi xwe re anî.

Onder bi dewamî got, “Di hin rewşan de dewlet û gel hatin hemberî hev. Li gel van pirsgirêkan destwerdana hin hêzên biyanî, di rûniştandina sîstema rêveberiyê ya unîter de hin pirsgirêkên cidî bi xwe re anî. Sîstema rêveberiyê ya unîter û berxwedêriya li hemberî otorîteya navendî bû sedem ku erka dewletê dem bi dem hêzê bi kar bîne û vê yekê dostaniya dostaniya navbera gelan ji holê rakir.”

Prof. Dr. Îzzettîn Onder destnîşan kir ku piştî Tirkiye derbasî nava sîstema dewletê ya unîter û netewe dewletê bû, dostaniya navbera gelan heliya û got, “Ev cihêbûn di asta pêşketinê de cuda bû. Li herêmên rojavayî ku ji aliyê aborî ve pêşketin lê hate kirin gel li hev kir, li herêmên ku ji aliyê aborî ve li paş hate hiştin jî vê cudahiyê xwe bi şênberî nîşan da.”

‘JI BO ÇARESERÎ MAYINDE BIBE DIVÊ HIN ŞERT Û MERC BÊNE AFIRANDIN’

Onder destnîşan kir ku ji bo pêvajoya nû mayinde bibe û bi ser bikeve divê hin şert û merc bêne avakirin û got, “Bi dîtina min serketina vê carê ya pêvajoya çareseriyê bi van şert û mercan ve girêdayî ye:

– Divê herdu alî pirsgirêkan û pêşniyarên çareseriyê bi şênberî ji gelan re vebêjin û ji bo qebûlkirineke giştî kar bikin.

– Hin pirsgirêkên heyî bi sîstema unîter çareser nabin, bi derbasbûna li nava sîstemeke federatîf an jî konfederatîf dikarin çareser bibin. Lewma divê avakirina rêveberiyeke nû ya bi vî rengî bi berfirehî bê plankirin û ji gelan re bê vegotin.

– Di avakirina rêveberiya nû de yekîtiya ziman, yan jî mijarên yekîtiya perwerdeyê, bi taybetî jî mijara perwerdeya bi zimanê dayikê divê bê çareserkirin û rê û rêbazên vê yekê bêne destnîşankirin.

– Li welatê me ku bi derengî kapîtal3ıst bû, di danheviya sermayeya kevn de divê nêzîkatiya wekhev li welatiyan bê kirin û ev yek jî bi qanûnî û rêveberiyê bê garantîkirin. Cemawerî û rêveberî di vê mijarê de divê gavên mînak biavêjin.

– Di nava welatiyan de bêyî ku cudahiya herêmî yan jî zimanî bê kirin, li nava beşên cemaweriyê û taybet de atmosfereke lihevkirinê bê afirandin. Di mijara zimanên cuda de eger mîna Swîsreyê wê lihevkirin baştir bibe, yan jî bi zimanekî netewe dewletê wê lihevkirin pêk were, ev mijar divê bi wêrekî bê qebûlkirin, ji hemû derdoran re bê ragihandin û bi qanûnan bê ewlekirin.”

Onder destnîşan kir ku serketina vê pêvajoyê bi wan şert û mercan dibe ku alî hevdu nexapînin û nekevin bin bandor û zexta emperyalîstan.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê ROJEVA 22’Ê NÎSANA 2025’AN
Nûçeya Pişt re Serpêhatiyên ku bi tabloyan tên nîşandan
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Saziyên çand û zimanê Kurdî: Em înkarê qebûl nakin

Saziyên çand û zimanê Kurdî diyar kirin ku ew di sedsala duyemîn a komarê de,…

Ji aliyê Stêrk TV

Nûçeyên li ser Kongreya PKK’ê

PKK'ê encamnameya kongreya xwe ya 12'emîn eşkere kir. Nûçe, analîz, dîmen û wêneyên têkildarî kongreyê...

Ji aliyê Stêrk TV

‘Hêzên Ewlekariya Hundir-Jin ewlehiya civakî pêk tînin’

Hevseroka Meclisa Rêveber a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Evîn Siwêd Konferansa Hêzên Ewlekariya Hundir-Jin a…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

Hunermendekî ji vîna hevjiyana azad a gelan re bû kaniya jiyanê: Kadîr Înanir

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Ji Karwanê Dayikan Tanja: Divê em ne li şer, li ser aştiyê hûr bibin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Komeke din a dîlgirtiyên QSD’ê hat berdan

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Hunermend Serhedo hat binçavkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?