Sêşem, 22 Îlon 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Li Girtîgeha Eskîşehîrê girtiyek bi awayekî bi guman jiyana xwe ji dest da

    Ji aliyê Stêrk TV

    DEM Partî: Em di rojên pêş de li benda geşedanên girîng ên nû ne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji KNK’ê daxuyaniya têkildarî yekkirina hêzên pêşmerge

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Zanîngeha Egeyê êrîşa polîsan li ser xwendekaran: Gelek kes hatin binçavkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo şehîdên azadiyê li Mexmûrê çalakiya bîranînê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Cînayeta kar: Her meh nêzîkî 8 zarok jiyana xwe ji dest didin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    NY’ê hişyarî da: Dibe ku li Yemenê bi sed hezaran kes ji cih û warên xwe bibin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Mexmûrê bi girseyî serdana konê sersaxiyê ya ji bo Şehîdên Azadiyê hat kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Cenazeyên 2 şehîdan ên li Kilyosê hate wergirtin li Kanîreşê hate veşartin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Taziyeya ji bo Şehîd Dîlan Şirnex bi girseyî hate ziyaretkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Heyeta leşkerî ya Iraqê li Şengalê ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Xelkê herêma Cizîrê ji bo perwerdeya bi Kurdî berê xwe da Qamişloyê

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Li Îranê cezayê darvekirinê ji bo xwendekara zanîngehê Necme Emînî hat dayîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Dîlokê jinek hate qetilkirin, 4 kes birîndar bûn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dayika Şemiyê Guzel Şahîn li ser gora xwe hat bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    PAJK’ê fermandara gerîla ya şehîd Dîlan Şirnex bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Zekiye Dêrazor: Min li çiyayên Kurdistanê wêrekiya xwe nas kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jinan li Stenbolê ji bo Jîna Emînî çalakî li dar xistin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Sînemavanên Kurd ên li Ewropayê li Komxebatê hatin cem hev

    Ji aliyê Stêrk TV

    Filmê ‘Jin Jiyan Azadî’ çîroka gerîlayên jin li çiyayên Kurdistanê vedibêje

    Ji aliyê Stêrk TV

    Lîstikvan Merve Asya Ozgur: Hunermendên Kurd azad bibe, hunermendên Tirk jî wê qezenç bikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Marsîlya xwe ji bo Festîvala Çanda Kurd a Sînan Dersim a 6’emîn amade dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji KJAR’ê pirtûka ‘Pêtên Kolanan’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Bordeauxê 1’emîn Festîvala Çanda Kurd a Aquitaine hat lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Minbicê teqîn: Kesek jiyana xwe ji dest da
Baregeha KDP-Î ya li Hewlêrê hate bombekirin
Li Zaxoyê jinek hate kuştin
Li zindana Kobanê şewat derket
Heyeta DEM Partiyê wê di 14’ê Îlonê de biçin Îmraliyê
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojava > ‘Em ê rêya heqîqetê bişopînin’
Rojava

‘Em ê rêya heqîqetê bişopînin’

Nûçegihana Radyoya ŞEHBA FM, Zîlan Hemûş diyar kir ku ew ê xebatên xwe hîn xurttir bimeşînin got, “Hevrêyên me yên şehîd Nazim Daştan, Cîhan Bilgîn û Egîd Roj bi qehremantî û têkoşîn şopandin, em ê jî rêya hemû hevrêyên xwe yên şehîd bişopînin.”

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 22. Nîsan 2025 Dema xwendinê: 4 dq.
Parvekirin

Di dîroka Rojnemevaniya Kurdî de, rojnamevanî her tim bi kedkarî û heqîqetê re hate naskirin. 22’yê Nîsana 1898’an Miqdad Midhed Bedirxan li Qahîre yekemîn rojnemeya bi navê Kurdistan ava kir. Ew dîrok û ew bingeha ku ji wê demê ve hate danîn, heta roja îro weke mîrasek tê dîtin. Di şoreşa Rojava de hate dîtin ku çawa bi dehan rojnamevanan ji bo şopandina heqîqetê canê xwe feda kirin.

Yek ji dezgehên Çepemeniya Azad ku li ser bingehê heqîqet û şopandina rêya şehîdan hatî avakirin, Radyoya ŞEHBA FM a li Helebê ye. Nûçegihana Radyoya Şehba FM Zîlan Hemûş bi boneya roja rojnemevaniya Kurdî ji ANF’ê re axivî û ev roj li hemû rojnemevan û şopînerên heqîqetê pîroz kir.

Zîlan Hemûş di despêka axaftina xwe de bal kişand ser avabûna Radyoya ŞEHBA FM û wiha got, ”Radyoya ŞEHBA FM di çileya 2023’yan de dest bi tecrubeyê kir û 6 mehan berdewam kir. Di despêka avabûna radyoyê de em tenê 5 kes bûn, me li ser wê esasê perwerde û amadekarî ji bo xebatê dikir. Li wir ji ber erdheja ku di wê demê de rûdaye karê radyoyê dereng ket. Piştî wê bi awayekî fermî di 1’ê Hezîrana 2023’yan de Radyoya ŞEHBA FM dest bi weşan û xebata xwe kir. Hejmara me ewqas bû û em bi hemû karên radyoyê radibûn. Piştî demekê hejmara xebatkaran zêde bû û niha hejmara xebatkarên Radyoya ŞEHBA FM bûne 8 kes û herî zêde jî jin têde cih digirin.”

Zîlan anî ziman ku cara yekem e ku Radyoyek bi vî rengî li Heleb tê vekirin û wiha domand, ”Dema ku cara destpêkê li Helebê radyoyek bi vî rengî hate avakirin, di xebatên wê de jî gelek zehmetî hatin kişandin. Ji ber ku di wê demê de rejîma Baas ambargo li ser her du taxan ferz kiribû. Ji bo wê jî herî zêde di warê teknîk de zehmetî dihatin kişandin. Lê xebatkarên radyoyê ev yek ji xwe re ne kirin bend û li ser esasê pêşxistina xebatê û weşangeriyê xebata xwe kirin. Xebata Radyoya ŞEHBA FM a rojana bi vî awayî dimeşe, her saet kurtenûçe bi zimanê Erebî û Kurdî tê dayîn. Her wiha di rojê de du caran di seetên nîvro û êvarê de bultenên nûçeyan bi zimanê Erebî û Kurdî tên pêşkêş kirin. Li kêleka wê li gorî rojeva herêmê dosya tên amadekirin û piştî bultena nûçeyan tên dayîn.”

Zîlan Hemûş îşaret bi rola jinê ya di xebatên radyoyê de kir û ev tişt bilêv kir: ”Di radyoya ŞEHBA FM de hejmara jin zêdetir e, tê dîtin ku di her saziyekê de jin rola xwe zêdetir dilîze. Di radyoyê de jî ev yek tê kirin, xebatkarên jin di hemû xebatên radyoyê de cih digrin, weke amadekirina nûçeyan, teknîk, pêşkêşkirina bultenên nûçeyan û hwd rola xwe dilîze û rengê jin di vir de dide pêş. Di weşana xwe de em her tim derxistina rengê jinê ji xwe re esas dibînin, her wiha ev radyo weşangeriya xwe li ser asta bajarê Helebê û Şehba dikir. Li aliyeke din beriya koçberiya Gelê Efrîn a ji Şehbayê, berxwedana jinên li kampan jî di weşana me de cih digirt.”

Nûçegîhana Radyoya ŞEHBA FM Zîlan Hemûş soza şopandina xeta şehîdan da û got, ”Weke xebatkarên Radyoya ŞEHBA FM, em ê xebata xwe hîn xurttir bikin û bidin meşandin. Hevrêyên me yên şehîd Nazim Daştan, Cîhan Bilgîn û Egîd Roj bi qehremantî û têkoşîn şopandin, em ê jî rêya hemû hevrêyên xwe yên şehîd bişopînin.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HELEB

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê YRJ’ê têkildarî roja Rojnamevaniya Kurd daxuyanî da
Nûçeya Pişt re Roja pêkhatina Kongreya Neteweyî ya Rojavayê Kurdistanê diyar bû
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Şandeya jinan a ji Hindistanê serdana Amarayê kir

Nûnerên saziyên jinan yên ji Hîndîstanê hatin, serdana mala Rêber Apo ya li Amarayê kirin.

Ji aliyê Stêrk TV

Konseya Ewlekariyê ya NY’ê kom bû, tenê fikarên xwe parve kir

Gelek endamên Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî (NY) ku li ser daxwaza Îranê li kombûn,…

Ji aliyê Stêrk TV

Konvoyeke din a gel ber bi Tişrînê bi rê ket

Çalakiya berxwedana nobedê ya li Bendava Tişrînê ku li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojava

Li Rojava çalakiyên ji bo zimanê Kurdî berdewam dikin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Gelê Rojavayê bi daxwaza perwerdeya bi zimanê zikmakî çalakî li dar xistin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Li Minbicê teqîn: Kesek jiyana xwe ji dest da

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Şehîd Diyar Xemgîn bi merasîmeke girseyî hat veşartin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?