Duşem, 10 Tebax 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Pêşnûmeya ‘Qanûna Çarçoveyê li Civata Giştî ya Meclîsê ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    EFFP: Mercên eslî yên aştiyê muzakere, naskirina hev û muxatabiya siyasî ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tahmaz: Li gel kêmasî û şaştiyên xwe jî Qanûna Çarçoveyê girîng e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Parêzerê Îtalî: Diyarnekirina statuya Ocalan pirsgirêkeke girîng e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Demîrtaş û Mizrakli peyama ‘pêvajoyê’ ji Lîjneya Giştî re şandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Pêşnûme ‘Qanûna Çarçoveyê’ sibe dikeve roja Civata Giştî ya Meclîsê

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Ji HPG’ê daxuyaniya têkildarî Selahattîn Gungen û Îzzet Batmaz

    Ji aliyê Stêrk TV

    Huseyîn Denîz di salvegera 34’emîn a qetilkirina xwe de hat bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rêveberiya Tevgerê: Qanûn bi rêvebirina Rêber Apo dikare bi cih bê anîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kontrayê dest wî di şehîdkirina 4 gerîlayên li Mehabadê de hebû hat cezakirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kete: Polîtîkayên şerê taybet ên li dijî Dersimê bi qirkirina çandî kûrtir dibe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jiyaneke bi sirgûn, êşkence û windahiyan re derbas bû: ‘Ez naxwazim bêyî ku aştiyê bibînim bimrim’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Li girtîgehên Îranê zexta li ser girtiyên jin zêde dibe

    Ji aliyê Stêrk TV

    JINNEWS: Meha Tîrmehê 25 jin û zarokek hatin kuştin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Em ê nehêlin kuştina jinan di taritiyê de bimîne’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tevgera Jinan a Pêncşêr: Talîban girtin û înfazên girseyî dewam dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Girtîgeha Qerçekê binpêkirinên mafan ên li hemberî jinên girtî

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Em ê dest ji daxwaza xwe ya ji bo azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan bernedin’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Amadekariyên ji bo 34’emîn Festîvala Çanda Kurd a Navneteweyî bi dawî bûn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Festîvala Çand û Xwezayê ya Depê banga aştî û civaka demokratîk

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hejmara Tebaxê ya Komînal derket

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di Festîvala Kurd de konsepta nû

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Ev mîrate bi berxwedanê hate afirandin, em ê xwedî lê derkevin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Festîvala Çand û Xwezayê ya Mûnzûrê bi meşê destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Silêmaniyeyê jinek hate kuştin
Bi 2 dronan êrîşî gundekî Dûkanê hat kirin
Li Sûriyeyê di rojekê de 11 kes mirin
Li Hewlêrê droneyên Îranê hatin xistin
Rejîma Îranê xwepêşanderek din bi darve kir
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojava > Di Roja Rojnamevaniya Kurdî de xelatên çapemeniyê hatin dayîn
Rojava

Di Roja Rojnamevaniya Kurdî de xelatên çapemeniyê hatin dayîn

Bi boneya Roja Rojnamevaniya Kurdî bi pêşengiya Yekitiya Ragihandina Azad (YRA) li Navenda Mehemd Şêxo ya Çand û Hunerê ya Qamişloyê çalakî hat lidarxistin.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 22. Nîsan 2025 Dema xwendinê: 3 dq.
Parvekirin

Bi boneya 22’yê Nîsanê Roja Rojnamevaniya Kurdî, YRA`ê li Navenda Mehemd Şêxo ya Çand û Hunerê ya Qamişloyê çalakiyek li dar xist û Xelatên Kedê yên Şehîd Mezlûm Bagok belav kirin. 

Gelek rojnamevan, endamên dezgehên ragihandinê yên xwecihî û navneteweyî yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê kar dikin, beşdar bûn.

Piştî deqeyeke rêzgirtinê, kurtefîlmek der barê dîroka rojnamegeriya Kurdî de hat pêşkêşkirin û piştre helbestvan Ferhad Merdê helbest xwendin.

Hevserokê Yekitiya Ragihandina Azad Dilyar Cizîrî axivî û got: “Em minetdar û deyndarên şehîdên ragihandina azad in û soza şopandina rêya wan didin.”

Dilyar Cizîrî her wiha got: “Medyaya Kurdî xwedî mîrateyeke dewlemend e û pêşketina wê ne hêsan bû, rojnamegerên jin û mêr di vê pêvajoyê de roleke bingehîn lîst û îro jî erka wan e ku vê rola xwe berfireh bikin.”

Berdevka Yekitiya Ragihandina Jin Arîn Siwêd jî diyar kir ku qada medyaya kurdî ne tenê qada mêran bû, lê di nava refên vê têkoşînê de dengê jinên wêrek derket holê. Wan jinan astengiyên civakî û siyasî şikandin û îspat kirin ku jinên Kurd di avakirina çapemeniya azad û serbixwe de xwedî roleke bingehîn in.

Arîn Siwêd wiha got: “Ji destpêkê ve jinên Kurd ne tenê beşdar bûn, lê her wiha çalak bûn, bi zanebûn û wêrek pirsgirêkên civaka xwe anîn ziman û nirx û nasnameya jinan parastin. “

Hevserokê Daîreya Ragihandinê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Ciwan Mela Îbrahîm jî diyar kir ku Bedirxaniyan mîrateyek ji rojnamegeriya Kurdî re hiştiye û Mazlûm Dogan ev meşale ji nû ve geş kiriye.

Mela Îbrahîm diyar kir ku yekemîn rojname li derveyî Kurdistanê derketiye. Ev yek nîşan dide ka çi qas zilm li gelê Kurd hatiye kirin û got: “Rojnamegeriya Kurdî bûye dengê berxwedan û têkoşînê û ev ked û têkoşîna rojnamegeran tu carî nayê jibîrkirin.

Piştî axaftinan YRA`yê ji bo keda wan a di qada rojnamegeriyê de xelatên rêzgirtinê diyarî Ronahî TV, rojnameya Ronahî, Rojava TV, Kanala El Yeûm, Ajansa North Press, Ragihandina Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) û Şîrketa Nefel a Belavkirina Medyayê kirin.

Koma Serdem jî di çalakiyê de çend stranên gelêrî û şoreşgerî pêşkêş kirin.

Di dawiya çalakiyê de malbata nûçegihanê Ajansa ANHA’yê şehîd Îsam Ebdullah û malbata şehîd Mezlûm Bagok, Xelatên Kedê pêşkêşî dezgehên ragihandinê kirin.

Dezgeh û kesên ku xelat wergirtine ev in; Ajansa Nûçeyan a Hawar (ANHA), rêveberê Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê Ramî Ebdulrehman, Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk û Ajansa Nûçeyan a Firatê (ANF) bûn.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Pakîstan di sê hefteyan de 100 hezar Efxanî dersînor kir
Nûçeya Pişt re Şîmel Çam: Em ji tenduristiya bavê xwe bi fikar in
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Li Civata Helbestên Kurdî ya Kirmaşanê strana Kurmancî bala beşdaran kişand

Li Civata Helbestên Kurdî ya Kirmaşanê straneke Kurmancî hate xwendin û stranê gelek bala beşdaran…

Ji aliyê Stêrk TV

Aldar Xelîl: Mîrateya têkoşîn û helwestên Muslim di bîranîn û rêwîtiya me de bimîne

Endamê Desteya Hevserokatiya PYD'ê Aldar Xelîl, der barê şehadeta siyasetmedarê Kurd Salih Muslim de peyama…

Ji aliyê Stêrk TV

HPG: Em Şoreş, Siyajîn, Elîşêr, Egîd, Ronî, Aram û Cernas Şemîr bi rêzdarî bi bîr tînin

Hêzên Parastina Gel (HPG) 6 gerîlayên ku sala 2019’an di berxwedana li dijî êrîşên dagirkeriyê…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Cîhan

Volkana Etna car din hişyar dibe: Alarma sor hate dayîn

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

EFFP: Mercên eslî yên aştiyê muzakere, naskirina hev û muxatabiya siyasî ye

Ji aliyê Stêrk TV
Cîhan

Ûkrayna li herêma Tataristanê xist: 12 mirî, 39 birîndar

Ji aliyê Stêrk TV
Cîhan

Bagera Dolphinê li Çînê gihîşt bejayiyê: Zêdetirî 1 milyon kes hatin veguhestin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?