Çarşem, 6 Gulan 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Girtî Sînan Bulbul piştî 33 salan hate berdan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dayikên Aştiyê wê serdana partiyên li Meclîsê bike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Saziyên Elewî li ber ‘Civîna Bilind a Pîran’ rabûn: Provokasyon!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji DEM Partî û DBP’ê peyamên bîranînê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rapora ÎSÎG’ê: Meha Nîsanê herî kêm 189 karkerî jiyana xwe ji dest dan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dîsa êrîşî Kampa Sûrdaş hate kirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Sozdar Avesta: Divê her kes bi berpirsyariyê rabe

    Ji aliyê Stêrk TV

    KCK: Ew ê di têkoşîna me de her hebin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Karasû: Em dixwazin êdî têkoşînê bi rêya siyaseta demokratîk bimeşînin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Koma 198’an nobeta Mexmûrê dewr girt: Divê dewleta Tirk gav bavêje

    Ji aliyê Stêrk TV

    PJAK’ê piştgirî da banga dayikên aştiyê ya li dijî darvekirinê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tevgera Apoyî: Divê statuya Rêber Apo diyar bibe û gavên hiqûqî bêne avêtin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    RONAK’ê piştgirî da banga Dayikên Aştiyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dayika Aştiyê Azîza Akdenîz jiyana xwe ji dest da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Îranê şert û mercên girtiyên jin gelekî xirab in

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rêxistina Serbixwebûna Jinê: Em piştgiriya tam didin YPJˊê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rewşa Nêrgiz Mihemedî krîtîk e: Di navbera mirin û jiyanê de ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    KJAR: Divê rol û mîsyona YPJ’ê were naskirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Têkoşîna tevgera Apoyî têkoşîna çand û ziman e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Moskowê çanda Kurdî di festîvala ‘Ruhê Rûsyayê’ de tê nîşandan

    Ji aliyê Stêrk TV

    4 hezar sal in nehatibû xwendin: Nivîsa Elamî hat deşifrekirin; gelo Elamî Kurd in?

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çavdêriya ji Festîvala Fîlmên Kurd a Dusseldorfê

    Ji aliyê Stêrk TV

    3’yemîn Festîvala Fîlmên Kurdî ya li Dusseldorfê bi merasîma xelatdayînê bi dawî bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nivîskara Kurd Meral Şîmşek beşdarî Festîvala Wêjeyê ya Munchenê dibe

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Dîsa êrîşî Kampa Sûrdaş hate kirin
Li Efrînê di mehekê de 8 kes hatin revandin
Zextên li ser malbatên girtiyên siyasî zêde dibin
Li Rojhilat 394 welatî hatin binçavkirin
Li Hewlêrê zarokan dayik û bavê xwe qetil kirin, cenazeyên wan mehekê li malê veşartin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojava > Di Roja Rojnamevaniya Kurdî de xelatên çapemeniyê hatin dayîn
Rojava

Di Roja Rojnamevaniya Kurdî de xelatên çapemeniyê hatin dayîn

Bi boneya Roja Rojnamevaniya Kurdî bi pêşengiya Yekitiya Ragihandina Azad (YRA) li Navenda Mehemd Şêxo ya Çand û Hunerê ya Qamişloyê çalakî hat lidarxistin.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 22. Nîsan 2025 Dema xwendinê: 3 dq.
Parvekirin

Bi boneya 22’yê Nîsanê Roja Rojnamevaniya Kurdî, YRA`ê li Navenda Mehemd Şêxo ya Çand û Hunerê ya Qamişloyê çalakiyek li dar xist û Xelatên Kedê yên Şehîd Mezlûm Bagok belav kirin. 

Gelek rojnamevan, endamên dezgehên ragihandinê yên xwecihî û navneteweyî yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê kar dikin, beşdar bûn.

Piştî deqeyeke rêzgirtinê, kurtefîlmek der barê dîroka rojnamegeriya Kurdî de hat pêşkêşkirin û piştre helbestvan Ferhad Merdê helbest xwendin.

Hevserokê Yekitiya Ragihandina Azad Dilyar Cizîrî axivî û got: “Em minetdar û deyndarên şehîdên ragihandina azad in û soza şopandina rêya wan didin.”

Dilyar Cizîrî her wiha got: “Medyaya Kurdî xwedî mîrateyeke dewlemend e û pêşketina wê ne hêsan bû, rojnamegerên jin û mêr di vê pêvajoyê de roleke bingehîn lîst û îro jî erka wan e ku vê rola xwe berfireh bikin.”

Berdevka Yekitiya Ragihandina Jin Arîn Siwêd jî diyar kir ku qada medyaya kurdî ne tenê qada mêran bû, lê di nava refên vê têkoşînê de dengê jinên wêrek derket holê. Wan jinan astengiyên civakî û siyasî şikandin û îspat kirin ku jinên Kurd di avakirina çapemeniya azad û serbixwe de xwedî roleke bingehîn in.

Arîn Siwêd wiha got: “Ji destpêkê ve jinên Kurd ne tenê beşdar bûn, lê her wiha çalak bûn, bi zanebûn û wêrek pirsgirêkên civaka xwe anîn ziman û nirx û nasnameya jinan parastin. “

Hevserokê Daîreya Ragihandinê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Ciwan Mela Îbrahîm jî diyar kir ku Bedirxaniyan mîrateyek ji rojnamegeriya Kurdî re hiştiye û Mazlûm Dogan ev meşale ji nû ve geş kiriye.

Mela Îbrahîm diyar kir ku yekemîn rojname li derveyî Kurdistanê derketiye. Ev yek nîşan dide ka çi qas zilm li gelê Kurd hatiye kirin û got: “Rojnamegeriya Kurdî bûye dengê berxwedan û têkoşînê û ev ked û têkoşîna rojnamegeran tu carî nayê jibîrkirin.

Piştî axaftinan YRA`yê ji bo keda wan a di qada rojnamegeriyê de xelatên rêzgirtinê diyarî Ronahî TV, rojnameya Ronahî, Rojava TV, Kanala El Yeûm, Ajansa North Press, Ragihandina Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) û Şîrketa Nefel a Belavkirina Medyayê kirin.

Koma Serdem jî di çalakiyê de çend stranên gelêrî û şoreşgerî pêşkêş kirin.

Di dawiya çalakiyê de malbata nûçegihanê Ajansa ANHA’yê şehîd Îsam Ebdullah û malbata şehîd Mezlûm Bagok, Xelatên Kedê pêşkêşî dezgehên ragihandinê kirin.

Dezgeh û kesên ku xelat wergirtine ev in; Ajansa Nûçeyan a Hawar (ANHA), rêveberê Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê Ramî Ebdulrehman, Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk û Ajansa Nûçeyan a Firatê (ANF) bûn.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Pakîstan di sê hefteyan de 100 hezar Efxanî dersînor kir
Nûçeya Pişt re Şîmel Çam: Em ji tenduristiya bavê xwe bi fikar in
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Li Hindîstanê germahiyên zêde bandor li ser tenduristiya mirov dike

Pisporan hişyarî dan ku li Hindîstanê germahiyên zêde bandoriyeke cidî li tenduristiya mirovan dike.

Ji aliyê Stêrk TV

Şehîdên Dibistana Serzurî hatin bîranîn

Meclîsa Malbatên Şehîdan a Kantona Firatê, berxwedêrên dibistana Serzurî ku destaneke dîrokî nivîsandin bibîr anî…

Ji aliyê Stêrk TV

DEM Partî: Wê encamên van êrîşan bandorê li herêmê bikin

Desteya Rêveber a Navendî ya DEM Partiyê diyar kir ku ew rewşa li Îranê ji…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Jin

Meclîsa Îştarê piştgirî da daxwaza statuyê ya YPJ’ê

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

RONAK’ê piştgirî da banga Dayikên Aştiyê

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Mazlûm Ebdî û Îlham Ehmed bi koçberên Serêkaniyê re civiya

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Cenazeyê şervanê QSD’ê Kadûz li Dirbêsiyê hat veşartin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?