Pêncşem, 4 Berfanbar 2025
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Têketin
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Komîsyon bi rojeva ‘Serdana Îmraliyê’ civiya

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li gorî Kûrtûlmûş pêvajo kete ‘qonaxa herî krîtîk’

    Ji aliyê Stêrk TV

    ÎSÎG: Meha Mijdarê 216 karkeran jiyana xwe ji dest dan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Bahçelî daxuyaniya ‘sererastkirina qanûnî’ ya têkildarî pêvajoyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji ber ku ji Meral Akşener re got, ‘Ev der Kurdistan e’ bi hinceta dosyayek din hat girtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    DEM Partî: Qezayên madenê qeder nîne

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Ciwanekî li Lacanê birîndar bûbû, jiyana xwe ji dest da

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Aryen Arê mîna kelehekê bû; xwe li rêgezên azadiyê razandibû’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bertek nîşanî biryara domandina girtina Akiş dan: Darbeya li îradeya gel didome

    Ji aliyê Stêrk TV

    PDK’ê hêzek mezin bi çekên giran şandin Lacan û Xebatê 

    Ji aliyê Stêrk TV

    Cenazeyê Dayika Aştiyê Aliye Tîmur li Colemêrgê hat veşartin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hêzên Îranê jineke Kurd binçavkirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Komunên jinên Kurd li Elmanyayê kampa sê rojan li dar xistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jinên Suryan: Jin wê mîrateya me ya çandî bigihînin paşerojê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hejmara meha Kanûnê ya rojnameya Newaya Jin hate weşandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hevrêya timî ava dike, diafirîne: Şîlan Kobanê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Bexdayê meşa li dijî tundiya li ser jinan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Zextên Îranê yên li ser jinên girtî didome

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Kovara Komunar 20 sal li pey xwe hişt

    Ji aliyê Stêrk TV

    Pirtûka nû ya hûnermend Rotînda derket

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kolektîfa Saza Êzî stranên Zembilfiroş û Lavij ê Pîrê diyarî Rêber Apo kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Aix-en-Provenceyê ji bo konsera ‘Hebûn û Azadî’ eleqeyek mezin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Festîvala Fîlmên Kurd a Hambûrgê destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Derhêner Schuch: Li pêşberî karên li Rojava matmayî mam

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • ŞIRNEX
  • HESEKÊ
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
  • REQA
Nûçeyên Lezgîn
Jineke din li Silêmaniyeyê bi gumanbarî jiyana xwe ji dest da
Li Meksîkayê şewat: 23 kesan jiyana xwe ji dest dan
Li dijî ofîsa parlamenter êrîşa çekdarî: Kesekî jiyana xwe ji dest da
Hêzên hikumeta veguhêz careke din êrîşî Dêr Hafirê kir
Li Helebê êrîş: 2 endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn birîndar bûn
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > DEM Partiyê kongreya PKK’ê weke ‘qonaxeke dîrokî’ pênase kir
Rojane

DEM Partiyê kongreya PKK’ê weke ‘qonaxeke dîrokî’ pênase kir

DEM Partiyê piştî ragihandina PKK’ê ya lidarxistina 12’emîn kongreya xwe diyar kir ku qonaxeke herî dîrokî û herî krîtîk a dîroka nêz a Tirkiyeyê tê jiyîn.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 9. Gulan 2025 Dema xwendinê: 5 dq.
Parvekirin

PKK’ê bi daxuyaniyekê ragihand ku wan 12’emîn Kongreya xwe li dar xistine. Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) jî têkildarî daxuyaniya PKK’ê daxuyanî da. Di daxuyaniya bi sernavê “Qonaxeke dîrokî ye: Berbanga nû ya aştî û xwişk-biratiyê” de hate gotin ku şahidiya qonaxeke herî dîrokî û herî krîtîk a dîroka nêz a Tirkiyeyê dikin. 

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: 

 “1. Bi biryarên kongreya dîrokî ya PKK’ê re em ji pevçûnên pêncî sal in didomin gaveke din nêzî asoya aştiyê dibin. Ev gav, gava jinûve ajdayîna aştî û siyaseta demokratîk e ku xaka me ya qedîm bi sedsalaye li bi hesreta wê dijîn. 

 2. Beriya her tiştî, em hemû kesên di vê pêvajoya şer a demdirêj de jiyana xwe ji dest dane bi hurmet bi bîr tînin. Tecrûbeyên me yên jandar ên bi dehan salan nîşan didin ku reng, ziman û nasnameya êşê nîne. Di roja me de hêsirên çavan ên Kurdan, Tirkan, Çerkesan, Ereban, Elewiyan, Suniyan û hemî nasname û baweriyan di heman behrê de gihiştine hev. Em, êşa xwe ya hevpar di dilê xwe de dijîn; em ê bîranîna hemû kesên me winda kirine mîna emanetekî pîroz biparêzin û pêşeroja xwe ya hevpar ava bikin. 

3. Dem dema wê ye ku em îradeya jiyana hevpar û wekhev deynin pêşiya her tiştekî. Dem dema wê ye ku ji bo civaka demokratîk, siyaseteke azad, baweriya bi hiqûqa gerdûnî û demokratîkbûnê xebat bên kirin û gav bên avêtin. Êdî bila tu ciwan ne li çiyê ne jî li bajaran jiyana xwe ji dest nede. Êdî li vî welatî ne dema siyaseta înkar û çekan, ne dema kînê ye. Dem dema lihevkirina demokratîk û civakî ye. Bila ne dengê jihevparçebûnê, dengê pêkvejiyanê û wekheviyê bilind bibe. 

4. Li pêşiya aştiyeke birûmet û çareseriyeke demokratîk rûpeleke nû vedibe. Piştî vê qonaxa dîrokî; weke DEM Partiyê em di wê baweriyê de ne ku ji bo çareseriya meseleya Kurd û demokratîkbûna Tirkiyeyê divê di serî de TBMM hemû saziyên siyaseta demokratîk berpirsyartiyê li xwe bigirin. 

Niha dema wê ye ku em dengê demokrasî û edaletê bilind bikin. Peywira dîrokî ya ji bo aştiya civakî dikeve ser milê Meclisê, ewqas pîroz e ku divê di bin siya tu hesabên siyasî de nemîne. Berpirsyartiya me ya sereke ew e ku em ji bo vê gava dîrokî veguherînin aştiyeke mayinde, zemîna qanûnî-sazûmanî bi hev re ava bikin. 

5. Di vê kêliya dîrokî de, ji bo em bikarin vê firsenda avakirina pêşeroja demokratîk a Tirkiyeyê, divê rêveberiya welat jî bi berpirsyartiya xwe ya dîrokî rabe ku ev yek dê bibe temînata pêkanîna aştiyê. 

6. Em spasiya birêz Abdullah Ocalan ku di pêşxistina vê pêvajoyê de berpirsyartiyeke dîrokî li xwe girt; spasiya gelên Tirkiyeyê dikin ku bi canê xwe, bi zarokên xwe, bi hêsirên çavên xwe bedela aştiyê dan; spasiya birêz Devlet Bahçelî dikin ku piştgirî da îradeya çareseriyê; spasiya birêz Serokkomar Erdogan dikin ku xwedî li vê îradeyê derket, spasiya birêz Ozgur Ozel û hemû lîderên muxalefetê dikin ku bi erênî nêzî pêvajoyê bûn. 

Ji bo ev pêvajoye bi ser keve, berpirsyartî dikeve ser milê saziyên me yên siyasî, rêxistinên civaka sivîl û yek bi yek 85 milyon welatiyên me ku aştiyê biparêzin, ava bikin û pêşeroja welat ji îro ve qezenc bikin. Em dixwazin ku aştiya Tirkiyeyê ji Rojhilata Navîn û cîhanê re bibe hêvî. 

7. Weke DEM Partiyê, em sozeke pîroz didin gelên Mezopotamya û Anatoliyayê; em ê xwe ji hevrûbûna rastiyê û cîbicîkirina edaletê paşve nedin; em ê bi tu awayî rê nedin gav, gotin û çalakiyên ku ruhê kesên me winda kirine biêşîne û rêya aştiyê bigire. Em ê bibin parastvan û bargirên hemwelatiya wekhev, siyaseta demokratîk û aştiyê. 

8. Îro, li rexekî barê hêviyeke mezin û li rexa din jî barê berpirsyartiyeke dîrokî ya giran me li xwe girtiye. Ev ne pirsgirêkek e, ev destpêkek e. Em vê beyana îradeya xwe, bi bîranîna rêhevalê xwe yê hêja Sirri Sureyya Onder ku tevahiya emrê xwe fedayî aştî û xwişk-biratiyê kiriye, temam dikin. 

 Em ê ronahiya aştî û xwişk-biratiyê teqez bigihînin van xakan.” 

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Pervîn Bûldan: Di kongreyê de bi Ocalan re ‘ragihandineke teknîkî’ çêbûye
Nûçeya Pişt re Leyla Zana: Serdema nû berpirsiyariyên nû li ser her kesî ferz dike
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Bersivê betalke

Ji bo ku hun şirove bikin divê hun têkevin pergalê.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Jinên Tolhildêr li Geverê li dijî polîs û çawîşên pispor çalakî lidar xist

Însiyatîfa Jinên Tolhildêr da xuyakirin ku li navçeya Gever a Colemêrgê li dijî avahiya ku…

Ji aliyê Stêrk TV

8 jinên din ên ciwan tevlî nava refên gerîla bûn

8 jinên Kurdistanî ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, di 4’ê…

Ji aliyê Stêrk TV

‘Jiyana bi milyonan mirovî bi bendava Tişrînê ve girêdayî ye’

Hevserokê Encûmena Cîbicîkar a Kantona Firatê Ferhan Hec Îsa bal kişand ser giranî û xeteriya…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Civak & Ekolojî

RMC: La Niña lawaz xuya bike jî li gelek herêman germahî wê zêde be

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Komîsyon bi rojeva ‘Serdana Îmraliyê’ civiya

Ji aliyê Stêrk TV
Cîhan

Li Endonezya û Srî Lanka hejmara qurbaniyan zêde dibe

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Li gorî Kûrtûlmûş pêvajo kete ‘qonaxa herî krîtîk’

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?