În, 13 Mijdar 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Berdana 4 girtiyên din jî hate taloqkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    PJAK’ê Sîrwan Ariyo Liylax û Amed Şaho bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Berdana girtiya nexweş Pinar Tikit cara sêyemîn hate astengkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Aydin Kudat piştî 34 salan hate berdan

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 12’Ê MIJDARA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    KCÊ-E: Salvegera 11’emîn a rizgarkirina Şengalê pîroz be

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Aydin Kudat ê ku berdana wî 6 caran hat astengkirin piştî 34 salan hat berdan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Cenazeyê Kamil Geverî li Mexmûrê hat veşartin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şehîdên berxwedana Şengalê hatin bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Amed û Xarpêtê ji bo girtiyên jin û nexweş banga berdanê hate kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji YRK’ê daxuyaniya têkildarî êrişên Îranê

    Ji aliyê Stêrk TV

    TAJÊ: Divê Iraq îradeya siyasî û îdarî ya Êzidiyan jî nas bike

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Li Nisêbînê çalakiyên 25’ê Mijdarê: Daxuyanî û çandina şitlan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Şirnexê starda 25’ê Mijdarê: ‘Li Kurdistanê birêxistinbûna jinan nayê astengkirin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    YJŞ: Rizgarkirina Şengalê bersiva li fermana 74’an e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Berdevka YPJ’ê Rûksen Mihemed: Em tenê bi têkoşîna xwe dikarin azad bibin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tundiya mêr ne tenê li dijî bedena jinê ye, her wiha ruh û jiyana civakî jî dike hedef

    Ji aliyê Stêrk TV

    YJK-E û KON-MED: Di cînayeta Vesîle Akin de divê berpirsiyarên îhmalên muhtemel hesabê bidin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Omer Bîçer: Divê sînemaya Kurd di pêvajoya aştiyê de hişê dîrokê biafirîne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Uysal: Hêza çêker û hevgirtinê ya hunerê dikare tevkariyê li pêvajoya aştiyê bike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rojên Fîlmên Kurd ên Serçavan a 12’emîn bi dawî bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nagîhan Akarsel li Romayê di Festîvala Çand û Huner de hat bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Helbesta Yildiz Çakar li DYE’yê hêjayî xelata navneteweyî hat dîtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Veysî Aktaş: Ji bo serketina aştiyê divê rewşenbîr beşdarî pêvajoyê bibin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Agahî ji 2 jinên Kurd ên li Îranê hatin binçavkirin nayê wergirtin
Dadgeriya Îranê cezayê darvekirinê yê li 4 çalakgeran hatibû birîn erê kir
Êrîşkarê wêneyên şehîdan hate binçavkirin
Karayilan: Eger têkildarî Rêber Apo biryareke nû neyê dayin wê pêvajo nemeşe
DAÎŞ’ê car din li Hewîce êrîş kir
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > Lêgerînekî heqîqetê yê bêrawestan: Alî Haydar Kaytan
Kurdistan

Lêgerînekî heqîqetê yê bêrawestan: Alî Haydar Kaytan

Alî Haydar Kaytan li refên herî pêş ê vê meşê bû. Temenê xwe bi lêgerîna watedarkirina her kêliyê derbas kir. Pêşengekî ji dilsoziyê bû.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 12. Gulan 2025 Dema xwendinê: 6 dq.
Parvekirin

Ew siyasetmedarek bû, gerîlayek bû, rewşenbîrek bû, helbestvanek bû… Lê her tim şervanekî heqîqetê bû.

Jiyan bi şûn û şopan tijî ye
Dem carna bi bêdengî jî tê jiyîn
Li pey wateyê bi têr û tijî tê jiyîn
Yên ku dema xwe bi wateyê dagirtin
Çîrokan ji şopdarên xwe re dihêlin
Yên ku temenekî didin pey heqîqetê
Derwêş in ku bang li demê dikin
Yên ku ji wan dimînin
Weke navê wan li demê dineqişin
Dîroka nîv sedsalê dawî yê Kurdan dîroka ji çîrokên li demê, xakê, wijdan û mejiyan neqişandî ye
Bi pîrozmendî, lehengî û fedaîtiyê tijî ye
Çîroka bi hezaran ji wan li vê xakê veşartî ne
Alî Haydar Kaytan ê sereke yê van çîrokan bû ku wate tevlî jiyanê kir
Damezrîner, lîder û kedkarê temenekî fedakar
Derwêşekî hezar salî ku da pey heqîqetê
Şovalyeyê demên qedîm ku ji bo pîrozmendiyan rahişt çekê
Gerîlayekî ji bo jiyana azad berê xwe da çiyê
Û şoreşgerekî dilxwaz ku mifteya windabûyî ya çiyê dît û radestî gelê xwe kir…

QIRKIRIN, ÎSKAN A MECBÛRÎ Û XIZANÎ

Alî Haydar Kaytan sala 1951’ê şeva sersalê li gundê Xozu yê Dersimê ji dayik bû. Malbata wî ji gundê Hengirvanê bû. Malbata wî ku piştî Qirkirina Dersimê kete ber îskana mecbûrî, piştre li gundê Hengirvanê vegeriya.

Ji eşîra Haydaran e. Wê eşîrê di dema komkujiya Dersimê de teslîmiyet red kir, rahişt çekê, li ber xwe da û sirgûn bû.

Demeke zarokatiyê ya bi xizmanî û zehmetiyan derbas bû.

Piştre di sala 1971’ê de li Fakulteya Zanistên Siyasî ya Enqereyê şoreşger nas kir.

Ew bi xwe vê serdemê weke qonaxa beriya şoreşgeriyê pênase dike:

“Li Tirkiyeya salên 1970’î tevgera ciwanên şoreşger çalak bû û em jî jê bi bandor dibûn. Bi taybetî navê Denîz Gezmîş û Mahîr Çayan sembol bû. Wê demê min hîn Rêbertî nas nekiribû, lê dibihîst ku qala wî tê kirin. Yek ji xwendekarên herî serketî yê dibistanê bû. Piştî çalakiyeke şermezarkirinê hatibû girtin û 7 mehan li Girtîgeha Leşkerî ya Mamakê mabû. Piştî ku ji girtîgehê derket, me hev nas kir. Rêbertî got, dixwaze bi min re biaxive. Axaftineke ji 2-3 saetan bû, kir ku rastiya Kurd û Kurdistanê bibînim.”

CIVÎNA LI BENDAVA ÇÛBÛKÊ

Ev bûyer gavên destpêkê yên Alî Haydar Kaytan ên rêwîtiya heqîqetê bû. Piştre jî Kemal Pîr û Hakî Karer nas kir.

“Dawiya Adara 1973’an yan jî destpêka Nîsanê bû. Li nêzî bendava Çûbûkê em bi çend hevalan re li hev kom bûn. Rêbertî fikrê xwe bi me re parve kir. Em hemû tevlî fikrê wî bûn. Bi rengekî eşkere ji em re got, em ê weke komeke îdeolojîk tevbigerin û berpirsyarî da me hemûyan. Li gorî vê yekê her yek ji me berpirsyar bû ku kesên nû tevlî komê bikin.”

Piştî vê civînê hejmara endamên koma Apoyî her roj hîn zêde bû. Di Nîsana 1977’an de kar derbasî Kurdistanê bû. Alî Haydar Kaytan li Dersim, Çewlik, Dep û Xarpêtê kar kir. Hin caran diçû Dîlokê û tevlî karê Hakî Karer bû. Hakî Karer piştî ku di 18’ê Gulana 1977’an de hate qetilkirin, koma Apoyî derbasî qonaxa biryardanê bû.

“Şehadeta heval Hakî bandoreke kûr li me hemûyan kir. Rêbertî notek ji min re şand. Xwest ez ji bo bîranîna wî nivîsekê binivîsim. Nivîsa kum in amade kirî, li tevahiya Kurdistanê hate belavkirin. Rêbert Apo bi biryar bû ku şehadeta Hakî bê bersiv nemine. Lê bele têkildarî rêbazê ji me cuda difikirî. Ji bo bersiva ji şehadete re, ji me hemûyan zêdetir di nava lêhêrbûn û lêgerînê de bû. Biryara partîbûnê di encama vê lêgerînê de derket holê.”

TEVLÎ KONGREYA DAMEZRÎNER A PKK’Ê BÛ

Di amadekariyên pratîkkirina biryara partîbûnê de Alî Haydar Kaytan jî hebû.

Koma bi pêşengiya Rêber Apo ku ji Kemal Pîr, Mazlûm Dogan, Mehmet Hayrî Dûrmûş û Alî Haydar Kaytan pêk dihat, bernameya partiyê amade kir. Civîna destpêkê ya komîteyê li Xarpêtê pêk hat. Di vê civînê de Alî Haydar Kaytan ji bo komîteya leşkerî hate hilbijartin.

Di 27’ê Mijdara 1978’an de kongreya damezrandinê ya PKK’ê pêk hat. Alî Haydar Kaytan tevlî koma damezrîner a PKK’ê bû ku mohra xwe li nîv sedsala dawî xist.

Bûyerên ku heta vê demê qewimîn û yên di nava 45 salên piştî wê de biqewiyan, meşeke azadiya civakê bû ku bênavber dewam kir.

Alî Haydar Kaytan li refên herî pêş ê vê meşê bû.

Bi kelecaneke bê dawî, bi coş û dilsoziyê timî meşiya.

Temenekî ji lêgerîna watedarkirina her kêliyê,

Pêşengek bû ku xwe bi dilsoziyê xemilandibû

Siyasetmedarek, gerîlayek, rewşenbîrek, helbestvanek bû.

Lê timî şervanekî heqîqetê bû…

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Encama danezanê ya PKK’ê hate eşkerekirin: Karên bi navê PKK’ê têne meşandin hemû hatin bidawîkirin
Nûçeya Pişt re Di kongreya 12’emîn a PKK’ê de ‘ji bo destpêkên nû’ biryara fesixkirinê
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Meşvanên Çukurovayê gihîştin Mêrsînê: Em aştî û nan dixwazin

DEM Partî li dijî burdçeya navendî ya ku li meclisê tê nîqaşkirin ji aliyên Tirkiyeyê…

Ji aliyê Stêrk TV

Tûncer Bakirhan: Birêz Ocalan got, ‘Nebin parçeyê şerê herêmî’

Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tûncer Bakirhan di axaftina xwe de ya li koma partiya…

Ji aliyê Stêrk TV

Jinên li Mêrdînê ji bo Tişrînê meşiyan

Li Mêrdînê bi pêşengiya jinan ji bo şermezarkirina êrîşên qirkerî û komkujiya li Tişrînê meşek…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Aydin Kudat ê ku berdana wî 6 caran hat astengkirin piştî 34 salan hat berdan

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Cenazeyê Kamil Geverî li Mexmûrê hat veşartin

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Şehîdên berxwedana Şengalê hatin bibîranîn

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Koçberên Serêkaniyê gihîştin malên xwe

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?