Duşem, 18 Gulan 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    28 ciwanên ku 32 sal berê li Çiyayê Bêzarê hatibûn qetilkirin, hatin bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di Hefteya Windahiyan de ji bo edaletê bang hate kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    DEM Partiyê ji bo rûbirûbûna bi rastiya windayan banga gavavêtinê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Zarokên min naxwazin ku bavê wan li girtîgehê bimire’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Demîr: Ji bo çareseriyê garantiya qanûnî û statu divê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji ber gotina ‘Birêz Ocalan’ 3 meh cezayê girtîgehê li Çaglar Demîrel hate birîn!

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Di navbera PJAK û Partiya Komunîst a Kurdistan de hevdîtin pêk hat

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tifaqa Piştevaniya Rojava ji bo YPJ’ê bang kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jinên Firatê: Avakirina Sûriyeyê bêyî jinê ne gengaz e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ciwanê ji bo girtina Ecac Tikrîtî rol lîst, hate xelatkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şivan Mihemed: Heta ku statuya Rêber Apo neyê diyarkirin, pêvajo bi pêş nakeve

    Ji aliyê Stêrk TV

    KCK: Divê em şehîdên xwe ji xwe re bikin mînak û li ser xeta Rêbertî bimeşin û bi ser bikevin!

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Hejmara nû ya kovara Xwebûnê bi mijara ‘sosyalîzmê’ derket

    Ji aliyê Stêrk TV

    Lêkolînera Misrî Ferînaz Etiya peyama piştgirtiyê ji bo YPJ’ê da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji ber nameyên nivîsî cezayê girtîgehê li Werîşe Muradî hate birîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Periya gulan bû Gulperî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Meclîsa Jinan a DEM Partiyê: Navê zemînê me yê têkoşîna hevpar, aştî ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    DMME’yê di doza Ayla Akat Ata de Tirkiye mehkûm kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Li Berlînê çalakiya ‘Desteyek Helbest’ hate li dar xistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    12’emîn Festîvala Çand, Huner û Ziman a Cizîrê dest pê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Curnê Reşê Komaleya Ziman û Çanda Kurdî hate vekirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Pîrozbahiya 40 saliya hunerî ya Hozan Şemdîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Nurnbergê 15’emîn Rojên Çanda Kurd destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nivîsên Mezopotamyayê hatin deşîfrekirin: Rîtuelên efsûnî, fîşên bîrayê, Gilgamêş…
Bi hezaran tablet

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • AMED
  • STENBOL
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
DYE’yê berpirsê Hîzbûllaha Iraqê girt
Polîsan sîxurtî li dayik û bav ferz kirine
10 xwendekarên ODTU hatin binçavkirin
Li Îranê 5 ciwan hatin darvekirin
Dîsa êrîşî Kampa Sûrdaş hate kirin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > Dûran Kalkan: PKK’ê rola xwe ya dîrokî bi serketî pêk anî
Kurdistan

Dûran Kalkan: PKK’ê rola xwe ya dîrokî bi serketî pêk anî

Dûran Kalkan ku di destpêka Kongreya 12'emîn a PKK'ê de axivî, anî ziman ku têkoşîn bi dawî nebûye, ev yek dawîkirin nîne; bi armanca bilindkirina têkoşînê pêşîvekirina li afirandina zemînên nû ye.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 13. Gulan 2025 Dema xwendinê: 13 dq.
Parvekirin

Kongreya 12’emîn a PKK’ê di navbera 5-7’ê Gulanê de li du qadên cuda yên Herêmên Parastinê yên Medyayê hemwextî hev pêk hat. Axaftina destpêkê ya kongreyê ji aliyê endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Dûran Kalkan ve hate kirin.

Dûran Kalkan anî ziman ku kongre di nava şerê giran de hatiye kirin û bi vî rengî axivî:

“Ez Kongreya 12’emîn a PKK’ê didim destpêkirin. Kongreya me li Herêmên Parastinê yên Medyayê di nava şerê giran de pêk tê. Em vê kongreyê bi rengê du beşan lidar dixin. Hêzên me yên HPG û YJA Starê bi giranî li qadên xwe, hemwextî vê civîna me civînekê lidar dixin. Weke du parçeyan hejmara me derdora 220-230 ye. Ji her qadê û karî hevalên nûner tevlî vê civîna me ya kongreyê ya ji du beşan dibin. Lewma xwedî wê hejmara têrker e ku dikare her cûre biryarê têkildarî partiya me werbigire.

Li ser vê bingehê bi navê Rêber Apo beriya her tiştî kongreyê silav dikim. Hevalên têkildar wê piştre agahdariya pêwîst û silavdayinê bikin. Bi navê rêveberiya me û komîteya amadekar ji kongreya me ya 12’emîn re serketinê dixwazim.

Hemû kongreyên me yên partiyê ji aliyê Rêber Apo ve hatina madekirin. Ew bi xwe dema ku bi pratîkî nekarî tevlî kongreyan bibe, timî amade kir û bi rê ve bir. Ev kongreya me jî dibe ku ji kongreyên din hemûyan bêhtir ji aliyê Rêber Apo ve hate amadekirin. Rêber Apo em anîn vê serdemê. Weke milîtanên jinûve vejînê, weke partî, weke gel Rêber Apo jinûve vejîna me pêk anî. Li ser vê bingehê beriya her tiştî bi navê kongreya me Rêber Apo bi hesret û hurmeteke kûr silav dikim.

‘EM ŞEHADETA HEVALÊN ŞEHÎD FÛAT Û ŞEHÎD RIZA RADIGIHÎNIN’

Di vê kongreyê de em şehadeta du hevrêyên destpêkê yên Rêber Apo, ji damezrînerên partiya me Şehîd Fûat û Riza radigihînin. Her wiha Sirri Sureyya Onder jî bi navê kongreya me bi hurmet û hezkirin bi bîr tînim ku tevkariyeke girîng li karên amadekar ên vê kongreyê kir û di dema amadekariya kongreyê de şehîd bû.

Hevrêyan hemûyan ji bo bîranîna van şehîdên me yên leheng vedixwînim 2 deqeyan rêzgirtinê. Şehîdên me rêberê têkoşîna me ya azadiyê ne.

‘WÊ BIBE KONGREYA DAWÎ YA RÊXISTINÎ YA PKK’Ê’

Di meha Şehîdan meha Gulanê de kongre tê lidarxistin û bi rêvebirina Rêber Apo pêk tê. Bêguman ev yek gelekî bi wate ye. Ev kongreya me wê di meha Şehîdan de li ser xeta Rêbertî û şehîdan nirxandineke rast bike û hêza biryarwergirtinê nîşan bide. Bi vî rengî wê ragihîne ku hêjayî rastiya şehîdan e, li ser xeta şehîdan dimeşe û wê her tim bimeşe.

Ev kongre weke ku Rêber Apo got, wê ji aliyê rêxistinî ve bibe kongreya dawî ya PKK’ê.

HEVALÊ ME FÛAT NÎŞANEYA DILSOZIYA BÊ DAWÎ YA BI RÊBER APO RE YE

Di kongreyeke bi vî rengî de em şehadeta du hevrêyên hêja, hevalên destpêkê yên Rêber Apo û ji damezrînerên partiya me radigihînin. Hevalên navborî ji aliyê hemû hevrêyan ve têne naskirin. Raya giştî wan nas dike. Gelê me, jin û ciwan wan baş nas dikin.

Hevalê me Fûat hevalê destpêkê bû ku bi Rêber Apo re dest bi têkoşînê kir. Weke hevalên Hakî û Kemal, beşdarî Civîna li Bendava Çûbûkê bû ku hîmên rêxistinî yên partiya me lê hate danîn; bû hevrêyekî welê ku li wê derê biryara karê rêxistinî da û ev yek jî heta şehadetê dewam kir. Ew nîşaneya tevlîbûna timî û rastî ya li heqîqeta Rêber Apo û dilsoziya bê dawî ye. Bi têkoşîna pratîkî ya demdirêj, bi tacîdarkirina vê yekê bi şehadetê re ev rastî ispat kir.

HEVALÊ RIZA NÛNERÊ KESAYETIYA KEMAL PÎR Ê DUYEMÎN BÛ

Heval hemû hevalê Riza nas dikin. Di dema koma destpêkê de ji Enqereyê tevlî komê bû, di pêşvebirina tevgerê, afirandina xeta wê ya çalakiyê, wergirtina rêxistin û hêza têkoşînê de tevkariyên mezin kir. Çawa ku hevalê Fûat ruh, hişmendî û hestê têkoşîna Rêbertî bû, di vir de xwedî cihekî girîng bû, hevalê Riza jî bi heman rengî bû.

Hevalan nekarîn zêde hevalê Riza nas bikin. Kêm hevalan hevalê Riza nas kir. Nikarim bibêjim ku her kesî hevalê Riza nas dikir. Bi rastî jî kesayetekî milîtan, jîr û jêhatî bû… Me timî qala kesayetî û şoreşgeriya Kemal Pîr dikir. Hevalê Riza nûnerê kesayetiya Kemal Pîr ê duyemîn bû.

TI DESTKETÎ BI HÊSANÎ Û BÊBERDÊL NEBÛN

Rêber Apo got, “PKK her kêlî ji ya beriya wê bêhtir bi zehmetî, bi têkoşînê afirand, bi dest xist’. Ti ji destketiyan bi hêsanî û bê berdêl bi dest neket. Lidarxistina civîneke bi vî rengî, bi rengê du beşan û ewqasî berfireh, tevlîbûna ewqasî berfireh bi saya şehadetan pêk hat. Lewma ev rewş ji ber xwe ve nabe.

‘EV YEK DAWÎ NÎNE’

Me di destpêkê de şehîdên xwe bi hurmet, hezkirin û minet bi bîr anîn. Bi taybetî hevrêyên dawî Besê û Mîtra ku bi êrîşa bi çekên kîmyewî şehîd bûn, zalimtiya dijmin careke din bi şênberî raxistin pêş çavan, di heman demê de asta lehengî, fedaîtî, wêrektiya berxwedana gerîla jî nîşan dan.

Ev kongreya me bêguman ji kongreyên din cuda ye. Ji aliyekî ve dişibe Kongreya Yekemîn. Ji aliyê dîrokî ve kongreya bidawîkirina PKK’ê ye, kongreya bicihkirina PKK’ê li şûna wê ya dîrokê ye.

Bêguman ev yek dawî nîne. Bi encamkirineke bi vî rengî re tê xwestin, pêşî li pêngavên nû bêne vekirin. Tê xwestin derfet û firsend ji gavên nû re bêne pêşkêkirin. Di rewşeke bi vî rengî de ku Tevgera Apoyî ya 52 salan meşa bi navê PKK’ê bi dawî dike, bêguman divê em ji aliyê dîrokî ve rol, wate û pênaseya wê baş zanibin. Bêguman em nikarin van hemûyan bi hemû aliyên wê nîqaş bikin. Ji bo wê dem nîne.

‘RÊBER APO GOT, PRATÎK WÊ BI MEHAN DEWAM BIKE’

Lê belê Rêber Apo dema ku got ‘Divê kongre bi lez bi dawî bibe’ anî ziman ku pratîkkirina wê dibe ku bi mehan dewam bike Di pratîka bi mehan de em ê çi bikin? Hingî, dema ku me PKK li şûna wê ya dîrokê da rûniştandin, divê em vê yekê weke wezîfeyeke dîrokî bibînin, bi cih bînin, mîsyona wê bi rengekî rast û têker fêhm bikin, dersan jê werbigirin û derbasî pêvajoya nû bikin.

Li ser bingeha xwenûkirinê, em ê hewl bidin hîn bi xurtî tevlî pêvajoya nû bibin.

‘PKK’Ê ROLA XWE YA DÎROKÎ BI SERKETÎ BI CIH ANÎ’

PKK di dawiya Mijdara 1978’an de ava bû. Tevgera Apoyî berê weke Şoreşgerên Kurdistanê, Yekîtiya Ciwanên Şoreşger ên Kurdistanê dihate naskirin. Dawiya sala 1978’an pêwîstî pê dît ku navê partiyê li xwe bike, xwe bi rengê partiyê bi rêxistin bike û navê Partiya Karkerên Kurdistan jî bi vî rengî ava bû. Yanî weke PKK destpê nekir. Beriya her tiştî divê em bi vê rastiyê zanibin.

Bêguman PKK bû rêxistinkirina xeta Apoyî. Ew cewher wergirt û hewl da hişmendiya wê bi pêş ve bibe. Milîtaniya Apoyî, milîtaniya PKK’ê li ser van esasan bi pêş ket.

Li Hîlwanê, li Sêweregê çirûskên destpêkê yên berxwedanê pê xist. Li hemberî darbeya leşkerî ya faşîst a 12’ê li zindanê Berxwedana Rojiya Mirinê ya Mezin a 1982’an afirand. Di 15’ê Tebaxa 1984’an de bi pêngava gerîla re li çiyê, di nava gerîla de dest bi têkoşîna jiyana nû, jiyana azad û fedaîtiyê kir.

Em zanin ku di destpêka salên 1990’î de encamên girîng ên vê yekê hatin afirandin. Me qala Şoreşa Vejînê ya Neteweyî kirin. Şoreşa Vejînê ya Neteweyî di encama berxwedana gerîla ya li ser vê yekê û berxwedana gerîla di demeke kurt de pêk hat. Serhildanan destpê kirin. Têkoşîna azadiyê ya jinê, Şoreşa Azadiyê ya Jinê kete rojevê.

Rêber Apo dibêje, ‘PKK’ê rola xwe li vê derê temam kir’. Tevgera wê yekê bû ku rastiya Kurd, hebûna wê derxîne holê, înkar û îmhayê bişikîne. Ev yek bi têkoşîna xwe ya salên 1970, 80’ê û bi Şoreşa Vejîna Neteweyî ya destpêka salên 1990’î de bi ser xist. Bi vî rengî rola xwe ya dîrokî bi cih anî.

‘ME ÊRÎŞ TÊK BIR’

Di nava êşkence, tecrîd û qirkirina li Îmraliyê de ev lêgerîn bi guhertina paradîgmayê ber bi çareseriyê ve çû. Tengaviya îdeolojîk ji holê hate rakirin. Guhertina paradîgmayê, şoreşa îdeolojîk a mezin; serketina vê şoreşê bi xwe re anî. Di kesayetî, mejî û hişmendiya Rêber Apo de. Em zanin ku ev yek ne tenê Kurdistanî bû, di heman demê de pêngaveke Rêbertî ya rizgariya hemû bindestan û jinan bû, navneteweyî bû.

Niha tê zanîn bê em bi çi rengî gihîştin vê kongreyê. Di vir de li gel kêmasiyên di bicihanîna paradîgmayê de, encamên berxwedana me ya topyekûn a li ser xeta Şerê Gel ê Şoreşgerî ya li dijî êrîşên topyekûn ên ‘Plana Çalakiyê ya Têkbirinê’ ya 24’ê Tîrmeha 2015’an, berxwedana lehengî ya gerîla, berxwedana rêxistinên me yên jin û ciwanan, berxwedana dostên me û gelê me û encamên Pêngava Azadiyê ya Navneteweyî ku me piştî 10’ê Cotmeha 2023’an dan destpêkirin, em gihandin vê astê.

Yanî me hemû êrîşên plankirî yên eciqandin, îmha û tasfiyekirinê timî şikand, pûç kir, têk bir. Li ser vê bingehê me krîz û kaosa li nava sîstema qirker û mêtinger timî kûr kir. Dema ku bi hin sedemên din re jî bû yek, avahiya serwer a Tirk neçar ma ku serî li Rêber Apo bide.

BIDAWÎKIRINEK JI BO AFIRANDINA ZEMÎNÊ

Belê ev kongre dişibe Kongreya Yekemîn. Çawa? Li wir îradeyeke mezin bû ku destpêkeke nû biafirîne. Li vir, li ser bingeha bidawîkirina dîrokî ya wê destpêkê îradeyeke mezin heye. Lê belê ev yek dawî nîne. Ji damezrandina PKK’ê û vir ve bi îdîa û hêzeke hîn xurt, ji bo avakirinên pêngavên nû û afirandina zemînê bidawîkirin e.

Tevgera Apoyî meşa 47 salan a bi nasnameya PKK’ê bi dawî dike, xeta civaka demokratîk a Apoyî, xeta demokrasî û azadiyê, xeta şaristaniya demokratîk ji bo karibe bi rêxistin û rêveberiyên nû, stratejiyên nû hîn bi bandor, hîn çalak serketinan bi dest bixe, vê yekê dike.

Bêguman wê pêşî li siyaseta demokratîk bê vekirin. Karên îdeolojîk û rêxistinên jin û ciwanan wê li pêş bin, hîn bêhtir wê xwedî rol bin. Em ê rêxistin û têkoşînên bi vî rengî hîn bêhtir biafirînin. Bindest, jin, ciwan, karker, kedkar, gel hemû wê xwedî gotin bin, têbikoşin û bi rol rabin.

Hemû hevrê divê li ser vê asta ferasetê û têgihiştinê tevkariyê bilind, tevlî bibin û em bi vî rengî kongreya xwe bi ser bixînin. Li ser vê bingehê ji kongreya 12’emîn re bi navê rêveberî û komîteya amadekar serketinê dixwazim. Di wê baweriyê de me ku wê bi ser bikeve.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN BEHDÎNAN

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê KNK: Biryara PKK’ê dîrokî ye, divê pirsgirêka Kurd were çareserkirin
Nûçeya Pişt re Di 47 salan de 12 kongre: Siyaseta înkarê hate tasfiyekirin, dora avakirina civaka demokratîk e
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Jinan daxwaza darizandina kujerê Hevrîn Xelef kirin

Jinên Efrînê yên li bajarê Qamişloyê yê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatin ba hev û…

Ji aliyê Stêrk TV

Cotkarên pembo: Bi vî rengî dewam bike em ê dest ji cotkariyê berdin

Cotkarên pembo yên li navçeya Xana Axpar a Amedê ragihandin ku ji ber zêdebûna lêçûnan…

Ji aliyê Stêrk TV

PAJK: Newroz navê hesabpirsînê ye

Koordînasyona PAJK’ê diyar kir ku, Newroz sonda parastina hebûna xwe û misogerkirina azadiyê ye û…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Di navbera PJAK û Partiya Komunîst a Kurdistan de hevdîtin pêk hat

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Tifaqa Piştevaniya Rojava ji bo YPJ’ê bang kir

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Jinên Firatê: Avakirina Sûriyeyê bêyî jinê ne gengaz e

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Ciwanê ji bo girtina Ecac Tikrîtî rol lîst, hate xelatkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?