Beriya demek kurt Şandeya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) serdana Waliyê Silêmaniyê Heval Ebûbekir kir.
Hate zanîn ku Şande li gel Heval Ebûbekir niha li Ofîsa Walîtiya Silêmaniyê di civînê de ne, lê derbarê naveroka civînê ti agahî nehatine bidestxistin.
Tê payîn ku şandeya DEM Partiyê ji bo tevlîbûna Kongreya 1’emîn a Koalîsyona NADA’yê, serdana hin saziyên li Silêmaniyê bike.