Yekşem, 18 Gulan 2025
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Têketin
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Birayê Denîz Poyraz Suleyman Poyraz piştî 14 salan hate berdan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Lijneya Giştî ya Şaxa ÎHD’ê ya Amedê daxwaza ‘mafên Kurdan bên naskirin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Heyeta DEM Partiyê ber bi Îmraliyê ve bi rê ket

    Ji aliyê Stêrk TV

    DEM Partî: Berpirsyariya me ya ji bo şehîdan mezin e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Çanakkaleyê erd hejiya

    Ji aliyê Stêrk TV

    HBDH: Altûn û Kaytan şehîdên tevgera me ya şoreşê ya yekbûyî ne

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Li Amedê bîranîna Kaytan û Altûn destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Liv û tevgera artêşa Iraqê ya li dora Mexmûrê zêde bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Xezeyê komkujî: Tevahiya şevê herî kêm 100 kes hatin kuştin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Karayilan: Her tim rêber û pêşengek bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kaytan, Altûn û Şehîdên meha Gulanê li Şengalê hatin bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kamaç: Înîsiyatîfa Yekîtiya Demokratîk sîwaneke

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Encamnameya Kongreya 1’emîn ya Hevgirtina NADA hate eşkerekirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hevseroka Giştî ya DBP’ê serdana Şanaz Îbrahîm Ehmed kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    1’emîn Kongreya NADA’yê di roja 3’an de ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kongreya NADA’yê: Jin ji bo aştî û demokrasiyê li qadan ne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kongreya Jinê ya NADA li Silêmaniyeyê dewam dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kongreya NADA bi panelan dewam kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Li Parîsê 4’emîn Festîvala Çandî ya Kurd destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Enstîtuya Kurdî ya Swîsreyê: Yekîtiya gelê Kurd bi ziman dest pê dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Parîs ji 4’emîn Festîvala Çanda Kurdî re amade ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Enstîtuya Kurdî ya ji bo Lêkolîn û Zanistî Cejna Zimanê Kurdî pîroz kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Barcelonayê 7’emîn Festîvala Fîlmên Kurdî hate lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hejmarên nû yên kovarên Ciwanên Welatparêz û Jinên Ciwan ên Welatparêz derketin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • QAMIŞLO
  • ENQERE
  • KOBANÊ
  • ROJEV
  • WAN
  • ŞENGAL
  • MÊRDÎN
  • ŞIRNEX
  • HESEKÊ
  • RIHA
  • COLEMÊRG
  • ÊLIH
  • ŞEHBA
Nûçeyên Lezgîn
Mazlûm Ebdî û Îlham Ehmed bi Wezîrê Karên Derve yê Fransayê re hevdîtin kirin
Li Buyukçekmeceyê erdheja bi 3.8 pileyî
Baregeha Zilîkan weke volkana li ber teqînê ye
Di navbera DYE û Îranê de hevdîtinên nerasterast destpê kirin
Li Şamê dengê teqînan hate bihîstin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > Bayik: Ez ê timî hevalê Riza ji xwe re bikim esas
Kurdistan

Bayik: Ez ê timî hevalê Riza ji xwe re bikim esas

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik got, Riza Altûn yek ji wan pêşengan e ku PKK gihand asta gerdûnî û got, "Ji ber vê yekê hem hevrêyên me, hem xebatkarên me hem jî gelê me divê heqîqeta Riza Altûn bijîn û bidin jiyîn."

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 18. Gulan 2025 Dema xwendinê: 46 dq.
Parvekirin

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik qala yek ji kadroyên damezrîner ên PKK’ê Şehîd Riza Altûn kir. Axaftina Cemîl Bayik a ji bo ANF’ê bi vî rengî ye:

“Eger civakek ji bo xwe nirxan ava neke û nirxên ava kiriye neparêze, ew civak nikare jiyan bike. Dagirkerî, qirkeriya dewleta Tirkiyeyê bi navê Kurd û Kurdistanê çi hebû di destê gelê Kurd wergirtibû û înkar, îmha dimeşand. Ji ber wê gelê Kurd mirov dikare bibêje li ser doşeka mirinê bû. Ji ber ku hemû nirxên ku civakê li ser piyan dihêle, dide jiyankirin hemû ji dest hatibû wergirtin. Ji ber wê civaka Kurd her roj ber bi mirinê ve diçû. Rêber Apo mudaxeleyî vê dîrokê kir ku Kurd karibe tiştê winda kiriye bi dest bixe, li ser wan jî yê ku ji bo gelê Kurd pêwîst e çêbike. Ji ber wê lazim e mirov hevalê Alî Riza Altûn baş fêhm bike, bide fêhmkirin. Hevalê Alî Riza Altûn şexsiyetekî mezin e, sosyalîstekî mezin e, şoreşgerekî mezin e. Hîn di destpêka tevgera Apoyî de wî hevalî cih girt, heta ku şehîd ket jî bi îrade, bi biryar, cesaret meşiya. Ti qisûr mirov nikare bibêje bi wî hevalî re hebû. Rêber Apo ji bo xwe esas wergirt, li ser heqîqeta Rêber Apo di her şertî de meşiya, wezîfeya ku daye ser milê xwe xwest ku pêk bîne. Ji ber wê lazim e mirov kesayetiya hevalê Alî Riza Altûn û jiyana wî, têkoşîna wî, taybetmendiyên wî bi her alî ve mirov fêhm bike, bide fêhmkirin. Weke min got, eger ku gelê Kurd îro li ser piya ye, zindî ye, ji bo însaniyetê bûye mînakek ev bi saya rêbertiya Rêber Apo, di bin rêbertiya Rêber Apo de şehîdê ku ji bo armancê xeta tevgera Apoyî têkoşîn kiriye, ku li ser wî esasî ji bo gelê Kurd, mirovahiyê nirx ava kirine.

Bi rastî ji bo miletê gelê Kurd, civaka gelê Kurd, Kurdistan, ji bo mirovahiyê tevgera Apoyî gelek nirx ava kirin. Di avakirina van nirxan de mirov li ser hevalê Alî Riza Altûn bisekine di cih de ye, ji ber ku di van nirxan avakirinê de kedeke wî, têkoşîneke wî ya mezin heye. Ji ber wê hem civaka me, bi taybetî ciwanên Kurdistanê divê wî hevalî, kesayetiya wî, jiyana wî, têkoşîna wî ji her alî ve lêkolîn bike, ji bo xwe encam derbixe.

LI TÛZLÛÇAYIRÊ PÊŞENGÎ JI KOMA CIWANAN RE DIKIR

Min hevalê Riza Altûn li Enqereyê nas kir. Hevalê Kemal Pîr ez dam naskirin. Wê demê me li Enqereyê, li zanîngehê, li Dîl Tarîh Cografya dixwend. Hevalê Kemal Pîr Tûzlûçayirê re têkilî danîbû. Li Tûzlûçayirê komeke şoreşger hebû. Hevalê Riza Altûn pêşengiya vê komê dikir. Tesîreke xwe pir xurt li ser ciwanên wê derê hebû. Li ser gelê wê herêmê hebû. Li wê derê komeleyek hatibû avakirin. Hemû ciwanên Tûzlûçayir, Mamakê li wê komeleyê xwe bi rêxistin kiribûn, li dijî faşîstan disekinîn. Kemal Pîr bi hevalê Riza Altûn re eleqeya xwe çêkiribû. Dema ku hevalê Kemal Pîr ji min re got, li Tûzlûçayir, Mamak, Abîdînpaşa komek şoreşger heye, ew kom çalakger e, timî di nava çalakiyê de ye û hevalê Riza jî pêşengiya wê komê dike, tesîrek wê komê li ser gel jî heye, hemû şoreşgerên li wê derê di nava wê komê de di bin pêşengiya hevalê Riza de kom bûne em dikarin bi rêya wan li Tûzlûçayir, Abîdînpaşa, Mamak wan deveran, em dikarin têkoşînekê bi pêş bixin. Bi rastî jî hevalê Kemal Pîr wê komê re eleqeya xwe xurt kir, bi wê komê re li Mamak, Abîdînpaşa, Tûzlûçayirê li dijî faşîstan têkoşîneke xurt bi pêş xistin. Ew tax li hemû faşîstan paqij kirin. Yê ku li wan taxan jiyan dikirin bi giranî Kurd bûn, Kurdên Elewî bûn, yên ku sirgûn bûbûn, koçber bûbûn, xizan bûn, nikarîbûn li herêma xwe bijîn, ji ber wê hemûyan berê xwe dabûn, hatibûn li wan deran ji bo xwe gecekondû çêkiribûn, ji bo xwe kar peyda kiribû ku bikaribin debara xwe pêk bînin. Malbata hevalê Riza Altûn jî li wan malbatan yek bû li Tûzlûçayirê bû. Malbateke xizan bû. Ji bo ku malbat ê ku li wan taxan dijîn li zilmê dewlet hatibûn wan deran, feqîr bûn, ji ber wê di hevalê Riza de, yê ku li dorbera hevalê Riza kom bû li dijî dewleta dagirker, qirker nerazîbûnek hebû. Kîn hêrsek hebû. Ji ber wê ew hêrsa xwe, nerazîbûna xwe li wan taxan li dijî faşîstan bi cesaret pêk dianî. Taybetmendiya wê komê, bi taybetî jî taybetmendiyek hevalê Riza di wê komê de afirandibû, ji ber ku wê komê hevalê Riza weke pêşengê xwe qebûl kiribû. Yanî taybetmendiya wî hevalî ji bo xwe kiribû esas. Li dor bera hevalê Riza kom bûbûn, şeklê xwe girtibûn û komek milîtan bû. Bi wêrekî şer dikir.

HEVALÊ RIZA PIŞTÎ KU KEMAL PÎR NAS KIR TEVLÎ NAVA TEVGERA APOYÎ BÛ

Hevalê Kemal Pîr hinek taybetmendiyên xwe dabû wê komê jî. Ji ber wê ew kom dema ku bi hevalê Kemal Pîr re eleqe danî, ew taybetmendiyên xwe yên şerker ê bi cesaret têkoşînê dike, bi biryar, îrade têkoşînê dike, tirs çi ye nizane, hîn bêhtir ew bi pêş ketin, xurt bûn, kûr bûn. Dikarim bibêjim di navbera hevalê Kemal Pîr û hevalê Riza Altûn de di şexsê wan de bi wê komê re pir xurt pêş ket. Endamên wê komê hemû Kemal Pîr ji bo xwe kirin esas. Çawa berê li dor bera hevalê Riza Altûn kom bûn, vê carê li dora hevalê Kemal Pîr kom bûn. Ew kesayetiya hevalê Kemal Pîr hîn bêhtir di xwe de bi pêş xist, bû komeke milîtan. Ji ber ku li dijî faşîstan têkoşîn kir, ew tax ji faşîstan paqij kir, li ser milet jî bandoreke pir xurt çêbû. Êdî milet jî bi wê komê xwe diparast, îfade dikir. Dewleta Tirkiyeyê dibêje PKK li Tûzlûçayirê hate damezrandin. Va ne rast e. Ji ber çi wê dibêjin. Ji ber ku piştî 12’ê Adarê tevgera şoreşgerî li Tirkiyeyê derbeke mezin xwaribû, belavbûnek çêbûbû. Faşîst di bin seytereya dewleta Tirk de li her cihî xwe bi rêxistin dikirin, li Abîdînpaşa, Mamak wan deveran xwe bi rêxistin kiribûn. Hevalê Kemal Pîr bi wê komê re ji bo li dijî wan têkoşîn bi pêş xist, wê têkoşînê jî encam da, ji ber wê dibêjin bingeha PKK’ê li Tûzlûçayirê hate danîn. Dibêje hate damezrandin. Yanî rastiyek wê weke min got nîne, lê belê eger ku wer hatiye fêhmkirin sedemên wê hene. Ji ber ku piştî 12’ê Adarê dikarim bibêjim li Enqereyê yekemîncar li wan taxan tevgerek bi pêş ket li dijî faşîstan. Wê tevgerê jî encam da. Ji ber ku hevalê Kemal Pîr li gel hevalê Riza pêşengiya wê kir, ji ber wê li wan taxan bingehek tevgera Apoyî jî bi pêş ket. Di vî alî de mirov dikare bibêje yekemîncar tevgera Apoyî li wan taxan hinek bingeh di nava gel de danî. Li wê derê gelek şoreşger tevlî tevgerê bûn. Yên ku şehîd ketin jî hene, yên ku hîn dijîn, têkoşînê dimeşînin jî hene. Her wiha hinek çûn Kanada li wê dîrokê heta niha dîsa eleqeya xwe bi tevgerê re qut nekiriye, vê tevgerê li wê derê jî dijîn. Yên ku şehîd ketin Alî Dogan Yildirim, hevalê Îbrahîm Bîlgîn, hevalê Şahîn Kilavûz, hevalê Dogan Kiliçkaya, Cûmalî, hevalê Botan wana hevalên li wê herêmê rabûn, tevlî tevgerê bûn û şehîd ketin. Hîn jî hinek vê têkoşînê dewam dikin.

Hevalê Riza ku Rêber Apo fêhm kir, ew jî dîsa bi rêya hevalê Kemal Pîr fêhm kir. Dema ku hîn hevalê Kemal û Rêber Apo nas nekiribû çepê Tirk ji xwe re kiribû esas. Hîn bêhtir jî Denîz Gezmîş ew ji bo xwe kiribûn esas. Lê belê dema ku hevalê Kemal Pîr nas kirin, piştre di tevgera Apoyî re têkilî danî, bi Rêber Apo re têkilî danîn û biryara xwe dan ku bi temamî di nava tevgera Apoyî de cih bigirin. Destpêkê hevalê Alî Riza Altûn Rêbertî dît, dema ku Rêbertî dît, biryara xwe da ku êdî bi tevgerê re profesyonel bimeşe. Ne ku li Tûzlûçayirê, Abîdînpaşa û Mamakê têkoşînê bike, êdî li ku derê tevger bixwaze li wê derê têkoşînê bike, ew biryar da. Ji ber ku ew kom li wan taxan, li dora hevalê Riza çêbûbû, wê komê jî biryar da ku tevlî tevgera Apoyî bibe. Yanî ji ber wê hevalê Riza wer kedeke xwe mezin di wî alî de hîn di destpêkê de da.

DI MILÎTANÎ Û ŞOREŞGERIYA HEVALÊ RIZA DE ROLA DAYIKA XATÎCE GELEKÎ MEZIN E

Hevalê Riza li malbateke welatparêz, xwedî ked mezin bû. Dayika hevalê Riza Xatîce bi rastî dayikeke muhterem e, eger ku hevalê Riza ew şoreşgerî, milîtaniya bi pêş ketiye, ew cesareta ew egîdiya bi pêş ketiye di vir de rola dayika Xatîce mirov ti carî divê ji bîr neke. Ji ber ku timî mala xwe ji bo wan ciwanan jî vekiribû, piştre ku hevalê Riza têkilî bi tevgera Apoyî re danî, mal bi temamî ji bo tevgerê vekirîbû. Ji xwe malbateke feqîr bû, derfetên xwe zêde nebû, lê belê mala bi her alî ve xistibû xizmeta tevgerê. Yanî kesayetiya hevalê Riza de keda dayika Xatîce mirov dikare bibîne. Ji ber ku kesayetekî bi cesaret bû. Mînak dewleta Tirkiyeyê gelek caran operasyon dike, diçe mal dixwaze wan aciz bike, heqaretê dike, li dijî wan jî bi egîdî disekine. Natirse. Ew sekna wê li dijî polîsan cesaretê dide Riza û hevalan. Eger di hevalê Riza de kesayetekî welê şoreşgerî, milîtan çêbûye, ku timî di çalakiyê de cih girtiye, ez dibêjim rola dayika Xatîce mezin e. Divê mirov bibîne. Ji ber ku bixwaze nexwaze malbat çawa be, çi bijî bandorê li ser zarokê wan jî dibe. Eger malbat bê tirs, bi cesaret be, têkoşer be, zarokê wan jî wer çêdibin, wer mezin dibin. Eger madiyatê ji bo xwe esas wernegire, manewiyatê esas werbigire, li dijî zilmê bisekine zarokên wan jî wê li ser wî esasî gavê biavêjin. Di avabûna kesayetiya hevalê Riza de mirov dikare bibêje bandora dayikê heye. Malbateke welatparêz e. Ji xwe bi tevahî di nava tevgerê de bû. Mînak, birayê hevalê Riza Haydar hebû, hîn di zarokatiyê de di nava tevgerê de bû. Hat nava gerîla jî. Paşê li herêma Heftanîn, Botanê şehîd ket. Hevalekî weke Riza bû, taybetmendiyên Riza mirov dikare bi wî hevalî re hebû. Taybetmendiyên dayika Xatîce mirov dikarîbû di wî de jî bidîta. Dîsa xwarziyê hevalê Riza Dogan ew Cûmalî ew jî di nava gerîla de şehîd ketin. Hevalê ku li Tûzlûçayirê tevlî xwe kiribû, di wan de jî şehîd ketin. Hevalê Yasîn, fermandarê Garzanê bû. Li wê derê şehîd ket. Yanî mirov dikare mirov dikare bibêje hem malbat bi temamî şoreşger bû di nava şoreşê de bû, xwedî ked e, hem jî li dora wê malbatê li wê taxê ciwan jî komî ser hev dikirin. Yanî malbat ji bo wan ciwanan bûbû bingehek. Ne tenê ji bo Riza hevalê Qere Omer, Heyder wan malbat xizmet dikir, ji bo tevahiya ciwanan xizmet dikir. Mirov dikare bibêje li taxên Tûzlûçayir, Abdîdînpaşa, Mamakê şoreşgerî dikirin hemûyan berê xwe didan wê taxê. Li wê malê kom dibûn, pêwîstiyên xwe pêk dianîn. Ew mal li malê hevalê Riza derketibû, bû mala şoreşgeran. Ji xwe bi wî rengî jî dihat naskirin, her kesî dayika Xatîce, ew mal welê nas dikir. Kî biçûya wan deveran digot tu hatiye gel Riza, tu hatiye mala wan? Her kes welê diaxivî. Malbateke welê xwedî ked bû. Heta ku salên dawî jî ew dayik girêdayî wê ma, li ser wê esasê meşiya. Çiqasî dijmin xwest aciz bike, heqaretê bike, ti carî gav paşve neavêt. Timî li Riza, Haydar, Cûmalî, li tevgerê, li nirxên wê xwedî derket.

SALEKÊ LI DÎLOKÊ KAR KIR

Hevalê Alî Riza Altûn li Enqereyê tevlî tevgerê bû. Hîn wê demê tevger komeke biçûk bû, wê demê tevlî vê tevgerê bû. Biryara xwe da heta ku şehîd ket jî li ser biryara xwe bêqisûr meşiya. Dema ku em Fakulteya Dîl Tarîh Cografya bûn, li wir jî di navbera me û faşîstan de timî şer diqewimî. Ji ber ku bên me biparêzin hevalê Riza daîm hevalekî li wê herêmê komek çêkiribû, ew kom dihat timî li ber zanîngehê disekinîne. Dema ku em derdiket jî tedbîr werdigirtin ku em derbê nexwin. Her ku diçû çawa li tevgerê gav diavêt, berpirsyariya xwe jî her ku diçû mezin dikir. Wê çawa rolekê ji bo tevgerê pêk bîne, komê biparêze ew berpirsyariya di kûranî de jiyan dikir. Paşê hat Dîlokê. Li Dîlokê hinek kar kir. Di rêveberiya Dîlokê de cih girt. Ne tenê ew hat, hinek hevalên li Tûzlûçayirê li gel heval tevger dikir jî weke Dogan Kiliçkaya ku navê xwe Yasîn e li Garzan şehîd ket, ew heval jî pê re hat. Yanî bandorek xwe li ser wê komê, li ser wan hevalan hebû. Çawa ku biryar da tevlî tevgerê bibe kom jî tevlî bû. Çawa ku biryar da li Dîlokê kar bike, di wê komê de jî hin heval pê re hatin. Ji ber ku dilsoziyeke xwe ya welê pir xurt hebû.

GELEK TAYBETMENDIYÊN KEMAL PÎR BI WÎ RE JÎ HEBÛN

Aliyê xwe yê îdeolojîk, ajîtasyon propaganda xurt bû. Hevalekî çalakiyê de timî cih digirt. Aliyê xwe yê çalakiyê jî pir xurt bû. Mirov dikare bibêje kesayetiya hevalê Riza kesayetiya Kemal Pîr a duyemîn e. Gelek taybetmendiyên hevalê Kemal Pîr mirov dikare di hevalê Riza de bibîne. Çawa hevalê Kemal Pîr li cihê xwe nedisekinî timî di nava tevgerê de bû, di têkoşîn, çalakî, propaganda, rêxistinê de bû, hevalê Riza jî ya çalakî dikir, ya propaganda dikir, ya aliyê rêxistinî ve mirovên li dora xwe, di nava gel de ji xwe re dikir rêxistin. Welê nedisekinî. Weke ciwa bû. Kesekî nikarîbû zû bi zû kontrolê li ser wî çêbike. Nikarîbû pêşî li wî bigire. Timî diherikî. Kesayetekî welê xwedî çalak bû. Timî di çalakiyê de bû. Çalakiyên eskerî heta çalakiyên siyasî, rêxistinî. Ji her alî ve têkoşîn dikir. Kesayetekî gelekî alî bû. Ne tenê ji aliyekî ve xwe bi pêş xistibû.

Texmîn dikim bi qasî salekê li Dîlokê têkoşîn dikir. Piştre çû dîsa Enqereyê. Dema li Enqereyê careke din berê xwe da Kurdistanê ku bê Amedê qezaya trafîkê derbas kir li nêzî Amedê. Di wê qezayê de giran birîndar bû, qalçaya xwe şikest. Dûr û dirêj nikarîbû tevbigere. Tedawiya wî hate kirin. Di encamê de rabû ser piyan. Dema ku hinek lingê wî, qalçeyê wî girt, baş bû, di meşê de jî hinekî zehmetî dikişand jî derhal kete nava kar. Ji bo karibe karê dimeşand dewam bike. Negot, hîn ez baş nebûme, êşê min heye, di meşê de pirsgirêk heye, ti carî ew ji bo xwe nekir asteng. Heta got dûr û dirêj e ez ji kar qut bûme, divê ez wê telafî bikim. Nêzîkbûneke welê nîşan da. Ti carî ew nexweşiya xwe, ji bo xwe nekir asteng. Wezîfeya xwe ya şoreşgerî ji bo xwe esas wergirt. Va jî taybetmendiyeke şoreşgerî ye, yê ku milîtaniyê dike, di armanca xwe de xwe kilît kiriye nexweşiyê nake asteng. Vî hevalî jî ew nekir asteng.

TEVLÎ TÊKOŞÎNA LI SÊWEREGÊ BÛ

Paşê jî tê zanîn di têkoşîna Sêwerekê de cih girt, heta li Sêweregê Rêber Apo dixwest ku amadekariya gerîlatiyê bike. Li wir gerîla ava bibe ku ew gerîla jî li Sêwereg li Kurdistanê belav bibe. Li Kurdistanê jî li hin cihan xwe bi cih bike. Rêber Apo amadekariyeke welê dikir. Dema ku ew têkoşîn li dijî Celal Mehmet Bûcak hate kirin komîteyek leşkerî hate avakirin. Di bin berpirsyariya Mehmet Karasûngûr de. Ji du, sê hevalan ew komîte hate damezrandin. Yek ji wan jî hevalê Alî Riza Altûn bû. Di wê astê de, di pratîka Sêweregê de cih girt, li gel hevalê Mehmet Karasûngûr ve. Bi hev re ew têkoşîn kir. Li wê derê koma çekdarî hate pêşxistin. Koma çekdarî ya propaganda çekdarî bû. Armanc li dijî Celal Bûcak ew rêxistina bigihêje gerîlatiyê. Ku gerîlatî jî li hin deverên din ên Kurdistanê bi cih bibe. Li ser wê bingehê têkoşîn dihate meşandin.

NÎVÊ JIYANA XWE YA LI ZINDANÊ BI BERXWEDANÊ DERBAS KIR

Di wê têkoşînê de hevalê Riza Altûn ji aliyê dewleta Tirk ve hate girtin. Kete zindanê. Li zindanê gelek zindan jiyan kir, ji ber ku dewleta Tirkiyeyê tenê li zindanekê nehişt. Şand gelek zindanan. Li zindanan hovîtiyeke mezin dewleta Tirk meşand. Xwest ku zindanê bi taybetî zindana Diyarbekirê bike qebristana PKK’ê, qebristana gelê Kurd. Li dijî wê tê zanîn bi pêşengiya tevgera PKK’ê yek ji wan jî hevalê Riza Altûn bû, têkoşîn kirin. Ti carî serê xwe danenî, gav paşve neavêtin. Bi îdeolojî, canê xwe li dijî siyaseta dewleta Tirk a qirker û dagirker sekinî. Li wê derê derbeke mezin li dewleta Tirkiyeyê dan. Ew siyaseta li zindanan dimeşandin, siyaseta ku li ser PKK’ê gelê Kurd dimeşandin vala derxistin. Dikarim bibêjim nîvî jiyana hevalê Riza Altûn li zindanê bi berxwedanê derbas bû. Dibe ku 12 salan di zindanê de ma, lê belê dibe ku nîvî wê bi berxwedanê derbas bû. Gelek zilm dît, gelek êş dît, lê belê vê zilm û êşê ne welê gav paşve biavêje, bilakîs berevajî wê hîn bêhtir gav pêş ve avêt. Hîn bêhtir li wê zilm, êşkenceyê encam ji bo xwe wergirt. Xwe li ser wê perwerde kir. Ew perwerdeya ku li Rêber Apo, li hevalê Kemal Pîr wergirtî li wê zindanê jî hîn bêhtir kûr kir. Ew kesayetiya xwe gihand asteke bilindtir. Kesayetiyeke hîn kamil, siyasî, îdeolojîk, rêxistinkirî, dîsîplîn bi pêş xist. Ji ber ku di wan çalakiyên zindanan hemûyan de hebû. Ew çalakî ji mirovan zanebûnê dixwaze, baldariyê dixwaze, dîsîplînê dixwaze, cesaretê, biryarê dixwaze, afirandinê dixwaze. Ji ber ku li ser wan esasan tevlî wan çalakiyan bûbû, her ku çû ew kesayetiya ku li Tûzlûçayirê ava kir, li Sêweregê bi pêş xist, li zindana Diyarbakirê hîn kûr kir, hîn mezin kir. Yanî kesayetiyekî ku hîn kamil di xwe de bi pêş xist. Dema ku ji zindanê derket yekser berê xwe da tevgerê, gihîşt qada Rêber Apo.

HEQÎQET BAŞ FÊHM KIRIBÛ

Wê demê ez li welêt bûm min li gel Rêber Apo dît, min got hevalê Riza tu ji zindanê derketiye, hêviyên me hene. Tu yê çi wezîfeyê rake? Te çi wezîfe rakiriye? Min lê nihêrî got, heval ji ber ku ez demeke dûr û dirêj di zindanê de mame, ez ji pratîkê qut bûme, dibe ku ji aliyê teorîk ve ez bi pêş ketibim, lê belê ez ji pratîkê qut im. Yanî hema ez nikarim welê berpirsyariyê bidim ser milê xwe. Ji ber ku hêviya tevgerê ji min heye, hêviya gel heye, eger vê hêviyê pêk nînim ji bo min jî, ji bo tevgerê jî ji bo gel jî nebaş dibe. Heta ku vê qutbûnê ji holê radikim, yekîtiya xwe bi tevgerê re xurt çêdikim, ji ber ku hin ferasetên li zindanê jî bi pêş ketin hene, ji ber ku ji her alî ve careke din rastiya Rêber Apo, tevgerê re yekîtiya xwe baş çêbikim lazim e ji bo min hinek wext hebe. Piştre ez dikarim berpirsyariyê rakim. Min lê nihêrî nêzîkbûneke bi berpirsyarî nêzîk dibe, welê ecele nake. Nabêje min li zindanê berxwedan kir, min xwe ispat kiriye, meseleyeke min partîbûnê nîne, divê her kes ji min bawer bike, wezîfeyê bidin min, hem jî wezîfeyên bilind bidin min, ez amade me wan pêk bînim. Nêzîkbûneke welê nekir. Heqîqeta xwe baş fêhm kiribû, wê çawa tevgera Rêber Apo re ji her alî ve yekîtiya xwe çêbike ku bikaribe hêviyan pêk bîne, ew ji xwe re kiribû esas. Ew rast bû, ew nêzîkbûna rast bû. Li vir jî mirov dikare kesayetiya hevalê Riza baş fêhm bike. Çawa nêzî Rêbertî, partî, wezîfeyê dibe, çawa nêzî hevaltiyê, nirxan, gel dibe, di berpirsyariyê de di kîjan astê de jiyan dike, mirov dikare baş bibîne. Ew mînaka min ji ber wê da.

Demekê li gel Rêber Apo ma. Piştre Rêber Apo li Rojava jî xist nav kar, li wir jî hinek kar kir. Dema ku agirbesta yekemîn çêbû, di wir de jî hevalê Riza amade bû, li gel Rêber Apo hem jî parastina Rêber Apo de jî cih girtibû. Piştî wê Rêber Apo ew şand qada Îranê ku karibe li wir kar bike. Hem ji bo Rojavayê Kurdistanê hem ji bo Bakurê Kurdistanê hem jî di aliyê têkiliyê de ku karibe kar bike. Li ser wî bingehî heval çû wê qadê. Li wê qadê demekê kar kir. Karekî serketî li wê derê kir.

DI PÊŞKETINA ÇALAKIYÊN ME YÊN LEŞKERÎ, RÊXISTINÎ Û SIYASÎ DE ROLA XWE MEZIN BÛ

Piştî wê ji wir hat, li qada şer cih girt. Li gelek qadan di asta fermandariyê de cih girt. Di bin berpirsyariya xwe de li ser şervanan sekinî, li ser perwerdeya wan sekinî. Wê çawa wan şervanan bi pêş bixe, çawa ji bo şer amade bike. Di wê de jî gelek wezîfe da ser milê xwe. Wer kar kir. Hevalê Riza ji ber ku kesayetekî gelek alî bû, ne tenê li qada leşkerî cih girt, ne tenê di aliyê xeta me ya çalakî, leşkerî de kar kir, di wê der afirînerî kir. Di wê de jî gelek kar kir, afirandinên xwe jî hene. Eger ku rêxistina me ya leşkerî, xeta me ya leşkerî, çalakiyên me leşkerî, ku çalakiyên me yên din ên siyasî, civakî bi pêş ket, rola wî hevalî, keda wî hevalî heye. Divê mirov vê jî zanibe.

Hevalê Riza Altûn li gelek beşên Kurdistanê kar kir. Li Ewropayê kar kir. Li Rojava, Rojhilat kar kir. Li Başûr kar kir, li Mexmûrê kar kir. Çiqasî di aliyê leşkerî de kar kir di aliyê civakî û rêxistinî de jî kar kir. Li kîjan qadan kar kir jî timî ji aliyê îdeolojîk, siyasî û rêxistinî jî bi pêş xist. Yanî aliyê xwe yê propagandayê xurt bû. Bi rehetî dikarîbû bi mirovan re têkiliyê dîne, bandorê çêbike, qezenç bike. Aliyekî xwe yê welê xurt hebû. Diçû kî derê bi hêsanî têkilî bi mirovan re datanî. Aliyê xwe yê gel jî xurt bû. Aliyê xwe yê propaganda, zimanê xwe, ûslûbê xwe, rêbazên xwe jî afirîner bû. Ji ber wê ji xwe bi rehetî bandor dikir, encam werdigirt.

Hevalê Riza Altûn çiqas kesayetekî leşkerî ye ewqas jî kesayetekî civakî ye. Kesayetekî îdeolojîk, siyasî, rêxistinkirî ye. Li gel wê kesayetekî dîplomatîke jî di karê dîplomatîk de jî gelekî kar kir. Hem li qada Sûriye, Lubnan hem li qada Rojava, Rojhilat, Başûr li Ewropa di vî alî de jî gelek kar kir. Eger ku eleqeya vê tevgerê bi pêş ketiye li hinek cihan, bi hinek saziyan re, bi hinek derdoran re di vir de keda vî hevalî divê mirov bibîne, kedeke wî ya mezin heye. Di kesayetiya heval de mirov dikare bibêje îradeyeke pir xurt hebû, wêrekiyeke pir xurt hebû. Ji aliyê moral ve pir xurt bû. Aliyê wî yê espîrî jî pir li pêş bû. Li ku bûna dema kêmasî, lawazî bidîta, bi aliyê henekan ew kêmasî dianî ziman, lewma kes nediêşiya. Ji ber wê bi wan henekan ji her kesî encam ji bo xwe werdigirt. Moralekî xurt werdigirtin. Hevalê ku li gel hevalê Riza, di bin berpirsyariya wî de têkoşîn dikirin, di vî alî de moral ji hevalê Riza werdigirt, bawerî werdigirtin, îrade, coş werdigirtin. Daxwaziya wan a têkoşînê xurt dibû. Kesayetiyekî welê bû.

Weke min got, mirov dikare bibêje kesayetekî Kemal Pîr a duyemîn bû. Gelek taybetmendiyên hevalê Kemal pê re hebûn. Aliyê îradeyê, îradeyeke pir xurt, cesaret, bi tirsê nizanîbû. Hevalekî hevaltiyê de xurt bû. Timî di nava tevgerê, çalakiyê de bû, nedisekinî. Ya wê çalakî bikira, ya wê propaganda bikira, ya wê têkilî danîbûya. Bi kurtasî li cihê xwe nedisekinî, timî di nava tevgerê de bû, diherikî. Taybetmendiyên hevalê Kemal mirov dikare bi wî re hevdu temam dikirin. Ji xwe ji ber wê destpêkê hevalê Kemal Pîr bi hevalê Riza re têkilî danî. Herhal dît ku hinek taybetmendiyên xwe di wî hevalî de hene. Hevalê Riza jî dît ku taybetmendiyên xwe di Kemal de hene. Hevaltî li ser wî esasî hîn xurt bi pêş ket. Fêhm kir ku ev taybetmendî taybetmendiyê Rêber Apo, taybetmendiyên PKK’ê ne. Ji ber wê bêteredût, bi biryar, bi cesaret tevlî vê tevgerê bû.

Hevalê Riza li Ewropayê jî gelekî ma, li wir kar kir. Di asta rêveberiyê de kar kir. Rêxistina Ewropayê meşand. Di wî alî de karê dîplomasiyê jî kir. Dema ku komploya navneteweyî hate kirin, ku Rêber Apo dîl hate digirtin, tê zanîn komplo di nava tevgerê de xwe bi rêxistin kiribû. Berê derve hatibû tevgerê, vê carê di nava tevgerê de komplo hat ser tevgerê. Li pişt, komploger hebûn. Her wiha dewletên dagirker hebûn, hinek Kurdên noker, xayin hebûn. Vana li pişt tasfiyekaran disekinînin. Bi alîkariya wan di nava tevgerê de li dijî tevgerê sekinî bûn. Derfeteke wan nebû, derfetê wan temamî derfetên tevgerê li dijî tevgerê bi kar dianîn. Xisareke mezin çêkirin.

BI GOTINA ‘EZ BI PARTÎ Û GELÊ XWE RE ME’ LI BER TASFIYEKARAN RABÛ

Yanî tevger paradîgmayek diguhert, ji paradîgmaya kevn derketibû ketibû paradîgmaya nû. Komplo di wê demê de mudaxele kir ku tevger paradîgmaya nû yê Rêber Apo de cih negire. Eger cih negirt wê demê ew tevger belav bibe. Komplogeran roleke welê pêk dianîn. Wê demê hevalê Riza li Ewropayê bû. Min heval re xeber şand, min nameyek şand. Min got, di nava tevgerê de hinek hene li dijî tevgerê disekinin, dixwazin tevgerê tasfiye bikin, lazim e tu jî helwesta xwe zelal bike. Helwesta te çi ye? Wê demê heval agahî ji min re şand. Got, rast wê demê di nava tevgerê de têkiliya min bi wan re jî hebû, lê belê niha mesele meseleya partiyê ye, qeder qedera partiyê ye, qedera miletekî ye, eger qedera partî, gel be ez bêteredût li gel partî, li gel gelê xwe me, li dijî tasfiyeyê me. Ew mesaj ji min re şandibû. Bi rastî dema ku min ew mesaj wergirt, min rehet kir. Ji ber ku Ewropa girîng bû. Hemû derfetên me di destê hevalê Riza wan de bû. Ji xwe wan tasfiyekaran jî ew hesab dikirin. Yan ku eger karibin hevalê Riza qezenç bikin, li gel wan cih bigirin, wê demê wê bi rehetî tevgerê tasfiye bikin. Ji ber wê li ser hevalê Riza pir disekinînin. Berê jî di nava partiyê de hevaltiyek hebû, eleqat hebûn, welê hesab dikirin ku wê karibin bi wê têkiliyê bandorê li wî bikin, wê derbeke mezin li tevgerê bixin. Lê belê hevalê Riza Altûn bêteredût, bi cesaret, bi biryar li dijî wan sekinî, li gel tevgerê cih girt, têkoşîn kir. Heta wê demê bi rastî min digot, gelo em ê karibin vê tasfiyeyê tasfiye bikin. Dema ku hevalê Riza helwesta xwe diyar kir, got ez li gel tevgerê me, li gel Rêber Apo me, li gel gelê Kurdistanê me, ez li dijî tasfiyeyê me, ji min çi tê xwestin jî ez amade me pêk bînim, wê demê baweriya min çêbû ku êdî em ê karibin li dijî tasfiyeyê encamê werbigirin. Ji xwe pir dirêj jî nekişand, me li dijî tasfiyeyê jî welê encam wergirt.

Yanî hevalê Riza armanca tevgera Apoyî, xeta wê, pîvanên wê, têkoşîna wê, nirxên wê ji bo xwe kiribû esas. Çawa destpêkê tevlî tevgerê bû, li ser wî esasî jî meşiya, her tim jî di dîroka tevgera Apoyî de ku kengî hinekan pirsgirêk derxistin, ku ji xetê ji armancê dûr ketin, li dijî wan bi biryar sekinî. Di vî alî de jî mirov keda hevalê Riza Altûn baş fêhm bike. Piştre hat vir, hat qada welêt. Dema ku hat li dijî tasfiyeyê, feraseta tasfiyeyê di nava tevgerê de, di nava kadro de têkoşîna îdeolojîk, rêxistin bi cesaret, bi xurtî kir. Eger ku me tasfiye tasfiye kir ku careke din xeta Rêber Apo di tevgerê serwer bû, di vir de rola hevalê Riza pir girîng e. Divê hevalê me jî gelê me jî vê rastiyê baş fêhm bike.

Piştre komîteyek parastinê hate avakirin. Di wê komîteyê de jî heval cih girt, endamê wê komîteyê bû. Wê komîteyê di aliyê gerîla de gelek karên girîng kir. Ji ber ku tasfiye, feraseta xwe xistibû nava gerîla jî. Ew feraset di nava gerîla de rakirin, careke din îdeolojiya Rêber Apo, felsefeya Rêber Apo, xet, pîvan, şêwazê wê serwer kirin, afirandina dîsîplîneke xurt de wê komîteyê karên mezin kir. Ji ber ku endamekî wê komîteyê bû, hevalê Riza Altûn bi rastî di wê de jî karekî cidî meşand. Gelek perwerde kir, di gerîla de, di şekildayina tevgerê de, di meşa tevgerê de, di rabûna li ber xeteriyên li ser tevgerê de kedeke wî, sekneke wî ya xurt heye. Dikarim vê bibêjim.

LI DIJÎ ÊRÎŞÊN DAÎŞ’Ê DI PARASTINA MEXMÛRÊ DE CIH GIRT

Dema ku dîsa DAÎŞ’ê êrîş kir, wê demê jî hevalê Riza roleke mezin pêk anî. Tê zanîn DAÎŞ’ê dema ku êrîşî Mexmûrê kir, ku xwest kampa Mexmûrê tasfiye bike, hevalê Riza ji bo wê kampê wezîfe girt ser milê xwe, li kampê, li wî gelî xwedî derket. Ew gel parast, bi cih kir, pêwîstiyên wan di wan şertan de pêk anî. Careke din DAÎŞ li wê herêmê hate paqijkirin. Piştre gelê me yê Mexmûrê li wê kampê cih bi cih bû. Di bicihkirina gel de jî roleke heval heye. Hem destpêkê kamp parast, gel parast, pêwîstiyên gel pêk anî, hem jî li dijî DAÎŞ’ê li wê qadê têkoşiya, ew qad ji DAÎŞ’ê rizgar kir, careke din gelê kampê bi silamet cihbicihkirinê de jî roleke welê mezin heval lîst.

Dema ku komploya navneteweyî bi pêş ket, ku hîn Rêber Apo li Sûriyeyê bû wê demê em bi hev re bûn. Me di navbera xwe de nîqaş kir, em ê çawa bikin ku Rêber Apo ji Sûriyeyê derxîne, bînin welêt, çiyê. Li wir em gihîştin biryarekê. Me got, em Rêber Apo re têkiliyê dînin, em rê jî çêbikin, em Rêber Apo bînin. Bi rastî me li ser wî esasî hinek kar kir. Me rê jî hinek çêkir. Me agahî da Rêber Apo, me got me rê çêkiriye em dikarin bînin gel xwe çiyê. Ya baş ew e. Lê belê Rêber Apo got, hela bila niha bisekine. Got, em paşê li ser wê bisekinin. Dema ku Rêber Apo ji me re ew got, me fêhm kir ku Rêber Apo dixwaze derkeve aliyê Ewropayê. Ji ber ku Ewropayê jî hinek soz dabûn Rêber Apo, ku eger derkeve Ewropayê ji bo pirsgirêka Kurd bi rêyên siyasî demokratîk çareser bibe, wê rola xwe pêk bînin. Rêber Apo ew ji bo xwe kiribû esas. Paşê ji xwe di parêznameyê de jî îzah dike, dibêje eger ez biçûma Kurdistanê, çiya wê çaxê wê şerekî mezin biqewimiya. Him tevger hem gel wê zerar bidîta. Ji bo şer mezin nebe, ji bo pirsgirêk jî êdî derketiye, lazim e çareser bibe, rêya çareseriyê jî rêya siyasî, demokratîkbûnê ye. Ewropa jî ew soz dabû. Ji ber wê got, min berê xwe da Ewropayê. Ku eger Rêber Apo bixwasta, bihata çiyê me rêyek çêkiribû. Belkî rêyek pir ne saxlem bû, tê de hinek rîsk jî hebûn, lê belê me digot em ê karibin di nav wan rîskan de em ê Rêber Apo bi selamet bigihînin çiyê. Me karekî bi wî rengî meşand.

JI BER BOMBARDÛMANA DEWLETA TIRK LI QENDÎLÊ ŞEHÎD BÛ

Paşê tê zanîn hevalê Riza Altûn di rêveberiya KCK’ê de jî cih girt. Di wî alî de jî kar kir. Dîsa di tevgera beşan de jî hinek wezîfe wergirt. Di wî alî de jî kar kir. Yanî welatparêziyê li wan beşan jî bi rast bi pêş bikeve. Yanî li beşên Kurdistanê bi navê Kurdîtiyê gelek texrîbat bi pêş ketibûn, lazim bû ew texrîbatana bihata rakirin, xeta welatparêzî û şoreşgeriyê li wan beşan jî bihata pêşxistin. Di vî alî de jî wezîfe da ser milê xwe. Ji bo hemû beşan kar kir.

Dawî di komîteya derve de, di komîteya dîplomasiyê ya KCK’ê de cih girt. Dikarim bibêjim yekemîncar Komîteyeke KCK’ê ya Têkiliyên Derve, Dîplomasiyê hevalê Riza ava kir. Komîte êdî rûniştîbû, dest bi kar kiribû, kar dikir. Di wê de dewleta Tirkiyeyê êrîş kir. Êrîşî hevalê Riza kir, êrîşî wê komîteyê kir. Ji ber ku dewleta Tirkiyeyê fêhm kir ku eger ew komîte kar bike, ji bo dewleta Tirkiyeyê wê nebaş bibe. Heqîqeta Rêber Apo, tevgera Apoyî, tevgera li Kurdistanê û rastiya gelê Kurd bi her awayî bê fêhmkirin. Ew siyaseta ku li ser civak, mirovê Kurd tê meşandin jî wê bê fêhmkirin. Bi her alî ve rastiya dewleta Tirk a dagirker wê eşkere bibe. Her wiha li pişt wê dewletên ku disekinin, sîstema ku disekine, sîstema kapîtalîst modernîte, dîsa yên ku bi sîstemê, dagirkeriyê re xizmetê wan dike li Kurdistanê, rastiya wan jî wê eşkere bibe. Di vir de wê tengav bibin. Tevger wê di vir de hîn bêhtir rewa bibe. Ji bo ku rewabûna tevgerê neyê fêhmkirin, ku ew mohra li tevgera xistin ku karibin dewam bikin, lazim e ew komîte tasfiye bibe. Ji bo komîteyê tasfiye bikin jî hevalê Riza pêşî tasfiye dikin, ku karibin komîteyê tasfiye bikin. Bi rastî jî wer hatin ser hevalê Riza hatin ser wê komîteyê. Di wî karî de hevalê Riza li Qendîlê şehîd ket. Bi bombardûmana dewleta Tirkiyeyê şehîd ket. Li gel wî hevalî jî du heval şehîd ketin. Yek hevalê ku di aliyê gumrukê de kar dikir. Yek hevalek jî yê li gel min di parastinê de cih girtibû. Hevalekî ji xelkê Licê bû, navê wî Baz bû. Hevalekî pir hêja bû. Ji xwe ji bo hevalê Riza ji cihekî bîne cihekî min şandibû. Dema ku bombardûman çêbû, bi hev re şehîd ketin.

ŞOREŞGEREKÎ MEZIN, SOSYALÎSTEKÎ MEZIN BÛ

Niha qebristana hevalê Riza Altûn Qendîlê ye, li Şehîdgeha Mehmet Karasûngûr e. Bi şehadeta hevalê Riza Altûn bêguman komîteyê derb xwar. Ji xwe piştî wê jî endamên wê komîteyê kirin hedef, şehîd ketin. Ji ber wê ew komîteyê kar ku heta wê demê dimeşand, demekê sekinî. Heta ku me careke din ew komîte ava kir. Ji ber ku şoreşgerekî mezin bû, sosyalîstekî mezin bû. Timî destpêkê heta şehîd ket di dilsoza xwe bi Rêber Apo û hevaltiyê de qisûrek nekir. Timî jî ji her alî ve xizmet kir, kar kir. Bi cesaret kar kir. Hevalekî îradeya xwe pir xurt bû, moralê xwe pir xurt bû. Ti carî wer li astengiyan xwe paşve nekişand, di xeteriyê de xwe paşve nekişand. Wê çawa xeteriyê bike sedema ku wan ji holê rake, di nava wan xeteriyê de tevgerê bi pêş bixe, timî ev ji bo xwe kir esas. Armanc, pîvanên tevgerê di nava her şert û mercî de, di her cihî û wezîfeyê de ji bo xwe kir esas. Tiştê ku xizmetê armancê tevgerê neke, xisarê bike, lawaziyê çêbike ti carî qebûl nekir. Li dijî wê bi egîdî sekinî.

EZ Ê HER TIM HEVALÊ RIZA JI XWE RE BIKIM ESAS

Ji ber wê hevaltiyeke xurt bi pêş xist. Destpêkê de bi Rêbertî re ew hevaltî çêkir, ew hevaltiya ku bi Rêber Apo re çêkir heta ku şehîd ket jî bi nava tevgerê de bi hemû hevalan re meşand. Dikarim bibêjim kesayetekî ku xwe bi rêxistin kiribû, bi dîsîplîn bû, timî bi berpirsyarî û cidiyetê bû. Timî bi moral bû, timî moral dida her kesî. Bi kê re têkilî danîbûya yekser bandor lê dikir. Ew qezenç dikir. Taybetmendiya ku Rêber Apo di vê tevgerê de bi pêş xist, di xwe de bi pêş xistibû. Ji bo gelek kar, qadan xwe amade kiribû. Li Bakur, Ewropa, Rojava, Lubnan, Başûr, Mexmûr, li her qadê têkoşîn kir. Dîsa li qada leşkerî heta qada siyasî, dîplomatîk, civakî karê rêxistinî, yê propagandayê meşand, wezîfe bi serketî pêk anî. Ji ber wê hem hevalê me hem xebatkarê me hem jî gelê me divê li ser heqîqet, kesayet, jiyan, têkoşîna hevalê Riza Altûn timî lêkolîn bike, ji bo xwe encamê werbigire. Di heqîqeta hevalê Riza Altûn de bijî, bide jiyankirin. Ji ber ku ev nirxên me yên esas in. Yên ku destpêkê heta niha em meşandin, gihandine îro ne. Ev pêşeng, mamosteyên me ne. Eger ku em gihîştine îro, ku tevgera me îro bûye tevgereke mînak, di vir de keda şehîdan esas e. Di vir de keda şehîdê me Riza Altûn mezin e. Heta ku di vê tevgerê de yek bimîne, wê kesayet, têkoşîn, keda wî hevalî ji xwe esas werbigire. Min bi xwe jî li gel wî hevalî, ji Enqereyê heta Sêwereg, li qada Kurdistanê, di gelek qadan û karan de me bi hev re kar kir. Hevaltî kiriye. Li ser min jî tesîra xwe çêbûye. Gelek aliyên wî min ji bo xwe kiriye esas. Timî jî ez ê wî hevalî ji bo xwe bikim esas. Ew soza ku min da şehîdan, soza ku min da hevalê Riza Altûn ez dubare dikim.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN BEHDÎNAN

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Karayilan: Her tim rêber û pêşengek bû
Nûçeya Pişt re Li Xezeyê di bombardûmanê de herî kêm 33 kes hatin qetilkirin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Bersivê betalke

Epeyama we nayê weşandin. Qadên pêwist bi * hatine nîşandan.

Ji kerema xwe astek jilbijêre

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Welatiyekî ku di êrîşên Dêrezorê de birîndar bibû, şehîd bû

Welatiyekî ji ber êrişên koma Dîfa El Wetenî ya girêdayî hikumeta Şamê li dijî bajarokê…

Ji aliyê Stêrk TV

Platforma Jinan a Amedê: Têkoşîna me jî pişta xwe spartiye felsefeya ‘Jin, Jiyan, Azadî’

Platforma Jinan a Dîcle Amedê nerazîbûn nîşanî qetilkirina jinan da û got: "Têkoşîna me pişta…

Ji aliyê Stêrk TV

Tulay Hatîmogûllari: Heta ku encam ji hevdîtinê bê, em têkoşînê mezin bikin

Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari got, "Heta ku pêvajoya li Rojava zelal bibe,…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Li Amedê bîranîna Kaytan û Altûn destpê kir

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Liv û tevgera artêşa Iraqê ya li dora Mexmûrê zêde bû

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Li Xezeyê komkujî: Tevahiya şevê herî kêm 100 kes hatin kuştin

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Karayilan: Her tim rêber û pêşengek bû

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

Bibe abone!

Em ê te ji nûçe, gotar, bername û hemû bûyerên giring agahdar bikin!

Tu kengî bixwazin dikarin betal bikî.
adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?