Hevdîtina ku nêzî 1.5 saetî dewam kir, li Navenda Giştî ya DEVA pêk hat û li çapemeniyê girtî hate lidarxistin.
Di hevdîtinê de ku saet di 11:00 de destpê kir ji DEM Partiyê Serokwekîlên Komê Gulistan Kiliç Koçyîgît û Sezaî Temellî, ji heyeta DEVA Serokwekîlê Giştî Îbrahîm Çanakçi û Alîkarên Serokê Giştî Mehmet Emîn Ekmen, Sadûllah Ergîn û Medenî Yilmaz amade bûn.
Li ser naveroka hevdîtinê hîn daxuyaniyeke fermî nehatiye dayin.