Sêşem, 13 Cotmeh 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Kariane Westrheim: Çareseriya demokratîk a meseleya Kurd bi kêrî civaka Tirkiyeyê jî tê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bavê rojnamevanê girtî Ahmed Polad bang: ‘Ahmed bi tenê nehêlin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Karayilan: Eger têkildarî Rêber Apo biryareke nû neyê dayin wê pêvajo nemeşe

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 13’Ê COTMEHA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Îtiraza ji bo Saît Yildirim a li dijî taloqkirina tehliyeyê hate redkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji DBP’ê û DEM Partiyê civînên gel: ‘Em ê bi hev re sedsala nû ava bikin’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Li Nexweşxaneya Bajêr çalakî dewam e: Bila mafên me bên dayîn!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Aqûbeta 5 Kurdên li Baneyê hatine girtin nayê zanîn 

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çalakiya nobetê ya li Mexmûrê bi biryardarî didome

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nivîskarê Kurd Mehmed Ûzûn li ser gora xwe hate bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Têkoşîna me wê heta azadiya fîzîkî ya Rêber Apo dewam bike’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Amedê qurbaniyên Komkujiya 10’ê Cotmehê hatin bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Gulsum Elvan: Aştî tenê bi edaletê, rûbirûbûnê û têkoşîna jinê ava dibe

    Ji aliyê Stêrk TV

    YRJ’ê şehîdên Ragihandina Azad Dilîşan Îbiş û Dilovan Gever bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji çiyayên Kurdistanê peyama ji bo Kombûna Jinan a Navneteweyî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Aynûr Sarica: Divê jin bibin hîmê damezrîner ê pêvajoya aştiyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Li dijî provokasyonên li Hesekê divê em helwest nîşan bidin!’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Wê nexşerêya Jineolojiyê were diyarkirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Xelata Wêjeyê ya Nobelê ji Anne Carson re hate dayin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Divê şaredarî ji bo şano û çanda Kurd derfetan biafirîne’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Freiburgê 1’emîn Festîvala Film a Kurdî destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Aştiya mayinde bi demokratîkbûneke xurt pêk tê û hunerê jî azad dike’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Derhêner Semîr Aslanyurek: Sînema û huner divê bi aştiyê re be

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Di pêvajoya aştiyê de rola hunerê bi qasî ya polîtîkayê girîng û pêwîst e’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Karayilan: Eger têkildarî Rêber Apo biryareke nû neyê dayin wê pêvajo nemeşe
DAÎŞ’ê car din li Hewîce êrîş kir
Li Hesekê êrîşa çekdarî: 3 kes birîndar bûn
Serkirdeyekî DAÎŞ’ê hat girtin
Li Tehranê cezayê darvekirinê li 3 welatiyên Kurd hate birîn
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > Bakirhan: Divê mutabaqat bibe metneke hiqûqî ya nivîskî
Kurdistan

Bakirhan: Divê mutabaqat bibe metneke hiqûqî ya nivîskî

Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tûncer Bakirhan anî ziman ku 'hiqûqa xwişk-biratiyê' 'hiqûqa wekheviyê' ye û got, divê mutabaqatek bê çêkirin û ev yek jî veguhere 'metneke hiqûqî ya nivîskî'.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 25. Gulan 2025 Dema xwendinê: 4 dq.
Parvekirin

Partiya Demokrasî û Wekheviyê ya Gelan (DEM Partî) ‘Civîna Dema Navberê ya Rêveberiyên Xwecihî ya Demokratîk’ li Navenda Kongreyê ya Çand Amedê pêk anî.

Civîn bi dirûşma ‘Bi rêveberiyên xwecihî yên demokratîk ber bi civaka demokratîk ve’ hate lidarxistin.

Di civînê de ku bi deqeyeke rêzgirtinê destpê kir, Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tûncer Bakirhan, Hevserokê Giştî yê Partiya Herêman a Demokratîk (DBP) Keskîn Bayindir, hevserokên bajar û navçeyan jî amade bûn.

BERPIRSYARIYA KU DIKEVE SER MILÊ RÊVEBERIYÊN XWECIHÎ

Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Dogan Hatûn destpêkê axivî û diyar kir ku hem ji aliyê xizmeta ji bo gel hem jî ji aliyê aştiyê ve ew bi hêvî ne.

Dogan Hatûn got, “Di vê demê de ku em li ser aştiyê, demokratîkbûnê, avakirina aştiya civakî diaxivin, bêguman berpirsyariya rêveberiyên xwecihî hîn zêde bûye. Em di demeke welê de ne ku divê bi berpirsyariyan qadên xwecihî bêne xurtkirin, bi gel re bêhtir bên gel hev, bikin hêmana bingehîn a avakirina civakê. Barê me giran e, lê belê em li ber destpêkirina wê demê ne ku karê xwe di vê çarçoveyê de berfireh bikin.”

PERGALA CÎHANÊ ÊDÎ BI VÎ RENGÎ WÊ DEWAM NEKE

Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tûncer Bakirhan jî bal kişand ser bûyerên li Rojhilata Navîn û Cîhanê û got, “Şer weke li her devera cîhanê, li kêleka me li Rojhilata Navîn jî diqewime. Êdî rastî ye ku pergala cîhanê wê bi vî rengî nemeşe.”

Bakirhan got, “Weke li Rojhilata Navîn di asta herêmî û navneteweyî de jî pêwîstî bi aştiyê heye” û destnîşan kir ku ew li herêmê, li cîhanê, li Tirkiyeyê aştiyê diparêzin.

PEYMANEKE CIVAKÎ YA NÛ

Bakirhan anî ziman ku têkiliyên Tirk-Kurd xwedî rabirdûyeke qedîm e û diyar kir ku ev têkiliya hatiye lawazkirin divê jinûve bê xurtkirin.

Bakirhan got, “Di vir de Birêz Abdullah Ocalan di hevdîtina dawî de gotibû, ‘Hiqûqa xwişk û biratiyê û pyemana civakî ya nû’. Ev herdu pênase xurtbûna bingeha polîtîk exlaqî ya jiyana bi hev re ya derketina ji şer vedibêje. Hiqûqa xwişk û biratiyê weke ku Birêz Ocalan dibêje, hiqûqa wekheviyê ye. Li ser zemîneke demokratîk jiyana hevpar û wekhev e.”

METNEKE HIQÛQÎ YA NIVÎSKÎ

Bakirhan bi dewamî got, “Hûn zanin bê cewhera meseleya Kurd çi ye? Cewhera meseleya Kurd avanekirina mutabaqateke dualî ye ku bi wesîleyên cuda me nîqaş kirin, lê pêk nehatin. Ev mutabaqat divê veguhere metneke hiqûqî ya nivîskî.”

AFIRANDINA ZEMÎNA HIQÛQÎ KARÊ MECLÎSÊ YE

Bakirhan destnîşan kir ku zemîna hiqûqî wê li meclîsê bê danîn û got, “Çima meclîs? Ji ber ku aştî tenê bi daxuyaniyên ji nêta baş nabe, dema ku bi qanûnan hate ewlekirin, hingî aştî dibe aştî. Lewma em dibêjin Meclîs.”

Bakirhan bi dewamî xwest, qeyûmên li şaredariyên wan hatine danîn bêne vekişandin, hevşaredarên girtî bêne berdan.

Bakirhan got, “Rêveberiyên xwecihî ji bo demokratîkbûna dewletê weke eynikekê, pirekê, nexerêyekê ye” û destnîşan kir ku di vê li qada xwecihî demokrasî bê xurtkirin.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN AMED

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Dersim: Mesele ew e ku em ê mîrateya PKK’ê çawa xurttir bikin
Nûçeya Pişt re Nameya Rêber Apo li du dibistanên Kobanê hat xwendin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Bahoza Melissa: Li Haitî herî kêm 20 kes mirin

Bahoza Melissa, ku li Karayiban xist, li Haîtî, Jamaîka û Kubayê wêraniyeke mezin çêkir. Herî…

Ji aliyê Stêrk TV

HBDH: Hevrê Baran Serhat wê di têkoşîna me de her bijî

HBDH’ê endamê Komîteya Navendî ya MLKP’ê û Endamê Konseya Giştî ya HBDH'ê Baran Serhat di…

Ji aliyê Stêrk TV

Cenazeyê şehîd Zagros Kobanê bi merasîmekê hate veşartin

Cenazeyê Şehîd Zagros Kobanê bi merasîmekê li Goristana Şehîd Dîcle ya li başûrê Kobanê hate…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Li Nexweşxaneya Bajêr çalakî dewam e: Bila mafên me bên dayîn!

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Aqûbeta 5 Kurdên li Baneyê hatine girtin nayê zanîn 

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Orûç: Têkoşîna li dijî narkotîkê divê bi avakirina xeta civakî ya astengkirinê be

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Çalakiya nobetê ya li Mexmûrê bi biryardarî didome

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?