Şemî, 29 Tebax 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Li Rihayê civîna gel: Em ê li van axan bibin hemwelatiyên wekhev

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Stenbolê taziye û bîranîn: Em ê şehîdên xwe ji bîr nekin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Xizmên windayan li 5 bajaran kom bûn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Îranê hefteya borî 28 kes darve kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dayikên Şemiyê di hefteya 1118’an a çalakiya xwe de hatin ba hev

    Ji aliyê Stêrk TV

    Lêpirsîna Gulistan Doku: 10 kes hatin binçavkirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Taziyeya li Nisêbînê: Bi hezaran kes tevlî bûn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ziyad Cebar: Peyama Ocalan ji bo yekîtiya gelê me dilsozane ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Mexmûrê perwerdeya ‘Manîfestoya Aştî û Civaka Demokratîk’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Taziyeya li Kerboranê didome

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Nisêbînê taziye di roja 3’yan de ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Mamoste Şemal li Kifriyê bi merasîmeki girseyî hata bibîranîn, serdana gora wî hat kirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    ‘YPJ dikare weke hêzeke taybet entegreyî Wezareta Hundirîn were kirin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    YPJ’ê nasnameya 3 şehîdên xwe ragihand

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji DEM Partiyê banga Rojîn Kabaîş: ‘Mirina wê divê were ronîkirin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Saqiz û Çapharê du jin ji aliyê hevjînên xwe ve hatin qetilkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Îranê rewşa tenduristiyê ya 2 jinên girtî xirab dibe

    Ji aliyê Stêrk TV

    YRJ’ê û Jin Produksiyon rojnamevanan bibîr anîn: Em ê dengê rastiyê bigehînin civakê

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Tevgerên Çandê Hêvî Şanoger bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Xebata çêkirina peykera Salih Muslim bidawî bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Diyariya 15’ê Tebaxê ya Hunera Azad ji bo şervanên jin: Ji Wê Ve Tê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hejmara nû ya Kovara Huner hate weşandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Amadekariyên ji bo 34’emîn Festîvala Çanda Kurd a Navneteweyî bi dawî bûn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Festîvala Çand û Xwezayê ya Depê banga aştî û civaka demokratîk

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Hevdîtina navbera şandeya YPJ’ê û Wezîrê Karên Hundir ê Sûriyeyê destpê kir
Îranê di meha dawî de 60 kes îdam kirin
Tevgera Nûceba: Em ê çekên xwe bi ti awayî teslîmî dewletê nekin
Di êrîşa li dijî Tûgeya Qamişloyê de 2 şervan şehîd bûn û 2 birîndar bûn
Li Silêmaniyeyê jinek hate kuştin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > Sozdar Avesta: Dem dema civaka demokratîk, aştî û yekîtiyê ye
Kurdistan

Sozdar Avesta: Dem dema civaka demokratîk, aştî û yekîtiyê ye

Endama Konseya Serokatiya Giştî ya KCK'ê Sozdar Avesta anî ziman ku li ser mîrateya berxwedanê ya 52 salan a PKK'ê wê têkoşînê hîn mezin bikin û got, "Êdî dema civaka demokratîk, dema aştî û yekîtiyê ye."

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 26. Gulan 2025 Dema xwendinê: 5 dq.
Parvekirin

PKK’ê kongreya xwe ya 12’emîn di navbera 5-7’ê Gulanê de lidar xist. Endama Konseya Serokatiya Giştî ya KCK’ê Sozdar Avesta piştî kongreyê axivî û anî ziman ku PKK’ê navê xwe bi tîpên zêrîn û lehengiyeke mezin li dîrokê nivîsî ye û wê bi vî rengî bê bîranîn.

Sozdar Avesta nirxandineke bi vî rengî kir:

“Me Kongreya 12’emîn a PKK’ê lidar xist. Di serî de Hakî Karer, Mazlum Dogan, Sakîne Cansiz, Alî Haydar Kaytan û Riza Altûn em tevahî şehîdên azadiya gelan bi rêzdarî û minetdarî bi bîr tînim. Li ber bîranîna şehîdan bejna xwe ditewînim. Ez damezrînerê vê partiyê Rêber Apo ku ji kongreya ewilî heya vê kongreyê bû ruh, felsefe û şêwazê jiyana azad, bi rêzdarî û hezkirin silav dikim. Kongreya me ya 12’an, kongreyekî awarte bû. Di şert û mercên pir awarte de hate lidarxistin. Ev kongre encamê têkoşîna 52 salan a PKK’ê ya bi pêşengiya Rêber Apo ye. Her wiha li ser hîmê qehremaniyên mezin ên şehîdan, kongre hate komkirin.

PKK’ê di dîroka Kurdan de gelek pêngavên şoreşgerî pêş xistin. Beriya her tiştî Kurd ji doşeka mirinê rakir ser piyan. Kurd veguherand gelê herî berxwedêr, azadîxwaz û têkoşer. PKK’ê rûmet ava kir. PKK’ê ji bo tevahî mirovahiyê şoreşeke esasî, şoreşa jinê pêş xist. PKK’ê cewherê xwe ji têkoşîna azadiya jinê girt. Bi pêşengiya Rêber Apo û PKK’ê jinên Kurd li Kurdistan, Rojhilata Navîn û tevahî cîhanê bûn jinên herî pêşeng û têkoşer. Dîsa PKK’ê li Kurdistan, Rojhilata Navîn û cîhanê xeyalê ciwanan zindî kir, ruh û enerjiya ciwantiyê di ciwanan de bi rêxistin kir. PKK’ê di nava Kurdan de zanebûneke mezin pêş xist. Bi saya Rêber Apo û PKK’ê Kurdê azad, hevgirtî û têkoşer hate afirandin. Bi vê şoreş, pêşketin û têkoşîna mezin PKK hate Kongreya 12’an. Li ser hîmê banga Aştî û Civaka Demokratîk û bi perspektîfên Rêber Apo Kongre kom bû. Ked, ruh û xebatên PKK’ê bi rengekî pir vekirî û pir dewlemend, bi rengekî ku êdî bibe malê dîrokê hate şîrovekirin. Her çendî ku xemgîniyek hebe jî, lê hemû endam û delegeyên kongreyê di wê zanebûnê de bûn ku PKK’ê êdî qalibê partiyên klasîk jî şikand. PKK perspektîfa jina azad, sosyalîzma demokratîk, civaka komunal û demokratîk e û dixwaze vê yekê pêş bixe.

Ti kesê PKK têk nebiriye. Rêber Apo jî di banga xwe ya Aştî û Civaka Demokratîk de diyar kiribû, hemû rêxistin û cemiyetên bi vî rengî yên ku bi zorê nayên tunekirin, divê xwe bike malê tevahî dîrok û civakê. PKK jî bi vî rengî nehatiye têkbirin, PKK bi guhertin û veguhertineke mezin erkê xwe yê dîrokî pêk anî. Êdî erk û mesûliyeta xwe bi zanebûna dîrokî wê di nava civaka demokratîk de pêş bixe. Civaka komunal, sosyalîst, demokratîk bi pêşengiya jin û ciwanên Kurdistanê, ciwanên enternasyonal û tevahî kesên azadîxwaz wê li her derê belav bibe. Êdî dawî li zihniyeta desthilatdariya mêr a şer tê. Pêşî li siyaseta demokratîk vedibe. PKK’ê tenê ji bo xwe ev guhertin û veguhertin pêk neanî, tenê ji bo xwe ev têkoşîn nemeşand. Ji bo tevahî mirovahiyê, jinan û gelan ev têkoşîn meşandiye. Vê yekê jî bi lehengiyeke mezin û bi tîpên zêrîn di dîrokê de cihê xwe girtiye. PKK bûye malê dîrokê û di dîrokê de bi cih bû. Ti hêz nikare vê yekê berevajî bike. Li ser vî esasî li ser xeta Apoyîtiyê, li dora Rêber Apo, bi vê fikrê mezin kongreyê hemû gotinên ku PKK terorîze dikir, vale derxistin. Kongreyê da diyarkirin ku kesên van gotinan dikirin, xwedî zihniyeteke çawa rûreş bûn. Dem dema civaka demokratîk e, dem dema aştî, hevgirtin, jin û ciwanan e. Li ser vî esasî kongre bi rengekî serketî, hevgirtî û bi yek helwest, yek ruh, yek deng û bi yek fikriyatê kom bû. Ev jî ji bo tevahî gelê me, jinan, mirovahî û tevahî gelên Rojhilata Navîn jî diyariyeke mezin e. Tiştek wisa cara yekemîn di nava PKK’ê de pêk tê. Partiyeke 52 salan bi têkoşîneke mezin xwe aniye vê roja îro. Têkoşîn hîn berdewame, di esasê xwe de nû destpê dike. Li ser vî esasî divê mîrateya 52 salan û ev têkoşîn hîn zêdetir were bilindkirin. Em bi gelê xwe bawerin, bi ruhê ku hatî afirandin, bi vê zanistê bawerin, em bi Rêber Apo bawerin. Ez vê pêngavê li Rêber Apo, jin, ciwan û tevahî gelan pîroz dikim.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN BEHDÎNAN

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Tulay Hatîmogûllari: Gunerîna qanûna bingehîn ne armanca me ya sereke ye
Nûçeya Pişt re Rûken Bagok: Me hebûna xwe di nava PKK’ê de dît
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

400 malbatan berê xwe dan Efrînê; Parêzgarê Hesekê: Em ê vegerê bişopînin

400 malbatên koçber ên Efrînî ji Hesekê berê xwe dan Efrînê. Parêzgarê Hesekê jî diyar…

Ji aliyê Stêrk TV

‘Pêwîstiya faşîzma Tirk ji bo mayînê bi tunekirina azadîxwazan heye’

Rewşenbîr û mamosteyên zanîngehan li dijî êrişên dewleta Tirk a faşîst ên li ser rojavayê…

Ji aliyê Stêrk TV

Li Çînê baranên zêde: Otoban hilweşiya û herî kêm 24 kesan jiyana xwe ji dest dan

Li bajarê Gûangdong ê li başûrê Çînê ji ber barana zêde beşeke otobanekê hilweşiya û…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Taziyeya li Nisêbînê: Bi hezaran kes tevlî bûn

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Ziyad Cebar: Peyama Ocalan ji bo yekîtiya gelê me dilsozane ye

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Li Mexmûrê perwerdeya ‘Manîfestoya Aştî û Civaka Demokratîk’

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Taziyeya li Kerboranê didome

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?