Duşem, 12 Cotmeh 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Ji DBP’ê û DEM Partiyê civînên gel: ‘Em ê bi hev re sedsala nû ava bikin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    ÎHD’ê banga berdana girtiyê nexweş Celal Yildirim kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Îranê bi dronan êrîş bir ser navçeya Koye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Komploya navneteweyî li Mîçûrînskê hate şermezarkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li gorî Fetî Yildiz pêvajo dê heta dawiya Mijdarê bi encam be!

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Divê civak xwedî li hunermendan, hunermend jî xwedî li civakê derkeve’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Çalakiya nobetê ya li Mexmûrê bi biryardarî didome

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nivîskarê Kurd Mehmed Ûzûn li ser gora xwe hate bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Têkoşîna me wê heta azadiya fîzîkî ya Rêber Apo dewam bike’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Amedê qurbaniyên Komkujiya 10’ê Cotmehê hatin bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bi girseyî çûn serdana taziyeya Reşat Eroglu yê PKK’î

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Komîteya Azadiya Abdullah Ocalan daxuyaniya 9’ê Cotmehê

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Ji çiyayên Kurdistanê peyama ji bo Kombûna Jinan a Navneteweyî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Aynûr Sarica: Divê jin bibin hîmê damezrîner ê pêvajoya aştiyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Li dijî provokasyonên li Hesekê divê em helwest nîşan bidin!’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Wê nexşerêya Jineolojiyê were diyarkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Arjantînê ji bo bîranîna şehîd Lêgerîn Çiya civîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rewşa tenduristiyê ya Nêrgis Mihemedî nebaş bû

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Xelata Wêjeyê ya Nobelê ji Anne Carson re hate dayin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Divê şaredarî ji bo şano û çanda Kurd derfetan biafirîne’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Freiburgê 1’emîn Festîvala Film a Kurdî destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Aştiya mayinde bi demokratîkbûneke xurt pêk tê û hunerê jî azad dike’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Derhêner Semîr Aslanyurek: Sînema û huner divê bi aştiyê re be

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Di pêvajoya aştiyê de rola hunerê bi qasî ya polîtîkayê girîng û pêwîst e’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
DAÎŞ’ê car din li Hewîce êrîş kir
Li Hesekê êrîşa çekdarî: 3 kes birîndar bûn
Serkirdeyekî DAÎŞ’ê hat girtin
Li Tehranê cezayê darvekirinê li 3 welatiyên Kurd hate birîn
Li Minbicê teqîn: Kesek jiyana xwe ji dest da
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > DEM Partî: Bila qeyûm bêne vekişandin, hevserokatî bê naskirin
Rojane

DEM Partî: Bila qeyûm bêne vekişandin, hevserokatî bê naskirin

Desteya Rêveberiyên Xwecihî ya Demokratîk a DEM Partiyê di encamnameya civîna rêveberiyên xwecihî de xwest, qeyûm bêne vekişandin û hevserokatî bê naskirin.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 28. Gulan 2025 Dema xwendinê: 9 dq.
Parvekirin

DEM Partiyê di navbera 25-26’ê Gulana 2025’an de bi dirûşma ‘Bi Rêveberiyên Xwecihî yên Demokratîk ber bi Civaka Demokratîk ve’ Civîna Dema Navberê ya Rêveberiyên Xwecihî yên Demokratîk lidar xist.

Civîn diyarî Endamê Heyeta Îmraliyê Sirri Sureyya Onder hate kirin ku 3’ê Gulanê jiyana xwe ji dest da.

Encamnameya civînê ji aliyê Desteya Rêveberiyên Xwecihî ya Demokratîk a DEM Partiyê ve hate eşkerekirin.

EM Ê DI NAVA HER ŞERT Û MERCÎ DE ÎRADEYA GEL BIPARÊZIN

Encamnameya civînê bi vî rengî ye:

“Hilbijartinên 31ê Adara 2024an dihat wê wateyê ku pêkanînên qeyûman ên 8 salan dê careke din bi dawî bibin û şaredarî dê careke din derbasî rêveberiya gel bibin. Bidestxistina 78 şaredariyan a partiya me li ser esasê pergala Hevserokatiyê, encama biryardariya îradeya gel bû. Partiya me ne tenê di hevşaredariyê de, di heman demê de di sedan şaredarî û meclisên giştî yên bajaran de nûnertî bi dest xistiye.

Ev biryardariya gel a ku li ser sindoqan nîşan da ji bo me dihat wateya berpirsyariyê. Armanca me ew bû ku şaredariyên ku bi salan bi berbend û têlan ji gel hatine veqetandin, careke din bibin şaredariyên gel.

Pêşînetiya me ya bingehîn ew e ku em şaredariyan bigihînin gel, lê pêşînetiya desthilatê lêgerîn û hewldana desteserkirina şaredariyên gel e. Desteserkirina 10 şaredariyên partiya me piştî hilbijartinan û tayînkirina qeyûman di esasê de xitimîna siyasî ya desthilatê nîşan da.

Di nav gelên Tirkiyeyê de nebûna bertekên têrker û bersivnedan rê li ber belavbûna pêkanînên qeyûman li rojavayê Tirkiyeyê vekir. Weke Partiya DEMê em ê li dijî hemû pêkanînên dij-demokratîk derkevin, Li ku derê, kengî û ji kê re bên kirin jî.

Şert û merc çi dibin bila bibin em ji parastina vîna gel gavekê jî paşve navêjin. Em soz didin gel ku em ê bi vê hişmendiyê têkoşîna xwe bidomînin.

EM Ê PERGALA HEVSEROKATIYÊ CIVAKÎ BIKIN

Her pergala ku li ser yekperestiyê ava bûye, di esasê xwe de serdestiya mêrane ye. Pergala serdest a mêr jî xwe dike navendî. Ev rewş bi tevahî berovajî nêzîkatiya Demokrasiya Radîkal e ku partiya me diparêze. Ji bo afirandina çanda rêveberiya demokratîk, em daxwaz dikin ku jin û mêr bi awayekî wekhev di astên rêveberiyê de cih bigirin. Bi vê têgihiştinê partiya me ya ku kevneşopiya mîrateya partiyên pêşengên xwe ye, ji sala 2005an heta niha di hemû astên rêvberiyê de pergala Hevserokatiyê pejirandiye.

Pergala Hevserokatiyê ji roja hatiye pêkanîn heta niha ve hem ji aliyê zihniyeta desthilatdariya mêrperest ve û hem jî ji aliyê amûrên şerê taybet ve hatiye hedefgirtin. Tevî hemû hewldanên hedefgirtinê jî me ji parastina pergala Hevserokatiyê gavek jî paş ve neavêtiye û em ê neavêjin jî.

Em ê li dijî her cure êrişên li ser pergala Hevserokatiyê bisekinin. Pergala Hevserokatiyê encama têkoşîna azadiya jinan û berxwedana demdirêj veguherandiye destkeftiyekê û em ê bibin pêşengên civakîkirina pergala Hevserokatiyê.

Pergala Hevserokatiyê jin, mêr, ciwan, karker, astengdar; bi kurtasî hemû beşên civakê di nava rêveberiyê de dihewîne û di heman demê de têkiliya xweza-civakê esas digire. Em ê li ser prensîba temsîliyeta wekhev bimînin û ji xeta xwe ya binefşî tawîz nedin!

DEM PARTÎ WÊ MÎRATEYA RÊVEBERIYA ŞAREDARIYA CIVAKPARÊZ BERFIREH BIKE

Azmûna Şaredariya Civakparêz a ku di sala 1979an de bi 3 şaredariyan dest pê kir, bi partiyên ku em kevneşopiya wan di sala 1999an de temsîl dikin qat bi qat mezin bûye û gihiştiye asteke ku ji sedan derbas dibe. Her serdemê azmûnek berhev kiriye û derbasî roja îro kiriye. Erka me ya îro ew e ku em berhevkirina zanyariya ku di heyamên borî de hatine berhevkirin biparêzin û mezin bikin.

Partiya me li hemberî van nêzîkatiyên ku bi pergala şaredariyê ya klasîk bersivê nadin gel, nêzîkatiya Şaredariya Demokratîk, Ekolojîk û Azadiya Jinan ku gel di navendê de digire pêş xistiye. Em ê xebatên şaredariyê li hemû qadan wekî jin, ciwan, zimanê dayikê, çand, tenduristî, astengdar, zarok, ekolojî û perwerdehiyê berfireh bikin û li ser daxwaz û bendewariyên gel bin.

Li dijî her cure helwesta dubendî ya li hemberî şaredariyên partiya xwe, em ê bi şêwazekî ku alternatîfa xwe biafirîne xebatên xwe bimeşînin. Li her qada ku em tê de ne, em ê li ser esasê berjewendiya gel bê navber û bê dudilî bixebitin.

Weke Partiya DEMê em ê li gorî mîrateya şaredariya civakparêz xebatên xwe bidomînin. Em ê şaredariyeke ji pêdiviyên civakî re hesas, şefaf, beşdar û gelparêz qebûl bikin. Em ê bi gel re modelên şaredariyê yên mînak ava bikin.

Her partî, ji desthilatê bigire heta muxalefetê, xwedî berpirsyariyeke mezin e ji bo ku sedsala duyemîn a Komarê li gorî sedsala yekem bi rengekî demokratîktir pêş bikeve. Kodên sedsala yekem ên li ser yekperestiyê, di her serdemê de bûne sedema êş û wêraniya mirovan.

Ji bo dawî li êş û wêraniyê bê, di 27ê Sibatê de Birêz Abdullah Ocalan berpirsyariyeke dîrokî girt ser xwe û Banga Sedsalê aşkera kir. Bi Banga Sedsalê re derfeta veguhertineke nû ya li ser bingeha paradîgmaya Neteweya Demokratîk hat dayîn. Paradîgmaya Neteweya Demokratîk; temînata jiyana wekhev, azad û hevbeş a pêkhateya civakî ya Tirkiyeyê ya pirnasname, pirzimanî û pir bawerî ye.

Li hemberî vê berpirsyariya dîrokî ya Birêz Ocalan, divê pêvajoya demokratîkbûna Tirkiyeyê bi lez û bez bi dawî bibe. Aktorên sereke yên ku dê encamê çêbikin dewlet û desthilat in.

Em avakirina rêveberiyên herêmî yên demokratîktir ji bo Tirkiyeyeke demokratîk girîng dibînin. Di vê çarçoveyê de;

⦁    Divê qeyûmên ku hatine tayînkirin bên vekişandin û hilbijartî vegerin ser peywirên xwe, 

⦁    Divê xalên eleqedar ên Qanûna Şaredariyan a bi hejmara 5393an ku destûrê dide tayînkirina qeyûman bê sererastkirin û tayînkirina qeyûman bi dawî bibe,

⦁    Divê pênaseya Hevserokatiyê ya di Yasaya Partiyên Siyasî de di qanûna şaredariyan de jî bê diyarkirin,

⦁    Divê wesayeta îdarî û aborî ya rêveberiya navendî ya li ser rêveberiyên herêmî bê rakirin.

⦁    Divê ji demokrasiya nûnertiyê wêdetir, gel rasterast tevlî pêvajoyên biryargirtinê bibe, qadên rêxistinbûyîna demokratîk ên wekî meclisên taxan, meclisên bajaran û komunên gundan bên parastin,

⦁    Divê xalên qanûnî yên ku desthilatdariya van saziyan di qanûnên şaredarî û rêveberiyên taybet ên bajaran de sînordar dike, di çarçoveya prensîba demokrasiya xwecihî de ji ber çavan bê girtin û bê birêkûpêkkirin.

⦁    Divê  şerha Tirkiyeyê ya li ser Şerta Xweseriyê ya Peymana Rêveberiya Herêmî ya Ewropayê bê rakirin. 

Ji bo pêkhatina Aştî û Civaka Demokratîk şertê bingehîn ew e ku hemû gel jiyanek azad û wekhev bijîn. Ji ber vê yekê armanca me Tirkiyeya Demokratîk e ku li ser esasê edalet, wekhevî û vîna gelan e. Rêyek gihîştina vê armancê ew e ku daxwazên herî kêm ên demokratîk ên ku li jor hatine rêz kirin bên pêkanîn.

Em careke din girêdana xwe ji bo paradîgmaya jiyana hevpar a ku Birêz Abdullah Ocalan daye pêş, radigihînin. Em soza xwe dubare dikin ku em ê hemû berpirsyariyên xwe yên têkildarî civakîbûna vê paradîgmayê bi cih bînin.

Ji bo bîranîna hemû hevalan ku jiyana xwe ji dest dan, heta ku aştî van xakan bi aweyekî ebedî dorpêç bike em ê têkoşîna xwe bidomînin.

Li ser xeta pirdengiyê û bingeha çanda jiyana hevpar em ê ‘Bi Rêveberiyên Herêmî yên Demokratîk ber bi Civaka Demokratîk ve’ biçin.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Di Konferansa Parlamenterên Jinên Kurd de banga ji bo wergirtina ‘biryarên radîkal’
Nûçeya Pişt re Hamît Geylanî jiyana xwe ji dest da
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Li Şedadê teqîn: Kesek jiyana xwe ji dest da

Hêzên Ewlekariya Hundirîn ragihandin ku li Şedadê di encama teqîna motorsîkleta bombebarkirî de kesek jiyana…

Ji aliyê Stêrk TV

YCWK’ê li Mêrsîn, Elîh û Wanê çalakî li dar xist

Yekîtiya Ciwanên Welatparêzên Kurdistanê (YCWK) ragihand ku li dijî Komploya Navneteweyî ya 15’ê Sibatê û…

Ji aliyê Stêrk TV

Balafirên şer ên dewleta Tirk Sirînê bombebaran kirin

Balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker bombe li Sirînê ya Kobanê barandin.

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

Ji DBP’ê û DEM Partiyê civînên gel: ‘Em ê bi hev re sedsala nû ava bikin’

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

MSD: Divê hesab ji kujerên Hevrîn Xelef were pirsîn

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

ÎHD’ê banga berdana girtiyê nexweş Celal Yildirim kir

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Şehîdên Ragihandina Azad li Kobanê û Qamişlo hatin bîranîn

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?