Çarşem, 30 Îlon 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Rêber Apo: Armanca esasî avakirina civaka demokratîk e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di lêpirsîna Şaredariya Yahşîhanê de 15 kes hatin girtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Besê Hozat: Demokratîkbûn nebe pêvajo bi ser nakeve

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 29’Ê ÎLONA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji komedyen Denîz Goktaş re cezayê girtîgehê û biryara tehliyeyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di meha 177’emîn a komkujiya Roboskiyê de careke din banga edaletê hat kirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Li Rojhilatê Kurdistanê hevkarek hat girtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rêwar Awdanan: Statuya Kurdan, şertê bingehîn a pêşeroja demokratîk a Îranê ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li wargeha Mexmûrê rêze semînerên li ser ‘Malbat û zarokan’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo koçberên Şengalê pêngaveke nû ya vegerê destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Krîza aboriyê û rizandina civakî pirsgirêkên civakî girantir dike’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Yilmaz: Derfetên sporê bi destê astengdarên dîtinê nakeve

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Li Amedê li dijî qirkirina jinan banga têkoşîna hevpar

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Rojhilat û Başûrê Kurdistanê 3 jin bi awayekî guman jiyana xwe ji dest dan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo Rojîn Kabaîş çalakî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Cezayê darvekirinê li Mahbûbe Şebanî hate birîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Di têkoşîna li dijî tundiya li jinê de piştgiriya bi zimanê dayikê gelekî girîng e’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dengê jinê ya helbesta Kurdî ya Rojhilatê Kurdistanê: Jîla Huseynî

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    ‘Di pêvajoya aştiyê de rola hunerê bi qasî ya polîtîkayê girîng û pêwîst e’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Misirê goreke hespê şer ê beriya 3 hezar salan hat dîtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kurdan li Îçerîşehrê cilên xwe yên neteweyî nîşan dan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Darmstadtê Festîvala Hevdîtina Navneteweyî hate lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    6’emîn Festîvala Çanda Kurd a Sînan Dersim bi coş pêk hat

    Ji aliyê Stêrk TV

    Sînemavanên Kurd ên li Ewropayê li Komxebatê hatin cem hev

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Minbicê teqîn: Kesek jiyana xwe ji dest da
Baregeha KDP-Î ya li Hewlêrê hate bombekirin
Li Zaxoyê jinek hate kuştin
Li zindana Kobanê şewat derket
Heyeta DEM Partiyê wê di 14’ê Îlonê de biçin Îmraliyê
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > ‘Perspektîfa Çareseriya Demokratîk a Abdullah Ocalan mifteya aştiyê ye’
Kurdistan

‘Perspektîfa Çareseriya Demokratîk a Abdullah Ocalan mifteya aştiyê ye’

Cemal Demîr ê DBP'yî diyar kir ku perspektîfa çareseriya demokratîk a Rêber Apo ne tenê ji bo gelê Kurd, ji bo aştiya gelên Tirkiyeyê mifteya jiyana bi hev re ye û got, "Jinedîtîhatina vê bangê wê çareseriyê dereng bixîne."

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 20. Hezîran 2025 Dema xwendinê: 5 dq.
Parvekirin

Hevserokê Bajarê Wanê yê DBP’ê parêzer Cemal Demîr biryara PKK’ê ya ji bo bidawîkirina têkoşîna çekdarî, encamên polîtîk ên vê gavê li Tirkiyeyê û avakirina zemîna hiqûqî ya pêvajoyê ji ANF’ê re nirxand.

Cemal Demîr anî ziman ku pirsgirêka Kurd ji aliyê dîrokî ve xwedî rabirdûyeke ji du sed salî ye û got, “Têkoşîna çekdarî ya ku bi pêşengiya PKK’ê di nava pêncî salên dawî de hate meşandin, bi banga ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ a Birêz Abdullah Ocalan a 27’ê Sibata 2025’an re derbasî qonaxeke nû bû. Vê bangê ne tenê demeke bêdengkirina çekan da destpêkirin, di heman demê de di têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd de rêyeke nû danî pêşiya zemîna siyasî, amûrên demokratîk û rêbazên nû.

Biryara PKK’ê ya fesixkirinê, bidawîkirina serdema têkoşîna çekdarî û fesixkirina avaniya xwe ya saziyî ya leşkerî gaveke dîrokî û girîng e. Ev bûyer hem ji aliyê siyasî hem jî ji aliyê hiqûqî ve gelekî girîng e. Piştî vê qonaxê, zemîna siyasî û hiqûqî ya pêşî li siyaseta demokratîk veke di asteke girîng de hatiye afirandin.

Lê belê ji bo ev pêvajo bi rengekî erênî bimeşe, divê şert û mercên danûstandinê û têkiliya bi Birêz Ocalan re tavilê bê başkirin ku yek ji aktorên sereke yê çareseriyê ye. Êdî divê di nava şert û mercên azad de bixebite, ev yek ji aliyê hiqûqî û siyasî ve gaveke nebe nabe.

Di çareseriya pirsgirêka Kurd de berpirsyariya herî mezin a desthilatdariya siyasî û dewletê ye. Astengiya herî mezin a ku pêvajoya çareseriyê dixetimîne ew e ku dewlet hîn jî di çarçoveya ‘pirsgirêka ewlekariyê’ de li meseleyê dinihêre. Di demekê de ku gavên aştiyane têne avêtin, operasyonên ku di heman demê de têne meşandin zerareke mezin dide samîmiyeta dewletê, baweriya civakî. Meşandina şer û danûstandinan di heman demê de, li nava gel baweriyê ji holê radike.

Lewma şert e ku dewlet bi hemû saziyên xwe bi rengekî eşkere, hevgirtî û çêker tevlî pêvajoyê bibe. Aştî ne tenê bi gotinê, di heman demê de divê veguhere polîtîkayê.”

‘MECLÎS DIVÊ ADRESA ÇARESERIYÊ BE’

Demîr diyar kir ku cihê çareseriya dîrokî lê bê nîqaşkirin û biryar li ser bê dayin meclîs e û nirxandina xwe bi vî rengî dewam kir:

“Guhertina destûra bingehîn êdî şert e ku xwe bispêre hevpeymaneke nû ya civakî, jiyaneke bi hev re, azad û wekhev a gelan misoger bike. Lê belê beriya ku ev gav bê avêtin, pêwîstî bi sererastkirinên qanûnî heye ku baweriya civakî xurt bike. Bi taybetî di qanûna înfaza ceza de mecbûrî ye ku sererastkirinên ji bo girtiyên nexweş bêne kirin.

Li gel vê yekê guhertinên di Qanûna Têkoşîna li dijî Terorê û Qanûna Ceza ya Tirk de bêne kirin, ji bo xurtkirina siyaseta demokratîk pêwîstî ye.”

Cemal Demîr diyar kir ku bicihneanîna biryara ‘mafê hêviyê’ hîn jî zerareke cidî dide pîvana dewleta hiqûqê û got, “Li gel hişyarên Konseya Ewropayê ku têne dubarekirin, bicihneanîna vê biryarê, li berpirsyariyên navneteweyî yên Tirkiyeyê nayê.”

Cemal Demîr herî dawî şerê navbera Îran û Îsraîlê nirxand û anî ziman ku ev şer bi kêrî gelan nayê; ji bo astengkirina şer û krîzên li Rojhilata Navîn divê modela rêveberiyê ya Rojava mînak bê wergirtin.

Cemal Demîr got, “Modela rêveberiyê ya ku li Rojava kete meriyetê, di vê pêvajoya kaotîk de hêviya çareseriyê ye. Divê şerê navbera Îsraîl û Îranê di vê çarçoveyê de bê nirxandin. Tirkiye bi demokratîkbûnê, bi sererastkirinên hiqûqî û çareserkirina pirsgirêka Kurd dikare li derveyî vê pêlê bimîne. Perspektîfa çareseriya demokratîk a ku Birêz Abdullah Ocalan pêşkêş kir, ne tenê ji bo gelê Kurd di heman demê de ji bo gelên Tirkiyeyê hemûyan mifteya jiyana bi hev re ya aştiyane ye. Jinedîtîhatina vê bangê wê çareseriyê dereng bixîne, wê birînên civakî kûr bike.

Îro gihîştiye asteke dîrokî ya biryardanê. Ya wê gav bêne avêtin û aştî bê mayindekirin, ya jî wê krîza heyî kûr bibe. Biryar di destê desthilatdarî, meclîs û gel de ye.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Laçîner: Pêwîstî bi pênaseyeke nipînû ya sosyalîzmê heye
Nûçeya Pişt re Dogan: Şerê Îsraîl-Îranê li ser herêmê gef e
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Wezaret gelek projeyên Şaredariya Amedê asteng kir

Hevşaredarên Bajarê Mezin ê Amedê projeyên ku ji aliyê Wezareta Hawîrdor û Bajarvaniyê ve hatine…

Ji aliyê Stêrk TV

Paketa Darazê ya 10’emîn li komîsyonê hate qebûlkirin

Paketa Darazê ya 10’emîn tevî hemû îtîrazên partiyên muxalefetê jî li Komîsyona Edaletê hate qebûlkirin.

Ji aliyê Stêrk TV

DEM Partî: Parastina azadiya zimanan, avakirina azadî û aştiyê civakê ye

Komîsyona Ziman, Çand û Hunerê ya DEM Partiyê bi wesîleya 21’ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Li Rojhilatê Kurdistanê hevkarek hat girtin

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Rêwar Awdanan: Statuya Kurdan, şertê bingehîn a pêşeroja demokratîk a Îranê ye

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Li Amûdê 60 şehîd bi merasîmekî hatin bibîranîn

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Şêniyên Zirganê ji bo perwerdehiya bi zimanê Kurdî meşiyan

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?