În, 7 Tebax 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    ‘Banga Birêz Ocalan banga aştiya Rojhilata Navîn e’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Fethî Yildiz ê MHP’î di komîsyonê de banga Rêber Apo ya 27’ê Sibatê xwend

    Ji aliyê Stêrk TV

    Pêşnûme qanûna çarçoveyê li Komîsyona Edaletê tê nîqaşkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo ji nû ve vekirina doza Mûsa Anter serlêdan hat kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Protestoya li dijî JES’ê: Li Kanîreşê gundiyan rê neda wesayîtên kar

    Ji aliyê Stêrk TV

    Îran: Em ê nehêlin ku li Tengava Hurmuzê korîdoreke duyemîn bê vekirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Li Merîwanê 6 Kurd hatin binçavkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Sebahat Tuncel: Em ê bi hev re jiyana demokratîk ava bikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şehîd Denîz Firat û şehîdên Ragihandina Azad li Mexmûrê hatin bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rojnamevan Qereman Şukrî tevî efûya taybet jî li girtîgehê tê girtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Meclîsa Gel a Şengalê: Em ê tu carî dest ji têkoşîn û daxwaza edaletê bernedin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şopên ji heqîqetê: Fermandar Zekiye

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Li Girtîgeha Qerçekê binpêkirinên mafan ên li hemberî jinên girtî

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Em ê dest ji daxwaza xwe ya ji bo azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan bernedin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Di nava partiyan û rêveberiyên herêmî de kotaya jin ên ciwan divê mecbûrî be’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Silêmaniyeyê jinek hate kuştin

    Ji aliyê Stêrk TV

    MKG: Meha Tîrmehê 5 rojnamevanên jin hatin binçavkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji ber nûçeya Gulistan Doku derbarê rojnamevan Zîlan Azad lêpirsîn hate vekirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Amadekariyên ji bo 34’emîn Festîvala Çanda Kurd a Navneteweyî bi dawî bûn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Festîvala Çand û Xwezayê ya Depê banga aştî û civaka demokratîk

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hejmara Tebaxê ya Komînal derket

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di Festîvala Kurd de konsepta nû

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Ev mîrate bi berxwedanê hate afirandin, em ê xwedî lê derkevin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Festîvala Çand û Xwezayê ya Mûnzûrê bi meşê destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • AMED
  • STENBOL
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Silêmaniyeyê jinek hate kuştin
Bi 2 dronan êrîşî gundekî Dûkanê hat kirin
Li Sûriyeyê di rojekê de 11 kes mirin
Li Hewlêrê droneyên Îranê hatin xistin
Rejîma Îranê xwepêşanderek din bi darve kir
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > Banga ‘Divê dorpêça li ser Mexmûrê tavilê rabe’ hat kirin
Kurdistan

Banga ‘Divê dorpêça li ser Mexmûrê tavilê rabe’ hat kirin

Însiyatîfa Yekîtiya Demokratîk, bang li rêveberên Enqere, Hewlêr û Bexdayê kir ku dorpêç û ambargoya li ser kampa penaberan a Mexmûrê bê rakirin.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 20. Hezîran 2025 Dema xwendinê: 5 dq.
Parvekirin

Însiyatîfa Yekîtiya Demokratîk bi daxuyaniyekê bal kişand ser rewşa Kampa Penaberan a Mexmûrê ku ji 10’ê Nîsanê û vir ve di dorpêçeke giran de ye.

ZEXT Û ZILM

Di daxuyaniyê de ev yek hatin gotin: ‘’Gelê Kurd ji ber polîtîkayên neyînî yên dewletên Rojhilata Navîn heya îro bi gelek rewş û şert û mercên dijwar re rû bi rû maye. Li hin welatan hebûna Kurdan hate red kirin û li hinan jî mafên wan ên siyasî û çandî nehatin naskirin. Weke encameke van polîtîkayên antî-demokratîk bi milyonan keç û xortên gelê Kurd yan hatin girtin yan hatin binaxkirin yan jî hatin sirgunkirin.  Yek ji encameke vê ya girîng bêguman Kampa Penaberan a Mexmûrê ye. Mixabin ku di salên 1990’î de li Tirkiyeyê li gelê Kurd zext û zulmên giran hatin kirin.  Ji ber ku ji pirsgirêka Kurd re serî li çareseriyeke demokratîk nehate dayîn,  li her derê polîtîkayên ewlehiyê hatin sepandin. Di çarçoveya van polîtîkayan de bi hezaran gund hatin şewitandin, valakirin û bi hezaran kes ji gundên xwe hatin derxistin. Ji ber vê yekê di salên 1993-1994’an de bi hezaran kes neçar man ku koç bikin û berê xwe dane Başûrê Kurdistanê.

Rêwitiya zarok, ciwan û jinan ya ji kampên cuda ber bi Zaxoyê ve û ji wir jî ber bi Mexmûrê ve gelekî dijwar û bi êş bû. Ji ber vê yekê qebûlkirina weke penaberên siyasî ya ji aliyê Neteweyên Yekbûyî (NY) ve piştî çend salên din pêk hat û Kampa Penaberan a Mexmûrê kete bin kontrola Neteweyên Yekbûyî. Lê belê tevî ku Kampa Penaberan a Mexmûrê di bin kontrola Neteweyên Yekbûyî jî de ye gelek caran bi erîş û astengiyan re rû bi rû ma û mixabin ku ev rewş neguherî.’’

HIQÛQA NAVNETEWEYÎ TÊ BINPÊKIRIN

‘’Mafên penaberan ên ji aliyê hiqûqa navneteweyî ve tên parastin, bi taybetî jî ji ber xemsariya mîsyona NY’ê ji aliyê hêz û dewletên herêmî ve gelek caran hatin binpêkirin.  Bi vî awayî jiyana rojane ya zêdetirî 13 hezar kesên li Kampa Penaberan a Mexmûrê dimînin, her ku diçe zehmettir dibe.’’

AMBARGOYA KU JI 10’Ê NÎSANÊ Û VIR VE DEWAM DIKE

Herî dawî hikûmeta Bexdayê ji 10’ê Nîsana 2025’an û vir ve li hemberî kampa Mexmûrê ambargoyeke giran kir meriyete. Di encama vê ambargoyê de, şêniyên kampê nikarin pêdiviyên xwe yên rojane pêk bînin, xizmetên şaredariyê nayên dayîn û mafên tenduristiyê tên astengkirin. Tevî ku di 14’ê Gulanê de şandeyek ji bo rakirina vê ambargoyê çûbû Bexdayê jî, şande di vegerê de ji aliye hêzên Iraqê ve hatine ragirtin û heta roja îro jî nehatine berdan.

DIVÊ NY’Ê TAVILÊ BIKEVE NAVA TEVGERÊ

Weke Însiyatîfa Yekîtiya Demokratîk, diyar dikin ku em ambargo û dorpêçiya li ser Kampa Penaberan a Mexmûrê napejirînin û bi tundî şermezar dikin. Di heman demê de em helwesta nûnerên berpirsiyar ên Neteweyên Yekbûyî jî rexne dikin û bang li wan dikin ku demildest li gorî rol û mîsyona xwe tevbigerin. Di vê çarçoveyê de divê ambargo were bidawîkirin, mafê tendurîstî û geşt û xebatê were parastin, pêşî li êrîşên hewayî û dorpêça wargehê were girtin.

DIVÊ MAFÊ GELÊ MEXMÛRÊ BÊNASKIRIN

Banga me li hikûmetên Bexda, Hewlêr û Enqereyê ye ku divê mafên gelê sivîl ên Wargeha Mexmûrê were naskirin û parastin. Lewra Mexmûr, cihê bi hezaran kesên sivîl e û li wir 31 sal e jiyaneke sivîl heye. Divê tu car neyê jibîrkirin ku çîroka gelê Mexmûrê, yek çîroka civakekê ye ku di nava zor û zehmetiyan de dev ji rûmet û hebûna xwe bernedaye. Em dizanin ku sedema êrîşên li ser gelê Mexmûrê jî ev heqîqet e.

EM Ê TU CAR BÊDENG NEMÎNIN

Em ê li hemberî êrîş û ambargoyên li ser penaberên Mexmûrê tu car bê deng nemînin û her tim ligel xwişk û birayên xwe bin. Hêvî û banga me ew e ku bila demildest daxwaz û bendewariyên penaberên Mexmûrê werin bicîh anîn. Lewra polîtîkayên li ser Wargeha Mexmûrê li gorî yasayên hiquqî yên navneteweyî û biryarên Neteweyên Yekbûyî jî sûc e û nayê qebûlkirin.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Artêşa Tirk êrîş dike, gerîla xwe diparêze
Nûçeya Pişt re Fatoş Erekli, ku êrîşeke nijadperestî lê hate kirin: Kes nikare me bitirsîne
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Dayika Gulîzar a ku mîrateya berxwedanê li pey xwe hişt

Dayika Gulîzar beriya niha bi 10 salan mîrateya berxwedanê ya li dijî êşkence, zext û…

Ji aliyê Stêrk TV

‘Ji bo Rojava statû, ji bo Rêber Apo azadî’

Meclîsa Ciwanan a DEM Partiyê li ser sînorê Kobanê salvegera 14an a Şoreşa Rojava pîroz…

Ji aliyê Stêrk TV

Nobetên Edaletê: Berxwedana me wê tecrîdê bişkîne

Çalakiyên Nobeda Edaletê li gelek bajaran didomin, girtiyan di peyama xwe de gotin, "Berxwedana me…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

‘Banga Birêz Ocalan banga aştiya Rojhilata Navîn e’

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Li Merîwanê 6 Kurd hatin binçavkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Fethî Yildiz ê MHP’î di komîsyonê de banga Rêber Apo ya 27’ê Sibatê xwend

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Pêşnûme qanûna çarçoveyê li Komîsyona Edaletê tê nîqaşkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?