Duşem, 23 Hezîran 2025
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Têketin
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    DEM Partî: Partî wê ji bo komîsyonê sibe bicivin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dayika Şemiyê Emîne Ocak birin beşa lezgîn a nexweşxaneyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Heyeta Rêveberiyên Xwecihî ya YE’yê serdana DEM Partiyê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    KNK: Nexşeya herêmê tê guhertin; yekrêziya nava mala Kurd heyatî ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 23’Ê HEZÎRANA 2025’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Li Rojhilata Navîn hevsengî diguherin, çareseriya pirsgirêka Kurd gelekî girîng e’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Encamnameya Konferansa Bîr û Edaletê hate eşkerekirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Neam Bedel: Aştî bi hewldanên yekalî nabe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji PJAK’ê peyama ji bo gelê Tirk ê Azerî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şengal bi xeteriya ziwabûnê re rû bi rû ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Komxebata ‘Rêya ber bi aştiyê ve: Bîr û Edalet’ di roja duyemîn de ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Şarbajêr droneyek ket

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Li Şirnexê têkildarî Gulîzar Yildiz daxuyanî hate dayin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Lotte Errell: Wênekêşa ku bi objektîfa xwe cîhan keşf kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jinên Kurd: Em hêmana esasî ya vê pêvajoyê ne!

    Ji aliyê Stêrk TV

    3’emîn Konferansa Yekîtiya Jinên Kurd: Wê bi jina azad re civaka azad were avakirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Festîvala Jinan a Zîlan bi dawî bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    KJK’ê: Divê em ramanên Rêber Apo bikin pisûleya jiyana xwe

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Dokûmantera Kebîre li Swîsreyê hate nîşandan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Fatoş Erekli, ku êrîşeke nijadperestî lê hate kirin: Kes nikare me bitirsîne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji UTAMARA Festîvala Zarokan a Kevneşop a 20’emîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Parlamenta Îngilistanê eleqeya mezin ji bo dokûmantera ‘Rojava’

    Ji aliyê Stêrk TV

    FîlmAmed: Em dixwazin xwedî li hiş û bîra vê xakê derkevin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Festîvala Ciwan û Çandê ya Hozan Serhad li Reimsê wê bê lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • QAMIŞLO
  • ENQERE
  • KOBANÊ
  • ROJEV
  • WAN
  • ŞENGAL
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • HESEKÊ
  • RIHA
  • COLEMÊRG
  • ÊLIH
  • ŞEHBA
Nûçeyên Lezgîn
Li Şarbajêr droneyek ket
Li Marmarîsê erd hejiya: 1 mirî, 69 birîndar
Mazlûm Ebdî û Îlham Ehmed bi Wezîrê Karên Derve yê Fransayê re hevdîtin kirin
Li Buyukçekmeceyê erdheja bi 3.8 pileyî
Baregeha Zilîkan weke volkana li ber teqînê ye
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > HPG-NRÇ’ê 4 şehîd bi rêzdarî bi bîr anî
Kurdistan

HPG-NRÇ’ê 4 şehîd bi rêzdarî bi bîr anî

HPG-NRÇ'ê gerîlayên ku sala 2018'an li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bûn bi rêzdarî bi bîr anî û got, "Hevrêyên me Baran, Ferzat, Mûrat û Rojhat bûn ji afirînerên pêşketinên dîrokî û destketiyên heyî."

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 23. Hezîran 2025 Dema xwendinê: 29 dq.
Parvekirin

Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê (HPG-NRÇ) bi vî rengî ye:

Em hevrêyên xwe Baran, Ferzat, Mûrat û Rojhat bi hurmet û minet bi bîr tînin ku di Sibata 2018’an de li qadên cuda yên Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bûn.

Di demekê de ku êrîşên dijmin herî giran bû, hevrêyên me Baran, Ferzat, Mûrat û Rojhat bi sekna xwe ya fedaî asta gerîlatiya Apoyî ya têk naçe ispat kirin û navê xwe li dîroka me ya têkoşînê nivîsandin. Hevrêyên me bi ruhê fedaî yê Apoyî bersiv dan armanca dewleta Tirk a tasfiyekirina PKK’ê ku di vê oxirê de hemû derfetên xwe bi kar anî. Hevrêyên me bi taktîkên xwe yên dewlemend, ev armanca dewleta Tirk têk birin. Hevrêyên me Baran, Ferzat, Mûrat û Rojhat bi baweriya xwe ya mezin û dilsoziya xwe ya xurt a bi nirxên azadiyê re li ber her cûre zehmetiyan rabûn û bûn ji afirînerên pêşketina dîrokî û destketiyên heyî. Ji ber vê eykê jî gelê me û malbatên hêja bi van ewladên xwe yên leheng çiqasî serbilind bin, hêja ye. Em sozê didin ku têkoşîna azadiyê ya van milîtanên Apoyî yên fedaî û wezîfeyên demê bi cih bînin û di şexsê wan de hêjayî hemû hevrêyên şehîd bibin.

Li ser vê bingehê em sersaxiyê ji malbatên hêja yên hevrêyên xwe Baran, Ferzat, Mûrat û Rojhat û gelê me yê Kurdistanê yê welatparêz re dixwazin.

Agahiyên li ser nasnameya hevrêyên me yên şehîd bûne bi vî rengî ne:

Nasnsav: Baran Çiya
Nav paşnav: Mahsûn Kasimî
Cihê jidayikbûnê: Xoy
Dayik-Bav: Ayşe-Mûhammed
Dem û cihê şehadetê: Sibata 2018 / Herêmên Parastinê yên Medyayê

Nasnav: Ferzat Sema
Nav paşnav: Bariş Ozden
Cihê jidayikbûnê. Agirî
Dayik-Bav: Belkizar-Mehmet
Dem û cihê şehadetê: Sibata 2018 / Herêmên Parastinê yên Medyayê

Nasnav: Mûrat Erdal
Nav paşnav: Abdulhakîm Goren
Cihê jidayikbûnê: Şirnex
Dayik-Bav: Saîde-Îsmaîl
Dem û cihê şehadetê: Sibata 2018 / Herêmên Parastinê yên Medyayê

Nasnav. Rojhat Rojhilat
Nav paşnav: Îlyas Hakemî
Cihê jidayikbûnê: Makû
Dayik-Bav: Zahîde-Fehîm
Dem û cihê şehadetê: Sibata 2018 / Herêmên Parastinê yên Medyayê

BARAN ÇIYA

Hevrêyê me Baran li bajarê Xoy ê Rojhilatê Kurdistanê ji dayik bû. Bi saya malbata xwe ku li gel zext û gefên qirkirinê jî çand û kevneşopiya Kurdî parast, bi dilsoziya bi cewhera xwe mezin bû. Hevrêyê me ku li dibistanên dewletê yên Îranê nexwend, ji ber vê yekê ji qirêjiya sîstemê dûr ket û bi xwezayî ma. Ji bo karibe tevkariyê li debara malbata xwe bike, ji biçûkanî ve di gelek karan de xebitî, kesayetiya xwe ya kedkar û fedakar yekemcar di vê pêvajoyê de bi dest xist. Bi saya vê taybetmendiya xwe li derdorê hate hezkirin. Piştî ku sala 1999’an têkoşîna me li Rojhilatê Kurdistanê bi pêş ket, gelek tevlîbûn li nava refên gerîla çêbû. Vê yekê di dema ciwantiyê de bandor li hevrêyê me Baran kir ku bikeve nava lêgerînan. Di encama van lêgerînan de jî tevgera me ya azadiyê nas kir û gihîşt asta biryardariya tevlîbûna li nava têkoşînê. Hevrêyê me Baran destpêkê tevlî karên milîstiyê bû, di vê demê de derfet dît ku gerîlayên azadiyê nas bike. Bi bandora têkoşîna bi fedaî û têkiliyên hevrêtiyê yên gerîla, têkilî û girêdana xwe ya bi têkoşînê re xurt kir. Hevrêyê me baran gerîla bi hemû taybetmendiyên xwe ji xwe re kir mînak û hewl da di kesayetiya xwe de guhertinên bingehîn bike. Bi van hewldanên ku jiyana xwe bi temamî guhert, li gel ku hîn bi rengekî profesyonel tevlî têkoşînê nebû bû jî taybetmendiyên kesayetiya Apoyî di şexsê xwe de afirand. Bi sekna xwe ya ku li ber zor û zehmetiyan radibû, israr dikir û ti carî ji têkoşînê venedigeriya, gelek kar bi serketî bi cih anî û bawerî da gerîlayên ku pê re dixebitî. Hevrêyê me di dema milîstiyê de dîl kete destê hêzên rejîma Îranê û 4 mehan li zindanê ma. Di pêvajoya zindanê de bi sekna xwe, milîtaniya Apoyî temsîl kir û di heman demê de zindan kir warê kûrbûnê. Bi kûrbûnê re rastiya dijmin bêhtir fêhm kir û biryar da ku têkoşînê hîn mezin bike. Hevrêyê me fêhm kir ku ji bo vê jî pêwîstî bi fedakariyê heye, fedakariya ji bo azadiya gelê me jî weke wezîfe û berpirsyariyê dît. Hevrêyê me Baran piştî ku ji zindanê derket biryar da ku guhertinên bingehîn bike û xwest, vê yekê bi tevlîbûna li nava refên gerîla tacîdar bike. Li ser vê bingehê di sala 2007’an de di ciwantiya xwe de berê xwe da çiyayên Kurdistanê ku bi salan bi hesreta wê bû û beşdarî nava refên gerîla bû.

Hevrêyê me Baran yekemcar li Zagrosan beşdarî perwerdeya gerîla bû û dawiya dawî xwe gihand jiyana gerîla ku bi salan hewl dida tevlî bibe. Coş û kelecana vê yekê di her kêliyê de hîs kir û bi hevrêyên xwe da hîskirin. Dema ku tevlî nava refên gerîla bû, xwest bersivê bide pêvajoya şerê giran û pêwîstiya bi şarezabûyîna li qadên leşkerî û îdeolojîk di demeke kurt de fêhm kir. Ji ber vê yekê jî bi daxwaz û cidiyeteke mezin tevlî perwedeyê bû. Kesayetiya xwe ya kedkar û fedakar bi vê têgihiştinê xurt kir, bû şervanekî azadiyê û li nava hevrêyên xwe bû cihê hurmetê.

Hevrêyê me piştî ku perwerde qedand derbasî herêma Xakurkê bû û heta sala 2010’an li vê herêmê ma. Li vê derê bi gelek fermandarên pêşeng re têkoşîn meşand ku yek ji yekî hêjatir bû û mohra xwe li dîroka me ya têkoşînê xistin. Hevrêyê me sûd ji tecrûbeyên kûr ên ji van hevrêyan wergirt. Hevrêyê me Baran milîtanekî Apoyî bû ku bi kesayetiya xwe ya dilnizm gav bi gav xwe afirand, bi taybetî di Şerê Gel ê Şoreşgerî de xwe da pêş. Hevrêyê me Baran li Şemzînan û Şitazinê beşdarî pêngavên şoreşgerî bû, bi rola pêşengiyê rabû û di vê pêvajoyê de bi wêrekiya xwe bû mînak ji hevrêyên xwe re. Hevrêyê me ji aliyê rêxistinî û îdeolojîk ve xwe timî bi pêş ve dibir û wezîfeyên girîng bi cih anî. Bi taybetî bi hunera xwe ya li ser çekên giran li ku derê çalakî hebû ji xwe re dikir wezîfe û tevlî bibe û bi performansa xwe ya di van çalakiyan de roleke girîng lîst ku artêşa Tirk ji herêmê lê ne derxîne. Hevrêyê me Baran ji xwe re weke wezîfeya milîtaniyê dît ku tecrûbeyên xwe yên di dema şer de bi hevrêyên xwe re parve bike û bi sedan hevrêyên xwe perwerde kir. Bi her hevrêyekî re yek bi yek eleqedar bû û ji bo şarezabûna leşkerî û afirandina kesayetiya milîtan kedeke mezin da. Ev yek jî ne bi danheviya teorîk, lê bi kesayetiya xwe ya dilnizm û bi coş, bi jiyana xwe ya şoreşgerî xist pratîkê. Bi henekên xwe yên çêker û tijî, hem dikir ku hevrêyên wî li ser bifikirin, hem jî  jiyana gerîla hîn bi coş û kelecan dikir.

Di heman demê de bi saya kesayeta xwe ya dirûst, samîmî û germ bandor li hemû hevrêyên xwe kir û ji bo ku ew jî bibin milîtanên pêşeng tevkarî kir. Lewma hevrêyê me Baran di dilê hemû hevrêyên xwe de cih girt û bû yek ji hevrêyên me yên ku dema jiyan dike bû nemir. Ji xeynî kêrhatinên xwe yên leşkeri, bi zekaya xwe ya teknîkê jî timî hewl dida tiştan bi hilberîne. Hevrêyê me bi vî rengî hem jiyana gerîla hêsan kir, hem jî teknîka leşkerî ya gerîla pêş xist.

Hevrêyê me Baran piştî ku dewleta Tirk ji sala 2015’an û vir ve li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê êrîşên xwe jinûve û bi rengekî berfireh da destpêkirin, car din derbasî herêma Zagrosê bû ku gerîlatiya destpêkê li wir kiribû. Hevrêyê me Baran vê carê bi wezîfeya fermandariya eniyê, çû herêmên şer û li vir pêşengî ji têkoşîna li ser xeta fedayîtiyê re kir. Hevrêyê me di gelek çalakiyên serketî yên li dijî artêşa Tirk de, roleke diyarker girt ser xwe, berxwedan mezin kir û planên dagirkirinê yên dewleta Tirk di rêjeyeke mezin de bêencam hişt. Hevrêyê me Baran di gelek çalakiyan de cih girt, gelek caran birîndar bû lê belê di van hemû pêvajoyan de bû xwedî tecrube. Sala 2018’an di meha Sibatê de di êrîşeke dijmin de şehîd bû û meşa xwe ya azadiyê ya 11 salan bi heybet temam kir. Weke hevrêyên wî em soz didin ku fedakarî û kedên hevrê Baran bi Kurdistana Azad tacîdar bikin.

FERZAT SEMA

Hevrêyê me Ferzat li navçeya Giyadîn a Agiriyê di nava malbateke welatparêz de ya ku çanda Kurdî ya bi kok lê jiyankirin, hate dinê. Ji ber vê taybetmendiya malbat û derdora wî, bi exlaq û çanda cewherî ya Serhedê mezin bû. Dayika xwe hîna di temenekî biçûk de winda kir, ev yek her çendî ku ji bo wî zehmet jî be ev êşa xwe ya kûr kir hinceta xurtkirina dilê xwe. Hevrêyê me dibistana seretajî li YÎBO’yan (Dibistanên Herêma Perwerdeya Destpêkê) xwend ku dewleta Tirk vê dibistanê weke navendên asîmîlekirina zarokên Kurd bi kar tîne. Rastiya dijmin destpêkê li vir nas kir. Hevrêyê me hîna ji destpêkê ve ferq kir ku di jiyana wî de hinek tişt berevajî diçin, pir zû ferq kir ku zimanê li dibistanê tê axaftin, çanda ku di jiyanê de tê ferzkirin û zanistên ku tên fêrkirin, ne ayîdê wî ne. Lê hevrêyê me ji bo xwesteka malbata xwe neşikîne tehemûlê hemû zehmetiyên di vê pêvajoyê de kir û di dibistanê de bû xwendevanek serketî. Lê her tim vê jiyana ku ayîdê xwe nedidît lêpirsîn kir. Di demên ku perwerdeya amadeyî didît de, hevrêyê me Tevgera Azadiya Kurdistanê nas kir û derfet dît ku hest û fikrên bi salan di dilê xwe de veşartî cara ewilî bi azad îfade bike. Hevrêyê me Ferzad cara destpêkê tama azadiyê girt û bi dilsoziyeke pir xurt bi têkoşîna me ve hat girêdan. Ji bo xwendina zanîngehê çû bajarê Antalyayê, dema li vir nêzîkatiyên faşîzan ên dewleta Tirk û beşên civakî yên girêdayî wê dît, hîn zêdetir rastiya dijmin lêpirsîn kir. Li aliyekê bi vê rastiyê re rû bi rû ma, li aliyê din jî hezkirina Kurdistanê ya di dilê xwe de hîn mezintir kir. Hevrêyê me fikirî ku peyva Kurdistanê şîfreya dîtina cewherê xwe ye û lêgerîna xwe di vê pêvajoyê de hîn kûrtir kir. Di pêvajoya zanîngehê de di nava xebatên ciwanên welatparêz û şoreşger de cih girt, lê ev xebat ji bo hezkirina azadiyê ya di dilê wî de teng dihat. Çeteyên DAÎŞ’ê bi desteka vekirî ya dewleta Tirk êrîşî Şoreşa Azadiyê ya Rojava kir, ev yek ji bo hevrêyê me Ferzat bû xala werçerxê. Hevrêyê me fikirî ku divê li dijî êrîşên qirkirinê yên li ser gelê me, ti ciwanên Kurd bêbersiv nemînin û divê teqez bi aktîf di nava têkoşînê de cih bigirin. Dizanî ku ev yek jî encex bi tevlîbûna nava refên gerîla pêkan e ku li dijî êrîşên qirkirinê bi fedayiyane şer dikin. Bi vê zanebûnê sala 2014’an, li zanîngehê beşa rojnamevaniyê ya dixwend di refa duyem de terikand û berê xwe da çiyayên Kurdistanê.

Bi perwerdeya şervanên nû hevrêyê me xwest xwe li ser bingehê felsefeya Rêber Apo xurt bike, ji bo vê yekê bû xwedî kedeke bêhempa. Piştî pêvajoya perwerdeyê hevrêyê me li pey vê armanca xwe beziya û bi kesayeta xwe ya xwedî helwest bû mînak. Hevrêyê me Ferzat tevî ku di nava refên gerîla de nû bû, bi asta biryardarî û îdîaya xwe pêşengî ji gelek xebatan re kir û li qada pratîka xwe ya destpêkê li herêma Zapê bû milîtanekî Apoyî û ji aliyê hemû hevrêyên xwe ve mînak hate girtin. Hevrêyê me bi temamî xwe fedayê têkoşîna azadiyê kir û ji bo derbasî xebatên ku bikare lê ked bide, lêhêrbûn kir. Di encama vê yekê de biryar da ku tevlî xebatên Hêzên Taybet bibe, îdîaya xwe ya fedayîbûnê bi hemû hevrêyên xwe re parve kir. Hevrêyê me bi ciddiyet û berhemdariyeke mezin tevlî hemû perwerdeyan bû, lêhêrbûnên xwe yên di vê pêvajoyê de bi van gotinan anî ziman: “Ez ê hewl bidim rastiyên di kûrahiya dîrokê de veşartîne derxînim holê, bi nêrîneke dîrokî raxim pêş çavan ku xisarên di kesayetiya min de hatine afirandin bi çi rengî li pêşiya Partîbûna min dibe asteng.” Hevrêyê me Ferzat di şexsê şehîdên me yên mezin ên destpêkê hevrê Hakî Karer û Kemal Pîr de zanî ku fedayîtî şêwazekî jiyanê ye. Ji kêliya destpêkê û şûnde li ser xeteke rast meşiya. Lewma ji xwe re ti carî jiyaneke ji rêzê, sekneke ji rêzê qebûl nekir. Ji ber ku dixwest ji êrîşên dijmin ên li ser Rêbertî û gelê me re bibe bersiv. Ev yek herî zêde bi ked, dilsoziya xwe ya bi têkoşînê re û coşa xwe ya di jiyanê de nîşan da. Hevrêyê me Ferzat dizanî ku şoreşgerî di heman demê de ewe ku kes xwe ava bike, anî ziman ku ev yek bi eşq û ked pêkan e. Lewma her tim xwe pêş xist û xwe di kêliyê de ava kir. Bi kenê xwe yê samîmî bandor li hemû hevrêyên xwe kir. Lewma bû milîtanekî Apoyî yê welê ku her kes bixwaze pê re bijî, bixebite û şer bike.

Hevrêyê me Ferzat piştî ku perwerdeyên xwe bi serketî qedand, derbasî Zagrosan bû, di demên ku şer lê herî dijwar de, li cihên herî zehmet şer kir û xwe bi temamî fedayî têkoşînê kir. Ji bo tola hevrêyên xwe yên şehîd hilîne, hêrsa xwe ya li dijî dijmin zêde kir. Di pêvajoya şerê li Zagrosan de, bi samimiyet, kelecan, moral û cesareta xwe ji hevrêyên xwe re bû çavkaniya hêzê. Hevrêyê me Ferzat piştî ku wezîfeya xwe ya li Zagrosan bi rengekî bêkêmahî temam kir, li qadên cuda yên Herêmên Parastinê yên Medyayê têkoşîna xwe bi heman îdîa û biryardariyê domand. Di meha Sibatê ya 2018’an de di êrîşeke dijmin de şehîd bû û têkoşîna xwe ya azadiyê di lûtkeyê de temam kir. Weke hevrêyên wî em soz didin ku xeyalên azadiyê yên hevrêyê xwe Ferzat, teqez pêk bînin.

MÛRAT ERDAL

Hevrêyê me li navçeya Silopî ya Şirnexê ku bi welatparêzî û dilsoziya xwe ya bi têkoşîna azadiyê re tê nasîn, ji dayik bû. Tevî hemû zilm û êrîşên qirkirinê, ji ber malbata hevrêyê me kariye çand û kevneşopiyên Kurdewariyê biparêze, hevrêyê me li gorî cewhera xwe mezin bû. Weke her ewladekî Kurd ê Botanê, hevrêyê me Mûrat bi rêya zilm, êşkence û komkujiyên li ser gelê me, rastiya dewleta Tirk nas kir. Ji ber vê li dijî dewletê xwedî hêrsek mezin bû. Ruhê berxwedanê yê têkoşîna azadiyê ku li dijî polîtîkayên dewletê yên li ser gelê me pêş ket û helwesta gelê me bandor li hevrêyê me Mûrat kir û mîna her ciwanekî Kurd lêgerînên wî pêş ket. Hevrêyê me Mûrat ê ku dixwaze erkên xwe yê welatparêziyê bi awayê herî rast bicîh bîne û ji ber vê dudilî nebû ku fedekarî bike, fêm kir ku ew tenê bi tevlîbûna nav refên gerîla dikare vê yekê bi dest bixe. Bi kûrkirina van lêhûrbûnan di vî alî de roj bi roj gihaştiye asta biryardayînê. Di sala 2012’yan de ku temsîla qonaxa herî girîng a Şerê Gel ê Şoreşgerî bû, hevrêyê me Mûrat ku dixwest tevlî nava têkoşîna azadiyê ya gelê me bibe, berê xwe da çiyayên Zagros û tevlî nava refên gerîla bû.

Hevrêyê me Mûrat ku perwerdeya xwe ya destpêkê li newalên kûr ên Zagrosê dît, ji ber ku li nava xwezaya bi heybet a Kurdistanê de cih girt û tevlî nava têkoşîna azadiyê ya gelê me bû, serbilindiyeke mezin jiya. Her carê ev serbilindî anî ziman û di her kêliya jiyana xwe de karî bû nîşan bide. Tevlîbûna wî ya aktîf a di pêvajoya perwerdeyê de, li gel enerjî û coşa xwe ya bilind, ji bo hemû hevrêyan bû çavkaniya moral û hêzê. Hevrêyê me ku pêvajoya şer a dewam dike di dema perwerdeyê de ji nêz ve hîs kir û xwest di dema herî nêz de li eniya pêş şer bike û li kêleka hevrêyên xwe be, li ser vê esasê bi taybetî di mijarên leşkerî de xwe pêş xist. Ji bo vê jî hevrêya me di şerê gerîla de pêşketineke girîng bi dest xist û di heman demê de kûrkirina têgihiştina xwe ya îdeolojîk didomîne.

Piştî ku pêvajoya perwerdeyê bi rengekî serketî qedand, hevrêyê me ku xwest yekser berê xwe bide qadên ku şer lê giran bû, li herêma Zagrosê careke din tevlî xebatên pratîkî bû. Hevrêyê me bi qasî çar salan li herêma Zagrosê ma û bû xwedî pratîkeke serketî. Hevrêyê me bi tecrûbeyên di vê pêvajoyê de bi dest xistî re bû şervanekî azadiyê yê xurt. Hevrêyê me bi saya tecrûbeyên ji pratîkê wergirtî gihîşt asta teşhîskirin û analîzkirina kêmasiyên di pêvajoya şer de hatine jiyîn û weke çareseriyê bal kişand ser kûrbûna di şerê gerîlatiya profesyonel de. Di vê çarçoveyê de hevrêyê me ku dixwest di felsefeya jiyanê ya Apoyî de kûr bibe û di taktîkên gerîla de pispor bibe, vê carê derbasî pêvajoyeke hîn berfireh a perwerdeyê bû. Hevrêyê me ku bi perwerdeyê re tecrûbeyên nû bi dest xist û di gelek warên leşkerî de pispor bû, xwest vegere çiyayên Zagrosê, ku li wir dest bi şerê gerîla kir û bîranînên wî yên bi wate hebûn, da ku bersiva êrîşên dewleta Tirk ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê bide. Pêşniyara hevrêyê me hat qebûlkirin û bi kelecan û coşeke mezin, her wiha asta biryardariyê ya di roja destpêkê ya jiyana xwe ya gerîlatiyê de derbasî zagrosan bû. Bi tevlîbûna li nava berxwedana gerîla ya destanwarî ya li dijî êrîşên dijmin re bû yek ji hevrêyên me ku bêbawerî ya milîtaniya Apoyî îspat kir. Bi saya performansa xwe ya bilind a leşkerî hevrê Mûrat ji bo hevalên xwe yên şervan bû çavkaniya hêzê û weke yek ji wan kesên ku kevneşopiya berxwedanê ya bênavber afirand, cihê xwe di dîroka me ya azadiyê de girt.

Em soz didin ku em ê ala têkoşînê ya hevrêyê me Mûrat ku di Sibata 2018’an de di êrîşeke dijmin de şehîd bû dewrî me kiriye li ba bikin û di şexsê wî de layiqê hemû şehîdên azadiyê bin.

ROJHAT ROJHILAT

Hevrêyê me Rojhat, li bajarê Makû yê Rojhilatê Kurdistanê di nava malbeteke welatparêz ku girêdayî nirxên Kurdewarî ye, ji dayik bû. Ji ber malbat û hewirdora ku hevrêyê me lê jiya xwedî li têkoşîna azadiyê derdiket, di temenek biçûk de şansê naskirina têkoşîna me bi dest xist. Hevrêyê me yê ku têkoşîna Gerîlayên Azadiya Kurdistanê ji hewirdora xwe nase kir, girêdaneke wî ya mezin li hember gerîla pêş ket. Ji ber vê yekê bi xeyala rojek gerîla bibîne mezin bû. Hevrêyê me Rojhat ku demekê li saziyên perwerdeyê yên rejîma Îranê xwend, dît ku perspektîfa rejîmê ya li ser gelê Kurd xwedî karakterekî mêtingerî ye. Ji bo vê jî lêgerîna hevrêyê me ya baştir naskirina Kurd û Kurdistanê pêş ket û pîroziya têkoşîna gerîla bêhtir fêm kir. Her ku roj derbas bûn, meraq û eleqeya hevrêyê me ya li hember têkoşîna me zêdetir bû û hewl da hemû jiyana xwe li ser bingeha têkoşînê derbas bike. Hevrêyê me yê ku ji têkoşîna azadiyê ya li dijî dewleta Tirk hêzeke mezin girt û ji şehadetan bibandor bû, ket nava lêgerîna bersivdayînê. Bi lêhûrbûnên jiyaye fêm kir ku bersiva herî rast a ji bo şehîdan, xwedîderketina li têkoşîna wan û rakirina çekên wan e. Hevrêyê me yê ku difikirî divê teqez tevlî refên têkoşînê bibe, li ser vê bingehê lêgerînên xwe kûrtir kir. Di salên ku çeteyên DAÎŞ’ê li Rojava û Başûr li dijî gelê me êrîşên qirkirinê pêk dianîn de, hevrêyê me Rojhat gihişt wê biryardariyê ku divê tevlî têkoşîna azadiyê ya gelê me bibe û erkên xwe yên welatparêziyê bi cih bîne. Hevrêyê me li ser vê bingehê berê xwe da çiyayên Kurdistanê û tevlî nava refên gerîla bû.

Hevrêyê me ku bi xeyala dîtina gerîla jiya û tevlîbû, kêfxweşiyek ku mirov nikare bîne ziman jiya û ji sekna gerîlayan gelek bi bandor bû. Hevrêyê me ku derfetên naskirina têkiliyên hevrêtî û pîvanên jiyanê yên pîroz ên Rêber Apo û şehîdên me yên leheng afirandiye bi dest xist, girêdana wî ya li hember têkoşîna me ya azadiyê mezintir bû. Hevrêyê me Rojhat ku di tevahiya jiyana xwe ya şoreşgerî de ji van hevrêyan ders û tecrube bi dest xist û hewl da vê rastiyê bi pratîk bike, bi vê taybetmendiya xwe re bû milîtanekî mînak. Hevrêyê me ku li herêma Avaşînê perwerdeya şervanên nû dît, bi perwerdeya leşkerî û îdeolojîk a ku standî re bû gerîlayek azadiyê yê jêhatî. Hevrêyê me yê ku bi hêz û moralê ku ji vê perwerdeyê wergirtî berê xwe da xebatên pratîkî, tevlî xebatên li herêma Avaşînê bû. Hevrêyê me Rojhat ku li vê herêmê di gelek qad û xebatan de cih girt, bi israr berê xwe da qadên ku şer lê giran e. Hevrêyê me ku xwest bersivê bide êrîşên çeteyên DAÎŞ’ê yên li ser gelê me, li ser vê bingehê berê xwe da herêmên ku têkoşîna li dijî çeteyan giran e, bû. Piştî ku hemû wezîfe û berpirsyariyên li vê derê bi rengekî serketî bi cih anî, vegeriya Herêmên Parastinê yên Medyayê. Hevrêyê me tecrubeyên şer bi hevrêyên xwe re parve kir û xwest li dijî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk bersivên bi hêz bide. Li ser vê bingehê hevrêyê me Rojhat careke din berê xwe da herêma Avaşînê. Hevrêyê me li vir tevlî gelek çalakiyan bû û derfet dît hem tecrûbeya xwe bi pratîk bike, hem jî hevrêyên xwe pêş bixîne. Hevrêyê me li vir bi keseyatiya xwe ya kedkar, fedekar û tevlîbûna xwe ya bêhesab derket pêş. Hevrê Rojhat ku ji ber van taybetmendiyên xwe yên milîtaniya Apoyî di nava hevrêyên xwe de hat hezkirin û hurmetgirtin, bi sekna xwe bû layiqê hevrêyên xwe. Hevrêyê me yê ku bi girêdaneke mezin dest bi meşa azadiyê kir, têkoşîna şehîdan a ku nîvco maye girt ser milê xwe û bi jiyana xwe girêdana bi şehîdan nîşan da. Hevrêyê me yê ku her roj manewiyeta xwe xurtir kir, di her sohbeteke xwe de ku bi hevrêyên xwe re dikir, di her karê ku dikir de û di her çalakiya xwe de ku li dijî dijmin pêk dianî, karî vê rastiyê nîşan bide. Bi vê taybetmendiyê re bû milîtanekî Apoyî yê bijarte ku hemû hevrêyên wî ji xwe re mînak girt.

Hevrêyê me Rojhat ku bi tevlîbûna xwe ya bêguman û bêhesab tê naskirin, bi hezkirin û azweriya mezin nêzî erkên herî giran bûye û her tim hewl daye barê hevrêyên xwe sivik bike. Ji bo vê jî berê xwe daye xebatên herî zehmet û karî afrîneriya dewlemend a milîtaniya Apoyî pêk bîne. Ji ber vê yekê baweriyeke bêdawî, hêz û moral daye hevrêyên xwe yên têkoşînê. Hevrêyê me Rojhat ku di Sibata 2018’an de di êrîşa dijmin de şehîd bû, wê bi fedakarî, tevlîbûna xwe ya rast û samîmî û kesayetiya xwe ya paqij, ku ji aliyê pergala kapîtalîst ve nehatiye qirêjkirin, di têkoşîna me de her tim bi hurmetî bê bîranîn.”

 

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN BEHDÎNAN

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Şengal bi xeteriya ziwabûnê re rû bi rû ye
Nûçeya Pişt re Neam Bedel: Aştî bi hewldanên yekalî nabe
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Bersivê betalke

Epeyama we nayê weşandin. Qadên pêwist bi * hatine nîşandan.

Ji kerema xwe astek jilbijêre

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Nobeta li dijî desteserkirinê ya Stenbolê di roja 35’emîn de didome

Li Stenbolê nobeta li dijî desteserkirina Şaredariya Colemêrgê di roja 35’an de didome.

Ji aliyê Stêrk TV

Serokkomarê nû yê Îranê wê destpêka Tebaxê sond bixwe

Li gorî medya dewletê ya Îranê, Serokkomar Mesûd Pezeşkiyan, weke serokkomarê nehemîn ê Komara Îslamê…

Ji aliyê Stêrk TV

Hin dîmenên balkêş ji merasîma Hezar Erbane ya li Degagayê

Îsal jî wekî salên borî li Hewramana rojhilatê Kuridstanê bi beşdariya hezaran kesî merasîma Hezar…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Encamnameya Konferansa Bîr û Edaletê hate eşkerekirin

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Ji PJAK’ê peyama ji bo gelê Tirk ê Azerî

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Neam Bedel: Aştî bi hewldanên yekalî nabe

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Şengal bi xeteriya ziwabûnê re rû bi rû ye

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

Bibe abone!

Em ê te ji nûçe, gotar, bername û hemû bûyerên giring agahdar bikin!

Tu kengî bixwazin dikarin betal bikî.
adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?