Pûtîn ragihand ku ew ê tenê 4 herêman (Donetsk, Luhansk, Herson, Zaporijya) ên ku di sala 2022’yan de hatin îlhaqkirin bes nebîne û Ûkraynayê tevahî armanc dike.
Serokê Dewleta Rûsyayê hefteya borî bilêv kir ku ew Ûraynayî û Rûsan weke yek gel dibîne.
Pûtîn di forûmeke aboriyê ya li St. Petersburgê hate lidarxistin de axivî û got, “Ûkraynayî û Rus heman gel in, lewma Ûkrayna ayîdê me ye. Her cihê ku Rûsyayê gav lê avêtiye, ya me ye.”
Artêşa Rûsyayê di hefteyên dawî de temamiya Luhansk’ê, her wiha Sumy, Harkiv û cara ewilî li herêmên Dnipropetrovsk qadên biçûk bi dest xist. Ev geşedan nîşan didin ku Rûsyayê car din şer zêde kiriye.