Pêncşem, 1 Cotmeh 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Leşkeran êrîşî Goristana Şehîd Binevş a li Çiyayê Gabarê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    DEM Partî bang kir ku rêz li îradeya Mêrsînê bê girtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şaredarê Bajarê Mezin ê Mêrsînê û 58 kesên din hatin binçavkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Meral Daniş Beştaş: Pêvajo dimeşe, lê belê kêmasî nehatine çareserkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Psîkolog Kaya: Aştî tenê bi ragihandinê pêk nayê

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Aştiya xwemalî û nasnameyan aştiya feraseta dewleteke demokratîk e’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Cenazeyê gerîlayê HPG’ê Elver li ber dirûşman hate veşartin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Îranê bombe li kampa Partiya Demokrat a Kurdistanê Îranê barand

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Hevkarê ku hate cezakirin, berpirsê qetilkirina 4 gerîllayan bû’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Îranê li Urmiyeyê bijîşkek bi êşkenceyê binçav kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rêber Apo: Divê YBŞ di nava artêşa Iraqê de cih bigire; li Şengalê bimîne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Cebar Yaver: Nelihevkirina PDK-YNK’ê rê li ber gefan vedike

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Meclîsa Jinan a DEM Partiyê: Bila mirina Rojîn Kabaîş bê ronîkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Amedê li dijî qirkirina jinan banga têkoşîna hevpar

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Rojhilat û Başûrê Kurdistanê 3 jin bi awayekî guman jiyana xwe ji dest dan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo Rojîn Kabaîş çalakî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Cezayê darvekirinê li Mahbûbe Şebanî hate birîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Di têkoşîna li dijî tundiya li jinê de piştgiriya bi zimanê dayikê gelekî girîng e’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Derhêner Semîr Aslanyurek: Sînema û huner divê bi aştiyê re be

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Di pêvajoya aştiyê de rola hunerê bi qasî ya polîtîkayê girîng û pêwîst e’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Misirê goreke hespê şer ê beriya 3 hezar salan hat dîtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kurdan li Îçerîşehrê cilên xwe yên neteweyî nîşan dan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Darmstadtê Festîvala Hevdîtina Navneteweyî hate lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    6’emîn Festîvala Çanda Kurd a Sînan Dersim bi coş pêk hat

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Minbicê teqîn: Kesek jiyana xwe ji dest da
Baregeha KDP-Î ya li Hewlêrê hate bombekirin
Li Zaxoyê jinek hate kuştin
Li zindana Kobanê şewat derket
Heyeta DEM Partiyê wê di 14’ê Îlonê de biçin Îmraliyê
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Berdevka DEM Partiyê: Em ê şahidiya kêliyek dîrokî bikin
Rojane

Berdevka DEM Partiyê: Em ê şahidiya kêliyek dîrokî bikin

Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan ev tişt anî ziman: "Em derbasî qonaxeke nû dibin. Di dema derbasbûna qonaxa nû de tiştên ku bi me re hatin parvekirin bi hin gavan re em ê hefteya pêşiya me şahidiya kêliyek dîrokî bikin."

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 3. Tîrmeh 2025 Dema xwendinê: 6 dq.
Parvekirin

Berdevka Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Ayşegul Dogan têkildarî civîna Lijneya Rêveberiya Navendî (MYK) li navenda giştî daxuyanî da.

Ayşegul Dogan bal kişand ser mijarên di MYK’ê de li ser hatiye axaftin û diyar kir ku ew li ser meseleya demokratîkbûna Tirkiyeyê û aştiyê axivîne û got: “Ji ber ku bêyî aştiyê Tirkiye nikare demokratîk bibe.”

Ayşegul Dogan da zanîn ku di civînê de li ser komîsyona tê payin li Meclisê were avakirin axivîne û got: “Em dikarin bibêjin ku êdî nêz e em derbasî qonaxeke nû bibin. Dikarin qala çendek lingên vê qonaxa nû bikin. Yek ji wan komîsyona tê payin li Meclisê were avakirin. Ev qonax, qonaxeke girîng e. Di vê mijarê de bendewarî û daxwaza civakê heye. Li ser vê komîsyonê li Meclisê jî konsensusek heye. Divê ev gav were xurtkirin. Amadekariyên hiqûqî dikarin bên xurtkirin û bi çendek amadekariyên yasayî bê bihêzkirin. Ji hêla mutebeqeta civakî ve anku ji hêla rewabûna civakî ve gelek girîng e. Lewma em dixwazin komîsyon bi sererastkirineke qanûnî were avakirin. Di rewşeke wiha de dê xebatên wê bibandortir û encamên wê bêhtir mayinde bin. Lewma me di serî de xwest ku rayeyên vê komîsyonê yên taybet hebin.”

Ayşegul Dogan bi lêv kir ku weke partî ew qala aştiya civakî dikin, dixwazin xwe bigihînin hemû derdorên civakê, dema pêwîst kir divê bikare ji pisporan rapor û belge werin xwestin û divê mekanîzmayeke ku di dema biryardayinê de derdorên cuda yên civakî jî tê de cih bigirin wera avakirin.

Ayşegul Dogan destnîşan kir ku yek ji rêgeza sereke ya partiya wan piranîparêzî ye û wiha domand: “Lewma divê lingê wê yê civakî xurt be û mekanîzmaya di nava civakê de tê avakirin jî ev komîsyona jêr e. Ev formulasyon e dibe lê divê bi awayekî xwe bigihîne komîsyonê û were nirxandin. Ev bo me girîng e. Her wiha partiyên komên wan li Meclisê tune ne dikarin çi bikin, dikarin çawa bên tevlikirin û nêrîn û pêşniyarên wan jî ji bo komîsyonê girîng e.

Em derbasî qonaxeke nû dibin. Li gorî agahiyên bi me re hatine parvekirin, di hefteya pêş de dê çendek gavên dîrokî bên avêtin û em ê bi hev re şahidiya vê bikin. Her wiha têkildarî cih jî gelek gotin tên kirin. Derfeta me nîne em vê piştrast bikin. Dema aliyan daxuyanî dan dê ev zelal bibe. Gaveke dîrokî ya plankirî ku dê li Herêma Federe ya Kurdistanê were avêtin. Ev gav jî dê li gorî cîbicîkirina biryarên kongreyê be.

Yek ji aktorên girîng ên pêvajoyê jî DEM Partî ye. Lewma amadekariyên me jî hene. Her çend li ber destê me agahiyên bisînor hebin û muxatabên yekser em nebin jî, em ê şahidiya geşedanên ji bo Tirkiye û Rojhilata Navîn dîrokî bikin. Ev ne tenê şahidiyeke, her wiha berpirsyartî ye. Divê kesek li gorî qonaxa pêvajo gihaştiyê xwe sist neke. Em ber bi qonaxeke ku bêhtir berpirsyartiyê bar dike û pêwîstiya wê bi gavên şênber û xurt heye ve diçin. Lewma em dibêjin ku hêj Lijneya Giştî navber nedayî, hêj Meclisê navber nedayî xebatên xwe divê komîsyon bi lez û bez were avakirin û dest bi xebatên xwe bike.

Bersiva vê tenê bi zemîna siyasî û hiqûqî dibe. Li şûna terkexemiyê, divê her kes bêhtir berpirsyartiyê li xwe bigire û ji bo serkeftina pêvajoya aştî û civaka demokratîk bêhtir bixebite. Nexwe em ê ji bo mayindekirina pêvajoyê zehmetiyan bikişînin.”

Ayşegul Dogan piştre jî pirsên rojnamegeran bersivand. Ayşegul Dogan ji bo pirsa “Gelo dê beriya bêçekbûnê peyamek ji Ocalan were an na, dê li ku çek bên danîn” wiha got: “Em li bendê ne ku di hefteya pêş de li gorî Banga Aştî û Civaka Demokratîk a birêz Ocalan a 27’ê Sibatê û biryarên kongreyê guncav, gaveke dîrokî were avêtin. Ez nikarim bo we rojekê tam diyar bibêjim. Ev ne li gorî înîsiyatîfa me ye. Divê alî bi xwe aşkera bikin.”

Ayşegul Dogan da zanîn ku li gorî agahiyên li ber destê wan, dê ev gav li Herêma Federe ya Kurdistanê were avêtin lê bajar diyar nîne. Ayşegul Dogan, wiha domand: “Tişta dikeve ser milê her du aliyan ew e ku rewşa bêpevçûyînê mayinde bibe, ji bo şer bi temamî bi dawî bibe û çek ji dewrê derkevin, tişta pêwîst bikin. Em li bendê ne ku birêz Ocalan di nava çendek rojan de têkildarî mijarê daxuyaniyekê bide.”

Ayşegul Dogan ji bo îdiaya “Dê têkildarî berdana çekan toren were lidarxistin û dîmen bên parvekirin” jî got di vê mijarê de agahiyek li ber destê wan nîne û çavkaniyên wan agahiyeke wiha piştrast nekirine. Ji bo pirsa “Peyam dê bidîmen be yan na” jî Ayşegul Dogan anî ziman ku di vê mijarê de agahiyek li ber destê wan nîne lê ew dixwazin peyam bidîmen be.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN ENQERE

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Cenazeyê şervanê QSD’ê Elî Mihemed bi girseyî hat veşartin
Nûçeya Pişt re DFG: Êrîşa li ser LeManê provaya komkujiyê ye
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Kongreya Awarte ya 22’emîn a CHP’ê destpê kir: Ozel yekane namzet e

Partiya Gel a Komarê (CHP) bi dirûşma "Na ji darbe û qeyûm re" li Navenda…

Ji aliyê Stêrk TV

Trump vê carê wê ji sedî 100 bacê ji fîlman bistîne

Serokê DYE’yê Donald Trump daxuyand ku ew ê ji fîlmên ku li derveyî DYE’yê hatine…

Ji aliyê Stêrk TV

Di çarçoveya seferberiyê de 2 tabûrên leşkerî hatin avakirin

Di çarçoveya seferberiya giştî de, şêniyên taxa Xerbî ya bajarê Qamişlo û şêniyên bajarê Girkê…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

Leşkeran êrîşî Goristana Şehîd Binevş a li Çiyayê Gabarê kir

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

DEM Partî bang kir ku rêz li îradeya Mêrsînê bê girtin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Şaredarê Bajarê Mezin ê Mêrsînê û 58 kesên din hatin binçavkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Meral Daniş Beştaş: Pêvajo dimeşe, lê belê kêmasî nehatine çareserkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?