Çarşem, 7 Çile 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Têketin
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    ‘Tiştên ku li girtîgehan diqewimin pêvajoyê nîşan didin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 7’Ê ÇILEYA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Êrîşên li ser Kurdî li Wanê hatin protestokirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tulay Hatîmogullari: Dem dema gav avêtinê ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di doza ‘heqeret li serokkomariyê’ de ceza li Demîrtaş hat birîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bahçelî gef li QSD’ê xwar, nerazîbûn nîşanî mikurhatina ‘DAÎŞ’ê ya Yerlîkaya da

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    HPG’ê şehîd Erdal, Avesta, Ekîn û Çekdar bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV

    KCK’ê şehîdên Parîsê bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hevrêyên Huseyîn Aykol: Em ê penûsa wî rakin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Abdanan û Melekşahê gel kontrola bajar bi dest xist

    Ji aliyê Stêrk TV

    Partiyên Rojhilatê Kurdistanê wê bi hev re kar bikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    YNK’ê Nizar Amêdî kir namzetê xwe yê Serokkomariya Iraqê

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    TJA’yê ji bo jinên li Îran û Rojhilat banga berxwedanê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tevgerên jin ên Kurd piştgirî dan gelên Îranê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hêzên Îranê 7 jinên xwepêşander revandin, aqûbeta wan nayê zanîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Hewlêrê jinek bi gumanbarî mir

    Ji aliyê Stêrk TV

    JINNEWS: Mehekê herî kêm 28 jin û 2 zarok hatin qetilkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di windakirina Gulistan Doku de bi organîzeyî tevgeriyane 

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Li Liverpoolê Akademiya Çand û Hunerê ya Kurd vebû

    Ji aliyê Stêrk TV

    TEV-ÇANDˊê ji bo bîranîna Şîlan Kobanê klîpek çêkir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rotînda û Berfîn Memedova ji bo Rêber Apo stranek nû çêkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Helîm Yûsiv: Nivîs ji bo min weke oksîjenê ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Pirtûka ‘Welatê min ê çîrokan’ a Jîndar Ezgî derket

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Kabîlê sînemaya dîrokî Ariana, ji bo navendek kirîn û firotinê hate hilweşandin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • ŞIRNEX
  • HESEKÊ
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
  • REQA
Nûçeyên Lezgîn
Bi dronê êrîşî Dêr Hafirê hat kirin: Zarokek hat qetilkirin
Çeteyan welatiyek revand
DAÎŞ’ê li Dêrazorê êriş bir ser benda QSD’ê
Li Efrînê ciwanek ji aliyê çeteyan ve hate kuştin
Jineke din li Silêmaniyeyê bi gumanbarî jiyana xwe ji dest da
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Çand û Hûner > ‘Divê jin tevlî xebatên hunerê bibin’
Çand û Hûner

‘Divê jin tevlî xebatên hunerê bibin’

Gêşbîn Nebo ku bi 3 zimanan stran distrê got, “Divê jin berê xwe bidin hunerê. Her jin xwedî qabiliyetên cuda ne. Divê ew van qabiliyetên xwe ji xwe re veneşêrin.”

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 22. Sibat 2024 Dema xwendinê: 5 dq.
Parvekirin

Ji ber nêzîkatiyên kevneşopî û zayendperestî, di hunerê de nîşandayîna huner û xweîfadekirina jinan bi gelek astengiyan re rû bi rû dimîne.

 

Ji ber ku civak beşdarbûna jinan a nava hunerê napejirîne, ev jî dibe sedema cihêkarî û zordestiyê û her wiha rê li ber mafê derbirîn û afirandina azad a hunermendên jin digire. Gêşbîn Nebo yek ji jinên ku ji bo wekheviya zayendî û azadiya jinan têkoşiyaye.

Gêşbîn Nebo (19) a ku ji Kobanê ye li Reqayê dijî. Gêşbîn Nebo di 7 saliya xwe de dengê xwe kişf kir, her çendî bi piştgiriya mamoste, heval û malbata xwe dest bi jiyana xwe ya hunerî ya wênesaziyê kir jî, nikare dev ji muzîkê berde û bi hev re her du şaxên hunerê dimeşîne.

EW HEM XÊZ DIKE HEM DISTRÊ

Nebo da zanîn ku wê dengê xwe di jiyana xwe ya dibistanê de kişf kiriye û wiha got: “Ez 7 salî bûm. Min nû dest bi dibistanê kiribû. Min dema ku ji hevalên xwe yên dibistanê re stran digotin dengê xwe kifş kir. Hem heval û hem jî mamosteyên min di stranbêjiyê de piştgirî dan min. Dema min stran digotin li dora min kom dibûn. Dema ez hatim Reqayê min dest bi xêzkirinê kir. Lê min biryar da ku ez stranbêjiyê bidomînim. Niha ez hem wênesaz im, hem jî stranbêj im. Ji aliyê din ve, ez tercûmaniya zimanê Îngilîzî dixwînim.”

TEŞWÎQÎ HUNERÊ DIKE

Gêşbîn Nebo anî ziman ku ew li Navenda Çand û Hunerê ya Reqayê   teşwîqî muzîkê dike û wiha axivî: “Ez dengên xweş dineqînim. Ez wan kesên ku meyla wan li ser stranan heye teşwîq dikim ku beşdarî komê bibin. Her çend dengê wan ne baş be jî, ez hewl didim wan teşwîq bikim ku serî li şaxên din ên hunerê bidin.” 

ZEXTA CIVAKÊ LI PEY XWE HIŞT 

Gêşbîn Nebo di berdewamiya axaftina xwe de bal kişand ser zextên civakê yên li ser hunermendên jin û wiha dewam kir: “Zextên li derdora min li aliyekî nêrîna civakê ya li ser jinan gelekî dijwar bû lê min ev zext derbas kir. Ji bo civakê jin di mitbaxê de ye û ji xwedîkirina zarokan berpirsyar e. Lê qet nedifikirîn ku jinek bibe hunermend, hunera jinan weke şerm dihat dîtin. Heta niha zextên civaka paşverû li ser jinan dihat kirin, lê bi Şoreşa Rojava re hewl tê dayîn hişmendiya civakî ya zayendperest bê şikandin. Jin dikarin ji berê hêsantir qabiliyetên xwe nîşan bidin.”

DAÎŞ’Ê HUNER ASTENG DIKIR

Gêşbîn Nebo bi bîr xist ku piştî DAÎŞ’ê Reqa dagir kir zextên li ser jinan gelekî zêde bûn û got: “Bi DAÎŞ’ê re zextên li ser civakê û jinan zêde bûn. Me nedikarî em bibejin em Kurd in. Hunermend nedikarîn berhemên xwe nîşan bidin. Wan di malên xwe de bi dizî stran digotin, wêne xêz dikirin, helbest û romanên xwe dinivîsandin. Qabiliyetên me veşartî diman.”

BI 3 ZIMAN STRAN DISTRE

Gêşbîn Nebo anî ziman ku ew bi 3 zimanan stranan distre û wiha pêde çû: “Ez bi Kurdî, Erebî û Îngilîzî distrêm. Gelê Reqayê bi hev re hunerên xwe nîşan didin, pêş dixin û parve dikin. Gel bi hev re dijîn, bi hev re stranan dibêjin, xêz dikin, govend digerînin û dinivîsin. Civakeke nû tê afirandin.”

Gêşbîn Nebo got ku divê jin berhemûn xwe bînin ziman û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Divê jin berê xwe bidin hunerê. Her jin xwedî qabiliyetên cuda ye. Divê van qabiliyetan ji xwe re veneşêrin. Beşdarbûna jinan a nava hunera, ji pêşketina takekesî zêdetir tê wateya pêşketina Bakur û Rojhilatê Sûriyê.”

 

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN REQA

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Wênesazî rastiya jiyanê derdixe holê
Nûçeya Pişt re ‘Wênekêşî rastiya jiyanê derdixe holê’
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Uveyş Ocalan li Mexmûrê hat bibîranîn

Dayika Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Uveyş Ocalan di salvegera 31’emîn a wefata xwe de…

Ji aliyê Stêrk TV

Yekîneyên YCWK’ê li Stenbolê çalakî li dar xist

YCWK’ê ragihand ku li taxa Koyîçî ya Stenbolê li dijî nuqteyeke rêxistinî û alîkariya çeteyên…

Ji aliyê Stêrk TV

QSD: 2 şervanên me şehîd bûn

QSD’ê ragihand ku 2 şervanên wan di encama qezayê de şehîd bûn.

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Çand û Hûner

Ji Awazê Çiya Klîba “Agir”

Ji aliyê Stêrk TV
Çand û Hûner

Li Liverpoolê Akademiya Çand û Hunerê ya Kurd vebû

Ji aliyê Stêrk TV
Çand û Hûner

TEV-ÇANDˊê ji bo bîranîna Şîlan Kobanê klîpek çêkir

Ji aliyê Stêrk TV
Çand û Hûner

Rotînda û Berfîn Memedova ji bo Rêber Apo stranek nû çêkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?