Yekşem, 19 Nîsan 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Jinan ji Gemlîkê gul û name avêtin behrê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Gemlîkê banga ‘azadî û misogeriya hiqûqê’ ya ji bo Rêber Apo hat kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Îran 20 girtiyên siyasî ji Evînê sewq kirin, hemû peywendiyên wan qut kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jin gihiştin Gemlîkê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jin ji Stenbolê ber bi Gemlîkê ve bi rê ketin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Civaknas Ezgî Sila Demîr: Êrişên li dibistanan nîşaneya tundiya civakî ye

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Encamnameya DBP’ê: Dem ne dema rawestanê, dema avakirinê ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji FEDA’yê li Zurichê çalakiya piştevaniyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    YNK bersivek tund da ENKS’ê: Hûn nikarin di navbera parçeyên Kurdistanê de fîtneyê derbixin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hevpeymaniya Hêzên Siyasî yên Rojhilat bang li hikûmeta Iraqê û NY’ê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şehîdên xweseriyê hatin bi bîr anîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Berdevkê PJAK’ê: Hêzên şoreşger dikarin di kêliyekê de hevsengiyê biguherin!

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Jin ber bi Gemlîkê ve bi rê ketin: Bê Serok jiyan nabe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Dersimê daxuyanî: Jin wê hesabê ji kujeran bipirsin!

    Ji aliyê Stêrk TV

    KJK: Li dijî êrişên mêr ê serwer, em bi ruhê seferberiyê tevlî têkoşîna parastinê bibin!

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Min Sakîne nû fêhm kir’: Hevpeyvîna dawî ya bi Zeynep Cansiz re hate weşandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rêxistinên jinan: ‘Qetlîamên jinan siyasî ne, bila rastî werin ronîkirin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Divê Îran rêbazên çareseriya demokratîk esas bigire’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Tev-Çand Ewropa hunermend Elî Mansûr bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hunermend Elî Mensûr jiyana xwe ji dest da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di Cannesê de 21 fîlm dê ji bo ‘Palmiya Zêrîn’ pêşbaziyê bikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bi wesîleya rojbûna Rêber Apo konserek hate dayin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Rewşa herî qelebalix a bêedaletiyê’: Bêdeng be li Londonê hate nîşandan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Galaya fîlmê “Azadî wê bi ser bikeve” li Londonê hate kirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • AMED
  • STENBOL
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Dewleta Tirk êrîşî sivîlên ku vegeriyan Serêkaniyê kir
Li Hewlêrê droneyek hate xistin
Îranê pêla binçavkirinê da destpêkirin
Li Çemçemalê zaroka ku êşkence lê hatibû kirin, jiyana xwe ji dest da
Çeteyan 4 welatî ji Serêkaniyê revandine Tirkiyeyê
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Hevserokên KCDK-E’yê: Em yek ji hêzên esasî yên pêvajoyê ne
Rojane

Hevserokên KCDK-E’yê: Em yek ji hêzên esasî yên pêvajoyê ne

Hevserokên KCDK-E’yê Zubeyde Zumrut û Engîn Sever têkildarî banga Rêber Apo û îmhakirina çekan a Koma Aştî û Civaka Demokratîk axivîn û got, wê ber bi sazîbûneke berfireh ve gavê biavêjin.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 16. Tîrmeh 2025 Dema xwendinê: 7 dq.
Parvekirin

Pêvajoya ku 27’ê Sibatê bi ‘Banga Aştî û Civaka Demokratîk’ a Rêber Apo destpê kir, li Başûr bi merasîma şewitandina çekan derbasî qonaxeke krîtîk bû.

Hevserokên Kongreya Civakên Demokratîk a Kurdistaniyên li Ewropayê (KCDK-E) ku nûnerê rêxistiniya Kurdan a li dîasporayê ye Zubeyde Zumrut û Engîn Sever banga Rêber Apo, îmhakirina çekan a Koma Aştî û Civaka Demokratîk û bendewariya ji dewletên Ewropayê ji ANF’ê re nirxandin.

Zubeyde Zumrut di destpêka axaftina xwe de got, “Weke jineke Kurd bi rastî jî gelekî hestewar bûm. Bi vê têkoşînê re min nasnameya xwe, nasnameya jinê nas kir. Bi vê têkoşînê re hewl dam hebûna xwe biparêzim. Lewma ji bo min bihîstina dengê Rêbertî hesteke welê ye ku nayê vegotin. Weke ku tê gotin, atmosfereke cejnê bû.”

Engîn Sever jî di destpêka axaftina xwe de got, “Min çavên xwe bi vê têkoşînê vekir. Weke ku di dilê her zarokekî de lehengek heye; di dilê her Kurdekî de jî gerîla leheng e. Gerîla ji bo gelê Kurd, ji bo zarokên Kurd, ji bo jinên Kurd leheng e. Her kes gerîla weke pêşeng, rêbazeke jiyanê dît.

Çek rêbazeke rewa ya têkoşînê bû ku Kurdan ji bo hebûna xwe, ji bo nasnameya xwe, ji bo zimanê xwe û ji bo jiyana bi rengekî azad a li warê xwe ji neçarî rakir. Rêber Apo ev yek di hemû daxuyaniyên xwe de dianî ziman.

Di vê demê de bihîstina dengê Rêber Apo, dîtina wêneyê wî, banga wî ya bi dengê xwe ji gel re, kelecaneke mezin afirand.”

Li ser rola Ewropayê ya di vê pêvajoyê de Zubeyde Zumrut got, “Bêguman rol Ewropayê girîng e. Ji bo çareseriya meseleya Kurd divê Ewropa bi rola xwe rabe. Gelek dewletên cîhanê piştgirî dan banga 27’ê Sibatê û daxuyanî dan. Di vê pêvajoyê de divê qîma xwe tenê bi piştevaniyê nînin.

Divê Ewropa yekser tevlî vê meseleyê bibe û ji bo çareseriyê bi rol rabe. Eger Ewropa di vê mijarê de rola xwe bi cih bîne, ev mesele wê zêde dirêj nebe. Ev yek wê bandorê li têkiliyên Tirkiyeyê yên bi welatên Ewropayê, têkiliyên polîtîk û têkiliyên aboriyê bike.”

Zubeyde Zumrut bi dewamî destnîşan kir ku divê Elmanya nêzîkatiya xwe ya polîtîk a li hemberî Kurdan biguherîne û got, “Ji ber ku PKK qedexxe ye, ev yek dibe sedem ku Kurd hemû bêne krîmînalîzekirin û ev yek bandoreke neyînî li pêvajoyê dike. Kar û têkoşîna polîtîk a li Elmanya û gelek welatên Ewropayê ji ber vê qedexeyê bi rengekî cidî têne astengkirin.”

Engîn Sever destnîşan kir ku Ewropa bi salan xwedî hevkariyeke aborî, siyasî, leşkerî û dîplomatîk bi dewleta Tirk re ye û got, “Dewleta Tirk weke endamekî NATO’yê bi welatên Ewropayê re dixebite û bi hev re biryarê didin. Ji ber vê yekê dikarin biryarên welê werbigirin ku bandorê li dewleta Tirk bikin.”

Li ser rêxistiniya civaka Kurd a di vê pêvajoyê de Zubeyde Zumrut got, “Ev pêvajo wê bê birêxistinkirin. Têkoşîn dewam dike. Ev destpêkek e. Navê xwe li ser e: Avakirina Aştî û Civaka Demokratîk. Lewma nifûsa Kurd a li Ewropayê di vê mijarê de divê li ser zemîneke demokratîk têkoşîna xwe bi rêxistin bike.

Di rewşa heyî de xwedî avaniyeke rêxistinî ye û ev avanî jî gelekî xurt e. Bi taybetî bi koç û sirgûnên salên dawî re nifûsa Kurdan a li dîasporayê gelekî zêde bû. Em qala nifûseke Kurd a di ser 4 milyon mirovî ya li Ewropayê dikin. Ev nifûs jî wele gelên din divê xwe bi rêxistin bike. Li gel vê yekê ji bo parastina ziman, çand û pêşvebirina xwe, divê xwe bi rêxistin bike. Di bin sîwana KCDK-E’yê de konfederasyonên me hene. Lewma divê ev avanî bê mezinkirin û xurtkirin.

Têkildarî pêvajoya pêşiya me li Ewropa û dîasporayê me bi sedan civîn lidar xist. Di vê mijarê de weke ku di gelek bernameyên xwe de me diyar kir, dixwazim li vir jî dubare bikim: Li her devera ku Rêber Ocalan lê ye windakirin teqez nabe. Civak di vê mijarê de heta dawiyê bawer dike û piştrast e. Em jî weke Kurdên li Ewropayê bi berpirsyariyên xwe vê pêvajoyê dimeşînin û em ê bimeşînin.

Heta ku bi gelê xwe re vê têkoşînê, aştiyê mayinde bikin em ê bimeşînin. Em her tim alîgirê aştiyê bûn. Me daxwaza jiyana bi hev re ya bi gelan re hetim anîn ziman. Îro jî bi heman rengî, bi daxwaza jiyana bi hev re ya bi xwişk û biratiyê; em ê pêvajoya aştî û civaka demokratîk bi gelan re pêk bînin.”

Engîn Sever jî ragihand ku ji sala 2005’an û pê ve ew ketin nava pêvajoyeke guherîn û veguherînê û got, “Di rêbaza me ya berê ya kar de piştgiriya ji bo têkoşîn û zemîna siyasî ya li Kurdistanê karê sereke bû, êdî em xwe ne piştevan lê belê weke hêmana esasî ya têkoşîna civaka demokratîk dibînin.

Ji bo vê jî em ê karên xwe yên civaka demokratîk ku bi salan e dimeşînin hîn mezin bikin û veguherînin sazîbûneke berfireh.”

Engîn Sever destnîşan kir ku li nava welat û civakên ew di nav de ne wê tevneke têkoşînê ava bikin ku jiyana hevpar esas digirin, bi ziman, dîplomasî, çand û nasnameya xwe hebûna xwe dewam dike û got, “Em ê bi hemû saziyên xwe, bi ruhê seferberiyê di vê pêvajoyê de avakirina civaka demokratîk pêk bînin.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Jinên Efrînî yên bi zorê hatine koçberkirin: Bila dawî li dagirkeriyê bê anîn
Nûçeya Pişt re Kanay: Erdnîgariya Kurdistanê bi zanebûn tê talankirin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Li Amed, Êlih û Colemêrgê aqûbeta windayan hat pirsîn

Li Amed, Êlih û Colemêrgê bi pêşengiya ÎHD’ê û Xizmên Windayan çalakiyên ‘Bila winda bên…

Ji aliyê Stêrk TV

Di şerê Îsraîl-Îranê de windahiyên sivîl zêde dibin

Di şerê Îsraîl û Îranê de hejmara sivîlên ku jiyana xwe ji dest didin, zêde…

Ji aliyê Stêrk TV

Li Amed, Dêrsim, Riha û Stenbolê gel ji bo Rojava di çalakiyê de ye

Li dijî êrîşên li ser Rojava, li Amed, Dêrsim, Riha û Stenbolê çalakiyên protestoyî dewam…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

Jinan ji Gemlîkê gul û name avêtin behrê

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Li Gemlîkê banga ‘azadî û misogeriya hiqûqê’ ya ji bo Rêber Apo hat kirin

Ji aliyê Stêrk TV
Cîhan

London ji nû ve berê xwe dide YE’yê

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Îran 20 girtiyên siyasî ji Evînê sewq kirin, hemû peywendiyên wan qut kirin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?