În, 13 Adar 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Soncan Gedîk piştî 32 salan hate berdan

    Ji aliyê Stêrk TV

    DEM Partî: Divê ji bo Birêz Ocalan mercên karkirinê yên azad bên afirandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Koordînasyona Civaka Êzidî ya li Ewropayê Salih Muslim bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Navenda leşkerî ya Îtalî ya li Hewlêrê bû hedefa êrişê

    Ji aliyê Stêrk TV

    FEDA û DAKB’ê ji bo Salih Muslim peyama sersaxiyê da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nûnerê NY’î yê MRAP’ê: Divê şert û mercên ji bo Abdullah Ocalan bên afirand

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Şêx Cengî ji bo Salih Muslim peyama sersaxiyê da

    Ji aliyê Stêrk TV

    KONGRA-GEL ji bo Salih Muslim û Osman Kiliç peyama sersaxiyê weşand

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo şehîd Ehmed Kerkûkî merasîma bîranînê hat lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji PJAK’ê peyama sersaxiyê ya ji bo Salih Muslim

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji KCK’ê peyama sersaxiyê ya ji bo Salih Muslim: Xeta Rêber Apo ji xwe re kir esas

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Silêmaniyeyê droneyek ket: Zarokek birîndar bû

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Gerîlayên YJA Starê: 8’ê Adarê sembola berxwedana jinê ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rewşa 80 jinên li girtîgeha Qerçekê di xeteriyê de ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    YPJ: Hevrêyê me Hêzil Arjîn di êrîşên çeteyan de li Reqayê şehîd bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rêxistina Efûyê: Li Xezeyê jin û zarokên keç di hedefa şer de ne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Gerîlayên YJA Starê bi dirûşma ‘Niha dema jinê ye’ çiyayên Kurdistanê xemilandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Em ji bo paşerojeke azad û aştiyê li vê derê ne’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Hunermend Mihemed Şêxo li Qamişloyê hat bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şeva fîlman a Rojên Çanda Jinên Kurd ên Berlînê bi dawî bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Berlînê Rojên Çanda Jinên Kurd: Sembola bîra kolektîf, Govend

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hunermendên jin: Xeta YPJ’ê ya herî pîroz e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Pirtûka ‘Li Rojhilata Navîn krîza şaristaniyê û çareseriya şaristaniya demokratîk’ êdî bi Spanî ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hejmara destpêkê ya rojnameya Komînal derket

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Şedadê êriş: Zarokek hat qetilkirin, bav û birayê wî birîndar bûn
Li Hewlêrê bi drone êrîşî otêlekî hat kirin
Gundiyên li dijî projeya GES’ê li ber xwe didin: ‘Em dest ji mêrgên xwe bernadin’
Bircên weşanê yên li Çiyayê Zimanko hate bombekirin
Bêçekkirina Şengalê xizmeta dijminên mirovahiyê ye
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Cemîl Bayik: Em dixwazin siyaseta demokratîk bikin
Rojane

Cemîl Bayik: Em dixwazin siyaseta demokratîk bikin

Cemîl Bayik: Kurd ne hewl dide hinekan bike desthilatdar, ne jî hewl dide hinekan ji desthilatdariyê bixîne. Armanca Kurdan demokratîkbûna Tirkiyeyê ye. Dixwaze destûreke demokratîk li gorî wê bê amadekirin. Em ji vê re Rêya Sêyemîn dibêjin.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 25. Tîrmeh 2025 Dema xwendinê: 9 dq.
Parvekirin

Rojnameya Yenî Yaşamê beşa duyemîn a hevpeyvîna bi Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik re weşand.

Di vê beşê de Bayik bi taybetî bal kişand ser têgihiştina ku dewlet an jî desthilatdarî dixwaze di vê pêvajoyê de biafirîne û got, “Hewl didin têgihiştineke welê biafirînin ku bibêjein, ‘Me li dijî PKK’ê têkoşîn meşand û ew têk bir. Êdî rêyeke cuda li ber PKK’ê nemaye, lewma em teslîm digirin’. PKK tevgereke têkçûyî nîne, berevajî vê yekê tevgereke welê ye ku gihîştiye asteke navneteweyî. Di nava hêzên ku li cîhanê li hemberî hêzên kapîtalîst têdikoşin de Rêber Apo bûye hêviyeke mezin. Yanî rastiyeke welê heye ku ji komeke biçûk îro gihîştiye asteke navneteweyî. Veguherî tevgerekê ku îro li qada siyasetê hevsengiyan xera dike, hevsengiyan ava dike. Bêyî Rêber Apo, bêyî Tevgera Apoyî, bêyî Kurdan, bêyî jinên Kurd êdî siyasetek nikare bê meşandin. Ev yek zelal e. Lewma gotin û têhiştina ku desthilatdarî û derdora desthilatdariyê hewl dide biafirîne bê wate ye.”

Cemîl Bayik bi dewamî anî ziman ku desthilatdariya AKP’ê hewl dide bi rengê ‘Me ev pêvajo plan kiriye, weke ku me plan kiriye dimeşe’ atmosferekê biafirîne û got, “Hewl didin bêjin, ‘vaye Rêber Apo, PKK gavên bi vî rengî diavêje, em van gavan didin avêtin’. Lê belê divê raya giştî baş bi vê yekê zanibe. Hemû gavên ku heta niha hatine avêtin bi înîsiyatîfa şexsî ya Rêber Apo hatine avêtin. Tevgera me jî ji bo gavên Rêber Apo bi cih bîne, bû piştevan û hêz da. Ya ku hatiye kirin ev e. Gavên bi yek alî hatine avêtin.

Têgihiştin û atmosfera ku dewleta Tirk dixwaze bi vî rengî biafirîne rast nîne. Rêber Apo, tevgera me ev gav avêtin û gihîşt astekê. Gavên yek alî yên ku Rêber Apo û tevgera me biavêjin ev bûn. Berpirsyariya xwe ya li pêşberî gelan bi cih anî. Ji vê wêdetir, ji bo pêvajo bi pêş ve biçe divê dewleta Tirk, desthilatdarî gavê biavêje. Heta niha gavek neavêtiye. Tenê tecrîd hinekî sist kirine, ewqas. Weke ku tecrîd hatiye rakirin, tecrîd nema ye nîşan didin. Tecrîd dewam dike, tenê sist bûye. Ji ber ku tecrîd dewam dike, êdî gavên nû yên bi vê rêbazê nikarin bêne avêtin. Ji bo gavên nû bêne avêtin divê şert û mercên karkirinê yên Rêber Apo biguherin, sîstema Îmraliyê êdî bi dawî bibe.”

Ji bo pirsa “Di nava civakê û hin nirxandinên giştî de dema ku DEM Partî û CHP li qadeke hevpar digihêjin hev tê gotin, gelo CHP û Kurdan li hev kirin? Dema ku Erdogan got, ‘Em her sê tifaq in’ vê carê jî dibêjin gelo AKP, MHP û DEM Partiyê li hev kirine? Yan jî kî nêzî kê dibe, têgihiştin diguhere. Sedema vê çi ye?” Cemîl Bayik bersiveke bi vî rengî da:

“Ya ku vê diyar bike Kurd e. Ev zelal e. Ji bo desthilatdariyê jî ji bo muxalefetê jî. Lê belê Kurd ne li cihekî welê ye ku hinekan bike desthilatdar an jî hinekan ji desthilatdariyê daxîne. Armanca Kurdan demokratîkbûna Tirkiyeyê ye. Derxistina qanûnên azadiyê ye. Avakirina destûreke bingehîn a demokratîk a li gorî wê ye. Cihê ku Kurd lê ne cihekî bi vî rengî ye. Em ji vê re Rêya Sêyemîn dibêjin. Ne dikeve xizmeta desthilatdariyê ne jî dikeve xizmeta muxalefetê. Weke tevger, derdekî me yê bi vî rengî nîne. Em ne xwedî wê ferasetê ne ku hinekan bikin desthilatdar. Em ji bo demokratîkbûna Tirkiyeyê têdikoşin. Ji bo wê dixwazin vê yekê bi hêzên xwedî armanca demokrasiyê ye pêk bînin. Armanca me divê bi vî rengî bê fêhmkirin. Em li eniyekê nînin. Em ji bo hinekan bikin desthilatdar tevnagerin. Tişta ku em di nav de cih bigirin çi ye? Demokratîkbûna Tirkiyeyê ye. Divê gavên vê yekê bêne avêtin. Kî ji vî alî ve hewl bide, em ê bi wan re tevbigerin.”

Merasîma ‘Koma Aştî û Civaka Demokratîk’ a gerîla ya şewitandina çekan ku li tevahiya cîhanê deng veda, yek ji rojevên nirxandinên Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik bû.

Cemîl Bayik anî ziman ku divê mijara şewitandina çekan rast bê fêhmkirin û got, “Bala xwe bidinê, cîhan ber bi biçekbûnê ve diçe. NATO biçek dibe. Li gorî berê rêjeya çekan qat bi qat zêde bû. Em li cîhaneke bi vî rengî ne. Her wiha li Rojhilata Navîn çek diaxivin, bûye mîna gola xwînê, guherînên mezin hene. Di nava rewşeke bi vî rengî de me çek şewitand.

Bêguman wateyeke vê heye. Bi vê yekê me xwest vê peyamê bidin. Di rewşeke welê de ku cîhan ber bi biçekbûnê ve diçe, NATO ber bi biçekbûnê ve diçe, li Rojhilata Navîn şer diqewime, em çekan dişewitînin. Yanî em dixwazin cîhanê, gelan ji çekan rizgar bikin. Her wiha peyameke din jî heye. Rabirdû, kevneşopî, çanda Kurdan heye. Newroz heye.

Agir… Em zarokên agir in. Bi şewitandina çekan re me bi şênberî nîşan dan ku em dixwazin serdemeke nû bidin destpêkirin. Me nîşanî her kesî dan ku em careke din naxwazin rahêjin çekan, naxwazin têkoşîna çekdarî bimeşînin. Yanî eger me çekên xwe şewitandibin, ji bo vê me kir. Hevala Besê wan çi gotin? Gotin, ‘Em dixwazin biçin Tirkiyeyê, tevlî siyaseta demokratîk bibin. Em dixwazin di nava siyaseta demokratîk de bixebitin. Em dixwazin siyaseta vê yekê bimeşînin. Lê belê ji ber ku şert û mercên vê yekê, zemîna vê nîne, em ê careke din vegerin cihê jê hatine’. Ev yek bi şênberî gotin. Niha eger ev hevalên ku çek şewitandin biçin Tirkiyeyê wê hemûyan bixin zindanê.

Pratîka komên aştiyê yên beriya niha çûn li holê ye. Wê çawa biçin? Ji bo karibin biçin divê di qanûnan de guhertin bêne kirin. Guhertin di qanûnan de nîne. Ew qanûnên antî terorê dewam dikin. Hîn jî jineek Kurd ji ber ku li Stenbolê li muzîka Kurdî guhdarî kir bû hedefa êrîşê. Di nava van şert û mercan de wê çawa biçin? Êdî nikarin li wan deveran bimîne. Bi salan e bi çekê li çiyê man, têkoşiyan, ev mirov niha çekên xwe dişewitînin. Her hal wê li naverastê bi vî rengî nemîne. Wê çi bike? Wê careke din vegere cihê jê hatiye, bêguman gargantî divê. Ji ber ku rewşeke ewle nîne. Eger hatibin ji ber vê hatin. Niha van hevalan çekên xwe şewitandin û naxwazin careke din rahêjin çekê. Ji xwe weke tevger em rast nabînin ku ev heval careke din rahêjin çekê. Bêguman pirsgirêka ewlekariyê ya van hevalan heye. Em ê ewlekariya wan pêk bînin, em pêk tînin.

Wê careke din ranehêjin çekê. Çek şewitandin. Êdî bê çek in. Gavên pratîkî yên vê yekê avêtin. Gotin, em ê êdî çekan bi kar nînin. Em dixwazin li qada siyaseta demokratîk bixebitin. Eger hûn zemîna hiqûqî ya vê yekê ava bikin em êdî naxwazin çekê bi kar bînin. Ji ber vê yekê ev heval niha di nava me de di bin ewlekariyê de ne, bê çek in.”

Cemîl Bayik di vê çarçoveyê de xwest, qanûn bêne guhertin.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Koçer di nava pirsgirêkên ziwatî û krîza aboriyê de ne
Nûçeya Pişt re Asayîşa Êzidxanê salvegera damezrandina xwe pîroz kir
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Li Amedê bi dehan girtî bi jehrê ketin

Li Girtîgeha li Amedê bi dehan girtî ji ber xwarinê bi jehrê ketin û rakirin…

Ji aliyê Stêrk TV

Hunermendê Kurd Muhammed Abbas Zade li Îlamê hat binçavkirin

Hêzên dewleta Îranê li bajarê Îlamê yê Rojhilatê Kurdistanê hunermendê Kurd Muhammed Abbas Zade bi…

Ji aliyê Stêrk TV

Li Îranê jina ciwan a bi hinceta hîcabê hat gulebarankirin felç bû

Li bajarê Nur ê Îranê Arezoo Bedrî ya 31 salî ku dayika 2 zarokan e,…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

Soncan Gedîk piştî 32 salan hate berdan

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

YRA: Çapemeniya Azad endamek xwe ya fedakar winda kir

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Şêx Cengî ji bo Salih Muslim peyama sersaxiyê da

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Salvegera Serhildana 12’ê Adarê: Şehîd bûn meşaleya şoreşê

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?